Heya Tekoþîna Azadiya Jinê Neyê Biserxistin Tekoþîna Sosyalîzm, Demokrasî Û Azadiyê Nikare Bigihîje Serkeftinê

Ji bo destek ji paketa destûra bingehîn re were dayîn, divê pêþî guhertina zagona dij-terorê were çêkirin. Heta guhertin tenê ...

Abdullah Ocalan
3 Adar 2010

Wan pirsgirêkên min ên berê, ku jêdera xwe ji girtîgehê digrin dewam dikin. Hîn jî nikarim biþev rakevim; ev rewþ dewam dike, di dayîn û stendina nefesê de zehmetiyê dikþînim. Dîsa nexweþiyên min ên bi temen ve girêdayî wek prostat hwd.. hene. Lê ez hewl didim li hemberî mercan li ber xwe bidim. Û ne bawer im ku ji vê saetê û þûnde tiþtekî biguhere. Ev 11 heta 12 sal in min li vir li ber xwe da û ezê hewl bidim li ber xwe bidim. Ez li ber xwe didim, lê nizanim ka wê heval li ber xwe bidin, an na. Her wisa ez nizanim ka wê merc biguherin. Di encam de tenduristiya min girêdayî sîstema girtîgehê ye. Bila pirsgirêkên min ên tenduristiyê bi vî awayî werin girtin dest. 

Divê civak jî ji xebatên aþitîyê re were tevlîkirin. Ji xwe di Têgihîþtina me ya siyaseta demokratîk de, ew modela em dixwazin pêþbixînin binkeyê (taban) esas digre, þêwazeke me ya rêxistinê ya ji binkeyê ber bi banî (tavan) ve heye. 

Her hal dengên AKPê daketiye heya li derdora ji sedî sih. CHP û MHP jî nikarin rêjeya xwe ya dengan zêde bikin. Artêþeke mezin a bêkaran çêbû. Nêzî panzdeh milyon hilbijêrên bê biryar hene, pêdiviya vana bi partiyeke nû heye. Divê nekevin nava nîqaþên teng. Pirsgirêkên me dêwane (devasa), ji bo çareseriyê tê xwestin ku dest were avêtin, divê enerjiya xwe dinava nîqaþên wisan teng de xerc nekin. Bila nekevin nava nîqaþên teng, pêwîstî bi partiya nû heye. Bila giraniyê bidin ser xebatên vê partiya nû, pewîste vê valatiyê were tijîkirin. Pirsgirêkên dêwane yên ku sîstema kapîtalîst wan afirandiye hene. Vayê li Tirkiyê bêkariyeke pir mezin heye. Tê bîra min, berê ji Tirkan, ji qismên din ên cihê eleqeya ciwanan hebû, dihatin gel me, tevlî me dibûn, her hal îro jî wisa ye. Tê xwestin ku ev ciwan werin birêxistin kirin. Wek di dema borî de dibû îro jî ev ciwan dikarin birêxistin bibin. Eger ev were kirin wê hêzeke muezem derbikeve holê. Tê xwestin ku mirovên li Rojava, werin rêxistinkirin. Bi nîqaþên teng wext wenda dikin, rewþa çepan li holê ye, rewþeke me ya em li benda wana bimînin, nîne. Bêyî ku dem were wendakirin, divê êdî em dest biavêjin van pirgirêkên sotîner.  PAD dikare bi vê perspektîfê rêxistina xwe li Rojava bihêz bike. Divê xwe Li Afyonê, Bursayê, Îzmîr ê û li cihên din rêxistin bike. Hun mînaka Bergama dizanin. Di nava tekoþîna gundiyên Bergama de ciwan jî cîh digirtin. PAD wisa divê ji pirsgirêkên bi vî awayî re jî hestyar be. Eger PAD nîþan bide ku bi her cûre pirsgirêkên welat re eleqedar dibe û vê yekê bi pratîk bike, ancax wisan dikare bibe partiyeke Tirkiyê, wê demê rêjeya wê ya dengan jî di vê paralelê de wê bilind bibe.  

