BERXWEDANA GERÎLA HÊZA HERÎ MEZIN A AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî. Karayilan ev peyam da:

"Em di serî de di 29'emîn salvegera şehadeta heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de, ji Bêrîtanan heya Şîlan Goyiyan hemû şehîdên xwe bibîr tînin û soza me dayî wan, em dubare dikin. Cardin di şexsa hevrê Cûmalî, Çavrê, Botan, Zinarîn û Rêberan de em tevahî şehîdên Pêngava Bazên Zagrosê û Pêngava Cenga Xabûrê bibîr tînin û em soz didin armanca wan a Rêbertiya Azad - Kurdistana Azad em ê pêk bînin.

Îro 6 mehên berxwedana Avaşîn, Zap û Metîna temam dibin. Ger ku mirov, 10’ê Sibatê berxwedana Garê weke destpêkê binirxîne, 8 meh û nîvê xwe temam dike. Di vê dema derbasbûyî de, gelek bûyerên girîng qewimîn. Encamên pir girîng derketin holê. Rejîma AKP-MHP a faşîst û qirker, sala 2021’an di êrişa li dijî tevger û gelê me de weke saleke asta bilind plan kir. Armanca wan di hundirê vê salê de li Başûrê Kurdistan, tevahî deverên ku Gerîlayê Azadiya Kurdistan lê bi cih û war bûye dagirkirin bû. Bi vê rengî, plan kir ku hêzên gerîla ji van deveran derxîne û navenda tevgerê li van herêman hemû belav bike; wisa navenda fermandarî û koordîneya tevgerê ji holê rabike. Bêguman hemleyek wisa mezin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ango li Başûrê Kurdistan plan kirin. Lê, dewleta Tirkiyê bi tena xwe negengaz e ku ev plan biserxîne. 

Hêzên ku Komploya Navneteweyî li hemberê Rêber Apo pêk anîn ên sereke weke Amerîka-Almanya-Îngîltere ev plana erê kirin û destek dan. Cardin li ser hikumeta Iraqê rawestiyan û erêkirina hikûmeta Iraqê girtin. Weke lingeke hundirîn PDK jî beşdarî vê pêvajoyê kirin. Wisa plana xwe di meha Çilê de temam kiribûn. Armanca xwe misoger encam wergirtin bû. Bi vî awayî xwestin Komploya Navneteweyî êdî temam bikin û bi ser bixînin. Ango tevgerê bê koordîne bihêlin û bixin qonaxa tasfiyekirin û tunekirinê.

Weke tê zanîn hamleya yekemîn a vê planê li ser Garê pêşxistin û di wir de şikestin, negihîştin armanca xwe. Lê belê plana wan mezin bû. Wana got ku, ‘wisa em ê di hidûdê xwe de destpê bikin û heta dawiyê biçin.’ Li ser vî esasî şeva 23-24’ê Nîsanê êrişek berfireh birêxistin. Wana armanc kiribû, di demekî kurt de Avaşîn, Zap û Metîna dagir bikin û piştî wê berê xwe bidin Garê û Qendîlê. Hedefê wan misoger encam wergirtin bû. Ji ber vê yekê plan kiribûn ku di hundirê 2 an jî 3 mehan de dagirkirinê temam bikin.

Rejîma AKP-MHP a faşîst, bi xeyalên Osmaniyê Nû tevdigere. Baweriya wana bi hêzên xwe yên hewayî zehf çêdibû. Ji ber ku li hinek deveran serketin bi dest xistibûn. Wana digot ku, ‘em ê li hemberê gerîla jî heman encamê bigrin; tevahî cih û warê gerîla bixînin û dagir bikin.’ Her wiha hem piştevaniya navneteweyî, hem jî piştevaniya hinek hêzên herêmê hebûn û di destê wan de teknolojiya bilind jî hebû. Ji ber vê yekê vana pir zêde bawer kiribû ku wê teqez encam bigrin. Ger ku ji şikestina li Garê encamên baş derxistana, belkû di plana xwe de guhertin çêbikirana. Tecrûbeya Gerîlayên Azadiya Kurdistan a 40 salî heye; hêzeke xwedan hişmendî, Apogerî û fedaî ye. Ger ku ev heqîqeta hêzê me jî bidana berçav, belkû planên wisa jî nedikirin. Lê hesabên xwe yên siyasî hebûn û qet nexdiwastin tiştên wisa bifikirin. Wana dixwest teqez biçin encamê, wisa Tevgera Azadiya Kurdistan tasfiye bikin û pergala xwe ya faşîst mayinde bikin.

