Nêzîkatiyeke dîrokî ji mijarê re

Mirov êdî hinekî din xwe dîtiye, hinekî din rêbazê hebûnê girtiye...

Dîrok bi mînakên bê hejmar ên pêşketinên bi vî rengî dagirtiye. Hîn di serdemên despêkê de bi qasî ku em çavdêrî dikin, tevahî mirovahiya li Yûnana kevin, qonaxeke weke qonaxa zarokatiya pêşketina nifş tê nirxandin dijî, hemû tişt zarokîne, çîrokin, lê di heman demê de balkêşe, xeyalî ye, helbest û huner şahnaze. Îlah tên afirandin. Qudretên awarte ji wan re tê bexşîn, egîd tên afirandin, yên ku pir zêde dişibin îlahan û hêdî hêdî ji asîmanan ber bi erdê ve dadikevin fermandarên dişibin îlahan, zilamên dewletê, zanyar û filozof derdikevin holê. Di berbanga şaristaniyê de vana bi gelek bangewaziyan dadikevin erdê. Bi kurtî di temasa xwe ya yekem bi xwezayê re, li beramberî xwezayê cara yekem dema ku zanist û ruh dikeve pêwendiyê, yên ku pena birine îlahên li asîmanan, bi hizrandina olî ve (mîtolojî) gavên xwe davêjin mirovatiya li rêya rizgariyê digere, tecrûbeyên xwe hinekî din zêde dikin bi qasî ku bi xwezayê re dikevin nav hev, hêdî hêdî xwedayên li asîmanan dadixin erdê. Xwedayên ku nikare di hafizaya xwe de cih bike, bipîve û fêm bike her ku diçe dikevin asta hêzê bi pîvan û hesab. Bi kurtî mirov ber bi xwebûnê ve bi hêz dibe, pêş dikeve, li beramberî xwe baweriya xwe zêde dibe. Di têkoşîna xwe ya bi xweza re ezmûn tecrûbe digire, bi vî rengî ji ol ber bi felsefê ve daketinek, ji felsefe ve jî ber bi polîtîkayê ve dest bi pêngavekê dike. Zeûs ber bi Olîmpos ve bar dike, li wir hema mîna fermandarek zilamekî dewletê di asta xwe de mirovî dibe. Di huner û helbestan de ber bi şano û meydanan ve diherike.
31
Mirov êdî hinekî din xwe dîtiye, hinekî din rêbazê hebûnê girtiye, hêdî hêdî mezin dibe û ji qonaxa zarokatiyê ve ber bi qonaxa ciwaniyê ve baz dide. Pêşketinên paşê ji pergela civaka komînal a hov (îlkel kominal) ber bi qonaxa koletiyê ve çûyîn di jiyana gelek civakan de bi şewazên ku dişibin hev tê dûbarekirin. Di civakên Rojhilata Navîn de jî bê hejmar mînakên wiha tê dîtin. Li vir jî bawermend û zilamên dewletê heman kesayetin. Weke ku di Hamûrabî û Fîrewnên Misrê de tê dîtin ji aliyê van ve li ser navê mirovatiyê pêkanîna meşa herî bihêz a yekem bi qasî ku dijberî xwezayê şerê civakan ên li dijberî hev jî destpê dike. Di qonaxek ku beşek ji mirovan, beşên din ên mirovan dixe bin serdestiya xwe de, di nav dubendiya serdest û bindest, mêtînger û mêtîngerkirî, rêve dibe û tê rêvebirin de pevçûnên di valehiyê de derdikevin, pevçûnên bi xwezayê re têkilheve. Mirovatî êdî di gerdûna xwe de weke berhem û şêwaza herî pêşketî ya heyberî, bi qasî guman ji hebûna xwe neke, neçare lingê xwe saxlem bide ser erdê û bimeşe. Êdî xeyal, çîrok û efsane hêdî hêdî cihê xwe ji zanist û diyardeya siyasî û pratîkî re dihêle. Qûralên serdest û bindest, mêtînger û mêtîngehbûyî, rêvebir û tên rêvebirin ji bo jiyana ku avakirine dest bi pêşxistina bînasaziyeke jêr û jor hewce dîtine. Bi vî awayî wê serdemek zagon û rêveberiya têrkar û asoyê mirova hêjî hewl dide fêm