Mesele, şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan e

11 Şub 2019
361 times

ragihand, grevên birçîbûnê xwe gihandine derdoreke fireh, Tirkiye tengav kiriye, lewma dewleta Tirk Mehmet Ocalan şand Îmraliyê...

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Divê her kes zanibe; ev meseleyeke neteweyî ye, meseleya navbera PKK'ê û dewleta Tirk nîne. Meseleya navbera neteweya Kurd û dewleta Tirk a dagirker e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bû mêvanê bernameya taybet a radyoya Dengê Welat û bersiv da pirsên Rosîda Mardîn. Karayilan, çalakiyên grevên birçîbûnê, hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan re hate kirin, biryara berdana Leyla Guven, êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

TIŞTEKÎ JI VÊ BIRÛMETTIR NÎNE

Karayilan bal kişand ser berxwedana ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir û li Kurdistanê, Strasboûrg, Galler û zindanan dewam dike û diyar kir, gava Leyla Guven bersiva li pêvajoyê ye. Karayilan got, "Ji ber ku tecrîdkirina Rêber Apo giraniyeke mezin bû li ser gelê me û gelên herêmê. Pêwîstî bi gavekê li dijî vê hebû. Şoreşgera hêja û milîtana leheng a têkoşîna gelê Kurd Leyla Guven ev gav avêt. Ya ku me heta niha dixwest bikin, lê nekarî bikin, ew hewl dide bi xwe bike. Ya rast ev wezîfeya me bû. Bêguman têkoşîna li dijî tecrîdê wezîfeya her şoreşger, demokrat û welatparêzan e, lê belê beriya her kesî wezîfeya gerîla ye. Bêguman gerîla wê bi erka we rabe û wezîfeya xwe bi cih bîne. Gerîla di vê mijarê de bi biryar e, lê belê ya ku diviyabû me bikira niha çalakger bi pêşengiya Leyla Guven dikin. Bi çalakiyeke rewa, însanî û civakî faşîzma li Tirkiyeyê radixin pêş çavan, faşîzmê qels dikin û hewl didin tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bikin. Ev hewldan gelekî girîng û hêja ye. Çalakgerên greva birçîbûnê dibînin ku şer û têkoşîneke dijwar heye û di nava şert û mercên wiha de canê xwe danîne holê. Bi bedena xwe li dijî faşîzmê û tecrîdê têdikoşin. Ji vê yekê bêhtir tiştekî bi rûmet û hêja nîne."

TECRÎD ÊRÎŞA LI PAŞEROJÊ YE

Karayilan diyar kir, heta tecrîd hebe wê azadî û demokrasî nebe para gelan, ji ber ku yê vê dike sîstemeke faşîst e û got, faşîzma niha bi serkêşiya Erdogan tê kirin metirsiyeke mezin e li ser gelên herêmê hemûyan. Karayilan destnîşan kir, tecrîd êrîşeke li dijî paşeroja gelên herêma Rojhilata Navîn û ne tenê li dijî şexsekî ye, di şexsê Ocalan de demokrasî û paşeroja gelan tê tecrîdkirin. Karayilan anî ziman, têkoşîna li dijî vê yekê tê dayin hêja ye.

