TU JÎ TEVLÊ BIBE, DERKEVE ÇIYA Û BIBE GERÎLA

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji malpera Nûçe Ciwan re nirxandin kir.

Wek Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd em ketine Mijdareke nû. Ev bi PKK’ê re 44 meha Mijdarê ye ku em bi hev re dijîn. Divê bal were kişandin kubi PKK’e re mehên Mijdarê hemû meh, her roj pir xweştir û bi watedar tê jiyîn. Bi vê Mijdarê re em dikevin sala 44’a damezrandina fermî a partiya me PKK’ê. Beriya her tiştî ez cejna partiya me di serî de ji Rêber Apo ji hemû hevrêyên me, gelê me, ji we, ciwanên me yên leheng re pîroz dikim. Ez soz didim ku, di sala 44’nde wek Tevger û gel em ê li ser xeta Apoyî bi hêztir têbikoşin û serkeftinên mezin bi dest bixin. Ji Hakî Karer dest pê bikin heya şehîdên Werxelê Zendura , şehîdên me yên qehreman ên ku hejmara wan gêhiştiye bi deh hezaran, bi helkefta vê cejna partiya me careke din bi rêz û hezkirin û bi minet bi bîr tînim. Salvegera 44’an a damezrandina fermî a partiya me di heman demê de 50 saliya Zayîna Pêşewatî ye. Di Newroza 2022’an de em dikevin salvegera Zayîna Pêşewatî û derketina Apoyî a 50’emîn. Di sala pêş de jî emê rojbûna damezrandina tevgera me, destpêka meşa me a pêşewazî a 50’emîn bijîn. Ji niha ve ez ev 50 saliyê jî dixwazim ku pîroz bibe.

Hûn hemû baş dizanin ku, bi gotina Rêber Apo, me bi ciwantî dest pê kir, em bi ciwantî bi serdikevin. PKK Weke partiyeke ciwanan çêbû. Dema ku Rêber Apo civîna damezrandina PKK’ê a yekemin pêk anî, 24 salî bû. Dema ku Hakî Karer bi peyatî çû Dîlokê 25 salî bû. Dema ku Mazlum Dogan çalakiya xwe ya dîrokî pêk anî 27 salî bû. Hemû jî ciwan bûn. Partiya me wek tevgera ciwanan çêbû, wek tevgera ciwanan dimeşe. Ruhê Ciwanan ê azadiyê û îradeya têkoşîna li ser dînamîzmê esas digre. Li ser vî esasî di sala 44’an a partiyê de hîn girantir, hîn dînamîk, hîn amadekirî û hîn xurt ê têbikoşin, li dijî zîhniyet û siyaseta faşîst, kolonyalîst, qirker li her qadê wê bi hêztir pêş bixin. Têkoşîn wê gelekî xurtir pêş bikeve. Di van 44 salan de PKK ji bo nirxê 43 salên derbasbûyî têkoşînê bide. Di vî warî de ji bo rêxistina me ya ciwanan a Komalên Ciwan ku Kampanyaya Tevlêbûnê dest pê kiriye, em di sala 44’emîn salvegera Partiya me de dibêjin tu jî tevlê bibe, hûn jî tevlê bibin. Divê her kes Wek Ciwanên Kurd, wek keç û xortan beşdar bibin. Divê her kes beşdarî vê meşa bi rûmet bibin. Bila bibin rêhevalên Hakiyan, Mazluman, Egîtan, Sarayan, Axînan, Baranan. Bila rêheval bûna lehengên ku li Werxelê, li Zendûra, li Mam Reşo ber xwe didin bizanibe. Bila bibe milîtanekî wek Apoyî. Em vê seferberiya tevlîbûnê, derketina wek Apoyî, wek seferberiya zayîna pêşawatî a sala 50’êmîn radigîhînin. Hem seferberiya têkoşînê, hem seferberiya tevlîbûnê hem jî weke seferberiya serketinê nas dikin. Di vî warî de bi vê seferberiya mezin, tu jî tevlê bibe, bila her kes tevlî bibe. Divê hemû ciwan beşdarî seferberiyeke bi vî rengî bibin. Bila bizanibe, xwedî şeref û rûmeta bilind a wek milîtanek Apoyî, wek ciwanekî milîtan di partiyêda bijî. Daxwaza me, banga me bi vî rengî ye.