bike, şîrove bike damezrandina qonaxa bi navê şaristanî ya esîl a mirov bi şêwazekî bi hêz derketiye holê. Li vir jî azweriyên mezin, îhtîras, şerên mezin û serhilhan hene. Egîdên çîrok û destanan, mezinên olî, zilamên mezin ên dewletan û fermandarên mezin hene. Weke ku di mînaka Roma de tê dîtin, ji Romayê ber bi Îranê ve, Efrîqa û heta naverasta Ewrûpa jî fermandarên ku pêş dikevin, Augustus û Sezar derdikevin holê. Ev ne tenê fermandarên Romayê ne. Di heman demê de mînakên fermandariya gerdûnî yên dema koletiyê ne. Di gel van de zilamên dewletê, di komar û senatoyan de jî xatîp derdikevin holê. Tovên yekem ên demokrasiyê yanî demokrasiya xwediyên koleyan derdikeve holê. Pevçûn, xiyanet, qeleşî ev tev dabeşbûna civaka mirovan û weke planekî teyisîna vê şênber dibin. Babeta wêjeyî ya yekem, babeta hiqûq, bingehê yekem ên qanûnên leşkerî hemû di vê serdemê de derdikevin holê. Mirov heta niha jî lêkolîn û lêgerîn dikin, dema ku dest bi encam girtinê kirine, bi kurtî ji bo xwe nasînê bingehê ku kokê wan tê de hatiye avêtin yanî van salan esas digirin. Ev jî ya raste. Pêşketinên pîştî vê di asta domdariya vê qonaxa şaristaniya berdewankirina nifşê mirovane. Weke qonaxeke asta jor a pêşketina civakî hîn zêdetir pêdivî tên pêşwazîkirin. Weke rêjeyek jorîn a pêşketina civakî,
32

dema serdema feoldalîzma ku civakek mêtînger a pêşveçûyî ku hîn zêdetir pêdivî tên pêşwazîkirin û dihilberîne, li ser mirovan weke civaka dagirker a pêşketî destpê dike, pergala komînalîteya seretayî û encamên di pêvajoya pêşketina koledariyê de derketine hema bêje li vir di asteke jortir de tê dûbarekirin. Lê ev civak hinekê weke pêşveçûyî û ji xwe dûrbûn ve wisa ye. Olên bê ezmûn ên qabîle, eşîret û komikên biçûk ber bi olên gerdûnî ve bilind dibin. Dîsa bajarên biçûk, dewletên sîte de bi awayekî berbelav ber bi împaratorên pêşketî ve pêş dikevin û vediguherin. Di heman demê de girtûbûna di olan de hinekî din pêşketinê raber dikin. Di despêka derketina mirovatiyê de, olên yekem ên bi pêwendiyên wan ên xwezayê û nemaze weke berhema yekemîn a lewaziya mirovane, di vê qonaxê de ji bo mirov ji xwe bawer be û gengazkirina hilberînê de her çiqas risteke baş lîstibin jî, di derketina dagirkerî û serdestan re û wexta ol bû amûrek zextê û mêtîngeriyê, li beramberî xweza xwe ragirtinê de rista ji aliyê manewî ve dileyîstin cihê xwe ji xapandina dagirkerî û serdestan re dihêle. Xitabî cihana wan a ûtopya û xeyalî ya manewî wêdetir dikin û bi vî rengî hewl didin wan îdare bikin û ji rêvebirinê re bihêlin. Lê ol, dîsa jî li vir weke yekparetiya qûralên sîyasî, felsefî û exlaqî bi bandore. Di vê qonaxê de hema bêje her tişt di bin qalikê ol de dixwaze derketinan bike. Li vê derê mirov edî ne ji hemû aliyan ve ji aliyê ol, ne jî weke serdema despêkê bi çîrokên zarokatî tên îdarekirin, serdemeke rêbazên dagirkerî û qûralên zanist bandokerin, jêrsazî û jorsazi hinekî din pêşketiye û her ku diçe qûralên zanist zêdetir tên pêkanîn, yanî ber bi qonaxeke wiha ve hildikişe. Di qonaxek din de dema ku ber