HEVDÎTINA DAWÎ JI BO ŞIKANDINA BERXWEDANÊ BÛ

Karayilan ragihand, grevên birçîbûnê xwe gihandine derdoreke fireh, Tirkiye tengav kiriye, lewma dewleta Tirk Mehmet Ocalan şand Îmraliyê. Karayilan diyar kir, ev yek taktîkek bû û got, "Ji bo zeta ku greva birçîbûnê li wan dike sivik bikin û karibin çalakiyê têk bibin, serî li taktîkeke wiha dan, lê belê encam negirtin. Di serî de Leyla Guven, çalakgeran hemûyan gotin, 'Çûyîna kesekî ji bo carekê tecrîd bi dawî nabe. Tecrîd sîstemek e û li ser her kesî tê ferzkirin. Nepêkan e ku tecrîd bi hevdîtinekê bi dawî bibe. Ji ber ku beriya her tiştî ev yek daxwazeke siyasî ye' û diyar kirin ku wê çalakiya xwe bidomînin. Pêşenga vê çalakiyê Leyla Guven e. Bêguman ji ber ku Hevseroka KCD'ê ye û Parlamentera Colemêrgê ye, rol û mîsyona xwe, kesayetiya xwe ya siyasî heye. Ji aliyê her kesî ve tê naskirin. Helwesta wê jî helwesteke şexsekê tenê nîne. Dewleta Tirk nikare îdîa bike ku ew kadroyeke çiyê ye, nikare bêje ku ew milîtaneke çiyê ye. Jiyana xwe bi temamî li qada siyaseta sivîl derbas kir, şaredarî kir û bû parlamenter. Neheqî li wê jî hate kirin. Ev rastî hemû zextê li dewleta Tirk dike. Ji ber vê yekê neçar man Leyla Guven berdin. Bi vê yekê re xwestin Leyla Guven di mijara çalakiyê de dudil bike, ya jî zexta li dinyayê li wan tê kirin sivik bikin. Taktîkeke faşîzma T.C. ye ku ji bo şikandina bandora berxwedanê bi kar tîne."

BIRYARA BERDANÊ JÎ SIYASÎ YE

Karayilan bal kişand ser taktîkên ji bo şikandina berxwedana li dijî tecrîdê û wiha dewam kir: "Biryara berdanê ne hiqûqî ye, siyasî ye. Ji ber xwe ji bo gelê Kurd û siyaseta Kurdan hiqûq bi cih nayê anîn. Biryar hemû îdarî û siyasî ne. Li Kurdistanê tenê hiqûqa mêtingeriyê heye. Lê belê li hemberî milîtanên têkoşînê ev hiqûqa mêtingeriyê jî bi cih nayê anîn. Di kîjan sîstema hiqûqê ya dinyayê de tecrîd heye? Li ti cihî nîne. Biryara berdanê hiqûqî nîne, siyasî ye. Ji ber ku gotin 'berdin', amadekarî kirin û berdan."

SEKNA GUVEN SEKNA LEHENGIYÊ YE

Karayilan got, "Şoreşger û siyasetmedara hêja Leyla Guven, piştî ku hate berdan careke din biryar da ku çalakiya xwe li mala xwe bidomîne. Bi rastî jî sekneke lehengî ye" û wiha dewam kir: "Derseke ji bo dost û dijmin. Wateya vê helwestê wiha ye; 'Em vê yekê ji bo canê xwe, ji bo şansê xwe nakin. Em dilsozên dozeke pîroz in û li ser vê doza pîroz amade ne her tiştî bikin, her tiştên xwe deynin holê'. Helwesta ku Leyla Guven piştî berdanê nîşan da, bi rastî jî watedar e. Ji ber vê yekê ez vê seknê careke din silav dikim. Biryarên bi vî rengî ew biryar in ku şexs bi îradeya xwe ya azad digirin. Ne karê fermanê ya jî rêxistinê ye. Bi xwe biryar daye û biryareke di cih de ye ku heta dawiyê divê hurmet jê re bê nîşandan. Bêguman divê her kes hurmetê nîşanî vê bidin. Bi rastî jî di şexsê Leyla Guven de sekneke gelekî hêja û milîtanî tê nîşandan. Heman sekn bi Nasir Yagiz û çalakgerên din hemûyan re heye. Wate û peyama di helwesta hemûyan e, weke hev in. Ev yek berfireh dibe."

ERDOGAN WÊ JI ENCAMÊ BERPIRSYAR BE

Karayilan diyar kir, ji encamê van çalakiyan wê Erdogan berpirsyar be û got, "Ji ber ku yê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê dimeşîn e Erdogan e. Eger ne biryara Erdogan bûye, kesî nikarîbû roja Şemiyê ku rojeke betlaneyê ye biçûya Îmraliyê. Mehmet Ocalan dawiya hefteyê şandin Îmraliyê. Ancax di asta herî bilind de biryareke wiha dikare bê dayin. Eger ne biryara Erdogan bûya, wê hiqûqa xwe bi vî rengî binpê nekiribûna. Xwediyê vê biryarê Erdogan e, ji encamê çalakiyan jî wê Erdogan berpirsyar be."

