Mijara Pirsgirêkê Ya Giştî

 

 

Mijarek ku hêjî di gelemperiya cîhanê de tê nîqaşkirin yek jê mafê jinê ye...

Heta ku nêzîkbûnên kevnar ên heyî neyên derbaskirin nîqaşên li ser maf û azadiya jinê fantaziyê derbas nakin. Dema pirsgirêkên girêdayî xweseriya civaka mirov derdikevin holê, rêyên çareserî destpêkê di bin bandora fikrek paşketî û nêzîkbûna civakek paşketî ya giran de çêdibin. Ango mirov destpêkê her tiştî pir aqilmendî çênake. Ji ber hêj aqilê wan di wê astê de pêş neketiye. Di wê demê de hêj têkoşîna wan a bi xwezayê û pêwendiyên wan ên bi hevdu re pir lewazin. Cureya mirov a ji cîhana lawiran nû derketî di qonaxa pêşîn a pêşketina xwe de ye. Lewra di wê demê de mirovahî, weke di pirtûkên olî de hatiye şîrovekirin û nivîsandin xwedî rêgezên bêhempa û rêyên çareseriyê dest nehatine dayînin pejirandin redkirina zanistiyê ye.

Lê baş tê zanîn mirov di kêliyên herî lewaz de bi dogmayên pir mezin ve, xwe sipartine rêgezên qesîdeyên pîroz. Îro jî bingeha gelek tiştên ku ji bo me tabû ne, bi rastî jî bê zanebûn hatine danîn. Dema mirovahî hêza xwe ya zêde bûyî veguherandiye jêhatiyê tişta yekem vedîtiye, di ceribandinên xwe de dîtine ku li hember hêza xwezayê çiqasî nebesin. Wê demê ne teknîkek pêşketî, ne felsefeyek ku bi hawara wan ve were û heta ne jî hîndekariya oldarî ya pêşketî hebûye. Bandora rakêşweriya tava rojê, xeteriya robaran, erdhej û birûskên asîmanan ava kirine, her wiha dema derfetên jiyanê yên xwezayê dane wan dîtine, ji vir ketine rê û xwe gihandine xwedayan. Zayîna xwedayên rojê, xwedayên berhemdarî û xwedawend ji vir çêdibe. Ev piranî jî ji agir tên afirandin. Tê dîtin ku, diyardeyên herî zêde jiyana mirovan bandor dike, kirine xweda. Ji ber vê sedemê olên destpêkê, olên xwezayî ne. Mirov ji pir an jî kêmbûna van hêzan ditirsin, ji bo derfet bidin wan an jî di qonaxên tinebûna derfetan de jiyana wan bikeve xeteriyê wan di radeyek pîroz de digirin dest. Rêzdar nêz dibin û weke xwedaperestên destlê nayê dayîn dibînin. Ji bo mirov lewaziyên xwe veşêrin neçare ku xwe bixapîne. Îro jî em gelek caran behsa xwe nexapandinê dikin. Lê mixabin wisa tê dîtin di peresanên pêşketina mirov ên destpêkê de stargeha herî mezin yek jê jî xwe xapandina mirove. Di derbarê vê peresanê de jî ol û huner bi şêweyên cur be cur hatine berovajîkirin. Mirov, qudreta herî pîroz kiriye putek. Li gorî xwe qinyata xwe bi van putên ku qudreta her tiştî dibîne tîne. Bawer dike ku dê ew wî ji her tiştî rizgar bike. Dema dikeve rewşên tengav de jî ger mirov bîne bîra xwe mirovên me îro jî xwe dispêrin çi, mirovên di gavên pêşketinê yên destpêkê de jî ne zehmete ku mirov bizane dê van rêyan hilbijêrin. Ev diyardeya ku hewl didin bi lêkolînên zanistî biselmînin, di rastiyê de jiyana me wê diselmîne.

Lewma divê mirov zêde baweriya xwe bi têkîliyên mirovan ên destpêkê lewaz, nezan û di nava valahiyên mezin de neyîne. Fikra ku dibêje bingeha xwe dispêre kokên pir kevin û mîrateyên pêşiya ne û wisa nirxek mezin dayîna wan, ji hêla pratîka mirovê ku bihêz dibe ve ti aliyek wê ya cidî bê girtin tine ye. Dikare pirsa ma mirov neçare xwe wisa bixapîne bike. Dîsa dibe ku bê hizirîn heta ku mirov xwe nespêre hêzên wisa giyanwerî nikare bijî. Di serdema me ya ku pêşketinên zanistê di lutkeya xwe ya herî jorîn de ye, ji kokê ve derbaskirina pirsgirêkên mirov de ger pêşketina hovîtiya nûkleer berçavan bê girtin, her wiha heta em bibîr bînin Yekîtiya Sowyetê jî li dijî polîtîkayên nûkleerî alîkarî ji dêrê xwest, mirov dikare bêje ku hêj mirov xwe sipartina hêzên giyanwerî derbas nekiriye. Ango tenê pêşketinên zanistî têra derbaskirina pirsgirêkên mirov ên bingehî nake. Em nikarin ji niha ve bêjin ku dê pêşketinên zanistî yên pêşerojê jî tam têra derbaskirinê bike. Baweriya me bi zanistê heye û me jî zanist hilbijartiye. Lê dîsa jî em dikarin bêjin curê mirov dikare li ser her tiştî serwer be, xwe bike xweda. Nexwe, zanist ji aliyekê ve ji bo derbaskirina lewaziyên me amûrek bingehîne, ji aliyek din ve jî amûrek selmandina lewaziyên me ye.