bi kapîtalîzmê ve diçe, ev pêşketin digihêje asteke pir pêşketî. Li beramberî lewaziya mezin a ol, girîngiya felsefê zêdetir dibe. Ol êdî cihê xwe ji felsefeyê re dihêle. Mirov êdî bi awayekî ji rêzê bi çîrokên ku nekare bixapîne û xeyalî ji şîrovekirina xwe, gerdûn û heyberê dûr dikeve. Rastiyên ku ji aliyê zanist ve derdikevin holê esas digirin, encamên van jî bi şêwazekî bê pejirandin şîrove dikin, bi kurtî ber bi şîrovekirinên felsefî ve çûyîn despê dike. Êdî neçare ki mantiq û pratîka mirov ber bi felsefeye biçe. Ji ber vê jî her ku diçe rista ol kêm dibe, mirov hîn zêde li gorî rastiyan tevdigere û encamên pratîka xwe baştir şîrove dike. Vaye rista dîrokî a burjuvajî wiha derdikeve holê. Ya ku em jê re dibêjin ronakbûn (ronesans), hûner, wêje û zanist jî di vê bûyera afirîneriyê de yanî bingeha çînî û civakî bi vî rengî çêdibe. Mirovatî ji bo pêşketinê dixwaze qonaxeke nû bide despêkirin. Ji bo vê li Roma, serdema navîn dinere. Li wir ji bo xwe tiştê sûdmend çi hebe hemû digire. Di heman demê de her
33
tiştê ku astengî jê re ava dike hebe dijberî derdikeve. Xwe û bi xwe re jî civakê ji bo ku ber bi qonaxeke jortir ve bibe bingehê vê yê bîrdozî, wêjeyî û zanistî amade bike hewl dide. Di despêkê de jî filozof û wêjevan derdikevin holê. Qonaxa ku em jê re dibêjin qonaxa hunerî şêwe digire. Lê xwediyê pergala kevin û girtî, bi taybetî jî yên ku xwedî ezmûnê dagirkerî û rêvebirina sedan salin û hêzên siyasî ku erka dewletê di destê xwe de digirin, yên ku dizanin wê çi, çawa di destê xwe de bihêlin û yên ku xwedî artêş û rêveberiya vê ne gel, ji bo vê çîna nû, li beramberî pêngava wan a nû astengiyên cur bi cur derdixînin. Li dijî felsefeya hemdem, li beramberî huner û ol, olên dervî serdemê bi hemû saziyên kevin ve jê re bersiv didin. Xwe sipartina hêza xwe ya siyasî û leşkerî ve, tundiyek pir dijwar û îşkenceyê ferz dikin. Lê mîna tovê ku li nav axê direşe, axê û zinar parçe dike û dirêj dibe, pêşketineke mirov a bi vî rengî jî misoger nayê astengkirin. Çîna ku qelîştokên vebûne hîn fireh dike, li ser bingehê pêşketinên nû rûniştiye, bi xwe re pîvanên xwe, di her astê de çalakiya xwe derdixe holê. Serdema şoreşên burjuva, ji felsefê û ol heta wêje, ji aborî heta qada leşkerî di hemû astan de pîvanên xwe, rêvebirî, stratejî û rêveberî, rêbertî, hostatiya strateji û taktîkî ku van bi rêve bibe diafirîne. Bûrjûvazî bi xwe jî her tim di nav serîhildanekê de ye. Mîna ku di şoreşa Fransayê de, vê derdixe asta lûtkeyê. Beriya wê li hinek zemînên din serî li ceribandinên gelek şoreşên din dide. Di hinekan de kêm jî be ber bi encamê ve diçe, di hinekan de bin dikeve, di hinekan de hema bêje mîna ku di şoreşa Fransa de serfiraziya xwe derdixe asta herî jor. Li vir weke ku di şoreşek Îngîlîstanê de bûyî, êdî naxwazin bi rewatiyê ser têkoşînê bigirin. Belê, burjuvajî hîn ji sedsala 15. ve çend sed saleke her tim di nava serîhildanekê de ye. Serhildan em di ol de ji çêkirina reforman bigirin heta wêje, ji wêje heta huner û ronesansê jî, ji damezrandina pergala