PKK'ê ji bo pêngava berxwedanê bang kir

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gel em sala 21'emîn a Komploya 15'ê Sibatê bi pêngava berxwedanê...

Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li her kesên antî faşîst û demokratan kir ku li ber sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê rabin, çalakiyan li dar bixin û diyar kir, aştî û demokrasî bi vî rengî dikarin pêk were.

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, gelê Kurd di salvegera 20'an de komploya 15'ê Sibatê û sîstema wê ya tecrîd û êşkenceya Îmraliyê qebûl nake û got, "Êdî naxwaze bi wan re bijî. Dixwaze tecrîd bê rakirin, faşîzm bê hilweşandin, Kurdistan azad bibe û Rêber Abdullah Ocalan bi rengekî azad bijî û bixebite."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya salvegera bîstan a komploya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî da ku di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hate kirin. Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye:

BERXWEDANEKE BÊHEMPA

"Komploya 15'ê Sibatê û berxwedana azadiyê ya li dijî komployê dikeve sala bîst û yekemîn. Rêber Abdullah Ocalan li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê berxwedaneke mezin dike. Em beriya her tiştî vê berxwedana azadiyê ya pîroz û mîmarê wê Rêber Abdullah Ocalan bi hurmet silav dikin. Em berxwedana qehremanî ya gelê xwe ya li dijî komployê pîroz dikin û di şexsê Halît Oral û Aynûr Artan de em şehîdên qehreman ên berxwedana fedaî ya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe ya pêkanîna armanca wan careke din dubare dikin.

BI PÊNGAVA BERXWEDANÊ TÊ PÊŞWAZÎKIRIN

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gel em sala 21'emîn a Komploya 15'ê Sibatê bi pêngava berxwedanê ya 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' pêşwazî dikin. Bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û parlementera HDP'ê Leyla Guven pêngaveke azadiyê ya dîrokî hatiye destpêkirin û ev pêngav li her dera Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye. Faşîzma AKP û MHP'ê ji niha ve tengijiye. Tê dîtin ku vê pêngava berxwedanê ew ê were dewlemendkirin û pêngava berxwedanê pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bişkîne û komploya 15'ê Sibatê di sala bîst û yekemîn de biavêje ser çopê. Li ser vî esasî di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de em hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin û baweriyê bi vî tiştî tînin ku di hefte û mehên pêşiya me de ew ê serketineke mezin a azadîxwaz a dîrokê bi dest bixin.

BANGA JI BO JÊBIRINA DEQA REŞ

Weke ku tê zanîn komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de hewl dida hebûna Kurdan û azadiya wê tasfiye bike, ji aliyê rêveberiya DYE'yê ya wê demê, di 9'ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê hatibû destpêkirin û bi dîlgirtina li Kenyayê ya di 15’ê Sibata 1999'an de derbasî qonaxeke din bûye. Di warê pêkanîna komploya 15'ê Sibatê de rêveberiyên wê demê yên Îsraîl, Îngîltere, Rûsya, Fransa, Elmanya, Misir û Yewnanistanê alîkarî dane Rêveberiya DYE'yê. Li ser vî esasî Rêberê Azadiyê ya serdema me hatiye dîlgirtin yê ku di şexsê gelê Kurd de ji bo hemû gelan û mirovayetiyê têdikoşe. Ev êrîş gelê Kurd di serî de, ji bo hemû gelan û jinan bûye heqareteke mezin. Em bang li wan hêzan dikin ku, divê pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bikin û vê deqa reş û heqaretê pak bikin.

HER TIŞT BERÊ XWE DIDE SÎSTEMA ÎMRALIYÊ

 

Em îro baştir dibînin ku komplo ji ber doza Kurdan a sed salan pêk hatiye û wekî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê şênber bûye. Em baş dizanin ku doza Kurdan jî li ser esasê nenaskirina hebûna Kurdan, feraset û siyaseteke qirkirinê ye. Faşîzm jî, şerê taybet jî, planên êrîşa hilweşandinê, qetlîam û girtin jî, êrîşên hovane yên ji Efrînê heta Bradostê jî ji ber vî tiştî pêk tên. Ev hemû li ser esasê êşkence û tecrîda Îmraliyê, îro bûye rêveberiyeke dîktatorî ya faşîst. Ji ber vê jî her tişt berê xwe dide pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê.