Ew “parlamenteriya Tirkiyeyê” ya ku AKP dixwaze bîne, lîstokeke mezin e, di rastiyê de tiþta li vir tê armanckirin eve ku nehêlin ku PADê li parlamentoyê koma xwe çêbike. Ev parlamenteriya sed kesî ya Tirkiyeyê ,rêkûpêkkirineke wusa ye ku ji bo asteng bikin ku PADê li parlamentoyê koma xwe çêbike. Dema îlan bikin ku tenê bi merca daxistina benda hilbijartinê , wê destek bidin, nêzîkatiyeke kêm e. AKP bi hezaran zarok rêkiriye girtîgehê hîn jî girtin didomin, bi sedan siyasetmedar di girtîgehê de ne. Ji bo destek ji paketa destûra bingehîn re were dayîn, divê pêþî guhertina zagona dij-terorê were çêkirin. Heta guhertin tenê têrê nake, divê bi temamî were rakirin. Bi van zagonên dij-terorê re hêjmareke mezin mirov rê dikin girtîgehan. Pêwîst e ev zagon were guhertin. Eger AKP birastî jî samîmîye, divê pêþî van zarokên di girtîgehan de û siyasetmedarên Kurd ên girtî serbest werin berdan. Hemû tiþtan dispêrin vê zagona dij-terorê. Heya ev zagon neyê guhertin û neyê rakirin, pêwîst e Kurd destekê nedin vê pakêta li ser destûra bingehîn. Heta ji dayîna destekê jî wêdetir, divê muxalefeteke herî tund li hemberî vê pakêta li ser destûrabingehîn, ji alî Kurdan ve were kirin. Pêwîst e di vê mijarê de heya dawiyê reaksyonên xwe yên demokratîk bikarbînin, li her dere propagandeyeke dijber a vêya bikin û divê di rêjeya ji sedî heþtê de ji vê pakêta destûrabingehîn re bêjin, na. Em ne li dijî destûreke bingehîn a demokratîk in. Min ji xwe beriya niha gotibû, sê prensîbên bingehîn. Min li ser van sê prensîbên bingehîn prensîbeke çaremîn zêde kiribû. Evna welatê demokratîk, netewa demokratîk, komara demokratîk û ya çaremîn jî destûra bingehîn a demokratîk e. Pêwîst e di çarçoveya destûra bingehîn a demokratîk de, ku prensîba çaremîn e, nêzîkatiyek hebe. Pêdivê bi avakirina destûreke bingehîn a demokratîk a nû heye, ku tevahiya van prensîban bigre nava xwe. Em li ser vê bingehê, dikarin ancax bi du mercan, destekê bidin paketa li ser destûra bingehîn. A Yekemin daxistina benda hilbijartinê ye. Helwesta PADê ya di vê mijarê de erênî ye, lê kêm e, divê muxalefeteke hîn kûrtir bike. Ya duyemîn jî, rakirina zagona dij-terorê ye. Bi vê rast hatinê, di serî de ji ber hestîyariya ku nîþan dane, ez ji hemû zarokên li  girtîgehan re, hezkirinên xwe û slavên xwe radigihînim. Ez ji wan zarokên ku beriya niha û bi rasthatina 15ê Sibatê hatine girtin û ji girtîyên din re hezkirin û slavên xwe radigihînim. 

