Partî yekerebûna jiyanê ye

DURAN KALKAN

 

Ji bo Rêbertî jiyan têkoşîneke şoreşger e

Rêbertî got, ''Bila kes ji min ji bo koleyan azadiyê naxwaze, tu yê ji çiyê Kurdê kole hez bikî?'', li dijî vê rêgeza, ''ê ku şer dike azad dibe, ê ku azad dibe xweşik dibe, ê ku xweşik dibe jê tê hezkirin'' anî. Bi qasî ku azad bibe, bi qasî ku têkoşîna azadiyê dide û bi ser dikeve nirxên Kurdan ên ku mirov jê hez bike dikare çêbibe. Ev rêgezeke girîng bû.

Hin jê şoreşgeriyê weke zêmareke ji bo koleyan fêhm dikin. Nêzîkatiya wan a li çewisandiyan û kedkaran jî wiha ye. Lê Rêbertî ev red kir. Got, ''kole heta ku azad nebe divê mirov muxatab negire''. Bi vî rengî kole li derveyî ya meşrû danî. Pesnê çewisandiyan neda. Li ser belangaziyê azadî nabe. Çi aliyekî belangaz nîne ku mirov jê hez bike, mirov muxatab bigire. Tenê dema ku bû xwedî vîn, azad bû mirov dikare jê hez bike û hurmetê bidiyê.

Îdeolojî tê maneya jiyanê. Tu çawa bijî ramana te wiha ye. Rêbertî çawa dijî îdeolojiya xwe jî wiha ye. Îdeolojiya Rêbertî xasetên jiyanê ne. Heke tu yê tevlî nav wê îdeolojiyê bibî divê tevlî nav rêgez û pîvanên jiyanê yê Rêbertî bibî. Tu yê bihebînî û wiha tevlê bibî. Heke nikaribî vê bikî ev tê maneya ku tam tevlî nebûyî. Ev di serî de ne wiha bû. Partiyeke wiha nebû, rastiya Rêbertî ne wiha bû. Bi rengekî her yek ji me tevlê bû, me di nav de cih girt. Rêxistiya wê Rêbertî kir, geş kir. Mirovên pir cuda anî cem hev .Bi demê re pîvanên Rêbertî bi rengê partiyê bidirûv bû. Navê Rêbertî jî, karîgeriya xwe jî, rêxistiniya xwe jî wiha geş bû. Wê demê hewceyî pê çêbû ku em xwe biguherînin. Ên ku xwe guherandin bûne partî û meşiyan.

PKK partiyek e û li nav PKK'ê her kes bi hawakî nake. PKK bi hawayê xwe dike. Şêwazeke xwe heye, ev jî şêwaza Rêbertî ye .Şêwazeke ku bi ser dixe, serkeftinê tîne. Heke tu yê bibî milîtanekî Apoyî tu yê wiha bî. Mirov nikare bibêje, ew milîtanekî Apoyî yê wiha ye, ez milîtanekî Apoyî yê wiha me, bila yê dî weke yê dî bibe milîtanê Apoyî. Partiyek şewşa îdeolojîk a kadroyan, jiyana partiyê diyar dike. Heke qedroyek cjuda, qedroyeke dî cuda bijî ew nabe partiyek, dibe du partî. Heke deh kes her yekê bi rengekî bijîn li wir deh partî hene. Bila her kes weke xwe be lê partiyek be. Wiha nabe, partî yekerebûan jiyanê ye. Tevgera Rêbertî, milîtaniya Apoyî tê maneya rêgeza li gorî wê jiyanê. Ji bo vê nabe ku yek bi komunî bijî, yek biçe mal, yek fedayî bike yek jê lê binere. Heke wiha be her cihêtiyek dibe partiyek. Heke em em ji rêgez û pîvanên Rêbertî li ser yek mijarê jî cihê bin, em ji hev cihê bin em partiyek cihê ne.

Li cem Rêbertî rawesta li dijî koledariyê, serxwebûna raman û vînê rêgeza sereke ye. Berpirsyarî, têkoşerî û guherînxwazî rêgeza sereke ye. Mirov dikare gelek xasetên Rêbertî bihêjmêre, mirov dikare behsa gelek rêgezan bike lê rêgezên herî mezin ew in ku di pîvanê jiyanê de dertên holê. Rêbertî li bara jiyanê tim bicoş e.  Li gorî piraniya me coşî dema ku mirov ji siyasetê dûr dikeve, ji rêxistinê dûr dikeve, kêfê dike, dibe. Li cem Rêbertî jî dema ku karê rêxistinî dike coşî dibe.  Bi helwesteke wiha ye dema ku têkoşîna îdeolojîk a siyasî dike û xebatên rêxistinî dike, zewkê jê distîne, kelecanî dibe. Jiyana xwe bi wê re dike yek û li jiyaneke dî nagere. Têkoşîna şoreşgerî weke jiyanê dibîne. Gelek ji me tevlî nav şoreşê bûne, em dibêjin, bila şoreş bibe û piştre em biçin bijîn. Em ê çi bijîn, derî şoreşgeriyê! Li cem Rêbertî ne wiha ye. Li cem Rêbertî jiyan têkoşîna şoreşger e.