TEVLÎBÛN, HELWEST Û NÊZÎKATÎ TÊRKER NÎNE

Karayilan bi dewamî got, "Ji aliyê berpirsyariya şoreşgerî ve em û gelê me berpirsyar in" û anî ziman, di şexsê berxwedêran de sekneke bi rûmet û hêja tê nîşandan, lê belê nêzîkatiya li vê yekê ji rêzê ye. Karayilan diyar kir, Leyla Guven û çalakger hemû bi helwesta xwe vê peyamê didin her kesî; 'rabin ser piyan, tevlî bibin, ez jiyana xwe feda dikim, hûn jî fedakariyê bikin'. Karayilan got, "Lê belê eşkere ye ku di asta têrker de nêzîkatî nayê nîşandan. Tevlîbûn, helwest û nêzîkatiya ji bo vê berxwedanê tên nîşandan, bi dîtina min kêm e. Helwesta ku gelê me yê welatparêz nîşan dide kêm e. Mesela, gelê Amedê dikare dora mala Leyla Guven a li Baglar a Amedê, kolana lê ye bike qada grevê. Pêwîste nêzîkatiyeke ji rêzê neyê nîşandan."

Karayilan işaret bi têkoşîna HDP'ê jî kir û anî ziman ku ev yek hêja ye û got, "Lê belê nêzîkatiya HDP'ê jî têrker nabînim. Pêvajoyeke çalakiyan heye ku niha di asta krîtîk de ye. Divê ev çalakî rojeva sereke be. Naxwazim zêde balê bikişînim ser, lê bi kurtasî dikarim bêjim; nêzîkatî û desteka tê nîşandan têrê nake."

 

Karayilan işaret bi kêmasiya li nêzîkatiya dîplomasiyê jî kir û got, "Nameya 40 Xelatgirên Nobelê bêguman girîng e, lê belê ji aliyê asta vê çalakiyê ve; di warê demokrasî, azadî û mirovahiyê ve têrê nake. Girîng e dîplomasiya me hîn bêhtir hewl bide."

Karayilan diyar kir, saziyên Kurd û Kurdistanî, sosyalîstên çep ên li Tirkiyeyê û demokrat divê hîn bêhtir hewl bidin û got, "Ji ber ku rakirina tecrîdê wê li Tirkiyeyê rê li ber serdemeke nû veke. Lewma divê veguhere pêngaveke giştî. Li qadên çapemenî, çand, siyaset û civakê pêwîste bi gaveke xurt faşîzm bi rastî jî bê tengavkirin û hilweşandin. Dema ku mirov li rewşa heyî dinerin, dibînin ku têrker nîne."

OCALAN SILAV DA BERXWEDÊRAN

Karayilan ragihand, ji aliyê dewleta Tirk ve bi taktîkî hatibe kirin jî pêkanîna hevdîtina bi Ocalan re û berdana Leyla Guven serketinên destpêkê yên berxwedanê ye û anî ziman, aliyên baş ên van her du bûyeran hene. Karayilan got, "Aliyên baş ên berdana Leyla Guven hene. Qet nebe wê karibe çalakiya xwe li mala xwe bidomîne, karibe bi raya giştî û gel re têkiliyê deyne. Ev baş e. Hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêbertî re jî baş e. Qet nebe em hîn bûn ku rewşa Rêberê me baş e û moralê wî baş e. Me fêhm kir ku di nava şert û mercên giran jî de be, sekn û moralê xwe parastiye. Girîng e ku silav daye berxwedêran.

BENDEWARIYA OCALAN

Karayilan got, "Dibe ku hevalên me û gel meraq dikin bê Rêbertî çi gotiye?" û wiha dewam kir: "Lê xuya ye Rêberê me ji ber hesasiyeta pêvajoyê rast nedîtiye ku perspektîfeke cuda bide. Ji bo me ya girîng ew e ku em hîn bûne, rewşa Rêbertî baş e. Ev têrker e. Bêguman divê mirov fêhm bikin ku bendewariya Rêberê me ya ji me, ji her demê zêdetir e."