AKP di vê mijarê de pir bi qurnazî û binbinkî (sinsice) tevdigere. Di cewhera hemû xebatên wan ên ku weke gavên demokratîk didin nîþandan, armanc tasfiyekirina siyaseta demokratîk a Kurdan û vekirina rasteqîn a demokratîk e. Di vir de tiþta tê armanckirin tasfiyekirina siyaseta Kurd, vebûna rasteqîn a demokratîk e. AKP, ku xwe nîþan dide weke ku bixwaze pirsgirêkan çareser bike, di rastî de li pêþiya çareserkirina pirsgirêkan astengiya herî mezin e. Tu ew qas operasyonan dikî, zarokan û siyasetmedaran diþînî girtîgehan û piþt re jî dibêjî ‘vebûna demokratîk’. Ti kesî nehiþtin. Dibêjî pêþbaziya demokratîk, ma di van mercan de pêþbaziya demokratîk dikare were kirin, ma navê vêya dibe pêþbaziya demokratîk? A rastîn, AKP li pêþiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, astengiya herî mezin e. Divê ev rewþ pir baþ were xebitandin. AKP wer xuya dike weke ku bixwaze prisgirêkê çareser bike, lê nade çareserkirin. A rastîn, dewlet li gorî AKPê zêdetir nêzîkê çareseriyê ye. Ya rastîn, ne tam dewlet, lê wisa xuya ye ku organên bandorker û rayedarên dewletê nêzîkê çareseriyê ne û amade ne ji bo çareserîye; ezê nebêjim çareserî, lê behtir vekirî xuya dikin ji nîqaþ û dîyalogan re. Ya ku di roja îro de vêya asteng dike, AKP bi xwe ye. 11 sal beriya niha, dema min nû anîbûn vir MHP li pêþiya çareseriyê asteng bû. Îro jî AKP asteng e. Îro ti sazî li pêþiya AKPê nikare bisekine, nikare dengê xwe derxîne û nikare li dij wê derkeve; vaye rewþa Baþbug tê dîtin. Dema 11 sal beriya niha, min nû anîbûn vir çar saziyên dewletê hatin, bi min re hev dîtin çêkirin. Qala çareseriya pirsgirêkê dikirin. Min ji wana re gotibû ma hêza we têra çareseriya vê pirsgirêkê dike? Bi demê re derkete holê ku hêza wan têrê nake. Wê demê MHP çareseriya pirsgirêkê asteng kir. Îro jî AKP heman mîsyonê dilîze. Li gor min dewlet ji diyalogê re amade ye, lê AKP li pêþiya çareseriyê astengiya herî mezin e. Vêya jî pir bi qurnazî, binbinke dike. Xwe wisa dide xuyakirin weke ku çareser bike, lê di rastiyê de tasfiyekirinê pêþdixe.  

Li Tirkiyê heta vê rojê du cûre hegemonya pêþketiye. Hegemonyaya yekemîn a Tirkperestiya spî ye ku MHP û CHP nûneriya wê dikin. A duyemîn jî hegemonyaya Tirkperestîya kesk e ku AKP nûneriya wê dike. Di bingeha herdu hegemonyayan de jî faþîzm heye, herdu jî faþîzma sazîyane ye (kurumsal). Hegemonya ya Tirkperestîya spî ku MHP û CHP nûneriya wê dike, xwe dispêre heya sedsala 19., raboriyekî wê ya zêdetirê sedsalî heye. Berdewamkarên zihniyeta Îttîhat terakkî ne. Xwe dispêre netewperestîya Elman, îlham ji faþîzma netewî ya Elman girtine, jêdera xwe ev e. Bi vê hegemonya ya Tirkperestîya spî ku MHP û CHP nûneriya wê dike, Tirkiyê heya cihekî anîn, heya cihekî van polîtîkayan sepandin (uyguladýlar). Niha jî ya disepînin hegemonya ya Tirkperestiya kesk e, ku AKP nûneriya wê dike. Jêdera hegemonyaya Tirkperestiya kesk a nûneriya xwe di AKPê de dibîne jî, xwe dispêre Emerîka û Îngilistanê, Anglo-Sakson e. AKP îro jî desteka xwe ji van hêzan digre. Faþîzma van herdu hegemonyayan jî sazîyane ye. Xeta MHP û CHPê xeteke netewî-faþîst e, xwe dispêre înkar-tunekirinê û asîmîlasyonê. AKPe jî her çiqasî xwe di xeta lîberal de nîþan dide jî, zêdetir qurnaz û binbinke ye. Niha li rûyê AKPê maskeyeke lîberal heye. Rûyê wî þîrîn xûya dike lê di bin wê maskeyê de rûyeke pir binbinke û kirêt heye. Di vê ev were dîtin. Tê xwestin ku ew rûyê AKPê yê di bin maskeyê de baþ were dîtin, divê polîtîka jî di vî alî de bi kûranî were destgirtin. AKP maskeya lîberal bi rûyê xwe ve dike, xwe wisa nîþan dide weke ku pirsgirêkan çareser bike, lê di rastiyê de hewl dide tasfiyekirinê bihonanîne. Divê mirov nexape bi wî rûyê ku AKP nîþan dide û rûyê wê yê rast were dîtin. Binbinkî û bi qurnazî dilîze. Polîtîkayên ku AKP niha dimeþîne, ji ‘polîtîkayên Çîller ên di salên 90’an de daye meþandin xeternaktir e. Di dema Çîllerê de bi awayeke vekirî tunekirinê ferz dikirin, ji ber ev bi awayeke vekirî dikirin, xeteriyeke wisa bû ku ji aliyê herkesî ve dihate dîtin. Lê niha AKP vî karî hîn veþartîtir û bi kûranî dike. Di dîmen de wisa xuya dikin weke ku hewl bidin pirsgirekan çareser bikin bi gotinên projeya vebûna demokratîk û yekîtîya netewî, weke ku Erdogan û Beþîr Atalay dibêjin;le di sepanê de (uygulamada) berevajî tê jiyîn û berevajî tê kirin. Ev herdu hegemonya faþîzma sazîyane ye.  Vaye Cengîz Çandar jî qala þaþîtiyên li Lozanê dike. Dibêje eger li wê derê þaþîtî nehatiba kirin, wê pirsgirêk ewqas mezin nebûya. Li Lozanê ya hate bilindkirin, Tirkperestîyeke tek bû. Niha jî tiþta dixwazin bilind bikin Kurdperestîyeke tek e. Cihê herdûyan jî di feraseta me de nîne. Em di çarçoveya prensîbên welatê demokratîk, netewa demokratîk, komara demokratîk û destûreke bingehîn a demokratîk de jiyaneke demokratîk û yekîtiyeke demokratîk esas digrin. 