Pergal, disîplîn, lixwekirin, paqijî, guhdarbûna li tendiristiya xwe, rast xebitandina derfetan, her demê pêgiriya bi armanca, tim lêhûrbûn, yek kêliyê jî qutnebûna ji wê.  Rêbertî got, ''Hûn yek kêliyê jî ji armancê qut bibin ev tê maneya qutbûna ji xetê. Qutbûna ji xetê dibe qutbûna ji partiyê. Wê demê hûn oportunîst in.'' Hin saetên demê siyasetê bike, hin saetan li gorî xwe bijî, takekestîtiyê bike. Hin saetên rojê bibe partîyî, hin saetan ji partiyê qut bibe. Ev li nav PKK'ê nabe. Hemû partiyên li derveyî PKK'ê wiha ne. Partiyên sosyalîst ên reel wiha bûn. Pîvana partiyê ya Lenîn wiha bû.

Li ser vê mijarê, li ser mijara endamtiya partiyê li Rûsyayê, li nav tevgera sosyalîst gelek nîqaş çêbûn. Nîqaş bi kîjan çarçoweyê bûn: Qanadekî digot,''Çi kesê ku xwe ji partiyê dibîne bila bibe endam. Bila ti hêla xwe ya cidî, resmî nebe. Kesek dema ku li kuçeyê ji xwe re digere heke bibêje, 'ez ji filan partiyê me', bila ji partiyê were qebûlkirin.'' Lenîn ev qebûl nekir, ev weke nêzîkatiya rewşenbîrî, weke bêdisiplîniya rewşenbîrî û rêxistinînebûna rewşenbîr dît. Li dijî vê diviya çi bihata kirin?  Wê qeyda xwe bike û hin saetên rojê ji bo partiyê bixebite. Bi rengekî bipergal wê aîdean bide, rojane wê karê partiyê bike. Ev weke tevlêbûna herî pêşketî ya nav partiyê hate dîtin. Ji vê re jî 'partiya bi disiplîna polayî'' hate gotin. Pîvana partiyê ya Lenîn ev qas bû. Tûzûka me ya pêşî ya partiyê jî wiha bû.

Rêbertî di Kongreya 1'ê de metna tûzikê ya ku ji nîqaşên Lenîn hazir kirî, weke tûzûka PKK'ê danîbû û pênaseya endamtiyê jî wiha bû: ''Kesê ku bername û tûzûk qebûl kirî, bi pergal aîdeta mehanê dide, hin saetên rojê bi pergal ji bo partiyê dixebite, endamê partiyê ye''. Pereyên me nebûn ku em aîdan bidin, ji ber ku karê me nebû. Her wiha hê wê demê, hê dema komê, dema ku PKK gav bi gav ava bû, ne çend saetên rojê, mecbûrî bû ku rojê 24 saetan xebatên partiyê were kirin. Li ser vê bingehê dibû rêxistinek ku ji hîmî li ber pergalê radibû, têdikoşî. Di serî de hişmendiyeke wiha nebû, weke yên din, PKK jî, bi fikra ku hin saetên diyar dixebitin, hin setan li kar û barê xwe dinerin, kete nav. Lê li Kurdistanê wiha nebû. Ne pêkan bû ku têkoşîna dijî mêtingerî û qirkirinê bi wan pîvana were kirin. Dema ku wiha dibû, dema ku dilê xwe dixwest digirtin û davêtin girtîgehê. Heke em partiyeke wiha bûna me nedikarî yek gavê jî bavêjin.  Tu yê bi rengekî wiha bî ku nekevî hepsê. Ji bo ku nekevî hepsê jî, divê mirov ji wan pîvanên jiyanê qut be ku mirov nede girtin. Ev profesyonelek hewce dike û li nav me profesyonelî bû profesyoneliya şoreşgerî ya rojê 24 saetan. Dema ku PKK hatî avakirin pênaseta di kongreya damezirandinê de wiha bû lê pratîk berevajî vê bû.