Divê tu bizanibî ku, milîtanî, ciwanên Apoyî hişmendî dixwaze, vîn dixwaze, cesaret û fedakarî hewce ye. Ji ber vê, ji bo bibî Ciwanek Apoyî, ji bo tevlêbûna partiya Apoyî, divê tu hişyar bibî, hîn bibî, bixwînî, lêkolîn bikî. Tu yê Rêber Apo bixwînî. Tu yê parastinan bixwînî, tu yê dahûrandinan bixwînî. Di vî warî de ji xwe bipirse tu çiqas dixwînî? Te çend pirtukên Rêber Apo xwendiye? Te çend dahûrandinên Rêber Apo temaşe kiriye? Ger te nexwendibe, wê demê tiştên tu dizanî kêm e. Zanîna te ya jiyanê kêm e. Divê tu bixwînî da ku tu Rêber Apo, dîrokê fehm bikî. Bixwîne da ku tu civakê nas bikî, bixwîne da ku tu bikaribî xwe bigihînî hişmendiya jiyana azad. Bixwîne da ku tu vê hêza hest û ramanê bi dest bixî, bixwîne da ku tu rastiya jiyana xwe fehmn bikî, hîn bibî. Jiyana Rast çiye? Jiyana xweş çiye? Jiyana baş çiye? maf, edalet li ku derê ye? Bixwîne da ku tu vana hîn bibî, li ser vê bingehê tevlê bibî. Tu çiqas Rêber Apo fehm bikî tu yê ewqas rast tevlê bibî, bi ser bikevî. Heke tu nexwînî , lêkolîn nekî, tu yê çi bikî rast nizanibî, tu yê nikaribî bi serfirazî bimeşî nikaribî zaf têkoşîn bikî. Ji bo vê yekê, divê tu bixwînî. Divê tu lêkolîn bikî, Fehm kirina Rêber Apo tê wateya destpêka pêkanîna serketî. Ya mayî tarza di pratîkê de ye, afirînerî ye. Ji bo vê yeke divê mirov bighêje vê afirîneriyê.

Li dora xwe binêre. Dijminê faşîst, kolonyal, jenosîd 24 saetan ranaweste. Dibêjin ku av radizê, lê dijmin ranazê, dijmin ranazê. Bi rastî jî di êrîşeke bi tevahî de êrîşê Bakurê Kurdistanê dike, li metropolan êrîşê Kurdan dike. Êrîşê yê li Rojava dike. Êrîşê yê li Başur dike, êrîşê yê li Ewropayê dike, li ku derê Kurd lê hebin êrîş dike wan dike. Qasî ku êrîşê saxiyê Kurdan dike, ewqas êrîşê miriyê wan dike. Goran xera dike, her cûre êrîşên hovane dike. Mirovan qetil dike, dibêje li kuderê Kurd hebin emê wan tune bikin. Ê herî bilind dibêje Kur nemane, Kurd qediyane. Ma yê li serî de negot ku ê Qendîl’ê wêran bike? Jibo ku Kurdayetiyê bi tevahî ji holê rakin, bi hêza ji ABD’ê, ji NATO’ê, hemû hêzên emperyalîst ên kapîtalîst distînin jibo ku Kurdayetiyê tune bike, îmha bike, beyî ku guh bide ti rêgezên exlaqî û hiqûqî bi bi nizm êrîş dike. Îşkence û tecrîda li ser Îmraliyê bi giranî kiriye. Îşkenceya faşîst a li zindanan her ku diçe pêş dikeve. Bi hezaran, bi deh hezaran jî gelê Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr, ciwan û jinên Kurd diavêje