Bi esasî stratejiya dewleta Tirkiyê ya li hemberê Têkoşîna Azadiya Kurdistan di dema borî de têk çûbû. Ango hem stratejiya helandin û tunekirina gelê Kurd û hem jî stratejiya tasfiyekirina Tevgera Azadî jî encam negirt û herî dawiyê artêşa Tirk têk çû. Lê rejîma AKP, MHP û Ergenekonê bi pêşveçûna teknolojiya serdemê ango hêza hewayî û fûzeyên bi hedefê ve tê girêdan xwestin têkçûna dewletê bibihurînin û ji bo xwe serdemek nû pêş bixînin. Lê ev bi sernexistin; ev 6 sal in li ser konsepta çong danînî şer kirin û bi serneketin. Ji bo wê xwestin sala dawiyê ango îsal weke sala asta bilind şerekî berfireh bimeşînin û teqez bi serbikevin. Lê belê rejîma AKP-MHP a faşist û qirker di vê salê de jî encam negirt û bi serneket. 

Ji ber ku li hemberê êrişên wan sekna tevgera me, bi taybetî li hemberê pergala êşkencê ya Îmraliyê, bi îradeyek mezin sekna Rêber Apo, berxwedana dîrokî bandorê xwe li ser tevahî qadên têkoşînê çêkir. Li ser tevahî gelê me, li zindanan û li ser siyaseta Kurd her çû bandora xwe xurt kir û di Tevgera Azadiya Kurdistan de seknek derkete pêş. 

Li aliyê din li hemberê êrişên dijmin, Gerîlayê Azadiya Kurdistan jî li ser hîmê perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî di lêgera pêşveçûna taktîkê de bû. Di vê çarçoveyê de gerîla, taktîk vekirin û pêşveçûnên nû pêşxistin. Hewldana rast xwendina paradîgmaya Rêber Apo û rast xwendina demê, ket rojeva gerîla. Di vê çarçoveyê de Gerîlayê Azadiya Kurdistan, ket hewldanek guhertin û veguhertinê. Li ser vî esasî gerîlayê nû, gerîlayê demê, gerîlayê pispor di şêwazê şerê tîm de kûrahî çêkir. Cardin di Herêmên Parastinê yên Medyayê de perspektîfa gerîlayê bi tevger û yê bi nîv tevger hat pêşxistin. Di derheqî qadên azad de li ser parastina stratejîk lêhûrbûn çêbû. Li ser vî esasî rêbazên bin erd û şerê tunelan weke taktîk nêzbûneke nû derket holê û bi Hemleyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, gerîla planên rejîma AKP-MHP a faşîst xetimand. 

Di vê demê de gerîla di warê taktîk de du nûbûnên girîng çêkirin: 

1- Di gerîla de pêşxistina pisportî û şerê tîm,
2- Di parastina herêmên azadkirî de pêşxistina rêbazên şerê tunel. 

Ev her du rêbazan jî, hêzên hewayî û fûzeyên li hedefê asê dibe bê encam hîştin. Ango dijmin hesab kiribû ku her tim bi îstixbarat û bi keşîf tespît bike; bi fuzeyan yek û yek li hedefan bixe û ji holê rabike. Lê belê dema ku hedef zehf biçûk bû û di erazî de winda bû an jî ket bin erdê, li pêş dijmin cihekî wisa ku lêxe û tune bike nema. Heman demê ew cihana bûne cihê tirs û xofê, bûne sengera berxwedanê. Hesabê dijmin kiriye wisa şaş derket û encam negirt.