saziyên leşkerî heta dijberî misogeriyê teşegirtina dewletên nû, ji teknîkên nû yên hilberînê heta rêbazên cur bi cur ên rêvebiriyê di her astekî de rabûneke ser piyan, berxwedaniyek û weke qonaxeke şoreşê derdikeve holê. Vana bi şêwazên cur bi cur xwe didin der. Ev di cewherê xwe de rista ku ji aliyê rêberên burjuva û li ser navê burjuvaziyê nûnerên bi aqil û cesaret dileyzine. Danteler, Leonardo de Vîncî, Deskartes, Robesoîerre, Danton, Napolyan û hwd nûnerên pêşeng ên çîna nû ne. Di vir de tenê serhildaneke di asta pêşengên çînî de ne mijara gotinê ye. Çîn bi xwe jî her tim di nav serhildanê de ye. Li parlemento, kolan û bejahiyê jî bi şêwazê gêrîla, hinek caran jî weke xwepêşandanên
34

kolanan çalakiyan pêk tînin. Li ser hinekan metirsî û tundiyê disepîne, li ser hinekan jî raperînê dide destpêkirin. Vê ji dêrê li ser meydanên şer disepîne. Bi kurtî weke pîrika welidîna civaka nû, tevgereke şoreşgerî a berfireh ku bi sedan sal bidome pêk tîne. Encama ku ji aliyê Marks ve jê bê derxistin ev e; “zext, pîrika hemû civakên kevin ên ji ya nû re avise.” Li vir jî rêbertî diyarker û devjênegere. Rêbertî tenê ji taybetmendiyeke leşkerî pêk nayê, divê ku aliyên siyasî û çandî bi hev re bijî, şoreşa ku pir zêde pêwendiya xwe bi çîn re heye, ya ku bi taybetmendiyên wê serdemê re zêde girêdanên xwe heye, weke ku nirxandina dîroka xwe û ya serdemê baş fêm dike, xwedî taybetmendiyên herî bi hêz ê şîrovekirina van e jî. Bi kurtî Rêbertî ji hemû aliyan ve yê ku mezinbûneke xwe ya kûr heye, rêz lê tê girtin nûnerê taybet ê çînî ye. Rêber kesayetên wisa ne, hêj çînan xwe ne gihandinê, lê çîna ku wan di kesayeta xwe de ava kirî hêj şênber nebûye, lewma ew pêşengên civaka pêşeroja ku di kesayeta xwe de şênber kirine. Civaka ku di pêşerojê de şênber bibe di van kesayetan de, di pêşengtî û rêxistinbûnên wan de hatiye ceribandin, giştiye serkeftinê û hatiye jiyîn. Vana jiyana ku dê pişt re ji aliyê milyonan ve bê jiyankirin, di kesayetiya xwe de jiyane. Bi mîlyonan mirov, di demên pêş de felsefe, kesayetiya siyasî, exlaqî û hestî, rêber di despêkê de dijîn, bi bername dikin, rêxistin dikin û derbazî çalakiyê dikin. Vê piştre ji milyonan re radigihînin, weke serdestiya çîna burjuva, gulvedana civaka burjuva û cîhanê bi şêweya di kesayetiya xwe de bê dawî bike nûnertiyê jê re dike. Di vê mijarê de her tişt di kesayetiya rêberan de weke bêdawî ye. Mîna bêdawîbûna burjuvaziyê, ew jî bi qûralên ku çêkirine, rêveberiya dewletê, weke jêrsazî û jorsaziyê bê dawiye ferz dikin, xwedî lê derdikevin, diparêzin û pêş dixin. Wê demê, pêşeng xwedî taybetmendiya şêweya despêkê ya civaka burjuva ku wê piştre serkeftinê dest bixe derdikeve holê û pêşeng di vê mijarê de xwedî ristekî devjênegerin. Madem wê piştre serdestiya çîna nû, bi kurtî di hemû astan da gulvedana wê misoger be, wê demê rêberên vê yên despêkê, misoger divê pêşerojê di kesayetiya xwe de biafirînin û şênber bikin da ku çîna ku nûnertiya wê dikin di kesayeta wan de bi awayekî ewle li pêşerojê binere. Da ku bikare bi cesareta ku ji vê digire çalakî û serhildana xwe bi rêbaz û bê binkeftî bike, ji ecemîtiyên xwe yên yekem rizgar bibe, şûna ecemitiya yekem cihê xwe ji rotayeke rûniştî re bihêle û bi rêberê xwe ve bê girêdan. Vaye, ji bo vê pêdivî bi rêberan heye. Napolyon, dema ku li ser navê burjuvajiyê mîna fermandarekî leşkerî derket holê, heta radeya dawî bi cesaret û hosta bû. Ji Moskovayê heta
