Jiyan êdî bi tecrîdê nabe

19 Tem 2019
69 times

Berxwedana 14'ê Tîrmehê hem ji bo dîroka PKK'ê hem jî ji bo dîroka Kurdistanê serdemeke gelekî girîng e. Berxwedana 14'ê Tîrmehê berxwedanek e ku dîroka Kurdistanê, PKK'ê û rêgeha Têkoşîna Azadiyê ya Kurd diyar kiriye. Vê berxwedanê ji gelek aliyan ve rê nîşanî tevgera azadiyê daye, bi pêş ve biriye û gihandiye vê serdemê. Ji ber vê yekê divê berxwedana 14'ê Tîrmehê weke berxwedaneke ji rêzê neyê dîtin. Divê di çarçoveya wan bûyeran de bê nirxandin ku dîrok bi rê ve birine û paşeroj diyar kirine. Tevî ku berxwedaneke di nava şert û mercên zindanê de hatiye kirin, bandor li bûyerên siyasî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn kiriye, encamên girîng afirandiye. Sedema vê yekê jî polîtîkayên li zindanan ên li dijî girtiyan dihate kirin. Ne tenê xwestin ku girtiyên li zindanan teslîm werbigirin di heman demê de xwestin ku zindanan bikin qadeke dîsîplînê, sîstemekê lê ava bikin. Li zindanê sîstemeke zilmê hate avakirin ku bi polîtîkayên li dijî girtiyên PKK'î xwestin Tevgera Azadiyê ya Kurd, hêviyên azadiyê yên gelê Kurd bên têkbirin û serhildana li dijî mêtingeriya qirker bê astengkirin. Gelek armacnên xwe yên nexêr hebûn. Di şexse girtiyên PKK'ê de wê hêviya gel di betonên zindanê de bihata veşartin. Bi polîtîkayên li dijî girtiyan û teslîmiyeta dihate ferzkirin wê bikira ku PKK a ji bo dîroka Kurdistanê diyarker e, qet derneketibûya holê. Di şexsê zindanan de wê PKK, hêviya azadiyê ya gelê Kurd ji holê bihata rakirin, di vê çarçoveyê de wê lawazî li Kurdistanê bihata afirandin û Kurd bihatina qirkirin. Bi vê armancê li zindana Amedê polîtîkayeke taybet hate meşandin. Yên ku hatin wezîfedarkirin û yên ku hatin pêkanîn taybet bûn. Ji wezîfedarên li zindana Amedê gotin, 'hûn dikarin bi her rengî zilmê li girtiyan bikin, bi vê zilmê hûn ê girtiyan teslîm bigirin, hûn ê bikin ku ji ber tevlîbûna li nava PKK'ê poşman bûne, bikin ku dev ji nêrînên xwe berdin. Hûn ê di nava gelê de têgihiştina 'kes nikare li dijî qirkerî mêtingeriyê serî hilde, kes nikare li dij derkeve' biafirînin. Ji ber vê yekê pêkanînên li zindana Amedê li derveyî mirovahiyê bûn, he rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê hatin ceribandin."

'DI SER HÎLWAN-SÊWEREGÊ BIRYARA DARBEYA 12'Ê ÎLONÊ HATE WERGIRTIN'

"Armanca darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê fetisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, tasfiyekirina tevgera demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê bû. Bi belgeyên piştre derketin holê eşkere bû ku armanca bingehîn a rê li ber darbeyê vekir jî têkoşîna azadiyê ye. Kenan Evren bi rengekî vekirî got, 'Dema ku ji Mêrdînê diçû Enqereyê di ser Hîlwan-Sêweregê dema di helîkopterê de bûn biryara darbeyê wergirtine'. Polîtîkayeke bingehîn a dewleta Tirk heye, destûra wê ya bingehîn heye. Ew jî; qirkirina Kurdan, belavkirina netewetiya Tirk li her devera Kurdistanê ye. Eger ev armanc bikeve nava rewşeke metirsîdar hingî her rê û rêbaz ji bo vê dikarin bên ceribandin."

