Raya Gîştîra

RIZGARÎ BI HEQÎQETA RIZGARÎXWAZ DEST PÊ DIKE...

Gotinên me çespandina dilsoziya me ye ku ev rasteqîniyekê vedibêje; xwediyê van gotinan, di şertên herî dijwar de û di nav bêhêziyeke mezin de, li ser zemîneke wiha ku hovîtî daye xwe û çûye û ji bilî xwespartina dilê xwe ne xwedî ti amûra şerkirinê ne, nûnerên herî mezin ên rasteqîniyan şehîd in. Hin jê her çendî bixwazin vê rasteqîniyê kêm û bi şaşî nîşan bidin jî, li ser vê mijarê çendî xwedî nêzîktêdayinên kêm jî bin, rasteqînî bi xwe ev e. Heke ji bo şehîdan were xwestin ku pênaseyek were kirin ew, di serdemeke wiha de, bûyerên wiha ne ku di hebûna wan de serfirazî dibe sîmge. Divê mirov wan mîna şexsan jî nebîne, ew sazî ne. Ji ber ku ew di demeke wiha de ku bi milyonan mirov bûne qurbanê jiyaneke şaş û di demeke wiha de ku îxanet bi her rengî tê jiyîn, şexsiyetên wiha ne, dibine berdevkê rasteqîniyê û hewce be bi tena sere xwe vê diqerin û dijîn. Helwesta bi vî rengî weke ku gelek kes wiha zen dikin ne karekî hêsan e.

RASTEQÎNIYA ŞEHÎDAN Û GEŞEDANA DASTANÎ

Dîroka partiya me her wiha  berxwedaniya bi lehengî û geşedana  dastana vê berxwedana şehîdan e. Fêhmkirina maneya vê ya ji her alî ve ya di nav Têkoşîna Rizgariya Demokratîk de,  bi baştir fêhmkirina geşedana têkoşîna me ya rizgarî ya ku îro bûye civakî, bi bûyina xwedî helwesta milîtanî ku wê bibe serkeftinê, bi dîtina karakterê ku wê rê li rizgariya civakî veke,û bi dîtina vê helwesta ku wê nûbûna bi her astî ya civakî pêkan bike û pêkanîna vê sincê ye. Çi rasteqîniyeke dî nîn e ku bi qasî rasteqîniya şehîdan wê bandorê li gel bike, li ser mijara berjewendiya wê jiyanî hişmendiyê bidiyê û di jiyana wê ya dîrokî de cih bigire. Ne pêkan e ku mirov diyardeyeke bi qasî vê nirxdar bifikire. Ji hêla tevgerekê ve, tişta ku diçespîne bê ka ew çendî cidî ye yan na, li hêlekê şehîd û l hêla dî, li ser hîmê rast bi pêgirîbûnê mirov wê li jiyanê pêk bîn, mirov wê bike hîmê hemû nirxên xwe.

Di geşedana Dîroka Berxweda Netewî de pêşengiya Partiyê diyarker e. Di pêşengiya Partiyê de jî rola şehîdên Partiyê esas e. Îro ku di şerê pêşengiyê de bi ser ketiye û ku em dikevine şerê gel ji her alî ve geş bûye, tevgera bi hişmendiya kûr a van rasteqîniyên me, bi qasî rastnirxandina rabirduyê, di avakirina saxlem a dahatuyê de jî ji nav peywirên me yên sereke ne.

Ev serdemeke wiha ye ku gelê me ji 7 salî heta bi 70 salî, jin û mêr, ketiye nav nîqaşeke tît, hewl dide ku helwestê diyar bike. Serdemeke wiha ye ku em pir dixwazin û em dikarin hemû tişta ku me ji dest dayî bi dest bixin.  Kana sereke ya vê serkeftinê jî şehîdên me ne.’’