zinadanan, zilm û îşkenceya herî giran li wan dike. Her roj li dijî Kurdan Operasyona dike, bi ser mala wan de digire, wan qetil dike, bi çekên kîmyewî êrîşî gerîla dike, her roj îşkenceyê li wan dike, komkujî dike, êrîşên dagirkeriyê dike. Ev hemû ne bes in, her cûre heqaretan dike, sîxuriyê pêş dixe, fuhûşê pêş dixe, tiryakê pêş dixe, ji bo tiryakê, sîxuriyê komên çete ava kiriye. Ma ew di vê naverastê de eşkere nebû? Rêxistinên taybet avakir ku ji her alîve heqaretên herî xerab bike. Nehat dîtin?. Ev mijarên pir zelal in, kesek êrîş nekir nehîştiye. Her cûre heqaretan dike. xebatên mejîşûştinê yên hunermendên sexte çêdike û li kolanan heqaretê li wan dike da ku hişmendiya me ya dîrokî û hafizeya me tine bike da ku mejiyê wî bişo. Axaftina bi Kurdî qedexe dike û hewl dide kesên bi Kurdî diaxivin lînç bike. Her roj tacîz û tecawizê li jinan dike. Her roj çend karker tên qetilkirin. Bi zelalî diyar kir ku ew ê di roja îroyîn de mafê jiyanê nade gelê Kurd. Li hemberî van hemûyan tiştekî ku em bibêjin tune ye?

Ev dijminê qirker ê faşîst hem êrîşî hemû nirxên me yên mirovî dike, hem jî êrîşî xwezaya me dike. Daristanên me dişewitîne, darên me jêdike, dixwaze ku Kurdistanê bi xweza û civaka wê tune bike. Ewqasî ku dixwaze li vê dinyayê şopa kurdan nemîne. tiştek me bi wan re nebe? Ma em ê liberxwe nedin? Helbet em ê liberxwe bidin. Rêber Apo beriya 50 salan berxwedaneke bi vî rengî da destpêkirin. PKK ev 44 sal in berxwedaneke bi vî rengî ya lehengî dimeşîne, êrîşên qirkirina faşîst çiqasî dijwar, hovane bin, berxwedan ewqas bi qehremanî pêş dikeve. Ciwanên Kurd, gelê Kurd, jinên Kurd, li dijî her cûre faşîst, kolonyalîst, qirker û zilmê berxwedaneke sermirovî dimeşîne. Bi berxwedaneke wiha me pêşketinên mezin afirand. Berxwedana Zindana Amedê faşîzma 12’ê Îlonê hilweşand. Mazlum’an, Kemal’an, Xeyri’yan, Sara’yan, Elî Çîçek’an faşîzma 12’ê Îlonê têk birin. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de pêngava gerîlayên me derbeya herî giran li dijminê qirker ê faşîst xist. Artêşa Tirk a ku xwe weke artêşa duyemîn a NATO’yê ya cîhanê bi nav dikir. Yê ku li hemberî gerîlayên Kurd têk çû ew bixwe bû. Desthilatdariya wî nemaye. Di pêvajoyeke wiha de bi dehan hikumet hilweşiyan, bi dehan general hatin rûxandin. Bandora artêşê ya li ser civak û siyasetê hat ser û bin kirin. . Şoreşa jinê pêş ket, têkoşîna azadiya jinê derket holê. Serhildan derketin holê.