"Divê ev ji aliyê gelê Kurd ve bê zanîn. Dema ku ev hate zanîn wê hingî girîngî û qîmeta dîrokî ya Berxwedana 14'ê Tîrmehê bê fêhmkirin. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê baş dîtin ku faşîzma 12'ê Îlonê di şexsê wan de çi armanc daniye pêşiya xwe. Dîtin ku di şexsê wan de xwestine bi hêvî, çarenûs û paşeroja gel bilîzin. Di rewşeke wiha de bêguman wê kadroyên pêşeng ên PKK'ê di çarçoveya biryara ku dane gel de tevbigerin, berpirsyariyên xwe pêk bînin. Wê armanca mêtingeriya qirker a dijmin têk bibin. Wê bi çalakî, sekn û helwesta xwe rê nîşanî dîrokê bidin. Lewma kadroyên pêşeng hem armancên nexêr ên mêtingeriya qirker baş fêhm kirin, hem jî zanîbûn ku çalakiya wan wê encameke çawa ya dîrokî biafirîne û bi vê têgihiştinê çalakiya xwe pêk anîn. Ji ber vê yekê jî bi coşeke mezin dest bi çalakiya xwe kirin. Her kêliya jiyana xwe bi coşeke mezin jiyan e. Kêliya ku gihîştin şehadetê jî coş, kelecan û moralê wan bilind bû.

Bi çalakiya xwe gotin, 'Em ê rêbaz, ciwan û kadroyên şoreşa Kurdistanê biafirînin, em ê we li betonên zindana Amedê veşêrin'. Bi çalakiya xwe sekneke wiha nîşan dan."

'KARASÛ, TU VAN BERXWEDÊRAN VEBÊJE...'

Karasû anî ziman, ji ber van taybetmendiyên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê sala 1994'an dema ku berê xwe da çiyayên Kurdistanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê re gotiye, "Karasû ez tiştekî zêde ji te naxwazim. Tu tenê van berxwedêran vebêje, kesayet, rêbaz, milîtanî û uslûba wan bike rêbaz, uslûb, milîtaniya tevgera me, vê bide fêhmkirin ji vî karî mezintir karek nîne."

Karasû got, "Taybetmendiya hevpar a herî girîng a van berxwedêran ew e girîngiya destpêkirina tevgera PKK'ê ji kûrahî ve fêhm kirin. Ew heval bûn ku fêhm kiribûn jiyana azad û demokratîk a gelê Kurdistanê bi xeta Rêber Apo û milîtaniya PKK'ê, bi kesayetiya şoreşger a PKK'ê dibe. Ji xwe ji ber ku xwedî vê têgihiştinê bûn ew kadroyên pêşeng bûn. Qîmet û wateya PKK'ê baş zanîbûn. PKK ji bo gelê Kurd şensê dawî bû. Gelê Kurd, ya wê di xeta PKK'ê de rabûya ser piyan, li ber xwe bida û hebûna xwe misoger bikira, bibûya xwedî jiyana azad demokratîk, ya jî wê li dijî qirkerî mêtingeriyê li ber xwe nerabûya û gelê Kurd bihatina qirkirin û ji nava dîrokê bihata jêbirin. Ji ber ku xwedî hişmendiyeke bi vî rengî ya kûr bû milîtanî û sekna wan mezin bû.

'HESTA BERPIRSYARIYÊ Û CIDIYET'

Du taybetmendiyên bingehîn ên van hevalan hebûn ku Rêber Apo destnîşan dikir: ya yekemîn; hesta berpirsyarê, ya duyemîn jî cidiyet! Rêber Apo her tim dema ku cudahiya xwe nîşan dide gotiye, ew xwedî kesayetekî bilind e ku hesta berpirsyariyê pê re heye û cidî ye. Destnîşan kir ku şoreşgerek dema bi berpirsyarî û cidiyetê tevbigere wê bi her awayî bi ser bikeve.