HER NIRXEK BI BERDÊLÊ BÛ

Komîteya Rêveber a PKK’ê got geşbûna têkoşîna azadiyê, gava wê ya ber bi jyana nû ve bê berdêl nebûye, li Kurdistanê her nirxê ku derketî holê bi berdêlan e û wiha dewam kir: ‘’Li welatekî wiha ku hatiye parçekirin, hatiye dagirkiein û mêtingerkirin, ne hêsan e ku mirov bibe Xwe, bi Xwebûna xwe mirov gavê ber bi jiyana demokratîk û azad ve bavêje, ev, tim bi berdêla zarên fedayî yê vî gelî pêk hatiye.

ZARÊN FEDAYÎ YÊ GELÊ KURD

Komîteya Rêveber diyar kir bi êrîşa hewayî ya 21’ê Gulana 2019’an a dewleta TC’ê ya dagirker û mêtinger 5 şervanên azadiyê, zarên fedayî yên gelê Kurd,  tevlî nav karwanên şehîdan bûne û wiha behsa şehîdan kir:

TÊKOŞÎNEKE BÊNAVBER

Yek ji fedayiyê gelê Kurd hevrêyê me Alî Aktaş, ê bi nave kod Sînanê Sor e, ku 1959’an li Qoserê ya Mêrdînê jidayik bûye û piştî ku lîse qedandî, 1978’an hê bi ciwanî tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûye. Li nav refên azadiyê 41 salan bêyî ku rojekê jî raweste di her hilma xwe de têkoşiya. Ji Mêrdînê ta Botanê, ji Botanê ta bi mekanê Rêber Apo Bekaayê, ji Xakurkê heta bi Qendîlê, li her bihosta xaka Başûr, ji Iraqê heta bi Mexmûr, Rûsyayê, ji şervaniya gerîla bigirin heta bi her cure fermandariyê, xebatên gumrikê, xebatên nav gel, darayî, diplomatic û perwerdehiyê, bi tecrûbeya her cure xebatê nirxên mezin di nav têkoşîna azadiyê de afirand.

LI HER DEVERA BOTANÊ BÛ

Sînanê Sor di têkoşîna azadiyê de her demê navek bû, ji hevrêyê xwe re bû milîtanê ku moral û bawerî.  Gav û navê xwe li  her devera Botanê danî, bi helwesta xwe ya li dijî bêbextî û nokeriyê, bi şexsiyeta xwe ya ku bi heman rih û coşê têkoşiyayî, di dilê hevrêyê xwe bû bawerî.

MÎNA KURTEYA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛ

Hevrê Sînan ku milîtanekî bijare, şoprdarekî dilsoz ê Rêber Apo bû, di serî de li Botanê, li hemû qadên ku lê dima, bi mîsogerî xwe dide ber bare herî giran ê ji bo gelê xwe, bi vê çarçoweyê mîna kurteya têkoşîna me ya azadiyê bû. Hevrê Sînan, di 40 salî de, rojekê jî xwe ji têkoşînê nehiştiye, bi helwesta xwe, bi dilsoziya xwe ya bi gel û hevrêyan, bi xwînşîrînî, devlikenî, dilnizmî, kedkar û fedekariya xwe di dilê hevalê xwe de bû xwedî cihekî mezin. Nemaze li hemû qadê ku lê diman û dixebitî, bi gelê me re bû, di şexsê xwe de dikarîbû gelê me bi têkoşîna azadiyê ve girêbide, di rewşên herî giran ê gelê me de jî ji wan re zanîbû bibe hêvî. Hevrêyê me Sînan ku vîna xwe mîna granitê bû, her demê di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de wê bi tîpên zêrîn were nivîsîn û ji nifşên siberojê re bibe rêber.

LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ

Yek ji hevrêyê me yê dî ku şehîd bûyî Emrullah Dursun, ê bi nave kod Serhat Amanos e, ku 1970’yî li Gimgimê ya Mûşê jidayik bûye, dema ku zanîngeh dixwend, sala 1991’an tevlî nav gerîla bûye. Hevrêyê me Serhat, 28 salan, li çiyayên Kurdistanê, di serî de li eyaletên Erzerom, Amed, Behraspî, li gelek qadên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di xebatên gerîla de, bi asta şervanî û fermandariyê gerîlatî kriye. Bi asta xwe ya kûr û tîr a hişmendiyê, di serî de Xorasan, demeke dirêj li gelek qadên Rojhilatê Kurdistanê,  heta bi Şengalê, di serî de Akademiya Zanistên Sosya, di nav xebatên komîteya Baweriyê ya KCK’ê de, di nav xebatên dîplomasiyê ya KCK’ê de, di na gelek xebatan de mîna milîtanekî partiyê bi peywiran rabû.

