Di Rastiya Rêbertî De Dîroka Dubare Hat Vala Derxistin

Li hemberî van kiryarên hovane bi dehan serhildanê gelê Kurd çêdibin. Lê hemû serhildan rastî hema...

Jêhat AGIRÎ

Gelo dubare ya dîrokê gengaz e. Ango gelo gerdûn, zindî, hebûn û mirovahî wekî çarenûsekî tenê xwe dubarekirinekê jiyandike? Lê dema mirov li heqîqet û pêkhatina gerdûn û her cûre hebûnê dinêre berovajiyê dubarekirinê di her  kêliyê û pêkhatinê de dualîteyeke guherandin-veguherandinê di nav xwe de dihewîne û jiyan dike. Heke tenê xwe dubarekirinek serwer bûya ma pêkan bû ku ew qas cûre hebûn di nav zeman û mekanê gerdûnê de pêk were. Ev dûrî zagon û xwezaya gerdûnê ye. Heman tişt ji bo civak û xwezaya mirov jî derbasdar e. Dema ku mirov li serpêhatiya mirovahiyê dimeyzîne matmayî û heyran dimîne. Lewra bi guhertin û veguhertineke wisa heqîqeta xwe pêk tîne û dibe hişê gerdûnê ya bêhempa. Bi hezaran salan di nav xwezaya xwe de civakan heqîqeta gerdûnî jiyanî kir û jiyankir. Lê bi pêşketina pergala desthilatdar a dewletger ve ev heqîqeta civakî tê berovajîkirin û di bingeh de dîroka dubare wisa destpêdike. Lewma pergala serdest ev pênç hezar sale mêtîngerî, dagirkerî, talan, komkujî, û komployên qirkirinê bi formen curbicur li ser mirovahiyê ferz dike. Ev rêbaz qet neguherîne û her hatine dubarekirin. Vaye dubarekirina dîrokê ev bixwe ye. Ji xwe di xweza û zihniyeta civakî de, her wuha mirov bixwe nikare rêbazekî bi vî rengî raber bike. Lewra dubarekirin, mirin bixwe ye. Dîroka nivîskî ya ku heya roja me ya îro hatî, xwedî vê xisletên dubarekirinê ye.

Bi taybetî di serdema kapîtalîzma emperyal de ev rastî baştir tê dîtin. Li Efriqa, Asya û Rojhilata Navîn di dused salên dawî de pergala ku hatî dizayn kirin wehşet û hovîtiya li dijî xweza û heqîqeta gelan bi awayekî kûr raber dike. Kurdistan û gelê Kurd yek ji qurbanê vê pergala hov e. Hêzên emperyal yên hegemon li ser bingehê berjewendiyên xwe, axa Kurdistanê di bin zordestiya çar dewletên dagirker de perçe kirin û gelê Kurd ji bişaftin, tunekirin û qirkirinê re terikandin. Ev cureya qirkirinê ku li ser gelê Kurd tê ferz kirin tenê ne fizîkî, bi awayekî sistematik di warê çandî û siyasî de tê meşandin. Ev rêbazê qirkirinê li kêm cihan tê dîtin.

Li hemberî van kiryarên hovane bi dehan serhildanê gelê Kurd çêdibin. Lê hemû serhildan rastî heman aqûbetê tên. Dawiya wan bi trajediyeke mezin encam dibe. Li her çar parçeyên Kurdistanê heman aqûbet dubare dibe. Çima ev dibû?

Sedemên herî sereke; li dijî metînger û dagirkeran gelê Kurd di warê netewbûnê de rêxistinkirî, bi tifaq û bi pergal nebû. Pêşketin di vî warî de çêbibûya jî rastî mûdaxaleyên tund dihat. Ango dîrokeke makûs a dubarekirinê serwer bû.

Vaye li dijî vê dîroka makûs a dubarekirinê derketina Rêber APO û tevgera PKK’ê heye. Li hemberî dagirker û metîngerên Kurdistanê wekû vejîna civaka xwezayî ya heqîqî, li ser dika dîrokê cihekî girîng û şoreşgerî girt. Destpêkê piçûk hat dîtin, henek lê hat kirin, hat reşkirin û hat tewanbarkirin. Lê tevgera PKK’ê di bin Rêbertiya Rêber APO de gelê Kurd bi giyan kir, bi rêxistin kir û gihand asta netew, azadî û serxwebûnê. Lê şoreş û kesayetê Rêber APO bi vî awayî ji ber ku hesabên hêzên emperyalist vala derxist weke astengiyekî dihat dîtin. Her wuha Rêber APO bi tehlîl, tespît û hêza xwe ya çareserkirina pirsgirêkên civakî ve pergala desthilatdar teşîr û tecrit dikir, li ser vê bingehê deriyê azadî û serxwebûnê ji gelan re vedikir. Dîsa sekin û têkoşîna Rêbertî û PKK’ê li pêşiya projeya Rojhilata Navîn ya mezin dibû astengiyek. Ji ber vê yekê armanca mudaxalekirina Rojhilata Navîn û tesfiyekirina tevgera azadiya Kurdistanê di şexsê Rêber APO de komployeke navnetewî hat li darxistin. Em dikevin 16. salvegera vê komploya qirêj, bêbext û hevane.