BANGA LI HÊZÊN ANTÎ FAŞÎST

Ji ber vê jî dijberiya li hemberî pergala êşkence û tecrîda Îmraliyê tê wateya dijberiya qirkirina Kurdan jî. Dijberiya komploya 15’ê Sibatê tê wateya dijberiya dîktatoriya faşîst. Ji ber vê jî kesên ku ji xwe re dibêjin em antîfaşîst û demokrat in, divê li hemberî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê be û divê ji bo şertên azad ên Rêber Apo têbikoşe. Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rêya aştî û demokrasiyê ji vê derê derbas dibe. Ji ber vê jî em bang li hemû hêzên antîfaşîst û demokratîk ên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku bila tevlî pêngava me ya 'Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin' bibin.

LI TIRKIYEYÊ TIŞTEK JI BER DEMOKRASIYÊ NEMAYE

Em gelekî baş dizanin ku komploya hovane ya 15’ê Sibatê bi qasî ku hewl dide hebûn û azadiya Kurdan tune bike, ewqasî jî demokrasiya Tirkiyeyê dike hedef. Tişta ku tê dîtin ev e, li Tirkiyeyê piçikek demokrasî jî nemaye. Komploya 15’ê Sibatê û pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, li Tirkiyeyê tê wateya zextên faşîst, teror, mêtingerî, birçîbûn û hejariyê. Ji ber vê jî divê herî zêde ciwan, gel û jinên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê derkevin. Ji ber vê jî TŞYG di serî de em bang li hemû hêzên demokrat, jin û ciwanên Tirkiyeyê dikin ku tevlî pêngava 'Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin' bibin û tevlî têkoşîna Tirkiyeya demokratîk bibin.

JIYAN ÊDÎ BI VÊ SÎSTEMÊ RE NABE

Gelê me bîst sal in 15'ê Sibatê wekî 'Rojeke reş' dide îlankirin û rojî jî tê de bi çalakiyan li dijî komployê derdikeve. Rêber Abdullah Ocalan jî vê rojê wekî 'Roja Qirkirina Kurdan' dide pênasekirin û banga têkoşîna azadî û demokrasiyê dike. Li ser vî esasî em dibînin ku 15’ê Sibatê dike rojeke çalakî û berxwedanê ya azadî û demokrasiyê. Dîsa em Tevger û gel, li her derê bi grevên birçîbûnê, meş, mîtîng, protesto û çalakiyên gerîlayan vê pêngava berxwedanê pêşwazî dikin. Gelê Kurd komploya 15'ê Sibatê û pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê qebûl nake. Gelê Kurd dixwaze tecrîd were şikandin, faşîzm were hilweşandin, Kurdistan were azadkirin û Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de bijî.

GELÊ KURD BI BIRYAR E

Divê her kes bibîne ku di warî de biryara gelê Kurd û dostên wan zelal e. Biryara jin û ciwanên Kurd, ya partî û gerîlayên me zelal e. Êdî tu kes nikare van hêzan bide sekinandin. Ev hêz êdî fedaiyên azadiyê ne û heta ku Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de bijî, wê pêngava xwe ya azadiyê bidomîne. Her Kurd ew ê qada ku lê ye, bike qada berxwedanê. Li ser vî esasî ew ê li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê û li hemberî pergala tecrîdê ya Îmraliyê ew ê li dora Rêber Apo helwesteke fedaiyane, jiyaneke fedaiyane û Kurdistaneke nû bide avakirin.

FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê WÊ HILWEŞE

Ew ê gel û dostên me li ber xwe bidin, ew ê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê were parçekirin û ew ê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin. Ew ê tecrîd bişikê û komploya 15’ê Sibatê û pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ew ê biçe ser sergoya dîrokê.

 

Sala bîst û yekemîn ew ê bibe sala ku tecrîd hatiye şikandin, faşîzm hatiye hilweşandin û sala ku berxwedana me bi ser ketiye.

Em bang li hemû hevrêyên xwe yên partiyê, hêzên gerîla, gel û dostên xwe, hemû jin û ciwanan dikin ku di salvegera bîst û yekemîn de li hemberî komplo û tecrîda Îmraliyê berxwedana azadiyê li her derê geş bikin û bikin sala ku Rêber Apo hatiye azadkirin."

Ji anfe girtiye