Elbet, van hefteyan, van du-sê hefteyên pêþîya me, hefteyên hestyar (kritik) in. Di encam de wê nêzîkatiya aliyan, pêvajoyê destnîþan bike. Ezê li vê derê berdewam bikim ku di derbarê çareserîya pirsgirêkê de tevkarîyên xwe pêþkêþ bikim. Lê di encam de biryara ku van aliyan bidin, girîng e. Min daxuyanîyeke Cemîl Bayik, ku çendekî berê dabû, xwend. Dîyar dike ku ew amade ne ji bo þerekî mezin û di wesfa ‘fînal’ de. Elbet nêzîkatîyên neyînî ji aliyan pêþ bikeve, wê pevçûn kûr bibin; ev tespîteke sosyolojîk e û weke pêdivîya sosyolojîya vî karî wisa ye. Eger aþitî pêþ nekeve, wê þer kûr bibe. Dibêjin ku amadekarîyên wan hene û tê dîyarkirin ku ji çar perçeyan tevlîbûn bo gerîlla zêde bûne. Dîyar e tevlîbûn zêde bûne. 

Dîsa dibêjim, eger nêzîkatiyên watedar pêþbikevin, ezê li vir rola xwe ya dîrokî bilîzim. Ez ji vir fermanan nadim PKKê, rewþeke min a dayînê jî nabe, ev rast jî nabe. Heta nîvê bûharê jî her tiþt wê zelal bibe. Ev hefte hefteyên krîtîk in, eger pêþketinên erênî di aliye çareseriyê de çênebin, wê þer kûr bibe. 