BI HELWESTA XWE YA KU TIM PÊ PÊ BAWER

Hevrêya me Serhat di kîjan qada têkoşîna azadiyê de dibe bila bibe, bi mîsgoerî  li nav hemû xebatan, beyî ku xwe li tim hincet û zehmetiyê bigire, bi helwestya xwe ya pir bi xwe bawer cih girt. 1999’an, li ser fermana Rêber Apo ku gerîla were başûr, wexta ku bi rengê Fermanarê Eyaleta Amanosan vedikişiya, hêsîr kete destê rejîma Beasê ya Sûriyê. Hevrê Serhat û komek here piştî ku ji 2 salan zêdetir li zindanên Sûriyê girtî man, dîsa gihane xaka welêt û bi tecrûbeya mezin a li nav xebatên leşkerî, bi zanebûna xwe, tevlî nav xebatên siyasî, bawerî û diplomatîk bû.

JI BO YEKÎTİYA NETEWÎ ÇALAK BÛ

Hevrêyê me Serhat hem ji hêla teorîk ve û hem ji hêla îdeolojîk ve xwe pir bi pêş ve bir, xwe pêk anî,  bi nîqaşên xwe yên bi hevrêyê xwe re û bi nivîsên xwe keda xwe bû yek ji wan mîlîtanên ku keda xwe dayî. Bi şêwaza xwe ya xebatê ya kedkar, fedekr, lêrawestiyayî û encamgirî, keda xwe li cihê lê zêde kir, xebatên yekîtiya netewî ya Kurd jî bi rengekî çalak, bi enerjiyeke mezin dikir û her demê afirandina bihistyariyê ji xwe re esas dît. Bi keda mezin ku li têkoşîna azadiyê zêde kirî û bi pratîka xwe wê tim were bibîranîn.

JI ENIYÊ HETA BI DÎPLOMASIYÊ

Yek ji hevrêyê me yê dî ku bi êrîşa dewleta TC’ê ya faşîst şehîd bûyî Mîkalî Ozdemîr, ê bi navê kod Navdar Sînegir e, ku 1974’an li Bedîs/Xîzanê jidayik bûye û 1993’an ji Stenbolê tevlî nav gerîla bûye.

Hevrêyê me Navdar, di serboriya xwe  ya 26 salan a têkoşîna azadiyê de, d serî de li Eyaleta Amedê, li gel xebatên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, Sûriyê, Iraq û Tirkiyê, di xebatên diplomatîk de jî, bi rengekî çalak cihê xwe girt. Li qadên Bakur bi asta herî bilind, bi fedakariya mezin, berxwedêr, hevrêyê me Navdar ku li navenda xebatan bû, bi helwesta xwe ya gerîlatiyê, tim bû xwedî meşek ku çavê mirov jê tije bibe. Bi aliyê xwe yê dilnizm, xwînşîrîn, dilgermiya xwe, di nav her şertî de bi aliyê xwe yê çareseriya mitleq, bi hevrêyê xwe re pir li hevhatî bû, bi van aliyê xwe, bû yek ji wan milîtanên PKK’ê ku hevrêyên wî pir lê digerî û pirsa wî dikir.