Dibêjin, 'gotin namûs e'. Ji bo van hevalên me yên kadro yên pêşeng soz namûsa civakî ye, hebûna civakî ye. Ji ber vê yekê eger sozek hatibe dayin wê bê pêkanîn. Rêber Apo her tim gotiye, 'Ez ti gotinê belasebep nabêjim, belasebep neaxivim. Ne kesî dixapînim, ne jî kes dikare min bixapîne'. Lewma eger sozek hatibe dayin divê gel neyê xapandin. Şoreşgerek wê xwe jî nexapîne... Bi rastî jî ev heval hevalên bi vî rengî bûn. Şoreşgerên bi vî rengî bi hêsanî dernakevin holê. Ya ku şoreşgerên bi vî rengî derdixîne holê mezinahiya daxwaza wan a azadiyê, hestên berpirsyariyê û armancên wan e.

Gelo tiştekî hêsan e ku mirov bi qasî di oxira wê de jiyana xwe ji dest bidin ji jiyanê hez bikin? Armanc ew e ku jiyaneke mirov di oxira wê de karibin jiyana xwe ji dest bidin bê afirandin. Divê jiyaneke welê be ku mirov karibin di oxira wê de jiyana xwe ji dest bidin... Yên ku armanca xwe mezin be hewldan û çalakiya xwe jî wê mezin be."

'ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIVÊ ÇALAKIYÊN CIVAKÎ YÊN HÎN BI BANDOR PÊK BÎNIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê yên nêzî du sed rojî li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê got, "Bi bidawîkirina çalakiya greva birçîbûnê aliyên nû yên têkoşîn û berxwedanê derketin holê. Eger van hevalan jiyana xwe danîn holê û ketin Rojiya Mirinê û Greva birçîbûnê, wê demê divê bi rengekî çalak tevlî her şêwe karên rêxistinbûnê bibin. Divê tevlî pêşengiya têkoşînê bibin. Divê xwe di îdeolojî û felsefeya Rêbertî de xwe kûr bikin, bibin kadro, xebatkarên şareza yên têkoşînê. Eger karîbûne jiyana xwe deynin holê wê demê girîng e ku vê jiyanê bi wate bikin. Berxwedêr wê êdî her kêliya jiyana xwe hîn bi wate, hêja û pêşketî bikin. Divê jiyana xwe bi rengekî welê bi rêxistin bikin ku hîn bêhtir tevkariyê li têkoşînê bike, bi vî rengî bi dîsîplîn, bi plan û bi bandor bi rêxistin bikin. Bêguman ev yek bi nêzîkatiyên şexsî nabe, di nava sîstemeke rêxistinî de bi berpirsyarî û wezîfeyên rêxistinî dibe."

Karasû destnîşan kir ku berxwedêr divê hem xwe hem jî civakê bixin nava liv û tevgerê û got, "Meşandina têkoşîna azadiyê li Kurdistanê ne karekî hêsan e. Her kes wê berdêl bide. Xwevegirtina ji berdêlan tê wateya qebûlkirina koledariyê. Eger em koledariyê qebûl nakin, eger em dest ji Kurdîtiyê bernadin, eger em ê Kurdan azad bikin wê demê divê her kes berdêlan bide. Xwevegirtina ji berdêlan tê wateya serîtewandina li ber koldariyê. Li Kurdistanê qanûna jiyana azad bi vî rengî ye."

DERSÊN PÊVAJOYA PÊNGAVÊ

Karasû got, "Ji bo gelê me û tevgera me, pêngava 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' pêngaveke rexnedayinê ye. Bi rengekî eşkere hate destnîşankirin ku jiyan êdî bi tecrîdê nabe, tecrîdkirina Rêber Apo nayê qebûlkirin. Êdî ne hevrêyên me yên li çiyê, ne hevrêyên me yên li zindanan, ne jî gelê me dikare bi tecrîdê bijî. Tecrîd tê wateya qirkirinê, tê wateya qebûlkirina sîstema qirkirinê. Qebûlkirina tecrîdê ne li hevrêyên Rêber Apo tê ne jî li gel tê. Eger em hevrêyên Rêber Apo ne, wê demê nabe ku em bi tecrîdê bijîn. Ji ber vê yekê nemeşandina têkoşîneke mezin li dijî tecrîdê ya demên derbasbûyî ji bo me mijareke rexneyê ye. Em ê ji aliyekî ve bi xwedîderketina li Rêberê xwe ji bo bidawîbûna tecrîdê têbikoşin, li aliyê din jî bi geşkirina têkoşîna civakî ya li dijî tecrîdê em ê têkoşîna gelê xwe û gerîla xurt bikin, têkoşîna ji bo bidawîbûna tecrîdê bi ser bixînin. Dersa destpêkê ji bo me wiha ye.