PKK'yîtî, jiyana partiyê, xeta militaniya fedayî, şoreşgeriya 24 saetan, jiyana komunal..Ev hemû di pêvajoya partîbûnê de derketin holê. Xasm piştî ku ji koma îdeolojîk a Enqerê derketin û derbasî Kurdsitanê, dema ku bû tevgera ciwanan zelal bû. Pêvajoya partîbûnê ew pêvajo bû. Li Kurdistanê rêxistinîbûn ne li ser kazexê dibû, bi têkoşînê, bi propangdayê jî be bi hin îdîayan, bi destwerdana li hin tiştan, bi geşkirina hin tişan bûyin a bi rengekî civakî dibû rêxistinî, bandor li derdorê dikir û diguherand. Ev rêgezên wiha, ev pîvan di pêvajoyeke wiha de çêbûn. Ji ber vê, ji pîvanên qedroyên sosyalîzma reel a pratîk bihurî.

Hê dema pêvajoya partîbûnê, beriya ku bi fermî bibe partî, helwesta qedroyan û pîvanên li nav PKK'ê ji pîvanên partiyê yê wê demê li cîhanê bihurî. Rastiya 24 saetan partîtî derxiste holê. Anî ser xeta militaniya fedayî. Çima wiha bû û ev çawa bû? Bi du tiştan re têkildar e. Beriya her tiştî ev rewş bi mêtingeriyê re, bi karekterê rejîma qirkeriya çandî re têkildar e. Pergala ku li ser Kurdistanê hatibû ferzkirin di rewşeke wiha bû, encex bi şoreşgeriyeke wiha bersiv dikarîbû were dayin. Gelek mînakên vê hene. Berxwedanê berê hene. Mînak berxwedanên li ser hîmê tarîkan, mezheban ti encam neanîbû.

Her wiha hin berxwedanê li ser partiyan hebûn. Bi pîvanên wan partiyan mirov nikarîbû berxwedaneke domdar li dijî êrîşên mêtingeriyê bike. Dema ku dijmin bi ser de dihat, PDK'ê welat berdida û direviya. Dema ku dijmin diçû vedigeriya. Ti berxwedan û şerê xwe nebû. Li gorî konjonktru û şertan tevdigeriya. Dema ku şertan derfet ida rêveberiyek çêdibe, dema ku derfet nedida, dema ku zext û êrîş dihatin direviya. Bi têkoşeriyeke wiha jî ne pêkan bû ku li Kurdistanê geşedaneke mayinde bihata avakirin. Dema ku hinek rêxistinî dibû, demekê tiştin geş bibûna jî, dema ku dijmin êrîş dianî serkut dikir. Tiştek di dest de nedima. Kevir li ser kevir nedima. Dema ku diviya ji nû ve tiştin bihata kirin diviya ji sifirê bihata destpêkirin. Ji ber vê, bi wê şêwaza tecrûbeya têkoşinê, geşbûn û serfirazbûnê bi wê şêwazê nedima. Şêwaza jiyan û têkoşînê ya ji vê zêdetir Rêber Apo danî holê. Şêwaz, rêgez û pîvanên Rêbertî, îdeolojiya Rêbertî wiha çêbû. Divê tu bibî Rêberek wiha, partiyeke wiha deynî, tevgereke wiha geş bibe, li bara êrîşan neçewise, têk neçe, venekişe, domdar be û nehêlî ku belav bibe .Ji ber vê, bi komîserhevkirina nirxên têkoşînê serfiraz bikî.

Şêwaa jiyan, tevger, xebat, rêxistinî û rêveberiyê ya Rêbertî wiha derkete holê. Rêbertî ti caran beleheq dernediket derve û nedigeriya. Di kesayata Rêbertî de keftîbûn, rasthatinî nîne. Jiyana 24 saetan, hemû xasetên xwe, girêdayî pêkhatina armancê, serkeftinê ye. Girêdayî wê ye ku xwe li ser armancê bi rengekî serkeftî bi ser bixe. Xizmeta ji bo serkeftina armancê li cem Rêbertî pîvana rastiyê ye. Heke xizmetê ji armancê re neke bi zirar e û şaş e. Dilsoziya bi aramncê bi asta azwerî û evînî ye. Ne dilsoziyeke bi mûyekî zirav û xwekuştînî ye. Tu yê xwe tine nekî, bi ser bikevî .Şêwaza tevgerînê ya destkeftin û serkeftinê, şêwaza jiyanê, pergal û disîplîna xwe tim wiha ye. Heke wê bigere jî, guhdarî bike jî, bixwe, binive û bixebite jî li gorî vê ye. Her tiştê xwe bi vê bingehê rê ve dibe û bi serkeftina armancê ve girêdide. Armanc çi hewce bike û çi jê bixwaze wê dike.