HELWESTA GELÊ DÊRELOKÊ BAŞ E

Karayilan di dewama axaftina xwe de anî ziman, dagirkeriya Tirk qîma xwe bi serdestkirina faşîzma xwe li Bakurê Kurdistanê nîne, lewma êrîşî parçeyên din jî dike û got, "Dewleta Tirk a qirker mêtinger, ne tenê êrîşî gerîla dike. Her wiha êrîşî gelê Kurd ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike." Karayilan wiha dewam kir: "Ji ber ku mirovên me yên li Dêrelok Reşawayê şehîd bûn, bi zanebûn hatin şehîdxistin. Tê gotin ku wê demê 4 balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan. Wan balafiran dikarîbûn tespît bikin bê mirov sivîl in, bi çek an bê çek in. Tê dîtin ku 7-8 mirov li qiraxa çem masiyan digirin. Carekê li wan naxin, du saetan li pey hev li wan dixin. Ez careke din sersaxiyê ji malbatên şehîdên me hemûyan, ji gelê me yê Başûrê Kurdistanê re dixwazim. Yên ku di vê bûyerê de şehîd bûn şehîdên doza me ne. Helwesta gelê me yê li Dêrelokê baş bû. Yekemcar helwesteke wiha hate nîşandan û bi vê nêzîkatiyê re qet nebe nîşan dan ku ew ji dagirkeriyê aciz in.

SIYASETA KU BI RENGEKÎ RAST NAYÊ KIRIN

Li Başûrê Kurdistanê siyasetek heye ku bi rengekî rast nayê kirin. Dagirkeriya Tirk êrîş dike, lê deng dernaxînin. Me di dema referandûmê de dît; dewleta Tirk ewqasî êrîş kir, lê bêdeng man. Koma PDK'ê ya li Meclîsê, Goran û Newaya Nû vê carê şermezar kirin, lê belê yên din tiştek negotin. 2 salên dawî li vê hermê zêdeyî 20 mirovên me yên sivîl şehîd bûn. Dixwazin welê li herêmê bikin ku kes nikaribe lê bimîne.

Êrîşî gelê Başûrê Kurdistanê dikin û dixwazin peyamê bidin Hewlêrê û hin navendan. Dewleta Tirk dijminekî wiha ye. Niha hinek radibe dibêje, 'Ev yek ji ber şerê navbera dewleta Tirk û PKK'ê ye'. Ev gotin, kêm e û şaş e. Eger niha gerîla li Başûrê Kurdistanê nebûya, dewleta Tirk wê li Hewlêrê û li pêşmergeyan bixista. Dema ku em vê dibêjin, hinek radibe dibêje 'PKK dixwaze me bitirsîne û dixwaze em pê re tevbigerin'. Lê rastî bi vî rengî ye. Rastiya konsepta dagirkeriya Tirk wiha ye. Jİ ber vê yekê Erdogan berî hefteyekê hin tişt got. Hin saziyên medyayê yên li Başûrê Kurdistanê ev kir nûçe, hinekan jî kêm kir nûçe. Dibe ku ji ber tercûmeyê jî be. Erdogan çi got? Erdogan got, 'Em ê ti carî destûrê nedin ku li Bakurê Sûriyeyê pirsgirêkek mîna ya li Bakurê Iraqê rû bide'. Erdogan beriya niha jî gotibû ku di dema misogeriya statuya Başûrê Kurdistanê de wan şaşitî kirin û wê heman şaşitiyê li Rojava nekin. Ji xwe generalên Tirk ên teqawîtbûyî di bîranînên xwe de dibêjin, 'Saddam sala 1971'ê otonomî qebûl kiribû. Em çûn cem Saddam, me jê re got; nabe ku tu tiştekî wiha bike, em ê qebûl nekin. Me betal kir, ji holê rakir'. Eger Saddam wê demê otonomî qebûl nekir û felaketa sala 1975'an anî serê Kurdan, di bin vê de dewleta Tirk heye. Di bingeha standina Kerkûkê ji Kurdan jî heman zîhniyet heye. Ev rastî li pêş çavan e. Niha ji ber ku PKK heye, radibin ji Hewlêr, Silêmaniyeyê re dibêjin 'em birayê hev in' û hewl didin wan bikin leşkerên xwe. Halbûkî dewleta Tirk dijminekî sondxwarî yê Kurdan e ku nikare tehemûlî tayekî porê Kurdan bike.