Bêguman ev bi hêsanî çênebû. Beriya hemû tiştî xeta Rêber Apo ya îdeolojîk, felsefîk, bawerî û biryarbûnê di hêzê me de çêkirî, bingehê mezin û yê esas e. Ango ev bingehê Apogerî, îdeolojîk û fedaî nebûya, ev tişt jî nedibû. Lêhûrbûna li ser hîmê Paradîgmaya Civaka Demokratîk-Ekolojîk a xwe dispêre Azadiya Jinê pêşketî û asta partîbûyîna ku di nav gerîla de ava bûye, gerîla kir hêzeke nekeftî. Ango di nekeftina gerîla de ev faktorek esas e. Li ser xeta rizgariya jin, di jiyanê de pêşveçûna wekhevî û têkiliya rihê hevaltî bingehek pir xurt ava kir. Ger ku jin be û zilam be, di navbera tevahî hevalan de kûrahiya hevrêtiya Apogerî nebûya, fedakarî û berxwedaneke bi vî rengî û di vê astê de jî wê nebûya. Ango hîmê ev berxwedanên dîrokî, sekna îdeolojîk, biryarbûyîna mîlîtanî, ruhê fedaî û hevrêtiya Apogerî ya rasteqîn e. Ji 4 salan û vir ve Projeya Jinûve Avakirinê di rojeva me de bû. Aliyekî Jinûve Avakirinê di heman demê de partîbûyîn e. Di vê de astek ava bû. 

Bi xwîna şehîdan û keda hevalan di Gerîlayê Azadiya Kurdistan de îro astek ava bûye. Ev heqîqetek e. Ger ku îro li hemberê pergala metîngeriya Tirkiyê ya faşîst-qirker û teknolojiya serdemê berxwedana gerîla hebe û encam girtibe, di bingeha vê de kedek mezin heye; keda Rêbertî, şehîdan û hevalan hene.

Di serî de qehremaniya hevrê Şoreş, Rojhat û Seyfiyan li Garê raber kirî û hem şerê tunelan û hem jî şerê di erazî de çêbûye, lingên taktîk perspektîfa me ya destpêkê danîn holê. Ev ji bo me pir girîng bû. Di wir de şikestina dijmin û derketina taktîk perspektîfa me pêk hat û encam girt. Bêguman ev, di heman demê de ruhek jî ava kir. Piştî wê berxwedana Zendûra û ya Mamreşo ku di pêşengtiya hevrê Rêber, Hêjar, Serhed û Saryayan de hatiye pêş xistin weke berdewama ruhê Şoreşan, fedaîbûyînê kûr kir û di şerê tunelan de encamên girîng derxistin holê. Li kêleka vê cardin li Metîna (Qaşûrî) bi keda fermandar Rêber û Çekdaran, li Zapê bi keda fermandar Bawer û Delalan sû li Avaşînê bi ked û qehremaniya hevrê Şêrzan û Ronahiyan di eraziyê de şerê gerîlayê bi tevger û bi nîv tevger pêk hatiye pir girîng bû. Heman demê, ne temam be jî ango bê kêmayî be jî pêkanîna gerîlayê pispor û şerê tîm astekî xwe hebû. Ev bi xwe re encamên zehf girîng derxistin holê û taktîk rêbaz zelal kir. Dûbare hat îspat kirin ku mirov ji bo qadên azadkirî biparêze şerê tunel û şerê gerîlayê bi rêbazên tîmên pispor di erazî de şer dike, dikare serbikeve. Ger ku hevûdû temam bikin, mirov dikare dijmin têk bibe. Ev wêneya cardin di saya ev qehremanên hêja de hate berçavan û xûya bû. Em ji bo wê zehf deyndarê van qehremanan in. Di vê qonaxê de tevahî şahadetê ku çêbûne di dema nû de rêya serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê wê bi çi taktîk û rêbazan bibe, zelal kir. 

Li ser esasê van tecrûbana berxwedana Girê Sor û berxwedana Werxelê di şerê me de gihîşt asteke bilind a nû. Bi taybet di şerê rêbazên tunelan de weke rûpelek nû vekir. Di dîroka têkoşîna me de asta sekna biryarbûna îdeolojîk, ruhê fedaîbûnê û cardin di asta gerîlayê pispor de têkoşîna li van deverana çêbûne, di berxwedana mîlîtaniya Apogerî de rûpelek nû ye. Van hevalan di rêbazên tunel û şerê erazî de kûrahî esas girtin û bareke giran hildan ser milên xwe; xwestin rolek dîrokî bileyîzin û ev rola jî leyîstin. Ev sekna mîlîtanî, bibiryar û fedaî, bi rêbazên nû, gelek mijarên ku heta niha şilo bûn û nedihatin zanebûn hatin zelal kirin. Di çarçoveya ‘mirov li hemberê teknolojiya serdemê herêmên azad wê çawa bikaribe biparêze’ de encamên dîrokî derketin holê. 

