Yê ku diyalektîka pêşketina tevgera Azadiyê bizane dizane; bi qasî ku vî gelî xwe ji xweliyên xwe...

Xeyrî AMED

Bi wesîleya hefteya lehengiyê ku cihekî xwe yê girîng di dîroka me ya têkoşîna şoreşgerî de heye, di kesayetê hevalê Mazlum DOGAN û Mahsûm KORKMAZ(Egîd) de şehîdên vê pêvajoyê û hemû şehîdên azadiyê cardin bi rêz û bi minet bir bîr tînin.

Destpêka hefteya Lehengiyê, xwe dispêre ‘hefteya sor’ ku ji aliyê partiyê de di sala 1980’yî de hatiye îlan kirin. Li hember tepisandin, girtin, qirkirin û her cûre pêkanînên hov ku dewleta Tirk di sala 1980’yî de li ser tevgera azadiyê bi rê ve di bir xwe parastin û bi armanca mafê xwe yê misîleme bikar anînê, di 14’ê Nîsana 1980’yî de ‘hefteya sor’ ku hefteyek bi dome hat îlan kirin.

Tevgera azadiyê ku di navbera salên 1976-1980’yî de bi navê Şoreşgerên Kurdistanê an jî APOCÎ xebatên rêxistinî, siyasî û leşkerî bi rê ve di bir, di demek pir kurt de li Bakûrê Kurdistanê xwe gihand girseyek pir mezin. Li kêleka vê dewletê jî hêzên xwe yê sivîl-fermî û hevkar bi ser tevgerê de kişand. Dema ku nikarî pêşiya tevgera azadiyê bigre, hingî jî girtinên girseyî, tepisandin û qirkirin wek pêşîgirtin pêşxistin.

Herî dawiyê piştî ku komek heval li Şikestûna Mêrdînê hat dorpêçkirin, dewleta Tirkiyê bi berxwedaneke bê hempa re rubiru ma, dido subay, bi giştî sise wendahî dan. Piştî vê berxwedana ku sise APOCÎ jî şehit ketin, hêzên dewletê hin welatparêzên derûdorê qetil kirin. Hinek ji wan di îşkenceyan de hatin qetil kirin.

Bi vê jî xelas nebû. Li gelek bajar, navçe û gundê Kurdistanê ku tevgera Azadiyê têde hêzek xwe ya rêxistinî hebû binçav kirin û girtin, dem dem jî bi destê hêzên hevkar li hember APOCIYAN cinayet hatin pêşxistin.

Yê ku diyalektîka pêşketina tevgera Azadiyê bizane dizane; bi qasî ku vî gelî xwe ji xweliyên xwe afirandibe rastiyekbe, di milê din de jî çanda berxwedana xwe ji mîrateya berxwedana gelê xwe û gelên bindest girtiye. Bêgoman ne ev tenê ye; ji wan xeta û kêmasiyên ku hatibûn jiyan kirin û dihatin jiyan kirin xwe paqij dikir û ji nû de xwe vedûgeherand.

Îro hê baştir em van fêhm dikin û dema tiştên îro têne jiyan kirin berçav digirin wan rastiyên ku dîroka pêşketina paşerojê derdixin zanabûnê. Em dibînin ku çiqas jiyanî ye. Ji ber vê jî fêhm kirinek rast û bi temamî ya tevgera Azadiyê pir girîng e.

Li ser vî bingehî destpêkê Hefteya Sor û di salên piştre jî ‘Hefteya Lehengiyê’ fêhm kirin û bibîr anîn wê bi wate be.

Bi hefteya sor û di salên piştre de Hefteya Lehengiyê re tevgera azadiyê bi destkeftiyên heyî xwe sînordar nekir. Rih û zanabûna têkoşîna şehîdên xwe ji xwe re kir al û pêngavên rast pêşxist. Ev di heman demê de diyalektîka xeta APOCÎ jî diyar dike.

Li hember her cûre pratîk û polîtîkayên tepisandin, êrîş, îmha û bê bandorkirinê tevgera azadiyê parastina rewa ya vî gelî kir. Tevgera Azadiyê bi qasî ku girêdayî nirxane, pîvanan bilind dike. Bi qasî ku di parêze pêş dixe. Tevgera Azadiyê yekparetiya di navbera rih û zanabûn, wêrektî û lehengtî, bîrdozî û pratîkê de ye. Hefteya Lehengiyê di wateyeke din de, li hember hemû êrîşên dijmin dema pêwîst kir topyekûn berxwedan e. Vê tevgerê ev gelek caran nîşan da û serxist.

Dema ku di zîndana Amedê de rêheval Mazlum meşaleya berxwedanê pêxist, ew polîtîqaya metîngeran ku di xwestin tevgera azadiyê di nav dîwaran de bi fetişinin îflas kir.

Rêheval Egît, bi rolekî pêşeng gerîlatî pêşxist. Bi pêşengiya hevalê Egît gelê ji gelê Kurdistanê re rêya têkoşîna azadiyê vekir.

Di her demê de çalekvanên azadiyê derketine. Wê hê jî pêş bikevin. Lê ji ku, çawa û ji kî/kê were bila were, ew hesabên ku dixwazin tevgera azadiyê tine bikin wê bi sekna lehengtiyê bê vala derxistin. Wê hemû rê û rêbazên qirêj yê metîngeran di qirika wan de bimîne. Bi pêşengî û zanabûna bîrdozî ya Tevgera Azadiyê wê çalekiyên siyasî, pratîkî, civakî, leşkerî pêş bikevin. Hefteya Lehengiyê sembol û lûtkeya vê ye.