DI NAVBERA DEWLET TIRK Û KURDAN DE YE

Me ji sala 1999’an heta 2004’an agirbest îlan kir û hemû şer da sekinandin. Wê demê dewleta Tirk nehişt ku tu kes têkiliyê bi Başûrê Kurdistanê re dayne. Di sala 2008’an de li Zapê dema ku gerîlayan derbeke giran li wan da, êdî bi Başûrê Kurdistanê re têkilî danîn. Divê her kes bizanibe ku ev meseleyeke neteweyî ye. Ne meseleye di navbera PKK û dewleta Tirk de ye. Meseleyeke di navbera neteweya Kurd û dewleta Tirk a dagirker de ye. Dibe ku her kes vê rastiyê nizanibe lê rayedarên Başûrê Kurdistanê baş bi vî tiştî dizanin. Heqîqet wisa ye. Konsepta dewleta Tirk wisa ye. Dewleta Tirk hewl dide beşeke Kurdan qir bike, beşekê bitirsîne, beşeke bi xwe re girêbide û bi vî awayî armancên xwe pêk bîne. Naxwaze Kurd li tu derê bibin xwedî statu. Her ku Kurd li Başûr û Rojava dibin xwedî statu, dewleta Tirk dizane ku ew ê nikaribe siyaseta xwe ya li Bakur bidomîne. Siyaseta wê ya li Bakurê Kurdistanê çi ye? Asîmîlasyon û qirkirin e. Dîtin heta ku statuyeke gelê Kurd hebe, ew ê nikarin bi ser bikevin û ji ber vê jî li dijî destkeftiyên Kurdan şer dan destpêkirin. Di şehadetên dawîn ên mirovên me de, me ev tişt dît. Divê mirov vêya baş fêm bike û helwesteke zelal nîşan bide. Dema ku li ser vî esasî mirov lê binihêre, wê were dîtin ku helwesta siyaseta Başûrê Kurdistanê kêm e.

EFRÎN DEYNÊ STÛYÊ ME YE

Karayilan diyar kir ku Berxwedana Kobanê ya ku 134 rojan dom kiriye, berxwedaneke dîrokî ye û got ku, “Bi pêşengiya rêheval Arîn û Gelhat, destanek hate nivîsandin. Em hemû şehîdên Kobanê bi rêz û minnet bi bîr tînin. Dewleta Tirk piştî derba ku li Kobanê xwar, hemû Rojava kir hedef û êrîşa Efrînê pêk anî. Li Efrînê jî di şexsê rêheval Avesta û Karker de berxwedaneke dîrokî pêk hat. Em hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi hurmet bi bîr tînin. Azadkirina Efrînê û danjiyîna bîranînên şehîdan ên di Efrîneke azad de, deynê stûyê me ye. Em dizanin ev têkoşîn demek jê re hewce dike lê ew ê Efrîn tu carî ji dewleta Tirk de nemîne. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze Efrînê ji Kurdan bistîne, wê bike bajarekî Tirk û Ereb. Ev ji bo me kêşeyeke neteweyî ye û tu carî ne mumkun e. Heta ku Efrîn neyê azadkirin, ew ê aştî û aramî neyê ser vê axê. Divê gelê me yê li Efrînê baş bizanibe, ji Efrînê heta Zagrosan û ji wir heta Agiriyê em li dijî dewleta Tirk şer dikin. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide, Kurdan ji netewebûna wan derxîne û em jî dibêjin ku ‘Em neteweyek in û em ê hebin.’ Ji ber vê jî bi şer, berxwedan, grevên birçîbûnê, bi çalakiyên cihê em şerê rûmet û hebûn û dahatûyê dikin. Ev peywira me ya herî mirovane û ya girîng e. Ji ber vê jî Efrîn ji bo me xeteke sor e. Ew ê Efrîn ji faşîzma dewleta Tirk re neyê hiştin û ew ê nebe warê wan. Ew ê Efrîn di qirika wan de bimîne û ew ê ew parî wan bixeniqîne. Îddîa û israra gelê me û ya hêzên parastinê yên li wê derê vî tiştî nîşan dide.”