Cardin bi giştî di ev qonaxa 8 meh û nîvê ku derbasbûyî de çi îspat bû? Di roja îro de gelên ku qandî têrker teknîk derfetê xwe tûnebin wê çawa bikaribin li hemberê artêşên mezin, ku teknolojiya serdemê hemû di destê wan de berxwe bidin û biçin zafere û taktîkê wê çi ne, ev eşkere kir. Ji bo wê berxwedana di ev qonaxa 8 meh û nîv de çêbûyî zehf hêja û bi rûmet e. Heta ne ji bo me tenê, ji bo hemû hêzên îro di bin pênçê hêzên hegemon û metînger de tên pelçiqandin, ji bo wan hemûyan rê û rêbazên nû raber dike. Ji ber vê yekê zehf girîng e. Ango di vir de tenê ne şerê tunelan, bi esasî şerê gerîla yê li ser hîmê tîmê pispor ku bi qabîliyeta xwe ya manewra, îstixbarat û teknîka dijmin dikare vala derxîne, girîng e. Ango li ser hîmê dizîbûna kûr, dîsîplîna cewherî, kamuflaja zirav ku dikare îstixbarat pûç bike û divê teknolojiya dijmin vala derxîne.

Ev 4 sal in li ser vê tê sekinandin. Ji Amanosê heta Serhedê, ji Botanê heta Behrareşê ev tê tecrûbekirin. Bi kêmahiyan, kurtiyan û zeîfiyan heya roja îro hatiye meşandin. Me windahî dan, bedel dan lê em fêrî hinek heqîqetan jî bûn. 

Girê Sor di sînorê Bakur û Başûr de ye. Di nuqteya sifir de ye. Kevirê sînor li ser gir bi xwe ye û dikeve hundir. Dewleta Tirkiyê bi qereqolê sînor û hwd. çêkiriye û Girê Sor kiriye nava tîpa C. Ango dijmin li hawirdorê wê berê de qerekol çêkirine, wisa çavê xwe li ser Girê Sor in û jixwe gelek caran tangan û topan jî dikirin hedef. Bi esasî Girê Sor di nava dijmin de ye û weke xençerekî ku li ser dilê dijmin e. Bi salane her lê mêze dike û newêre êriş bike. Navberê xwe û Sîvrî Tepe ji hewayê 1 km ye. Yê Leylek jî ne dûr e. Bêguman evana hemû ji bo Girê Sor dezavantaj e. Jixwe dema ku dijmin di 24'ê Nîsanê de êriş kir, yek ser Mamreşo kir hedef. Bi vî rengî piştê Girê Sor jî hate girtin. Dijmin dûvre jî di 14'ê Hezîranê de êrişê Tepê Silêman kir û girt; wisa Girê Sor ket dorpêçê. Ango ew hîn êrişên dijmin li ser çênebûbû di nava dorpêçê de bû. Ji ber vê yekê weke deverên din, li derdorê Girê Sor derfetê ku şerê tîm ê gerîla bê meşandin ji holê hat rakirin. Ti kesekî ku biçe alikariya hevalan, derbe li dijmin bixe tûnebû û hevalên Girê Sor jî ev tiştana hemû dizanibûn. Ji ber vê yekê di pêşengtiya fermandarê hêja, qehremanê kedê û cesaretê re nimune hevrê Botan Ozgur de berxwedanê di aliyê hevrê Serhildan, Zinarîn, Baz, Ozgur, Delal, Argeş û grubek hevalên dîtir de hatiye meşandin ne berxwedaneke ji rêzê ye. Ev berxwedan, ji bo dîrokê notek nivîsandiye. Bi temamî bi hêza xwe, bi baweriya xwe, li ser taqeta xwe ev berxwedana hatiye lidarxistin. 