35
Misirê, ji Îspanya heta Elmanya yê, ti hêza ku serî pê netewandiye nemaye. Ew pisporê leşkeri ye. Pişt re yên mîna wî jî derdikevin holê. Vaye, li vir li ser navê çîn risteke girîng a tê lîstin heye. Çîna ku rastiyê qezenc dike pisporiya wî ya leşkerî û kesayetiya wî ya leşkerî ye. Hema bêje weke ku li Rojhilata Navîn di serdema feodalîzm û îslamiyetê de rista ku Cengîzxan û Elî lîstiye, kesayetiya fermandar û rêberekî wiha tê jiyîn. Çînayetî hewceyî vê ye. Di serdemên navîn de fermandarên mîna Elî û Cengîzxan nebûna, komên eşîretan gelo wê çawa gihiştiban pergalek leşkerî? Wê çawa şer kiriban? Wê êrîşên mezin ên sedsalên paşê çawa pêk baniyan? Nexwe fermandar di merheleyên ku qabîle, eşîret, çînayetî û gelên bindest êdî ber bi kamilbûna mercên objektif a desthilatiya bilind dibin de derdikevin holê. Ev kesayetên ku avaniya girseyan, vîn, bêrîkirin û kesayetên wan di kesayeta xwe de bi teşe dikin. Li gorî vegotinên wan pêşî serkeftinên xwe yên bêhejmar pêk anîne û bi vî rengî girseya ku di nava wan de ye, lê hêzek potansiyela mezine dixe tevgerê û wisa qural, exlaq, felsefe û rêxistinbûnê pêk tîne. Bi vî rengî kesayetên serdar ên fermana “De pêşve bimeşe” dane. Ji bo vê ji Elî; “Emîr Ûl Mûmîn” tê gotin. Dîsa qanûnên Cengîzxan bêhempa ne. Ev di serdema koletiyê de jî bi vî rengî ye. Ger ferman û qanûn hîn jî şahnaziya xwe diparêzin ji ber vê ye. Qanûnên Napolyon û burjuvazî jî yên bi vî rengî hene. Heta niha jî yên ku di dibistanan de didin xwendin û qûralên li ser dimeşin ev qanûnin. Nexwe ji ber sedemên cuda yên ji aliyê çîn û girseyên gel ve beriya her tiştî ji ber cihgirtina wan a di hilberinê de, ji ber neçariya her tim bi hilberinê re mijûl dibin, fermandarî û rêbertiya tena serê xwe nikarin pêş bixin, ji aliyê beşekî pêşeng ve di kesayetiya xwe de şênberkirin ji bo hemû demên pêşketinên dîrokî mercekî devjênegere. Ger gel û civak dixwazin ber bi pêş ve bimeşin, divê ku li pêşiya wan komek fermandarê xurt û bijare hebe. Rêbertî wan ji xeteriyên ku ji aliyê rast û çep ve bên diparêze. Ecemîtî û bê ezmûniya wan ji xeteriyan dûr digire. Xwe digihîne kesayetiyeke bi hêz li pêşerojê dinêre. Dibe mînaka fedekarî û cesaretê. Birêxistin, pergala ferman û fermandar bi awayekî hêz pêk tîne. Bi biryar, kesayetiyeke pêgihiştî ava dike. Hêvî dide kesên ku dixwazin rabin ser piyan. Pêşeroja xwe bi şêweyek biriqî xêz dike, vê jî di asta azweriyê û coşa cejnê de pêk tîne. Yanî koma kesên bijare ye. Dema ku hêzek bi vî rengî ava bû, çîna mafê pêşdeçûna xwe heye rêzeke mezin lê digire, bi azwerî pê ve tê girêdan û bandora ku ti hêzên teknîkî nikarin bikin ev komên girseyan pêk tînin.