Dive Kurd li hemberî tevahîya van tiþtan zana (bilinçli) bin û siyasetên xwe yên demokratîk û komînên xwe yên demokratîk pêþbixînin. Divê êdî Kurd ti tiþtekî ji dewletê hevî nekin. Bêyî xwe spartina dewletê û ketina nava bendewariyeke ji dewletê, divê rêxistingeriyên xwe yên demokratîk pêþbixînin û sîstema xwe çêbikin. Pêwîst e jiyana xwe bi vî awayî tijî bikin. Eger Kurd bîrdariya xwe ya demokratîk û siyaseta xwe ya demokratîk pêþxistibana her wisa têgihiþtina siyaseta demokratîk bi gelemperiya civakê dabana hezmkirin, wê ewqas ciwan jiyana xwe wenda nekiribana. Vaye ew ciwanê li Semsûrê xwe þewitandiye. Ji Meletî ye. Bi vê rasthatinê, ez careke din ji malbata wî re sersaxiyê, hezkirin û slavên xwe radigihînim. Wek min da xuyakirin, eger bawerî bi zemîna siyaseta demokratîk pêþketiba li dewsa çalakiyên wisa yên xwe kuþtinê, wê van ciwanan xwe dabana jiyan kirin, di nava civakê de bi bîrdariyeke demokratîk, bi gîyaneke demokratîk wê bi hemû hêza xwe kar kiribana. Nexwe , niha wê ewqas ciwan bi hemu hêza xwe di zemînê demokratîk de bi bijiyekî (iþtah) mezin xebatên xwe dabana meþandin. Ji ber vê yekê ez girîngîyeke mezin didim akademiyên siyaseta demokratîk. Eger van akademî hebana, wê ciwanên ku wê ji van deran bigîhîþtana, jiyan dabana civakê. Dibe ku nayê fêm kirin; dema ku mirov bibe xwedî zanabûna demokratîk, her wisa di nava komunên demokratîk de bijî û demokrasîyê hezm bike, wê yekî di her alîyê jîyanê de nirx dide mirov û mirov zêdetir bi jîyanê ve girê dide. Li Semsûrê zarokeke keç bi rengekî zindî binax kirine. Li gelek cîyan jî xwe kuþtinên jinan çêbûn û çêdibin. Siyaseta demokratîk û hûnandina zanebûna demokratîk di civakê de, çareya vîya ye.

Li Batmanê beriya niha gelek xwe kuþtinên (intihar) jinan çêdibûn, di vê pêvajoya dawiyê de vana kêm bûn. Sedema vêya pêþketina siyaseta demokratîk li Batmanê ye û bilindbûna nîqaþên demokratîk e. Her ku çanda demokratîk li nava civakê belave bibe, vê yekê mirov zêdetir bi jiyanê ve girê dide. Di felsefeya min a siyasetê de, encama herî rast ku min bi ezmûnên ewqas salan derxistiye holê ew e ku mirov bi awayê komînên demokratîk xwe birêxistin bike û van komûnan li her beþên civakê belav bike. Min van mijaran di beþa parêznameya xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi berfirehî anîye ziman, dikare ji vana sûd were girtin. Min modela çareseriyê jî di parêznameya xwe de jî bi þêweke berfireh vekir. Rizgarî ji Modernîteya capitalist û gihiþtina þaristaniya demokratîk wê çawa çêbibe? Ez li ser vana rawestîyam. Cewhera felsefeya min a siyasetê, komîngerîya (komüncülük) demokratîk e. Ez vêya diþibînim yek cûre eþîret (êl), qebîle û terîqetên dema berê, lê zihniyeta komînên demokratîk ji vana cewaz e. Komînên demokratîk, wek cûreyek eþîreta (êleke) modern, qebîleya modern, terîqeta modern û malbata modern e. Awayê pêþketî ya modern a van hemûyan e. Mînak divê parêzerên min jî dinava komînekî de bijîn. Divê xweperest nebin, divê destekê bidin hevdû. Pêwîste xwe ji feraseta lîberal û xweperest a kapîtalîzmê rizgar bikin. Divê nekevin berbaya vê ferasetê. Ji bo di xebatên xwe de serkeftîbin, divê xwe bi awayê komînên demokratîk birêxistin bikin û bixebitin. 