Li vir seknek û fermandariyek Apogerî hat pêşxistin û hat temsîl kirin. Her hevalek bi berpirsyar tevgeriyaye. Weke hevalekî jî gotî, ‘her yek ji wan, hat xwestin neferek û hat xwestin generalek bûn.’ Her yek çend caran birîndar bûn û her rojê, ne ji bo ku têr bixwe, ji bo ku bijî tenê bi çend loqme xwarin, şer meşandin û îradeya li vir hatiye raberkirin dijmin têk bir. Li hember wan ev dijmin ket neçarî û acîziyê, her roj cûr bi cûr êriş kirin û pir caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Di van êrişan hemûyan de tenê şehîdê hêja heval Baz digihêje şahadetê. Li hemberê îradeya şoreşgerî bi serneketin, herî dawiyê bi şêwazekî tirsonek bombeyeke nû ya kîmyewî bikaranîn û Li wê derê 6 heval gihîştin şahadetê. Rêxme vê nikaribûn têketana tunelê û nikaribûn hemû hevrêyan tunebikirana. Hevrêyên ku mane, bi xwe ji wir paşve kişiyan.

Şerê tunelan yê herî dirêj û hîna jî berdewam dike şerê berxwedana tunelên Werxelê ye. Li vê derê, di pêşengtiya fermandarê mezin hevrê Cûmalî Çorûm û Çavrê Gever de berxwedana hatiye meşandin, têkçûna dijmin misoger kir. Ev hevrê mîlîtanên bi ruhê Apogerî û di zaferê de kîlîtbûyînê, bi cesaretek mezin quntarên Werxelê kirin sehaya berxwedanê û şerekî rasteqîn. Gelek caran derketin û êrişî dijmin kirin, derbê li dijmin xistin, cebilxane û malzemê şer, li ser dijmin rakirin. Di dîroka têkoşîna me de berxwedana herî mezin û herî dirêj ku dijmin qehir kirî û têk birî berxwedana Werxelê ye. 

Berxwedana Girê Sor û Werxelê pêvajoyek weke asta herî bilind serketina gerîla mîsoger kir. Ev hevalana fedakarî, wêrekî û sekna ku di hevrêtiyê de raber kirine zehf bi wate ye. Di bilindbûyina mirovatî û hevrêtî de nimuneyek mezin e. Ev sekna bi bîr û baweriya ideolojîk, bi ruhê zaferê, bi şêwazên pispor, bi wêrektiyek mezin û bi pêşxistina berxwedana dîrokê de di niha de serfiraziya xwe îlan kiriye. Em çiqas li ser fermandarê fedaiyan Cûmalî Çorûm, hevrê Çavrê an jî hevrê Botan û hevrê Zinarînan biaxivin jî wê kêm be. Ev hevalana bi înîsiyatifên xwe berxwedanî lidarxistin. Wan ji bo tevahiya gelê Kurdistan û mirovatiyê xizmetek mezin kirin.

PÊŞENGIYA GERÎLAYÊN YJA STARÊ

Di her du sengera berxwedanê yê dawiyê Girê Sor û Werxelê de hevkarî û têkiliyê di navbera jin, zilam û tevahî hevalan de astek pêş ketiye. Lê li kêlekê wê hevalên jin di pêşengtiya heval Zinarîn û Çavrê de performanseke şer raber kirine. Di van rojan de li ser çalakiya şahadeta hevrê Berîtan re 29 sal temam dibe. Piştî 29 salan, a niha diyar e ku li ser xeta fedaî Bêrîtan tevgerîna hêzên YJA STAR pêş dikeve. Û wisa ruhê şehîd Bêrîtan û Zîlanan di nava refên hevalan de jiyan dibe. Cardin şêwazê fermandariya û pêşengtiya Zelal Botanan û Delal Amedan xuya dibe. Di pratîka jiyan bûyî de cardin eşkere bû ku jin çawa dikare hêz bide, ruh bide û pêşengtî bike. Di cewhera jin de ew hêza heye. 