36

Yên serkêşên komên girseyane, di vê demê de şîdeta dewletê heta pergala xwe ya dawî jî pêş xistine. Hêza serdest a siyasî û leşkerî, hemû ziraviyên taktîk û stratejiyê pêk tînin. Êdî ezmûneke berfireh a çînayetî çêbûye. Yên li ser desthilatiyê dê çawa şer bikin, yên mafxwerî çawa bixapînin û dê çawa îşkencê li wan bikin pir baş dizanin. Dadgeh, zindan, cerdevan, garnîzon û beşên wan ên parezgehî hene. Bi danehevên kûr ên sedsalan ve, di serî de pêşengên bindestan, bêrehim êrîşî ser berxwedanên bindestan dikin. Nexwe hêzekî wisa amade li pêşberî wan heye. Di gel bê tecrübe û lewaziyên pêşeng û komên girseyî yên li dûv pêşeng, xwedî avantaja bi azwerî û coşeke mezin rabûna ser piyanin. Û ev jî beramber hev pev dikevin. Bi kurtî weke ku Lenîn gotî: “di despêkê de kêmasî û nebesiyên pêşeng û komên girseyan rewşeke jênereve û di heman demê de ji bo derketineke berfirehtir şertekî zerûrî ye.” Lê ev ê heta kengî bidome? Weke ku Marks dibêje; weke ku di hemû artêşên bindestan de heyî, artêşa proleterya jî dibe ku di çend ceridandinan de bin bikeve. Lê piştre, di encama dersên ku ji van binkeftina derxe, êdî wê pêşeroj heta dawî li ser piyan bimîne û wê nequlipe mîna boksorekî, mîna tîrkevan xwe sist dike, kulmên xwe hişk dike, mejiyên xwe dişuxulîne, bi baldariyeke mezin hêzên serdest diqulipîne. Marks dibêje; şer û têkoşîna proleterya di vê sedsalê de mîna ku qûrala kûr ya vê dûbare dike.” Vê ji bo têkoşînên proleterya û xisletên tevgerên gel ên Sedsala 19’an dibêje. Yek ji van şoreşên yekem ên proleterya jî di şoreşa 1905’an de dûbare dibe. Baş xwe amade nekirin, hîn ref negirtina mîlyonan girseyên gel, weke ku dibe sedema bingeftinê, şoreşa 1905’an dibe provaya şoreşa Cotmehê ya pişt re pêşketî. Nemaze zemînekî ku şoreşa Cotmahê li ser pêş ketiye. Wê demê ji bo proleterya ku çînek hemdeme û burjuvazî jî, li gorî rastiya çînayetiya xwe guncaw ji bo ku xwe bigihîne pêşveçûnek astekî jor a civakê ji felsefê heta leşkeriyê, tê fêmkirin ku wê heman ristek bê raberkirin. Proleterya ku di rastiya xwe de civakê ji dagirkerî, nemaze ji hemû curên demogojî û derewan, zext û zoriyê rizgar bike, dikeve nav qonaxa çalakiyên dîrokî. Ji bo destxistina kesayeta xwe di wan şertên pir zehmet de, ev çîna ku pir lewaze bi navê xwe siyaset û leşkeriyê bike, hêdî hêdî dema ku teşe digire serî li gelek serhildanên ecemî dide. Ev rewşeke jênereve. Wan makîneyan parçe dike, rêxistinên di asta mezheb de dadimezrîne, serî li şerên kolan û barîkatan dide, gelek binkeftinan dijî, lê her ku diçe şerê xwe bi bandor dike. Piştî wê jî pêşengên çînî derdikevin holê. Vana beriya her tiştî ji bo proleterya nêrîneke cîhanî diafirîne. Proleterya wê bi kîjan felsefê li cîhanê binere, wê bi kijan bingehên zanistî