TIRKIYE DIXWAZE DAGIRKERIYÊ BERFIREHTIR BIKE

 

Karayilan bi bîr xist ku nêta dewleta Tirk ev e ku beşeke Rojavayê Kurdistanê û ya Sûriyeyê dagir bikin û li Sûriyeyê piştî avabûna hikumeteke li gorî dilê wan ew xwe vekişînin. Karayilan ‘herêma ewle’ û ‘peymana Edeneyê’ mînak nîşan da û got ku, “Bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku êdî gelê me derfetên wan heye. Êdî xet, îdeolojî, bername, hêza parastinê, siyaset û dîplomasiya gelê Kurd heye. Gelê Kurd bi dîplomasî û siyaseteke rast a bi Emerîka, Rûsya û Ewropayê re ew ê dagirkeriya Tirkan têk bibin. Êdî Kurd jî aktorekî sereke ne. Gelê Kurd ne bêxwedî ye. Êdî hêza me ya parastinê heye. Siyaset û xeteke me heye. Ji ber vê jî divê em bi awayekî piralî li ser têkoşînê bisekinin. Her tişt ne têkoşîna çekdarî ye. Siyaset û dîplomasî jî bi qasî wê girîng e. Em bawer dikin ku ew ê Şoreşa Rojava van derfetan baş bi kar bîne û rê li ber daxwazên dagirkeran bigirin. Dema ku Emerîkayê got ku ‘Ez ê ji Sûriyeyê vekişim’, beşeke nêzî dagirkeran xwe bi xwe gotin ku ‘Dema ku Şoreşa Rojava tasfiye bibe em ê jî sûdê jê werbigirin’ û îxanet kûr kirin. Lê ev tişt ew ê di qirika wan de bimîne. Ji ber ku Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heqîqetek e û serê 5 salan e DAÎŞ ji holê rakir a ku bûbû belayê serê cîhanê. Tu kes nikare vê heqîqetê înkar bike û ji holê rake.”

'DEREWA ERDOGAN A DAÎŞ'Ê

Karayilan têkilî gotinên Erdogan ên li ser DAÎŞ'ê ku gotî, ''Li dijî DAÎŞ'ê ti dewletê şer nekir, me şer kir'' got, Bêyî ku şerm û fedî bike li ber çavê hmeû cîhanê derewan dike û domand, ''Heke şer kiribin di dest wan de çend cenazeyên DAÎŞ'ê hene? Tine ne. Heke şer kiribin di dest wan de çend hêsîrên DAÎŞ'ê hene?  Em jixwe behsa wan nakin ku bi navê DAÎŞ'ê li malên xwe digirin. Bi rastî jî di şerê dijî DAÎŞ'ê de çend DAÎŞ'î girtine? Qet. Çima? Ji ber ku qet li dijî DAÎŞ'ê şer nekirine. Berevajî, tim hevalbendên DAÎŞ'ê bûn. Cerablûs û Bab bi tifaqa wan standin. Ê ku DAÎŞ'ê destek dike û xwedî dike Erdogan e. Wê çawa li dijî DAÎŞ'ê şer bike. Ji hêla îdeolojîk ve hema hema eynî  ne û di pratîkê de jî hevkarê hev in. Dagirkirina Kobanê palana hevpar a DAÎŞ'ê û Erdogan bû.''

LI HECÎNÊ ŞER HEYE

Karayilan got, ''Îro şer li Hecînê didome. Çawa ku li dijî DAÎŞ'ê pêşî li Kobanê şerekî giran hatibe kirin, niha jî li Hecînê ku dewleta DAÎŞ'ê ber bi dawiyê ve diçe bi heman giraniyê şer tê kirin'' û domand, ''Bi rizgarkirina Hecînê jî DAÎŞ naqede. Binavaniyeke DAÎŞ'ê heye û bi  temamî naqede. Ji bo ku bi temamî xilas bibe pêdivî bi zemanekî diyar û têkoşîneke domdirêj heye. Lê sîstema dewletî ya Iraq-Şamê ya DAÎŞ'ê wê têk biçe. Devera dawî ku dewleta DAÎŞ'ê lê ye Hecîn e. Rayedarên QSD'ê diyar kirin di nav mehekê de wê dawiyê lê bînin lê DAÎŞ li Hecînê li ber xwe dide û şerekî giran dida. Wê şaş be ku ev ê bi temamî bibe dawiya DAÎŞ'ê . DAÎŞ xwe li her deverê belav dike û berbelav dibe. Em dibihîsin ku li gelek deverên Iraqê ne û li eraziya Iraqê bi cih dibin. Ji bo ku bi temamî were xilaskirin pêdivî bi demê heye.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BÊENCAM IN