Sekna di tevgerê Apogerî de bi îradeyek mezin, li ser xeta Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Egîd, Zîlan û Bêrîtanan hatiye pêş xistin, bingeha serketinê ye. Li kêleka vê sekna bi îrade, kûrkirina lêhûrbûna leşkerî, nûkirina taktîkî û li ser vî esasî li hember pêşxistina taktîk hemleya me, artêşê Tirk careke din têk çû. Weke plan kirî nikarîbû Başûrê Kurdistanê dagir bike û pêşveçûyîna dijmin hate sekinandin, plana dijmin hate têkbirin. Ev ji bo gerîla serketineke mezin e. Ev di saya şehîdên qehreman de pêk hat. Li aliyê din di şert û mercên herî zehmet de li Îmraliyê sekna ku Rêber Apo pêş xistî, 23 sal in ji ser îrade însan re û zehf bi sebr û dîrayetek mezin, berxwedana li hember şerekî psîkolojîk, ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin. Ev di vala derxistina dewleta Tirkiyê de bû hêz û bingehek mezin. Gelê me yê ku pala xwe daye vê heqîqetê, sekna xwe ya berxwedanî, bi şêwazê xwe parastin û cardin sekna siyaseta demokratîk û tevgera çep-sosyalîst yê Tirkiye û li hember her cûreyê êrişên faşîzan berxwedaniyê hatiye pêşxistin, faşîzma AKP-MHP bir ber bi hilweşandinê. Îro herkes dizane rejîma faşîst di aloziyek kûr de ye. Ger ku li hemberê me serbiketa, rejîmê dixwest li ser hemû aloziyên xwe bigre û bibihurîne. 

Tê zanebûn, planê wan; herî zêde heya meha Tîrmehê hemû deverên ku gerîla lê cih û war girtine, yê Başûrê Kurdistan dagirkirin bû. Ger ku ev bi serbixistana û taybet jî hevalên ku têne naskirin 1-2 heval ji wan bi şiklekî tasfiye bikirana ango şehîd bixistana, rejîma AKP-MHP wê zafera xwe îlan bikira û wan plan kiribû ku di Mijdara 2021'an de biçin hilbijartinên pêşwext. Dixwestin wisa pergala rejîma faşîst mayînde bikin. Hedefa wan ev bû. Ger ku dîqet hatibe kirin, Tayîp Erdogan heya meha Tebaxê jî, kengî dike hilbijartin çêbibe zêde reng nedida û rêxistina xwe ji hilbijartina re amade dikir. Lê piştî ku fêm kirin bi sernakevin û ji ber vê yekê aloziyê ew têde her diçe kûr dibe, helwest danîn û gotin, ‘ti hilbijartin nabin, wê di wexta xwe de bibe.’ Pêvajoyê ku hatiye meşandin wisa aliyekî xwe yê zehf girîng û zindî heye. Mirov dikare bêje ev pêvajo, ji bo me jî û ji bo rejîma faşîst jî, zehf girîng bû. Pêvajoyekî weke qederê bû. Me ev heqîqet di serê salê de jî anîbû ziman.

Ger ku wana em ji Herêmên Parastina Medya derxistana, wê li hember tevgerê me pêvajoya tasfiye pêşxistana û wana jî rejîma xwe mayînde bikirana. Wê di hundir de şidet û zext kûr bikirana. Bi xeyalên Osmaniya Nû li herêmê li ser gelê herêmê terora dewletê, wê geş bikirana û serdemeke tarî bi rêbixistana. Bêguman wê ev tişt jî li ser esasê tunekirina civaka Kurd pêşbixistana. Ji ber ku îtîfaqa rejîma faşîst li ser hîmê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û meşandina siyaseta qirkirin li ser Kurdistanê çêbûye. Armancê wan tasfiye kirina gelê Kurd e. Bi esasî giştî Kurdistan di hedefa wan de ye. Ger ku Herêmên Parastina Medya dagir bikin, Başûrê Kurdistan jî kengî bixwazin, wê bikaribin destê xwe bidin ser. Lê Gerîlayê Azadiya Kurdistan, bi hemleyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê rê nedan wan û wana têkbirin. Çawa ku di meha Sibatê de li Garê têk çûn û plana xwe pêkneanîn, a niha jî li Avaşîn, Zap û Metîna têk çûn û plana xwe nikarin pêkbînin. Bêgûman dijmin dixwaze li ser ev têk çûna xwe bigire. Li xwe mikûr nayê ku têk çûye. Ji ber ku di şerê Garê de îtîraf kiribû ku têk çûne; hemû cîhan rastiya wan aşkere dîtibû. Ji bona vê, a niha dixwaze li ser têkçûyîna xwe bigire û veşêre.