Gelê Kurd hemû têkiliyên xwe bi pergala qirkirina faşîst re qut kiriye. Şoreşa Vejîna Netewî, weke şoreşa herî mezin, li ser bingeha azadiya Kurd pêşket. Niha jî 24 sale li ser vê bingehê li dijî êrîşa komploya navneteweyî em liberxwe didin, Rêber Apo teoriya Berxwedana li dijî komployê li ser esasê veguhertina paradîgmayê pêş xist. Di pêşengiya Rêber Apo de li ser esasê berxwedana Îmraliyê em weke tevger weke gel û weke Rêxistina Jin û Ciwanan 23 sale di nava berxwedaneke lehengî de ne. Me gelek caran hêzên komploger ên navneteweyî têk bir. Pêwîst bû ku komploger bixwe jî li xwe mikur bên ku ew li hêviya berxwedaneke bi vî rengî nebûn, di pêvajoyeke wiha ya berxwedanê de me DAIŞ têk bir, li Şengal, Rojava, Basûr, Bakur, Me El Qaîde têk bir. Me her cûre çeteyên qirker ên faşîst, Îhvanî Muslim û faşîzma AKP-MHP’ê ya hevkarê wî xist bin têkçûn û bêçaretiyê. 6 sal in em li dijî plana hilweşînê ya faşîzma AKP-MHP’ê bi qehremanî liberxwe didin. Yê ku hilweşiya ne gelê Kurd bû, faşîzma AKP û MHP’ê bixwe bû. Faşîzma Erdogan û Devlet Bahçelî ket xefika xwe. Ew bixwe hilweşiya. Ew niha di dawiya jiyana xwe de ye. Vaye meşek lehengî ya PKK’ê heye. Ji ber vê yekê hûn di nava Berxwedaneke wiha de cih nagrin? Hûn ê tevlî berxwedaneke wiha nebin? Hûn ê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de beşdarî Meşa Azadiyê ya Dîrokî nebin? Jibo erken xwe ya pêşengtiyê, erka ciwantiyê, erka welatparêziyê bi serkeftî bi cih bînin, hûn tevlî nabin? Bê guman hûn ê beşdar bibin. Bê guman hûn ê tê de cih bigrin. Ev têkoşîna mezin wê bibe cihe we jî, hûn ê jî tevkariyê bikin. Ji bo ku hûn vê têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibin, hûn ê di refên herî pêş de erkên herî giran pêk bînin. Ciwanên Kurd tê wateya ciwanekî wisa. Bi ciwantî despê kirin, bi ciwantî serbikevin tenê wiha dibe û ger ku baldar bibin ev têkoşîn li her derê ye.

Ev dijminê faşîst û dagirker bi awayê heqaret, neheqî, bê edaletê, bi qetlîama, bi zilma û bi îşkence êrîş dike , li hemberê van êrîşan bersiveki mejî tunne ? Bi wan awayê ku dixwazin me tunne bikin em dixwazin hebin? Ji bo hebûnê emê nekevin nav berxwedanê, emê nekevin nav lêgerîna azadiyê? Ma li hemberê wan êrîşan gotinekî me û karekî me tunne? Ma em nikarîn bi bersiveki ku bidin em dijmin bidin fêmkirin? Pêwîste em vê bizanibin. Pêwîste em vê rastiyê baş bibînin. Di nav pergala îro da derfetên hebûnekî azad, jiyanekî azad û sîstemekî demokratîk nîne. Derfetên biratiyê û jiyana azad hatiye xilaskirin. Eşkere dibêjin ku ewê pêşeroja me tarî bike, koka me bînê û me xelas bike. Wê demê li hemberê dijminê ku dixwaze te xelas bike tu jî helwesta hebûnê nîşan nadî?

