Dijminên Gel

Ev sekna gelê Rojava çawa ku dijminên nav netewî hêrs kir, di heman demê de PDK û Barzanî jî hêrs ...

Dîren RONAHÎ

Dijmin kî ye? Mirov ji kî re dibêjin dijmin? Dijminên gel xwedî hewildanek çawa ne? Dijminahî li ser kîjan bingehan pêş dikeve? Têkiliya dijmin û îxanetê bi hevre çiye? Dijminê hundirîn çawa derdikevin û li ser gel çawa xwe ferz dikin?

Di vê pêvajoyê de di derbarê bersiva van pirsan û hê gelek pirsên din de rene yek bersiv tê li pêşiya me disekine: PDK…

Ev çend roje, weke gelê Kurd careke din em bi rastiya dijminî û îxanetê re rubiru man. Di rastiya PDK’ê de îxaneta navxweyî wek aveke cemidî bi serserê me de xwe berda.

Dijminê gelê Kurd di her demê dîrokê de li hember destkeftî û nirxên gelê Kurd bubûn xwedî hewildan. Lê bi qasî vê demê ku bi hevre, tevgerek ew qas qirêj ava nekiribûn. Di her demê de di nav gelê Kurd de damara îxanetê derketibû. Lê bi qasî vê demê, bi şêwazek bê rû pêş nekitibû.

PDK ew rûyê xwe yê qirêj, xayîn û dijminî ji her demê zêdetir di van çend rojan de derxist holê. Beriya niha ji bo ku şoreşa Rojava serkeftinekê bi dest nexe bi dijminê gelê Kurd yê weke Tirkî û ew çeteyên ku ji aliyê desthilatdariya heremî û nav netewî de dihatin amadekirin PDK di nav îtîfqekê de bû. Bi pereyan, bi girtina deriyê sînor, bi piştgiriya çekdarî ya çeteyan hewlda ku gelê Rojava çavtirsî bike û bixwe ve girêbide. Heya jê bê ji şoreşê bide revandin û qadên şer pêş bixe. Di vê çerçovê de bi dewleta Tirkiye ku li ser xwînda gelê Kurd sond xwariye re rûnişt û kete nav planên pir kirêt.

Rixmê van hewildanan hemuyan jî gelê Rojava nehat van lîstokan û serî li hember van polîtîqayên metînger netewand. Li berxwe da. Berxwedana xwe gihand asta herî jor. Hilbijartina xwe di derbarê jiyana azad de kir û sekna Kurdê azad nîşanî herkesekî da.

Ev sekna gelê Rojava çawa ku dijminên nav netewî hêrs kir, di heman demê de PDK û Barzanî jî hêrs kir. hêrsa wan ji tirsê dihat. Tirsa wan jî; pêşketina Kurdê azad e. Kurdê azad ku nebuye dûvê desthilatdaran, axa xwe, çanda xwe, nirxên xwe ne firotine metîngeran. Ew Kurdê ku pêşengtiyê ji mirovahiya azad re dikin… Hemû tirs û xofa wan ji vê dikat.

Di vê tirsê de di perpitin. Ev perpitîn wan dibe nav hewildanên herî bê îman. Bi pêkanînên herî derveyî mirovahiyê dixwazin gelê Rojava bi tenê bihêlin. Van hemuyan jî li ser navê Kurdîniyê dikin. Di rabin û dirûnin dibêjin ‘em Kurdin’, ‘em ji bo mafê Kurdan têdikoşin’ û hwd. Lê derket holê ku PDK ji dewleta Tirk hê Tirktir e, ji dewleta Îranê hê bêhtir Farstir e, ji Iraqê û Suriyê hê Erebtir e. Di warê giştî de ji metîngerên wek Emerîqa û Îngîltere hê mêtîngehtir e.