Divê civak ji feraseta xweperestî û liberal a kapîtalîzmê were rizgar kirin. Eger hun di her qadeke civakê de di þêwaza komunên demokratîk bixebitin û heþmedîya demokratîk raser bikin, hunê hingê pêþî li xeteriyên li benda me ne jî bigrin û êriþên sîstemê yên li dijî xwe jî pûç bikin. Dive herkes cihê xwe bizane û li gorî ew cîhê kû têde ye þêwe bide ûsluba xwe, þêwaza xwe û heþmedîya xwe, li gorî qada ku têde bixebite. Weke min beriya niha jî dabû xuyakirin KCK cihê ye, KCD (DTK) cihê ye û PAD (BDP) cihê ye; erka her yek ji wana, fonksyon û cîhê wana cihê ye. KCD demokrasiya Kurdan û aþitiya wan pêþdixîne, her wisa vêya ji xwe re dike armanc. Dibe ku xebatkar, dost û mutefîkên  KCDê li Tirkiyê li Rojava jî hebin, lê bi giranî demokrasiya Kurdan û aþitiya wan ji xwe re dike armanc, ango armanca wê ya bingehîn ev e. Navenda KCDê Amed e. KCD, saziya civaka sivîl a Kurdan e, zagonî ye, legal e. Ango divê mîna rêxistina kêlekê nebe, divê neynin rewþa rêxistineke kêlekê (yan). KCD rêxistineke ji binke berbi ban ve ye. Divê bi rêxistinkirina binkeyê ve hemû qadan dadigre, rêxistinkirina hemû qadan bide çêkirin, berbi jor ve sînerjiyekî biafrîne. KCD tenê valatiyên cihên ku Kurd têde dijîn dadigre. em ji qada hunerî, çandî bigrin, civakî, aborî, spor, moda di her qadekî de têkiliyên Kurdan rêkupêk dike û pirsgirêkên wan çareser dike. Ji bo nimûne balkêþ e, dihizirim, ji bo Kurdan hewldaneke bankeriyê jî dibe, dikarin xebatên xwe yên bankeriyê jî pêþbixînin. KCD hemû valatiyên di van qadan de dadigre. PAD jî partiya Tirkiyê ye. Valatiya siyasî ya li Tirkiyê û Kurdistanê dadigre. Xebatên xwe di vî alî dide meþandin. Ne tenê li Kurdistanê, lê li her deverên Tirkiyê xwe li metrepolan jî birêxistin dike. Navenda wê Enqere ye. Ya KCDê Amed e. KCD di zemînê demokratîk û rewa de, di zemînê siyaseta demokratîk de xebatên xwe dimeþînin, wê zagonan bizanin, guncav li gel  zagonan tevbigerin. 

KCK jî bi temamî cihê ye, pêkhateyeke derezagonî (îllegal) ye. Hêzên wê yên çekdarî hene. Di çar parçeyan de rêxistiniya xwe dimeþîne, xwe di çar parçeyan de birêxistin dike. Ez vana tenê ji bo Tirkiyê didim xuyakirin. Wê KCK bixwe diyar bike ka wê  li Îranê, li Ýraqê û li Sûrî çawa xwe birêxistin bike û ka wê bi pêkhateyên din re têkiliyên wê çawabin. Ez serwerê mercên wir nînim, ji vir ez nizanim ka mercên wir çawa nin, ew bi xwe serwerê mercên xwe ne, ji lewra li gorî ew mercên ku têdene wê bixwe biryar bidin ka wê rêxistingeriya xwe çawa pêþbixînin. pir zêde rast nabe ku mirov xwe ji vir tevlî modelên rêxistinên parçeyên din bike. Di vê mijarê de, wê ew bi xwe biryarên vana bidin. 

Ez 8’ê Adara tevahiya jinan pîroz dikim, slav û hezkirinên xwe radigihînim. Bi vê rasthatinê re, dikarim bi 8’ê Adarê ve girêdayî, vana bidim xuyakirin: di pêvajoya pênc hezar salî ya heta Sûmeran de serdemeke dayîksalarî (ana-erkil) hate jiyîn. Di Sûmeran de ev serdema dayîksalariyê cihê xwe ji serdema bavikiyê (baba-erkil) yan jî baviksalariyê re hiþt. Di vê demê de, di Sûmeran de îlana baviksalariyê hate kirin. Ji Sûmeran ve di pênc hezar saliya bûhurî de serdema baviksalariyê ye. Heta roja me pênc hezar sal dayîksalarî û pênc hezar sal jî serdema baviksalarî hate jiyîn. Di feraseta me de ne tam dayîksalarî ne jî tam baviksalarî heye. Feraseta me bihevrebûneke herdûyan tîne cem hev, xwe dispêre felsefeyê û bingeheke xwe ya felsefî heye. Belê, divê jin û mêr li gel hev bijîn û dikarin bijîn. Lê bila ev þaþ neyê têgihiþtin; tiþta ez li vir qala wê dikim, ne azadiya zayendî ye, ez vêya jî teswîp nakim. Ew bihevrebûna jin û mêr a ez qala wê dikim, divê bi felsefeyê were stirandin û bihevrebûneke bi bingeha xwe ya felsefî hebe. Bihevrebûna jin û mêr, ancax wisa dikare were watedarkirin. Rewþeke berevajî wê me bibe ev zayendiya jinê ya di kapîtalîzma hov de tê dîtin. Vê encama zayendiya jinê ya kapîtalîzma hov, ev felaket e, zinix (iðrenç) e. Pêwîst e têkiliyeke spartî bi zayendiyeke çors (kaba), hundirê xwe vala û ku felsefeya xwe nine, nebe. Qesta min a ji azadiya jinê jina zana û bivîn e. Ramanên min ên di derbarê jinê de pir cûda ne û pir nû ne. Min vê mijarê di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi awayekî berfireh girt dest; dikarin ji wir jî sûd wergirin. Heya tekoþîna azadiya jinê neyê biserxistin, wê tekoþîna sosyalîzmê, tekoþîna demokrasî û azadiyê nikaribe bigihîje serkeftinê.