Ma tu yê nabêjî ez heme? Li hemberê kesên ku hezdikin te tunne bikin têkoşîn û seknekî ku dest û piyê wan bişkîne nîşan nadî? Pêwîste werê nîşandayîn. Ji bo ku ev bibînin kesên li berxwe didin û têkoşîn dikin hene. Li çiya, deşt û bajaran li her derê jin, ciwan, karker, xebatkar û giştî gelê me berxwe dide. Herî girîng jî gerîlayên HPG û YJA Star li berxwe didin. Li Dêrsim, Serhed, Mêrdîn, û Amedê berxwe didin. Li Botan û Zagrosan berxwe didin. Li werxelê, Zendûra, Mam Reşo û Girê Kartal’da li berxwe didin. Li Avaşîn, Metîna û li her derê berxwe didin. Wê demê di nav berxwedanê ki wiha da cih nagirê? Tu ji bi pakrewanên Werxelê, Zendura, Mam Rekora nabî rêheval? Pêwîste bibi rêheval. Wê demê tu jî tevlê bibe, derkeve çiya û bibe gerîla. Li destê gerilla rêxistin bike, li bajar parastina cewherî pêş bixe. Xu perwerde bike, bi rêxistin bike û têkoşîn bike. Li hemberê kesên ku dixwaze te tunne bike ji bo hebûna xwe bersîv bide. Ên ku bersîv didin hene, bi wan re alîkar be. Tu jî têkoşîn bike, tevlî vê şerê bibe, di nav şerê azadiyê da cih bigre û alîkar bibe, tu jî bibe endamekî meşa azadiyê. Tu jî rûmet û şerefa meşa azadiyê bar bike. Di nav karwana pakrewanan de cihê xwe bigre. Di nav vê têkoşînê da cihê pasîfîzmê tunne, nakevin nav xeletiyê, tekakesî tev negirin. Di her aliyê da bi awayê rêxistin û zane xu pêşbixin û têkoşîn bikin ku hûn serbikevin. Çawa ku hetta naha ên ku têkoşîn kirîn, Rêber Apo, Partiya me, şehîdên me yên pakrewan bi ser ketin hûnê ji Di nav van destkeftiyên da bibîn. Di nav têkoşîneki ve awayê da cihê wê li ser van esasên bibe. Bi awayekî din nabe. Şerrê çekdarî ê gel ku bi awayekî pakrewani tê meşandine, têkoşîna azadiyê ku bi bedelên giran hat meşandine serkeftinekî mezin derxistiye holê. Pêwîste di nav vê serkeftinê da rola wê ji hebe. Pêwîste di nav vê serkeftinê da cih û bandora tejî hebe. Ne bê têkoşîn li kuderê ye, têkoşîn li her derê ye. Li çiya, li deştê, li bajar, têkoşîn li her derê û bi her rêbazê heye. Bi îrade, bi gotin, bi huner, herî girîng jî bi Siyaset, rêxistinkirinê û bi şer Dibê. Îroj li welatê me şer heye. Li çar parçeyên Kurdistanê şer heye û awayekî dijwar berdewam dike. Her roj li dehan cih şerên pir giran tê jiyankirin. Têkoşînekî mezin heye. Pêwîste di nav têkoşîneki ewqas mezin da cih nedîtin û cih ne girtin tunnebe. Nebêjin çawa tevlî bibîm, tevlî kuderê bibim? Her der cihê berxwedanê ye, tenê hezbikê, bigere tu dibînî çawa tevlî bibe. Vekirî bêjin tevlî HPG û YJA Starê bibin. Şerefa gerîlla bûnê bigrin. Egîdên Di bin fermandariya Zîlan de şer bike, bibe milîtanekî artêşeke wisa leheng, bibe şervan, bibe milîtanekî fedaî yê gerîla Apoyî. Li Deştê xweparastinê baştir bikin. Rêber Apo got, “Em gerîlatiya çolê pêş bixin. ” Li wir jî derfeta têkoşînê heye. Ya herî girîng jî çeteyên dijminê faşîst li bajêr organîze kirine, polîs organîze kirine, cerdevanên xwe birêxistin kirine, xwe çekdar kirine, bûne çete, her cûre êrîşên hovane dikin da ku welatparêz û şoreşgeran bipelixînin û biperçiqînin. civakê bitirsînin. Hişyar bin, xwe birêxistin bikin û li dijî yên ku bi çekên xwe êrîşî we dikin, şer bikin. Xweparastin ev e, berxwedan e.