Ev serdem serdemeke dîrokî ye. Fersendek mezin li pêş gelê Kurd heye. Ji bo bikaranîna van fersendan, berpirsyariya me hene. Niha ev rejîma faşîst û qirker ya dewleta Tirkiyê li ser esasê qirkirina gelê Kurd dixwaze xwe mezin bike. Mîsak-i Mîlî dagir bike; di herêmê de xwe weke hêzeke ûltra serwer bike. Bi vî awayî li ser gelên herêmê jî bibe tehdîd û gefên serweriyê pêş bixîne.

Mirov dema di vê çarçoveyê de nêz bibe, berxwedanên me yê li hember vê pêla faşîst û qirker, her çiqas ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd rolek xwe yê esasî hebe, lê ji bo demokrasî û azadiya gelên herêmê jî, roleke xwe yê zehf girîng heye. Kî çi bêje bila bêje, roja îro berxwedana Gerîlayê Azadiya Kurdistan li hember vê rejîma faşîst di Tirkiyê de hêza azadî û demokrasiyê herî mezin e. Gerîlayê Azadiya Kurdistan li hember rejîma faşîst li ber xwe dide û ev, derfetê pêşveçûna têkoşîna azadî û demokrasî bi xwe re vedike. Ger ku ev berxwedan nebe, wê AKP-MHP pergala faşîst-dîktatoriyê bi sazî bikin û ji bo Tirkiyê, ji bo gelê herêmê serdemek tarîtî bimeşînin. Di vê serdemê de berxwedan û têkoşîna gerîla bilind dike, ne tenê teknolojiya serdemê vala derdixîne, di heman demê de ji bo tevahî bindestan jî dibe nimuneyek mezin. Erê, ev zehf hêja ye. Ji bo vê gelek qehreman hatin dayîn. Ji bo gelê Kurd, tevahî gelê herêmê û tevahî mirovatiyê li hember Moderniteya Kapîtalîst, Rêber Apo Moderniteya Demokratîk pêşxist. Niha Gerîlayê Azadiya Kurdistan jî, ji bo ku bikaribe li gorî performansa paradîgmaya Rêber Apo tevbigere û rol bileyîze, di nava refên xwe de li ser hîmê Projeya Jinûve Avakirinê dixwaze guhertinek bingehîn çêbike. Gerîla dixwaze paradîgmaya xwe ya şer û berxwedanê nû bike û xwe weke Gerîlayê Modernîteya Demokratîk pêş bixîne. Tevî kêmayiyan, îro ev li Kurdistanê tê tecrûbekirin. Di vê derheqê de pêşveçûnek heye. Ev ji bo me û ji bo tevahî kesên ku tên pelçiqandin jî mijarek zehf girîng e. Gerîlayê Modernîteya Demokratîk li hember teknolojiya serdemê weke hêza serkeftinê derdikeve li ser sehneya dîrokê. 

'REJÎMA AKP-MHP LI BAŞÛR BI SER NEKET, LEWMA BERÊ XWE DIDE ROJAVAYÊ KURDISTANÊ'

Li hemberê vê, rejîma AKP-MHP bi serneket. Em îro dinêrin rexmê ku plana xwe hemû li ser dagiriya Başûrê Kurdistan bû, ji ber ku di vir de xetimî û têk çû, cardin dixwaze berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê. Feqet ji ber serneketina rejîmê, pirsgirêkên rejîmê hîn zêde bûn. Ango aloziya xwe di hemû milan de xwe da der. Îro tenê ne di warê aborî û siyasî de qrîzek jiyan dike; heman demî di warê civakî, çandî û dîplomatîk de jî di nava qirîzê de ye. Rejîma faşîst êdî gihîştiye dawiyê. Hemû lîstokên xwe lîstin, rezervên xwe bikaranîn. Heya niha di navbera hêzên hegemonîk weke Amerîka û Rûsya de manevra dikir û dilîst. Xuya dibe ku, êdî dawiya taktîkên bi vî babetî jî hat. Ji bo wê niha di tengasî de ye. Niha rejîm ji bo ku pêşî hilweşandina desthilatdariya xwe bigre, dixwaze li hemberê Sûrî ango li hemberê Rojavayê Kurdistanê hemleyek nû pêşbixîne. Di Başûr de têk çû. Niha jî dixwaze berê xwe bide Rojava. 

