KURDİSTAN WELATÊ MİROVAHİYÊ YE

 

 

 Tevgera PKK’ê li hember dîroka hatî înkarkirin, ji cewherê xwe hatî biyanîkirin li dijî derketineke...

Hûn yek ji gelê Kurdistanê yê herî kevinin. Dîsa têkiliya Asuriyan ya bi Kurdan re, di dîrokê de têkiliya herî kevne. Ermenî jî hinek wisane. Lê Kurd herî zêde bi Asuriyan re di nav hevde bûn. Dema em tên roja me ya îro, mirov ji vê şaş dibe: Çawa bû ku ev gel evqas ji hev dur ketin, biyanî bûn. Bêguman di vir de ol hêmanek sereke ye. Lê hêmana herî girîng hinek jî serdestiya Osmaniya Tirk -çi sultantî û çi jî serdema komarê ye- e. Van gelan him pir perçiqandin û him jî pir li hember hev rakirin. Pir gel jî ji holê rakirin. Dibe ku Kurd nemiribin, lê ketin rewşeke ji mirinê xirabtir. Wisa diyare ku Asurî bêdeng çareser kirine. Bêgûman şêx û begên Kurdan pir birin ser wan. Heman hêzên xayîn yên Kurd û Kurdistanê tasfiye kirine, heman hêzên xayîn, him Ermeniyan him jî yên we anîn vê rewşêne. Kesîmeke wisa xayîn heye, hîn jî yê zerera herî mezin didine me ew in.

Em bi van re pir şer dikin. Şerê Başûrê Kurdistanê yê herî dawî jî dewama vê bû. Yanî hinek ji derveyî dîrokê hiştin girêdayî vê bû. Heke gelek azad nebe, gelên wê yên cîran jî dê azad nebe. Wisa tê dîtin ku, gelek çiqas kolê be, derdikeve derveyî dîrokê, cîranê wê jî wisa dibe. Yanî ev rewşa Kurdan ya xirab, li gorî min rewşa xirab ya gelên cîran jî baş rave dike. Dîsa ev rewşa niha hûn tê de, rewşa me ya xirab rave dike. Heta gel azad nebin, bi taybet gelên di nav hev de jiyan kirine xwedî li pirsgirêkên xwe dernekevin, nikarin xwe bidin qebûlkirin.

 Tevgera PKK’ê li hember dîroka hatî înkarkirin, ji cewherê xwe hatî biyanîkirin li dijî derketineke. Di wê baweriyê de me ku PKK tenê ne tevgereke Kurde. Divê di wateya meseleya xilasiya hemû Kurdan û hemû gelên Mezopotamyayê de li hev bikin. Tevgera me bilind kirî, tê wateya xilasiya hemû çandên heyî û xwediyê wan.

 Di dîrokê de ciheke we ya çalak heye. Hûn pir zêde bi rastiya Kurd re ketine nav hev. Li gorî min Ermeniyan di dîrokê de kêmasiyek kirin, netewperestiya teng esas girtin. Rêveberiya Osmaniyan ev pir xirab bikar anî; bi Alayên Hamîdiyan re anîn beremberî hev û winda kirin. Stratejiyeke şaşe. Hinek jî pişta xwe dan Rojava xwestin bikin. Lê ji bo Rojava berjewendî her tişte. Heke pêwîst bike gelan fede dikin. Ya rastî heke Ermeniyan pevretiya li gel Kurdan û armancên rizgariyê yên hevpar fikirîban, misoger wê rewş ne wisa ba. Tevgera Asurî-Sûryanî jî hinek wisa pêş ket. Ket riya Rojava, bi gelê Kurd re jî zêde pêywendî nedanî, ava nekir. Heya cihekê, tevgereke wisa kêm, hat tasfiyekirin.

Tiştên pêwîst dike niha bikin, dikarin ji dîrokê derxînin. Ez rewşa we ya niha mîna penaberbûnê dibînim. Heta ez welatê we mîna yê Ermeniyan hatî terikandî dibînim. Hebûna wan ya di welat de, tenê di asta dîrok û çand de nemaye. Bawerim li Başûrê Kurdistanê 5-10 hezar mirov maye, yan jî nemaye. Yên berê mane, piştî 12’ê Îlonê şûnde dan koçkirin. Me, di demên dawî de bang kir ku bên gundên xwe. Li Colemêrgê çend gund vale kiribûn, me carekedin wan vegerand. Cerdevan ser gundên li Midyatê de çûn, hinek kuştin çêbûn, em li hember derketin. A rastî hêjmareke pir kêm ji we maye. Hûn li virin, tabî hûn rewşa xwe ji min baştir dizanin. Di dema nêz de yên li Surî û Lubnanê hinek tevgerên xwe avakirine, lê li gorî min tevgerên wan zêde pêngav pêş nexistine. Meylên nêzbûyînê tê dîtin. Gelo mirov dikare bi hev re çi bike? Sekinandina li ser vê girînge. 

Ji destpêkê ve tecrûbeyên min hene. Her çiqas merc lewaz jî bin, heta hêvî jî pir lewaz bin, pêwîst dike ji tiştên bi vî rengî re cesaret bê kirin. Tevgera me mînaka vê ye. Bi salan tena bi serê xwe tevgerim, lê niha PKK hatiye rewşa tevgereke têk naçe. Em dixwazin, baskek ji we jî beşdarî vê bibe. Wê ev rastiya we diyar bike. Em ji vê re vekirîne û dixwazin bibînin. Em ê ji bo vegera gundên we jî bibin alîkar. Li gorî mercên îro tişta ji destê me bê em ê bikin. 

Belê, bi temamî nizanim; bi rastî jî daxwaz çiye, rewşa rêxistinbûnê çiye, ez ê hewl bidim vê ji we guhdar bikim.

Serok APO