Rêbertî partî weke, ''meydana mirovên leheng ku ji bo azadiyê li ser xeta fedayî dixwazin têbikoşin''. Ji partiyê tenê berpirsyariya têkoşînê tê xwestin, tiştekî dî nayê xwestin.Rêgezên jiyanê û sincê PKK'ê li vir çêdibe. Li vir tevlêkirin, serkeftin heye, windakirin nîne. Komîserhevkirinê heye, xilaskirin tine. Li nav partiyên din cuda ye. Mînak li nav PDK'ê mirov dibe memûr, pereyan distîne. Li nav PKK'ê jî encex dikarî nirxan zêde bikî. Heke welatparêz bî hinek nirxan lê zêde bikî, milîtan bî jiyana xwe lê zêde dikî. Her tiştê xwe dikî nav, bi ser dikevî. Ev hijn rêgezên sereke yên jiyana me partiyê ne.

PKK wiha bû partî. Pêvajoyê ev hewce kir û gav bi gav bû xetek. Weke beza maratonê di nav têkoşînê de bû û qet nehişt ku raweste. Bi carekê re hate dîtin rêgez û pîvanên partiyê li gorî vê çêbûne, pîvanên qedroyên milîtan ên şoreşger li gorî vê çêbûne. Dema ku tê gotin wiha bû divê şaş neyê fêhmkirin. Divê mirov wiha nehesib3ine ku bêyî ku mirov pê derxîne yekî sêhr kir û hate vê rewşê an jî di demeke kurt de wiha bû. Ji qonaxên zor û zehmet derbas bû, bi têkoşîna pir tund a îdeolojîk-rêxistinî, bi têkoşîna siyasî-leşkerî wiha bû. 

Çi xala dawî danî? Yek; berxwedana zindanê, nîşan da ku li dijî faşîzma 12'ê Îlonê divê têkoşîneke çawa were danîn. Faşîzma 12'ê Îlonê PKK'yî dar ve nkirin. Tirsiya ku tiştekî wiha bike têkoşîna şoreşger geş bike. Mikurhatinî, her cure zext û êşkence ferz kir, hewl da ku bi vê ji şoreşgeriyê, ji armanc û partiyê qut bike. Li dijî vê xeta berxwedanê ya Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Ferhatan, xeta berxwedanê ya militaniya fedayî geş bû û Rêbertî got, ''Ji bo ku partiyê temsîl bike berxwedaneke têrkar e''. Xeta esasî ya berxwedanê, ya têkoşînê berxwedaniya zindanê danî holê. Her çendî têkoşîna berxwedanê ya zindanê bingehek danîbû jî, ne zelal bû bê ka ev ê li derve çawa pêk were. Ya dî, piştî Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxa 1984'an, bi domdarî geşkirina gerîla û mezinkirina wê xala dawî li vê pêvajoyê danî.  An ev partî wê weke berxwedaniya zindanê li ser eta milîtan a fedayî be, wê demê gerîla wê mezin bibe, geş bibe, an jî ji xeta militaniya fedayî dûr bikeve, weke partiyên sosyalîst ên reel di demên diyar de tevlî partiyê, têkoşînê bibin, ji ber vê jiyana pergale bi rengekî bijîn û bibin qedroyê jiyana ku jiyana li derveyî şoreşê dijîn. Wê demê wê gerîla birûxe, gerîla dewman neke û têk biçe.

Kongreya 3'yan bû cihê herî dawî ku ev nakokî lê navendî bûyî û çareserî jê re hatî dîtin. Di rewşeke wiha de Rêbertî hemû ew têkiliyên berê, hemû rêgez û pîvanên ku ji pîvanên sosyalîzma reel dihatin û bi rengekî di pîvanên pergalê geriyabû, ji hev feşkiland. Ew girêdan qut kir, belawelat kir. Vê encamê kir ku gerîla bidome û mezin bibe. Gerîla li ser xeta fedayî ya berxwedanê danî. Ji ber ku wiha bibe hewcebû ku bi temamî ji pergalê qut bibe. Hewce kir ku ji rêgez, pîvan, nêzîkatiya memûrî ya pergalê, ji pergala malbatî bi temamî qut bibe. Heke gerîla nemeşiya wê şoreşa azadiyê pêk nehata, armanc bi ser neketa. Dilsoziya bi armancê ya Rêbertî kir van têkiliyan bide ber pirsan, qutbûna ji pergalê bi rengekî radîkal li ser xetê danî. Xeta azadiyê û xeta azadiya jinê li ser vî hîmî danî. Ev li nav têkoşîneke pratîk, gav bi gav bûne helwest qedroyan û bûne pêvajoyên geşedanê yên pîvan û rêgezên jiyanê yên partiyê.

 

22'ê Têbaxê 2021