Lê ev heqîqet heye: Ger ku pêşeng û şervanên Rojavayê Kurdistanê, li ser hîmê perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî tevbigerin, jê ders derxînin û hemû taktîk nûbûnî ku li Herêmên Parastina Medya pêk hatî jê sûd wergirin û li gorî şert û mercên xwe li herêmên xwe bixin meriyetê, rejîma faşîst-qirker ya Tirkiye êriş bike jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nabe. Ango pratîka wir wê careke din dûbare nebe. Bi taybet di hêzên leşkerî de pêşxistina pisporî û şerê terzê tîm, li kêleka wê pêşxistina şerê tunel bi hostayî pêş bikeve, di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de gel jî weke berê koç neke, li kêleka şervanan cih bigre û berxwedanê destek bike, bi rê û rêbazê civakî bibe aliyekî berxwedanê, wê vê carê rejîma AKP-MHP û çeteyên wê têk biçin, wê qet bi ser nakevin. Ji ber vê yekê gerîlayê ku heya niha axa Başûrê Kurdistan parastî, tecrûbeyê ku di parastina Başûrê Kurdistan de derketiye holê zehf girîng in. Şervanên wir ji van tecrûbana îstîfade bikin; li gorî şert û mercên xwe bixin meriyetê; li Rojava rejîma AKP-MHP wê têkçûneke dîrokî bixwe.

Em qet naxwazin dijmin biçûk raber bikin. Di şerekî de ji bo serkeftinê pîvanê herî esasî ew e ku pêwîst e tu dijminê xwe baş nasbikî. Lê belê xwe jî baş nasbikî. Ango divê ku mirov tedbîrên xwe xurt bigre û biçûk nebîne. Dijminê me aliyên xwe yên xurt jî hene. Ger ku tu li hemberê aliyê xurt tedbîr bigrî, taqet û îradeya xwe yê şer nîne. Dijmin bi çi şer dike? Dijmin îstixbarat kom dike, bi rêka keşfê û rêkên dîtir û bi hêzê hewayî şer dike. Me şêwazê tîm û şêwazê şerê tunel pêşxist, wisa li hemberê hêzên hewayî heya astekê tedbîr girt. Ji bo vê ev amûrên dijmin bê encam man û dijmin bi serneket. Ji bo ku ji vê têkçûnê xwe rizgar bike, bi şêwazekî herî alçak û namert çekên ku li gorî yasayên şer li tevahî cîhanê hatiye qedexekirin û bikaranîna wan weke sûc tê dest girtin, çekê kîmyewî bi kar tîne. Niha li hemberê rêbazê şerê tîm ê gerîla û li hemberê rêbazê şerê tunelan tenê çekek di destê wan de maye; ew jî çekê kîmyewî ye. Ango çekê sûc e. Ev dijmin niha nikare bi me re şerekî normal bimeşîne. Ya dike bi çekê hewayî êriş bike yan jî bi çekê kîmyewî êriş bike. Heqîqeta artêşa Tirkiyê ev e. Ne ku em biçûk dikin, lê di pratîkê de ev heqîqet berçav e. Ger wisa bibe, wê serkeftin teqez a me be. Bi xwînê şehîdên qehreman ji rêheval Hewram heya rêheval Cûmalî û Çavrêyan kedê wan dayî, berxwedanê wan meşandiye, heqîqetê derketiye holê, li ser wan heqîqetê divê em kûr bibin, di bin ronahiya perspektîfên Rêber Apo de taktîk kûrahî û dewlemendî pêş bixînin, wisa li hemberê her cûre êrişên dijmin em ê bi ser bikevin. Berxwedana ev 8 meh û nîv in li Herêmên Parastina Medya û Bakurê Kurdistan hatiye meşandin, ev heqîqetê eşkere dike. Û ger ku xet rast bikeve meriyetê, serkeftina me mîsoger e. Li ser esasê bi vê bîr û baweriyê em ji bo tevahî hevalan di meşa azadkirina Rêber Apo û azadkirina Kurdistan de bi dil û can serkeftinê dixwazin û tevahî hevalan bi hez kirin û bi rêzdarî silav dikin."