Ya duyemîn; berê dema ku kampanya an jî têkoşîn û pêngav dihate destpêkirin, têgihiştineke şaş hebû ku digot, 'eger em dest bi têkoşîneke din, pêngaveke din bikin em ê nikaribin bi ser bixînin'. Têkoşîn ji gelek aliyan ve dikare bê birêvebirin, her aliyekî têkoşînê dikare hev xurt bike. Kampanya hilbijartinê, têkoşîna hilbijartinê ya hêzên demokrasiyê û têkoşîna bidawîbûna tecrîdê ya hevrêyên me yên li zindanan û derve hev xurt kirine, kiriye ku her du têkoşîn encamê werbigire. Lewma divê têkoşîn bi rêbazeke ku hev xwedî dikin bê nirxandin. Bi yek rengî, bi yek rêbazê nabe. Şerê gerîla jî, têkoşîna civakî jî, berxwedana li zindanan jî bi yek rengî nabe. Her qad dikare têkoşîna xwe bi rê û rêbazekê bike. Dikare gelek pêngavan bi hev re bimeşîne.

'BERXWEDAN RÊ LI BER SERKETINÊ VEDIKE'

Li aliyê din ev yek jî hate dîtin; berxwedan rê li ber serketinê vedike, civakê dixe nava liv û tevgerê. Bidawîkirina bêtêkoşîniyê tenê bi bang û gotinan nabe. Bi çalakî û têkoşînê pêşketin dibe. Her berxwedan û têkoşîn encaman diafirîne... Li şûna ku bê gotin, 'li vê qadê çima têkoşîn nabe, çima bandorê nake' divê her kes li qada lê ye têkoşînê geş bike û bandorê li qadên din bike. Bêyî ku gilî bê kirin, bêyî ku li benda kesekî din bimîne, divê her kes têkoşînê xurt bike, tevlî bibe û li her qadê xurt bike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd yekpare ye. Têkoşîna li her qadê têkoşîna li qada din bi pêş ve dibe. Ya jî eger em dixwazin têkoşîna li deverekê xurt bikin, beriya her tiştî divê em li qada lê ne têkoşînê xurt bikin."

Karasû destnîşan kir ku êrîşên ji Efrînê heta Xakurkê parçeyên rewşeke yekbûyî ye û got, "Li gorî berê karakterê êrîşan hatiye guhertin. Divê her kes vê fêhm bike. Ya yekemîn; dewleta Tirk di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Dinyayê de dîtiye ku hevsengiyên siyasî yên sedsala 20'an têk çûne û dixwaze Başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê kontrol bike ku di destpêka sedsala 20'an de nekarî vê bike. Armanceke êrîşan wiha ye. Bêguman ev armanc armanca qirkirina Kurdan e." Karasû diyar kir, "Berê di çarçoveya Mîsakî Mîllî de devera ku gelên Kurd û Tirk lê ne dihate destnîşankirin, lê niha qadeke mêtingeriya qirker a Tirk tê destnîşankirin ku dixwaze Kurdan bi temamî qir bike."

'ARMANC EW E KU PKK'Ê TASFIYE BIKIN Û 'QADÊN OSMANÎ' DAGIR BIKE Û BI XWE VE GIRÊ BIDE'

Karasû anî ziman, di şerê heyî de armanc ne ew e ku girekî di kontrola gerîla de ye werbigirin û gerîla asteng bikin; armanc ew e ku gav bi gav dagir bikin û rêveberiyeke di kontrola xwe de ava bike, dema ku firsend dîtin jî bi xwe ve girê bidin.