Dîsa girêdayî bi mijara jinê, ez dixwazim qala Berlusconî bikim. Li Îtalyayê Berlusconî bi aliyê xwe yê nêzîkê jinan dibe, pir derkete rêza pêþ û pir tê nîqaþ kirin. Tespîteke Berlusconî hebû, ez dixwazim balê bikþînim ser vir. Berlusconî dibêje “ji ber ez hemû jiyana ku di xeyalê Îtaliyan de dixwazin bijîn dijîm, ji lewra ez weke hedef tême nîþandan”. Berlusconî ji bo xwe tespîteke rast kiriye. Berlusconî di rewþa nûnerê kapîtalîzmê de ye.  Ji lewra ez ji vir bang li sosyalîstên Îtalî dikim. Banga min ji Sosyalîstên Îtalî re ye. Hun neçar in ku bihevrebûneke jin-mêr a spartî bi hîmekî felsefîk ku tiþtên Berlusconî jiyan dike û tiþtên di xeyalên gelê Îtalî de hene bibûhurîne, bi afirînin.  Ev peywireke sosyalîstên Îtalya ye; ango divê feraseta jin-mêreke alternatîf a Berlusconî dijî û feraseta jin-mêr a yên Îtalî di xeyalên xwe de didin jiyandin, biafirînin. Li dijî ev feraseta kapîtalîzma hov ya zinix, a jina çors, divê feraseteke watedar a jin û mêr, ku bingeheke xwe ya felsefî hebe, were pêþxistin. Eger ev feraset ango feradseteke rast a jin û mêr, ku têde cins neyê pêþxistin, tekoþîna sosyalîzmê, tekoþîna demokrasî û azadiyê nikare bigihîje serkeftinê; wê bêwate bibe û wê tekoþîna sosyalîst nîvçe bimîne. Bi vê rasthatinê ez slav, hezkirin û rêzên xwe ji tevahiya gele Îtalyayê re diþînim. 

Tiþtên vê dawiyê tên jiyîn, wek min qala wê kir, ev þerê hegemonya yê Tirkperestîya spî û yê hegemonyaya Tirkperestîya Kesk e. Hegemonyaya Tirkperestîya spî, jêdera xwe ji Îttîhat Terakkî û ji faþîzma Elman digre. Vana yên berdewamiya statûkoya dixwazin. Beþên statûkoparêz ên niha ev in. Ev jî wek min daye xuyakirin jêdera xwe ji DYE û Îngîlîstanê digre, Anglo-Sakson e. Ya dixwazin biafirînin, Gladioya Tirkperestîya Kesk e. Dixwazin Gladioya Tirkperestên Spî yên berê, niha di nava Gladioya Tirkperestên Kesk de bihelînin. 

Ez silavên xwe yên taybet ji Dersîm, Sêrt, Kurtalan û Êlih re jî radigihînim. 
Nameyên ji girtîgehan ji min re hatine, hene; ez pir pir silavên xwe ji tevahiya hevalên li girtîgehan re radigihînim. Nameyên ji girtîgehên Trabzonê, Rîze- Kalkandere, Sêrtê, Batmanê, Semsurê, Îzmîtê, Midyadê û Erzurumê min girt. Ez ji hemûyan re silavên xwe radigihînim. Peþniyara min a ji wan re ew e ku bila felsefeya xwe û xebatên xwe yên felsefîk çêbikin. 
Rojbaþ 
Ji herkesî re silav