Dîmenên ku herî dawî derketin dilê her Kurdekî şewitand. Herî kêm ew Kurdê ku xwedî vîna azad e û bi vê vîna azad li qadên têkoşînê cihê xwe digre…

PDK’ê nikarî bi perayan û bi çeteyên xwînmij şoreşa Rojeva bifetisîne. Niha jî bi xendekên ku li ser sînor ava dike dixwaze gelê Rojava bi tenê bihêle. Wek tê zanên ev polîtîqa ya dewleta Tirkiyê bû ku beriya niha xwest li ser sînorê Bakûr û Rojava pêşbixe. Dîsa PDK’ê û dewleta Tirkî dest dane dest hev û li hember gelê Kurd sînorê nû ava dikin. Weke ku ew sînorên bi sedan salin hatine ava kirin têrî nakin, bi dîwarên ku dixwazin bilind bikin wê Kurda ji hev qût bikin.

Li hember vê helwesta gelê Rojava bi rûmet e. Pêwîste li her derê Kurdistanê û her derê ku Kurd lê jiyan dikin ev bertek pêş bikeve. Lê em meyze dikin weke dewleta Tirkiyê tehamûla PDK’ê jî li hember helwesta gel nîne. Ji bo wê jî êrîş dike, gel gule baran dike, mirovan hedef dike û birîndar dike. Ew pêşmergeyên ku bi her awayî bûne yek ji leşkerê Emerîqî berê çekê xwe didin ser dayikan, wan dahf didin û bi erdê ve dixijiqînin.

Li hember vê kîjan wijdan dikare bisekine. Kîjan mirovê Kurd dikare bêje baş bû? Kî, çawa dikare bibêje ku PDK jî yek ji partiya gelê Kurd e û mafê gelê Kurd diparêze? Yê ku bi wêrekî vê bibêje diyare ku ji Kurdbûnê, ji mirovbûnê titişt negirtiye. Ger PDK partiyek Kurd be û mafê gelê Kurd diparêze wê demê wan xendekan çima çêdike? Li hember wî gelê ku nerazîbûna xwe pêşdixe çima bi şêwazek hovane êrîş dibe ser û ciwanan birîndar dike? Diyar dibe ku PDK yek ji dijminê herî esasî yê gelê Kurd e.

Îxaneta ku ev bi salan e di nav de ye ne bes bû, êdî bi şêwazê mêtîngerek tevdigere. Bi her awayî dijminahiyê dike. Roj nîne ku di şoreşa Rojava de yek ciwanê Kurd şehîd nekeve. Roj nîne ku gelê Rojava bi êrîşên derve re rubiru nemine. Kêlî bi kêlî li hember ferasetê desthilatdariyê berdêl dide, xwîn dirijîne. Ji bo jiyana xwe saz bike, bi gelan re di nav aşîtî û wekheviyek bi rûmet jiyan bike ji heft sale heya hetê û heft salî di nav berxwedaniyek bê hempa de ye.

PDK jî dixwaze were li ser van destkeftiyan birûne. Destpêkê bi berçîbûnê terbiye bike, ji welat bide revandin û mihtacî xwe bike piştre jî desthilatdariya xwe bêyî ku tiştekî baş bike saz bike. Kî vê qebûl dike. Kî li hember vê hewildanê nasekine? Ne Kurdînî, ne jî rûmeta mirovatiyê vê qebûl nake. Ji b wê jî wê têkoşîn bi şêwazek hê mezintir mezin bibe. Berxwedana ku heya niha dihat lidarxistin wê hê bi watetir bibe. Ji ber ku dijminê gel bi her awayî xwe diyar kirin. Ji ber ku gelê Kurd wan berdêlên ku daye bi jibîr nake û bi rihetî nirxên ku ava kiriye ji dest bernade.

Li ser vê bingehê di serî de ciwanê Kurd ku li her derê cîhanê jiyan dikin pêwîste cihê ku di nav şoreşa Rojava de bigrin. Demek beriya demekê berê xwe bidin nav refê YPG û YPJ. Jiyanek bi rûmet wê bi helwestek wusa mîsoger bibe. Derveyî vê ne mumkine ku kes di mala xwe de bi dilekî rihet, pala xwe bide balîv û jiyana xwe bidomîne. Şoreşa Rojava mîsogeriya azadiya gelê Kurd e.