Her parçeyê kolanên bajêr li gorî xwe bikin qada şer, bikin meclîsa şer. Ji kesên ku êrîşî we dikin bersiv bidin, şer bikin, roj bi roj têkoşîn bikin. Ciwan nikarin bêberpirsiyarî tevbigerin, firehbûn nikare ji têkoşînê dûr bisekine. Ger şer neke nikare paşerojê qezenc bike. Lê paşeroj ji bo kurdan meseleya hebûn û nebûnê ye. Pêşeroj ji bo ciwanan e. Di wê çerçoveyê de wê, di heman demê de yê ku wê bi xwe re wê pêşaroja xwe biafirênê û bi wê re çalakiya xwe pêşbixe. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim van tiştan diyar bikim. Ciwanên şoreşger, demokrat, gelên birûmet ên Tirkiyeyê, nûnerên îro yên tevgera ciwanan a mezin ên weke DEV-GENÇ, pêşengên mezin ên ciwanan, yên ku xeta Mahîr, Denîz û Îbrahîman didomînin.

Yên ku rûmeta xwe hilgirin wê rûmeta lehengiyê hilgirin. Divê hûn jî şer bikin. Ji ber vê yekê em ji bîr nekin ku mîraseke we ya şoreşgerî ya mezin heye. Dîroka xwe baş fêr bibin. Li aliyê din faşîzma AKP-MHP’ê bêyî ku ti rêgezên exlaqî pêk bîne birayê xwe û hevalê xwe yê ciwan Kurd qetil dike. Her cûre êrîşên hovane li ser jin, keç û zilamên Kurd dike. Dibêje wê hilweşîne, wê hilweşîne. Ew vê yekê ji bo we dike. Divê hûn li dijî wê tiştek bêjin. Bi rastî divê hûn zanibin ka meriv çawa biratiyê dike. Wek Mahîr, Îbrahîm, Denîz. Divê hûn zanibin bi Kurdan re bibin biratî, di nava xwe de biratiyê bikin û li hember vê zilm, zordarî, teror, mêtinkarî û zilma faşîst a her alî liberxwe bidin. Pêşeroja we tarî ye. Îro ev êrîş li dijî Kurdan tên kirin. Tê gotin ku di şerê 40 salî yê li dijî PKKê de 4 trîlyon dolar hatiye xerckirin. Ev 4 trîlyon dolar ji berîka we derket, dahatuya we xera bike. Ev şerê ku AKP-MHP û dewletê li dijî Kurdan dimeşîne pêşeroja we xera dike. Ji ber vê yekê hûn ê ne xwediyê pêşeroja xwe ne? Hûn ê li dijî êrîşa li dijî birayê xwe yê Kurd rawestin? Ma hûn ê li dijî zilma faşîst şer nekin û jiyana azad pêş bixin? Ma hûn naxwazin li welatekî wiha li ser bingeha azadiya Kurd û jiyana azad Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin? Ji ber ku paşeroja we ya tarî ye. Di wê rewşê de ciwan li seranserê Tirkiyeyê çi li zanîngehê, çi li kuçeyê, çi li taxê, çi li lîseyê nikarin bibin amûrek vê yekê. Nikarin zihniyeta nîjadperest, şovenîst, netewperest, antî-kurd ku li wan hatiye dayîn qebûl bikin. Nikarin bi zîhniyeteke wiha li dora xwe bigerin û dijminatiya Kurdan bikin. Ji bo vê yekê bêmirovkirin e. Wê demê dema ku hûn werin ser hişê xwe ye. Dem dema dîtina rastiyan e. Bi dûrxistina van sirûdên nijadperest, şovenîst û faşîst, biratiya bi Kurdan re bi fikrên azadîxwaz û demokratîk, azadiya jinê esas girtin, bi ciwanên Kurd re ji bo avakirina Tirkiyeya Demokratîk a Kurdistana Azad, mîna nûvekirina DEV-Gencê, li dijî Ji zanîngehan heta kuçeyan li her derê meyla civakî bi hestên berpirsyariyê bimeşin, derkevin kolanan, qadan tijî bikin. Bi zimanê ku hûn jê fam dikin, bi berxwedanê, her cûre rêbazên berxwedanê bersivê bidin terora faşîst.