Çima ev komplo hat li darxistin, di şexsê Rêbertiyê de armancê komplogeran cibû û çima Rêber APO? Bersiva van pirsan heqîqeta Rêbertî bixwe ye. Ji ber Rêbertî ne şexseke, dîrok, ziman, çand û hebûna gelekî ye. Bi fikir, raman, hest, bawerî û têkoşîneke bêhempa ve Rêbertî gelek bi giyan kir. Bi nasname û bi rûmet kir. Polîtîqayên dagirkeran yên wekû qirkirin, tunekirin û bişaftina fizîkî û çandî bi vê têkoşîn û berxwedanê ve hat pûç kirin. Îradebûyîneke azad di gelê Kurd de pêşket. Bi pêvajoyeke ku ev îrade ber bi statubûyînê ve diçû de komplo pêk hat. Armancê bingehîn dîsa şikandina vîn û baweriya gelê Kurd bû. Gotin di cih de be; hemû hêzên serwer û hegemon di vê komployê de cih girtin. Di şexsê Rêber APO de mudaxaleya Rojhilata Navîn hat destpêkirin. Ji wan were bi dîlgirtina Rêbertiyê ve dê bigihêjin armancê xwe. Kurdên kole û Kurdistana dagirkirî îşteha wan metîngeran vedikir. Lewma şerekî Tirk-Kurd yên navxweyî jî bi vê komployê ve hesibandibûn û dabûn ber çavên xwe.

Lê hêzên serwer û komploger tiştek nehesibandibûn û nedîtibûn. Ew jî hêza Rêbertî û xwuliqdarî, bawerî û girêdana milîtaniya Apoyî û îrade bûyîna gelê Kurd ya ku li ser rastiya Rêbertî pêşketî, weke gilokek agir li dor Rêbertî bu xeleqeyeke berxwedanê. Bi mîlyonan Kurd daketin qadan, bi sedan cangoriyan bi dirûşma “hun nikarin roja me tarî bikin” ve canê xwe dan ber agir. Di kesayetê Rêbertiyê de li dijî vê komployê Berxwedaneke topyekûn hat jiyankirin. Vê berxwedanê hêzên hegemon matmayî hişt. Dîsa xwuliqdariya Rêbertî ya paradigmaya nû ev komplo teşîr kir û pergala modernîteya demokratîk a ku hemû nirxên mirovahiyê di nav xwe de di hewand pêşkêşî gelan kir. Ji ber vê yekê dubarekirina dîroka ku di şexsê Rêbertiyê de dihat teheyûlkirin û plankirin di valahiyê de ma.

Serhildana Şêx Seîd, binketin û encamên wê destpêka pêvajoya komkujî û qirkirina gelê Kurd a çandî û fizîkî bû. Ji ber vê yekê 15 Sibata 1925 û komploya 15 Sibata 1999 an ku di şexsê Rêbertî de pêk hatî heman tişt e. Heta dema ku cezayê sêdarekirinê ji Rêbertiyê re hate birîn rastî dîroka dardekirina Şêx Seît anîn. Ev wisa ne tesadûfî bû. Ev lihevanîna tevkujiya çand û hebûna gelê Kurd e. Ji ber vê yekê gelê Kurd her sal di salvegera komploya navnetewî de diherike kolanan û qadên têkoşînê tijî dikin. Îro dîsa gelê Kurd li ser piyan e. Êdî dubarekirina dîroka trajîk a gelê Kurd pêkan nîne. Lewma Rêbertî îro di rojeva herêm û Rojhilata Navîn û cîhanê de ye. Fikir, pirtûk û projeyên ku Rêbertî pêşxistî rojeveke taybet girtiye. Dîsa gelê Kurd weke hebûneke azad her roj bêhtir di rohniya fikren Rêbertiyê de ber bi azadî û serxwebûna xwe ve dimeşe.

Dibe ku Rêbertî bi fizîkî di nav gelê Kurd de nebe lê fikir, vîn û giyana Rêbertî di nav gelê Kurd de bi awayekî xwurt jiyandike. Îro Rêbertî bi awayekî fizîkî di nav me de nebe. Di vê de bandorê rêhevaltiya me ya kêm pir e. Lê rastiya şoreşa Rojava û pêngava ava kirina pergalê erk û berpirsyariyên azad jiyankirinê dide ser milê me. Li ser vê bingehê bi biryardarî, hêvî û baweriya ku emê bi Rêbertiya azad û Kurdistana azad ve bi ser bikevin ji her demê xwurtir em bi ser armancê xwe de dimeşin. Bawerî û biryardariya gelê Kurd mezin e. Ji ber vê yekê em 16. salvegera komploya navnetewî ku bi armanca komkujî, qirkirin û tunekirina gelan hatibû lidarxistin bi hêrs û kîneke mezin lanet dikin û cangoriyên ku li dijî vê komploya hovane bedenê xwe dane ber agir bi rêz bibîr tînin.