Karayilan got gelek êrîş li ser  Qadên Parastinê yên Medyayê dibin, li ser her metro xaka wê bi hezaran bombe têne barandin, û xwest ku her kes bi vê zanibe: ''Li dijî van êrîşan pergalek hatiye danîn. Êrîşên dewleta Tirk bêenam in û ti windahiyên me çênabin. Bi pergala nû ya gerîla pêşî li windahiyên komî hate girtin. Bi rengê yekîneyên biçûk şehîd çêdibin lê van mehên dawî ev jî çênebûne. Ev êrîşên dewleta  Tirk bi giştî hatine pûçkirin. Weke ku me diyarkirî, heke pergala gerîla tam were rûniştandin, li dijî van hemû êRîşan tevdîrên karîgertir dikarin werin standin. Li kûderê disîplîn û tevdîr qels bin li wê derê valahî çêdibin û dibe ku windahî çêbibin. Niha zivistanî li Amedê operasyon hebûn û hate gotin bidawî bûye. Her wiha li Cûdî operasyon hene. Ev operasyon bêencam man. Dema ku diçine ser cihên berê yên gerîla û hin tiştên hevalan dibînin van didin çapemeniyê û dibêjin, cihê wan hatine tespîtkirin. Di operasyonên heta niha de bi ser neketine. Lê tevdîrên hevalan heta bi astekê baş in.''

 

ÎSAL WÊ ŞER PIR GUR BIBE

Karayilan got ketine sala herî stratejîk û domand, ''Geşedanên ku îsal wê rû bidin, wê siberoja Rêbertiya me, tevgera me, gelê me û gelên herêmê zelal bike. Ez nabêjim her tişt di vê salê de wê bibe. Geşedanên sala 2019'an wê rengê xwe li ser salên din bihêle. Ji ber ku îsal di navbeyna me û dagirkeriyê de, li Bakur, Başûr û Rojava wê şerekî giran çêbibe. Di qada îdeolojîk, siyasî, dîplomatîk û leşkerî de, di her qadê de wê têkoşîn û şer çêbibe. Ew ê bixwazin ku derbê li me bixin û me paş bixin. Em ê jî hewl bidin ku polîtîkaya wan, konsepta wan pûç bikin, doza azadiyê bibin serî. Bi vê maneyê wê hewldanên me yên girîng çêbibin.

ME HÊVIYA DIJMIN TAM NEŞIKANDIYE

Mêtingeriya Tirk êrîşkariya xwe ya li ser Kurdan wê di dema nû de jî bidomîne. Rast e, dijmin heta niha bi ser neketiye lê hêviya wê jî hê neqediyaye. Ev jî kêmasiya me ye. Me nehişt ku dijmin bi ser bikev lê me hêviya wê hê neşikadiye. Lê îsal em dixwazin bersiva hewce bidin dagirkeran.

Ev berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven, peyameke ji bo me gerîla ye. Divê em peyama hewce bistînin. Peywira me bû ku em tecrîda li ser Rêbertî bişkînin. Rast e, di vê mijarê de me li ber xwe da û berxwedanên dîrokî çêbûn. Di qada siyasî û civakî de, li zindanan hevrêyên me, gelê me bedana xwe danîne holê, xwe di ber vê peywirê re kirine û hewl didin ku ya hewce bi cih bînin. Em bi berxwedana greva birçîbûnê ketin sala 2019'an. Di vê pêvajoya zivistanê de berxwedanê ew didomînin.  Piştî vê divê berxwedanê, berpirsyariyê û pêngavê em dewr bigirin û bibin encamê. Ji bo ku em bigihijin encamê niha ji her demê zêdetir derfet û şert hene. Heke nêzîkatiya hewce were nîşandan, em bawer dikin ku sala 2019'an wê ya me be. Di vê meşa pîroz de, em serketinê ji çalakgeran re, ji gelê xwe re û ji hevrêyên xwe re dixwazin."

Ji anefê girtiye

Rate this item
(0 votes)