RAMAN, PÊNÛS Û ŞÛR

 

 

Em ê niha li ser cewherê rastiya Kurd bisekinin....

Gelê Kurd bilez hewl dide xwe nû bike. Xwe di warê netew, azadî, jiyan û fîzîkî de nû dike. Xwe hêdî hêdî ji mirinên hezar salî, ji derew, xew û rezaletên hezar salî rizgar dike.

Rewşenbîr çiye? Ronakbîrî çiye?

Rastiya mirovahiyê ye.

Rewşenbîrî, ewe yê derdixe holê û deşîfre dike. Me van hemû bi şer derxist holê. Yên ku bi şer re derketİn holê, di şer de hatine afirandin pîroz û hêjane. Yên ji derveyî vê çêbûne jî nirxê xwe heye, lê ne bi qasî yên bi şer re derketine holê. Me bi şer û jiyana xwe re hinek tiştan îsbat kir û me bi van re miletek ji nû ve da afirand. Bi ev tiştên hatine afirandin re dikare dijminê herî mezin jî ji holê bê rakirin. Lê ez hemû dost û rêhevalan gelek bêçare dibînim. Li hember dijmin gavekê navêjin, yek-du gotin nakin û nabin xwedî helwdanekê. Ev lewaziyek pir mezine.

Yê ku dixwaze bibe Kurdek durist, pêwîste destpêkê xwe binase. Ji vê zêdetir jî divê dost û dijminê xwe bizanibe. Ev jî têr nake. Dikare li hember dijminê xwe çi bike? Başiyan dikare çawa bidest bixe? Ger van bidest naxe hewceye dijminê xwe bigire ber çav. Heke li hember dijminê xwe tiştek nake, ew kes kêrî pênc quruşan nake. Ji destpêka şerê me heya niha em bi giranî li ser van rawestiyan. Pêwîste hîn bihêztir bisekinin.

Nebe nabê ye!

Ger çênebe jiyankirin herame û wê nirxê jiyanê yê pênc quruşan nebe.

Divê em li ser jiyanê rawestin. We hundûr-derveyî welat dît, niha jî tiştên cuda dibînin.

Hûn li ser navê Kurdbûnê rabûn û we li ser navê Kurdbûnê gelek tişt jî kir. Lê hûn niha dibînin, ev Kurdeyatiyek çawa ye? Rastiya wê çawa ava bûye?

Ya niha pêk tê weke xiyaleke.

Ev hezar sale hinek dixwazin vê bikin. Weke ku rabûn serê hemûyan hat jêkirin û kuştin. Nedizanîn, nedikarîn. Lê di me de zehmetî hebe jî, di nav de serkeftin heye, mirin nîne.

Di dîroka Kurd de cara yek ji tişteke wisa nû re şahidî tê kirin. Hinek bi pere, hinek bi mal-milk, hinek bi jinê re keyfê dikin. Lê li gorî min ev hemû giraniyên gelek mezinin. Ger ku gihiştina armancê çêbe, wê jiyan mîna hewa û pembo sivik bibe. Ji derveyî vê jiyan gelek girane, nayê rakirin.

Ger biryarbûn hebe, jiyan çiqas giran jî be, tê rakirin û dikare bigihe hedefê.

Ev ji bo rewşenbîr, nivîskarên Kurd û hemû hevalên şoreşger ne tiştek zehmete. Yêkî ji bo gel tiştek neke, xwe nemeşîne, yekî nikare nefesê bigire wê her tim bi tirs û ketinê re rû bi rû be.

Şer heye!

Pirsa ku serkeftin çawa ji nav şer derdikeve beriya her tiştî tê. Li hemû hevalan temaşe dikim; çawa dibe ku roj bi roj jiyaneke wisa ji rêzê jiyan dikin, binketinê çawa tehemûl dikin? Bi hinek tiştên biçûk re dikarin xwe di nava jiyanê de bihesibînin. Tevî ez evqas xebitîme jî, rojek tenê jî aram nabim. Lê hevalên me dikarin bêjin, "ev xêreke biçûke, ne gavên mezinin. "

Em ê niha li ser cewherê rastiya Kurd bisekinin.

Tevî ku tiştek nekirine jî weke padîşahekê ji xwe razîne.

Tiştekê nakin, lê xwe qehreman dihesibînin.

Hinek nivîskarên ku dixwazin Kurdbûnê nasbikin û bidin naskirin hene. Gelo çima vê rastiyê di kêliyê de fêm nekirin? Li ser navê Kurdbûnê evqas ketîbûn, evqas çewtî û sextekarî tê kirin, başe ev tişt çima nehatin îsbatkirin? Çima serdeçûyîn çênebû?

Rewşek xeternake.

Û ev rexneyek ji bo me hemûyane. Gava tê avêtin jî dijmin te difetisîne, di gava din de jî dikuje. Gava davêjî çima ne aîdê te ye? Rewşa di nav de yî, rewşeke hundûrê wê hatiye valakirine. Tu çima hundûrê wê nadagirî? Ev xususên bingehîne. Tu çawa dikarî evqas ji çewtî û ketîbûna xwe razî bî? Çima tu li hemberî wê aciz nabî? Heke mirov ser rastiyan nesekine, salên jiyan kirî ji demên vale derbasbûyî wêdetir ne tiştek dine. Tevî van hemûyan jî, hewl tê dayîn hinek tişt ji bo Kurdewariyê bê kirin û ji xwe tê kirin.

Pêwîste ji bo Kurdewarî û şerefa mirovan hinek tişt bên bidestxistin.

Di vê mijarê de xizmeta herî mezin ku bikim, ragihandina ezmûnên xwe ye. Divê hûn jî baş guhdar bikin.

Yên ku xwe neafirînin em nikarin bi wan re bibin dost.

Dibe ku silav û kelam bidin hev lê  (ji xwe di Kurdan de dema jê re tê gotin tu çawayî tevî nebaş jî be dibe ez başim, tevî nebîne jî dibêje dibînin û ji ya nerast re baş gotin bûye edet) pêwîst dike ku ev li ser esasên nû tên avakirin çêbe. Divê silav li ser vê esasê bê dayîn û naskirin li ser vê bingehê bibe. Heya niha ev zêde bi bandor nebû. Heta li hember dijmin gavên pir xurt nedihat avêtin.

Li hember dijmin zêdetir li hember xwe kîndare.

Çima wisa tê kirin? Nizane ji derfetên di dest xwe de encaman derxîne û bi van tê lîstin. Çima evqas bi nirxan tê lîstin? Çima evqas bi erk û çekê tê lîstin?

Wiha, mirina Kurd her tim wisa çêbûye. Ya rastî hinek tişt mirov dibe serkeftinê. Hinek pirs, xebat û usul hene; ger bi van neyê lîstin dibe ku bigihe serkeftinê