37
civaka nû rêxistin bike, wê rêxistina şoreşê li ser kîjan taktîk û stratejiyê pêş bixe? Ev pirgirêkên her ku diçe berfireh derdikevin holê ne. Derketina holê ya van pirsgirêkan, kesayetên ku wan çareser bike jî ji neçarî diafirîne. Derketina pêxemberên proleterya mijara gotinê ye. Em ji exlaq bigirin heta felsefê, êdî li beramberî helwestê burjuva yê paşverû ji aliyê proleterya ve li ser navê mirovatiyê jê re bûyîna bersiv û êdî qonaxek pêşketî xistina rojevê mijara gotinê ye. Bi vî rengî Marks û Engls weke mamosteyên proleterya, ne weke pêxemberên wê derdikevin holê. Belê, ew jî hema mîna pêxemberan, pêşketinên piştre biqewimin radigihînin. Lê li ser esasekî zanistî, bi taybet jî bi ravekirinên civakî ve dikin. Bûyerên ku dê piştre biqewime wê çawa pêş bikevin di asta zagonan de destnîşan dikin. Tehlîlkirina Kapîtalîzmê “Kapîtal” derdixe holê. Li ser esasê tehlîlkirina zor (şîdet) û fêmbûna pêşketina şoreşê li ser şîdetê “Antî durhîng” derdikeve holê. Piştre jî weke şêwaza jîndarkirina vê ya rêxistina pratîkî proleterya partîsî û şêweya lêdana wê teşe digire. Vê carê jî weke ku di sala 1870’yan Komînên Parîsê de, serhildana girseyî ya proleterya û şerê pêşengên wê tevgera herî bi hêz tê raber kirin. Dîsa ya ku tê jiyîn serdema zarokatiyê û ecemîtiyê ye. Hem pêşeng hem jî girseya wê ecemî ye. Ji bo wê hosta rexne dikin. Proleterya bi qasî ku bikaribe erd û ezman fetih bike yeman şer dike. Lê burjuvaziya ku hîn di asta xwe ya lûtke de ye, hêzên statîkoparêz û feodal bi tevkariya nokeran re bê rehmiya xwe li ser vê şoreşa proleterya vale dikin. Gelek xwîn tê rijîn, hejmarên zêde mirov bi girseyî tên tinekirin. Rêberên wan bê rehm tên îşkencekirin. Ev Tevgera çalakiyê ya herî mezin a proleterya ye. Lê bi binketina wê re, tevgereke divê ku gelek ezmûnên dîrokî jê bên derxistine. Hema bêje şoreşa 1905’an, dûbarekirina di nava şert û mercên Rûsya de ye. Her ku diçe bi bandorbûna proleterya siyasetmedar diafirin. Qonaxa jîndarkirina bîrdozî û zanista proleterya despê dike. Di felsefê de ji îdealîzm û metafîzîkê ber bi materyalîzma dîyakeltîkî ve, berê xwe dide siyaseta serbixwe ya çînayetî û rêbaza şerê girseyî. Ev rista ku li wir ber bi hunera proleterya ve pêş dikeve,, bi pênaseyeke rast di sala 1917’î di şoreşa Cotmehê de bi destxistina îktîdara siyasî ve tacîdar dibe. Êdî kesayetên zilamên mezin ên dewleta proleterya, fermandarên wê yên leşkerî, çanda girseyan û di pêşketina mirovatiyê de yê ku gotina herî bi îda bêje, çalakiya herî mezin pêk bîne şoreşgerên wiha pêdigihê. Ew diyardeya ku em jê re dibêjin; “Bolşevîk” derdikeve holê. Ya ku mizgîniya pêşerojeke bi hêz, pêşketinek fedakar û bi cesaret dide, jîyana pêşeng a proleterya û civaka pêşerojê di kesayetiya xwe de teşe dike pêşengek derdikeve holê. Ev