GEL DI DILÊ XWE DE NEŞQ KIR

Çawa ku gerîla tim bi çavtijekirinê di dilê hevrêyê xwe cihekî mezin girtibe, taybetmendiyên derdora ku welatparêzî lê pir ji kûr ve hatî jiyîn jî li şexsiyeta xwe neqş kiribû, bi karakterê xwe yê gelhez, xwe di dilê gelê me de jî neqş kir. Hevrê Navdar ku li qadê lê bi hêza ramanê, afirînerî, bi hostatiya xwe ya danûstandina mirovî, ku di karê herî giran de her kesî bi baweriyeke mezin pişta xwe pê qeyîm dikir, bi helwesta xwe ya devlikenî û xwînşîrînî, şoreşgerekî wiha bû ku hevrêyên wî lê digeriyan, pirsa wî dikir û tim dixwestin li gel bimînin. Hevrêyê me Navdar bi vê helwesta milîtanî ya bijare, ji hêla hevrêyê xwe ve wê tim were bibîranîn, em jî hêlên wî yên militanî ku bi çandinê ji me re hiştiye, bidin jiyîn.

ROJEKÊ JÎ JÊ NEMA

Yek ji milîtanê me yê PKK yê dî ku tevlî nav karwanê şehîdan bûyî hevrê Vehîp Tekîn e, ku 1974’an li Agirî jidayik bûye, 1988’an hê bi ciwanî tevlî nav refên azad bûyî, bi nave xwe yî kod Serhat Şafak e, ku ji Serhedê tevlî nav refan bûye. Li Serhed, Dersim, Zagros, Xakurkê, Soranê di pratîkên aktîf ên gerîla de, bi kîna li bara dijmin, di gelek çalakiyan de ji ber serkeftinên ku bi dest xistî, ji hêla hevrêyên xwe ve ji ber aliyê çalakger û fedakriyê hetaiye xelatkirin.

Hevrêyê me Serhat  bi vê helwesta xwe ya ku çav jê tije dibin,  ji bo perwerdehiya îdeolojîk-felsefîk bistîne sala 1990’î ji bo Bekayê, qada Rêber Apo tê şandin. Dema vegera welêt, li gel yek ji milîtana mezin a têkoşîna azadiyê Bêrîtan (Gulnaz Karataş), li dijî îxanetkaran, di berxwedana Xakurkê de bi  asta fermandarî bi peywirê rabû.

Piştî ku pê li mayinekê dike, ku hêzên mêtinger dagirker ji bo ku jiyanê li welatê me biherînin çandine, li gel ku lingekî wî diçe jî, rojekê jî ji têkoşîna azadiyê nemaye, li gelek qadên cuda, xebat rê ve birine. Li gel xebatên gel ên li Rojhilat, Rûsya, Kazakîstan Ozbekîstan, Ukraynayê, di nav  Akademiya Zanistên Sosyal û edebî de cihê xwe girtiye.

HER TIM ÇIYA JI BO XWE ESAS GIRT

Ji hêla fizîkî ve li gel ku pir zor û zehmetî dibû jî hevrêya me Serhat k her dem çiya bi esasî li ber xwe datanî, bi aliyê xwe yê yê dilnizm, devliken, xwînşîrîn bi aliyê xwe yê kedkariyê dikir yek û di nav hevrêyê xwe de bûbû xwedî cihekî resen.

Em ê hevrêyê xwe Serhat weke xaziyê têkoşîna azadiyê, şert û merc çi dibin bila bibin, di şertê herî giran de jî ji ber ku mekanê azadiyê çiya ji xwe re kire mesken, her demê di têkoşîna me ya dijî dijmin de wê bibe moral û coşî, em hevrêyên wî, her demê, em ê wî mîna milîtanê hezkiriyê çiyê, ku ji 30 salî zêdetir li çiyê mayî, bi bîr bînin.

HÊ BI ZAROKTÎ GERÎLA NAS KIR

Hevrêyekî me yê dî ku li gel hevrêyê me Serhat Şafak tevlî nav karwanê şehîdan bûyî, Celal Ozturk, ê bi nave xwe yê kod Şiyar Faraşîn e, ku 1997’an li Wan /Elbak hatiye dine û 2014’an tevlî nav gerîla bûye.  Hevrêyê me Şiyar Faraşîn dema ku li nav derdoreke welatparêz çavê xwe li jiyanê vekirî, tim li pey têkoşîna azadiyê û çiyan bû. Hevrê Şiyar ku hê bi zaroktî gerîla û PKK nas kirî, hê 18 salî tevî nav refên azadiyê bû, ku miriyê mekanê gerîlayan, çiyanbû. Hevrêyên Şiyar, ji bo ku xisletê wî welatparêzî  yê ku bi xwînşîrîn, devlikenî û kedkariyê kiribû yek bikin taybetmendiyên ciwanên Kurdistanê wê berxwedanî û têkoşîniyeke mezin bidin.’’