Karasû bal kişand ser armanca qirkirin û dagirkeriyê û got, "Li dijî me komployeke navneteweyî tê kirin. Çawa ku di sala 1998'an de dewleta Tirk û hêzên navneteweyî êrîşî Rêberê me û tevgera me kirin, niha jî dewleta Tirk bi hin hêzên ber bi xwe ve kişandiye dixwaze tevgera me tasfiye bike. Eger em nezanibin ku armanceke din a van êrîşan wiha ye, hingî em ê nikaribin bi rengekî rast têbikoşin. Bêguman hêzên navneteweyî ne weke dema komploya navneteweyî hevgirtî ne, ew parçebûyî ne. Di navbera komplogeran de nakokî hene. Derfetên têkoşînê yên li dijî van komplogeran û êrîşan zêde bûne. Ji ber vê yekê li dijî rêveberiya tevgera me êrîşên taybet tên kirin. Lewma rêveberiya tevgera me ya azadiyê kirine hedef. Şehadeta hevala Sara, şehadeta hevrê Zekî, êrîşa li dijî hevrê Helmet bi vê armancê ye. Berpirsyarê MÎT'ê yên sala 2017'an hatin girtin li xwe mikur hatin ku 'yekîneya lîderiyê' hatiye avakirin û armanca wê jî amadekirina planên li dijî rêveberên PKK'ê ye."

Karasû diyar kir, tê xwestin ku PDK-YNK jî tevlî êrîşên li Xakurkê û deverên din ên dagirkeriyê bên kirin û got, "Bêdengiya hin hêzan li nava PDK'ê, tevlîbûna hin derdoran li nava YNK'ê li nava van êrîşan, vê komployê nîşan dide. Ji ber vê yekê gelê Kurd û dost divê van êrîşan ji rêzê nebînin. Tê xwestin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bê tasfiyekirin û herêmên ku di dema Osmanî de lê serdest bûn careke din kontrol bikin. Astengiya li pêşiya vê armancê jî PKK ye, Tevgera Azadiyê ye." Karasû destnîşan kir ku berxwedana PKK'ê dagirkerî û hewldanên ji bo tevlîkirina li nava xaka xwe asteng kiriye, lewma dixwazin astengiya PKK'ê ji holê rakin û bi vî rengî bigihêjin armanca xwe. Karasû diyar kir ku divê êrîş bi vî rengî bên fêhmkirin û di vê çarçoveyê de têkoşîn li dijî êrîşan bê kirin.

'DIVÊ CIWAN LI BENDA KESÎ NEMÎNE'

Karasû bi bîr xist ku berxwedêrên 14'ê Tîrmehê dema çalakiya xwe kirin di nava wan de yê herî mezin 30 salî bû û bangeke taybet li ciwanan kir: "Nabe ku ciwanên Kurd ji rêzê nêzî xwe bibin. Berpirsyariyeke wan a dîrokî heye. Di rewşeke wiha de ku zilmeke giran li gelê me tê kirin nabe ku ciwan bikevin nava lêgerîna armanc û jiyaneke din. Ciwan wê ruhê azadiyê çawa biafirînin? Civak azad nebe, welat azad nebe wê ciwan çawa hebin? Li deveran ku jiyan lê ne azad de ciwan nîne. Ciwan bi rengê herî baş xwe dikare di nava civaka azad de biafirîne.  Ji ber vê yekê divê ciwan bibe pêşengê jiyana azad, divê bibe fedaiyê jiyana azad. Di salvegera 14'ê Tîrmehê de bang li ciwanan hemûyan dikim ku tevlî têkoşîna azadiyê, çiyayên azad, têkoşîna gerîla bibin. Di serdema heyî de her ciwan dikare xwe bigihîne devera ku dixwaze. Ji ber vê yekê jî divê ciwan nebêje, 'kî wê min tevlî gerîla bike, kî wê min tevlî têkoşînê bike'. Bi derfetên xwe dikare xwe bigihîne her devera ku dixwaze. Ne pêwîst e ku ciwan bêjin 'bila yek bê me bi rêxistin bike'. Li kolanan, li taxan dikarin xwe bi rêxistin bikin. Li djî mêtingerî qirkeriyê dikarin çalakiyê bikin. Niha her kes qebûl dike ku civaka Kurd, ciwanên Kurd polîtîk in. Ev hêza polîtîk têra me dike ku em çalakiyan bikin û tevlî bibin."

Rate this item
(0 votes)

Latest from Mustafa Karasu

More in this category: « Sekna Kurdê Azad