Li aliyê din ciwanên Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Geverê ji Varto heta Dêrikê, ciwanên bajarên me yên ku bi qehremanî li dijî her cûre erişan liberxwe didin. Belê, êrîşên giran hatine kirin. Lê lehengiyeke mezin li hember wan pêk hat. Bi pêşengiya Zeryan, Axîn, Çiyager, Xebatan. Berxwedanên dîrokî hatin dayîn, qehremanî hat nîşandan. Helwesta herî qehremanî jî weke pêwîstiya dirûşma “Em ê çok nedin” ya Mehmet Tunç û Asya Yuksel pêk hat. Divê ev rastî tu carî neyê jibîrkirin. Êrîş û qetlîamên ewqas giran kirin. Helbet erka me ye ku li hemberî rastiya dijmin şer bikin. Dibe ku em rastî êrîşeke giran hatin. Dibe ku me zor û zehmetî û azarên mezin dîtine, lê çima çêbûn? Kê kir? Çima ew kir? Em dikarin bersiva van pirsan bidin. Dijmin ji bo me tine bike ev kir. Wê demê ji bo ku hebin, em ê zanibin ku bi zimanê ku jê têdigihê bersivê bidin dijmin. Em ê teqez bikin ku lehengên dîrokî îro zindî ne. Em ê erka xwe ya tolhildanê pêk bînin. Em ê teqez mîrateya Seyîd Rizayên Şêx Seîd, îradeya Mehmet Tunç a Asya Yuksel nehêlin. Em ê bi têkbirina dijminê faşîst, qirker, kolonyalîst, Kurdistanê bikin goristana faşîzmê, parçe bi parçe Kurdistanê azad bikin, gav bi gav avêtin û dijminê faşîst ê Kurdistanê derbixin û tine bikin, em ê pêdiviyên wan pêk bînin. Ev erka me ye, erka herî bingehîn e, erka exlaqî ye. Telîmatek e, fermanek e, wesiyeteke ku ji me re hatiye dayîn. Wesiyeta mezinên me. Di wê rewşê de bêguman em ê daxwazên wan pêk bînin. Em ê ti carî vîna Axîniyan, Çiyageran li erdê nehêlin. Em ê dev ji vê yekê bernedin ku em hatin çewisandin, me neçar kirin, zextên giran hatin kirin. Ev hemû ji me dixwazin ku em têkoşînek xurtir bikin. Ji me re lazim e ku em zêdetir wêrekî û fedakariyê nîşan bidin. Ji me re hewce dike ku em bêtir rêberiyê pêş bixin. Çima? Ji ber ku sedem hene. Dijmin ewqas êrîş kiriye evqas komkujî pêk anîn. Wê demê divê tol bê hilanîn. Divê hûn hesabê xwe bipirsin. Wezîfeya me ye ku em ji her êrîşekê berpirsyar bin. Ji bo mirovatî, welatparêz, azadîxwaz, şoreşger ne jiyanek din, ne jî rêyek din a bidestxistina azadiyê hewce nake. Di wê rewşê de bê guman em ê îradeya rêber û şehîdên xwe yên leheng ên erkên xwe yên şoreşgerî yên tolhildanê bilind bikin. Em ê her tim hesabê ji dijminê faşîst bipirsin. Li ser bingeha van careke din. Cejna partiyê li hemû ciwan û rêhevalên Kurd pîroz dikin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku di pêncî saliya jidayikbûna Rêbertiyê de zêdetir tevlî karwanê azadiya Apoyî bibin, bibin milîtanên vê karwanê bi hêz, berxwedêr û pêşeng. Serkeftin ya we be.