RIZGARÎ BI HEQÎQETA RIZGARÎXWAZ DEST PÊ DIKE

Komîteya Rêveber a PKK’ê got yekana nirxê ku gelan ji dîrokê digihîne roja me, têkoşîna di rêya sincê û polîtîkbûnnê û berdêlên di rêya azadiyê de ye û domand, ‘’Têkoşîna sincî û polîtîk hem têkoşîna wî gelî ye ku xwe gihandiye maneyê û hem jî pêvajoya afirandina maneyên nû ye. Ji vî alî ve her berdêl, hem pergaleke heqîqetê ye ku civakê dixe rêya azadiyê de û hem jî cîhana maneyê ye, ya ku hatiye afirandin. Ji ber ku asta heqîqetê ya civakekê asta wê ya azadiyê nîşan die, hemû çînên serest pêşî berê xwe didine heqîqeta wan, ku civak hebûna xwe deyndarî wê ne. Em jî pê dizanin,rizgariya wan civakên çewisandî û mêtingerî li ser wan tê danîn, tenê dema ku dibine xwedî heqîqeta azadîxwaz a nû, pêkan e.

ME LI SER RÊYA AZADIYÊ DIGIRIN

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng PKK, di vê pêvajoyê de ku ji 40 salî zêdetir e didome, bi rasteqîniya şerê berfireh a li dijî pergala mezin a qirkirinê, heqîqeta wê civaka ku hebûna wê nediyar, nirxê wê yê heqîqetê hatî parçekirin afirrand, vejîna wê bi ser xist û xiste ser rêya azadiyê. Ev rasteqînî nirxekî wiha ku bi berdêlê nmezin hatiya afirandin û bi temamî bi keda şehîdên me derketiye hole. Her kêliya şehîdên me, her wêneyekî wan ê jiyanê, yekana hêza partiya me ya ku di rêya azadiyê de dimeşe û ji bo gelê me bûye jiyana nû. Rasteqîniya nemiriyê, bi asta ku şehîdbûnê dke jiyanî, di nav tevgera me de û di nav gelê me de ku em bi hev re ber bi şoreşê ve dimeşin, ji serî heta dawî yên ku dijîn şehîdên me ne. Armancên wan, bêrîkirina wan û jiyana wan e. Ew hevrêyên me ne, ku li gel hemû zext û zordariyan me li ser rêya azadiyê digirin, li dijî dewleta Tirk a faşîst, mêtinger, ku li dinyayê mînakên wê kêm in, barbar û ji şaristaniyê bêpar bi berxwedana tevlî nav karwanên şehîdan bûne.

ÊN KU VÎNA ME DIKINE JI POLAYÊ ŞEHÎDÊN ME NE

Bi heqîqeta Apogerî ya ku bi keda şehîdên me hatiye strandin em dibine em, rojane ji me re dibe giyan û moral, me li ser piyan digire û vîna me her roj qeyîm dibe.

Hevrêyên me Sînanê Sor, Serhat Varto, Navdar Sîngeri, Sserhat Şafak û Şiyar Faraşîn, di vê ‘kêlî’ya şoreşger de ku bi perspektîfa Neteweya Demokratîk em ber bi Rojhilata Navîn ve diçin, em ê xebatên pêkanîna, li Rojhilata Navîn a demokratîk  Kurdistana Azad, ku xewna wan bin, bidin lezandin. Em sond dixwin ku bibin layiqî wan û hemû şehîdên şoreşê, sersaxiyê didine gelê me û di şexsê gelê me de sersaxiyê didine malbatên hevrêyên xwe yên şehîd