38

pêşeng, ji nava civakeke weke Rûsya ku xwedî gelek taybetmendiyên derveyî serdemê ye, ber bi civakek qonaxa sosyalîzmê ya herî pêşveçûyî bilind dibe de, rolek pêşxistinê dilîze û wisa di wateya burjuva de sedsala dê pir bi êş derbas bibe kurt dike. Bi şoreşê civakê ji êşên mezin rizgar dike û şopa xwe di dîrokê de dihêle. Mîna hewariyên Îsa, xelîfeyên Mihemed û Montagneyên şoreşa Fransa ew jî weke mînakên herî pêşketî yên proleterya ji bo gelek şoreşên pîştî xwe pratîk û teorîya vê, rêgezên bingehîn di jiyana xwe de raber kirin û rista xwe lîstin. Ev rist pişt re li Çîn, Vîetnam, Emerîka Latîn û Efrîqa di ezmûnên gelek şoreşan de dûbare dibe. Êdî ew pêvajoya ku em jê re dibêjin serdema fermandariya gelan, ji bo jiyana taybet a gelan, bi sedên sale yê ku di xewê de hatine hiştin, yên mafê wan hatiye xwarin û ji jiyana kesayeta xwe hatine dûrxistin, di pêşengiya wan de tê jiyîn. Beriya her tiştî pêşeng, ji pirsa wê pişt re çi bibe re bersiv dide. Baş şer dike, baş difikire, exlaqek kî baş, hezkirin û atmosfera rêzdariyê di hinavê xwe yê rêxistinî de diafirîne. Rêveberin, bûyîna fermandar bi kurtî li beramberî hemû curên zexta dijmin, stratejî û taktîkê bexwedana gelan derxistina holê, li beramberî hemû rêbazên şer ên zextkar taybetmendiya bersivdayîna bi rêbazên şer bi xwe re pêş dixe. Li beramberî hêzên emperyal yên herî hov, em ji gelê Vîetnamê bigirin, heta gelên herî Efrîqaya reş ên hêj pêş neketine ji berxwedaniyên gelên cur bi cur re bersiva herî yeman dide. Ew raperînên mezin ên gelan ku di sedsala me de pêk anîn û berxwedanên wan, ji bo serkeftina qonaxa dîroka mirovatiyê ber bi civakeke bê çîn ve diçe, ji bo xurtkirina serdema azadiya civakan û serxwebûna netewan, gelek ezmûnên şoreşgerî û rêberên van şoreşan teşe digirin. Vala ji serdema me re nabêjin; “Serdema tevgerên rizgariya netewî û şoreşên proleterya”, yanî li ser vî bingehî serdema qutbûna ji emperyalizmê ye. Ev îfadeya pêdiviyên bingehîn ên sedsala me ne. Ev rastiyên ku gelekî li ser tê axaftin û fikirandin pêwîst nake dirêj dirêj mirov ji kesên ku bi doza rêbertiyê re rabûne re bê vegotin. Ew kesayetên wisa ne neçarin ku bizanin di fikir û ruhê xwe de van jidil bipejirînin, dema destpêkê derdikevin holê hema weke goşt û neynok bi xwe re yekbûnê ava bikin û wisa bikevin rê. Ev helwesta ku ji aliyê hemû gelên hemdem ve di pêvajoyên rabûna xwe ya ser piyan de hatiye raberkirin, yek ji mînaka vê helwestê jî weke gelê herî kevnar û ji aliyê serdemê ve hatiye jibîrkirin gelê Kurdîstanê jî neçare raber bike.