Soza civakî bawerî ye, bîrdozî ye, sinc û vicdanê civakê ye...

Söz, peyveke Kurdî ye. Ji ‘soz’ê tê. Soz, soj, sojin. Di wateya agir, pijandin de ye. Agir di dîroka Kurdan de tiştekî pîroz e. Soz dayîn jî li ser tiştên pîroz tê ziman.

Soz civak e. Soz dayîn civakbûn e. Bê soz, civak nabe. Soz him civak e, him ê ku civakê bi xwe ve girêdide ye.

Soz avaker e. Soz, çêker e. Soz tîne gel hev. Soz nirxên civakê ne. Soz, exlaq e. Sozdayîn, di cewherê xwe de soza civakîbûnê ye. civak li der û dora sozê tê ba hev. Soz, yekîtî ye.

Soz girêdan e. Soz girêdana hevaltî û civakê ye.

Soza civakî bawerî ye, bîrdozî ye, sinc û vicdanê civakê ye.

Sozdayîn, xwedayîn e! Soz, rûmet e. Li ser soza xwe mayîn rûmet û keramet e. Soz, kesayet û nasnameya me ye.

Civaka ku soza xwe winda kiribe, lal e, civakîbûna xwe jî winda kiriye.

Gelê Kurd kengî dengê Awesta û Gatha winda kir, dengên wan nebihîst, xwe jî winda kir.

Kengî ew agirê ku di Ataran de vemirî, ew  agirê pîroz hew dît, cemidî, zûwa bû! Weke bedeneke ku rihê xwe winda bike.

Kengî em ji wê roniya agirê pîroz bêpar man, serdemên tarîtiyê dest pê kir.

Serokatî ew agirê pîroz ji destê xwedayan derxist û da me. Ew agir gûr kir, ku îro ronî dide tevahî cîhanê.

Soz agirê pîroz e. Agirê pîroz felsefeya Serokatî ye. Bi sozê ve girêdan û bi sozê re meş, meşandin, meşaleyeke ji vî agirî bûyîne.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Orhan Kendal