Hemû rêgezên mezin ên di avabûna mirovahî de, îro em bixwazin nexwazin jî dev ji me bernadin. Emperyalîzma Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê çekên nûkleer weke xwedayekî derdixe pêşberî mirovahî, nexasim Yekîtiya Sowyetê bi gefan dike bin bandora xwe û wan jî di nava nîqaşên xêra “aştî” tên meşandin de neçarî gelek tawîzan dike. Ev jî mirov dide fikirandin. Ev polîtîka raste yan na weke xalek girîng li Sowyetê jî tê nîqaşkirin. Palpişta Reagent (hêza karlêkirinê) hemû xweda û dogmayên sedî salan heye. Reagent tenê nûnertiya emperyalîzma Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê nake. Hemû hêzên xeyalî û dogmayên civaka rabirdo jî girtiye pişt xwe wisa tevdigere û ji dêrê heta mizgeftan dikev e nava hemû îbadetxaneyan hêvî ji wan dike, hewl dide wan ji nû ve jîndar bike. Ji ber vê sedem ê hêza nûnervanê sosyalîzmê xwe di tengaviyê de dibîne û rêyên lihevkirinê digere. Tişta ku li vir derdikeve holê ev e; têkoşîna sosyalîzmê bê ku hesabên van hêzan bike, dê nekare bi têkoşînek tenê li gorî pêdiviyên zanistê ve bigihe encama ku dixwaze. Ango bi vegotinek din, sosyalîzma zanistî, pêdiviya hîn zêdetir berfireh û xweser destgirtina vê derdixe holê. Bi kurtasî lewaziya mirovan a destpêkê û ji bo derbaskirina vê lewaziyê divê dogmayên heyî cidî bên girtin, lê dema ev jî tê kirin divê mirov nekeve bin serdestiya wê, berovajî vê mirov bikare bi têkoşînek watedar ve pêşveçûnekê saz bike. Niha jî pirsgirêka herî cidî ya ku mirov rûbirû ev e. Em jî hewl didin li ser vî bingehî nêz bibin.

Me ev tev ji bo destpêkirina mijarê vegot. Dema saziya malbatê derdikeve holê, destpêkê alî wisa bi rêgezên pîroz ên destnedayî nêzî hev nebûne. Ketober, jixweber û ji ber neçarkirina xwezayê bi xerîzeyên xwe ve saziyek wisa ava kirine. Jixwe destpêkê ne gengaze ku mirov behsa saziyek malbatê jî bike. Zêdebûna mirovan, weke nêzî ya lawiran ku dişibe hev bi xerîzeyan tê meşandin. Em dizanin ku hinek xisletên vê saziyê paşê derketine holê.

Di vê qonaxa pêşketina destpêkê ya cureya mirov de jin bi hêze. Sedema vê jî, jin di xebatên hilberînê de xwedî seknek bihêz bûye. Nexasim di komkirina berhem ên weke giya û nebatan, zêdebûna kiflet û xwedîkirina zarokan û çêkirina stargehên destpêkê de jin çalake. Mirov dikare di vir de vê bêje; hêj jêhatîbûna zilam pêş neketiye, nexasim di qonaxên ku pêdivî bi hêza wî ya fîzîkî tine de, xwediya zarokan, berhemên komkirinê û karbidestiyê jine, ev jî mohra xwe li pêvajoyê dide. Ev qonaxek girînge. Weke di dogmayên olî de jî tê gotin, îdîa ku serdestiya zilam a bêsînor hêj di destpêkê ve heye û pêşketin jî girêdayî serdestiya zilam teşe girtiye ne raste û dikare yekser bê redkirin. Di olên pêşketî de pir zelale ku bendewariya jinê ya ji zilam girêdayî civaka çînayetî pêş ketiye. Ol’ên pêşketî statûya jinê pir dijwar li gorî berjew endiyên zilam erê dike. Bes ji rewşa xwedawendên ol’ên destpêkê jî fêm dibe ku, jin pêvajoyek pir bihêz jiya ye. Di olên destpêkê yên xwezayê de nirxê ku ji jinê re tê dayîn zêdetire. Di rawestgeha civaka çînayetî de dema bûyera serdestiya kesîmek pir teng li ser kesimek mirovan pêş ketiye, tê dîtin ku jin jî bi vê re di nava hev de ketiye bin bandora serdestiyê. Sedema bingehîn a di vir de rol lîstiye ji bo berheman desteser bikin, derketina dervî malê, nêçîrvanî û ji bo van tevan jî pêdiviya xebatên quwetê ye. Lê dema zilam li ser jinê serdestiya xwe ava kir, tenê desthilatiya xwe bi hinek xisletên wî yên fîzîkî bikar ne aniye. Li gel vê çav berdaye berhema zêde ya li ser keda jinê hatiye bidestxistin. Li ser van nirxan serdestiya xwe ava kiriye. Her çendî hinek hêza fîzîkî derfet ji zilam re saz kiribe jî, wî destpêkê ev derfet qet bikar ne aniye. Ev serdestiya xwe ya fîzîkî veguherandiye quwetê, di civakek ku jin serdest de li ser nirxên ava kiriye ji bo pêkanîna mêtîngeriyê ye. Nexwe serdestiya zilam ji nêz ve girêdayî mêtîngeriyê ye. Ger zilam ji destpêkê ve, derfetên ku ji hêza fîzîkî bidest xistiye bikar baniya, diviya di serî de serdest bûya û dewsa xwe li hilberîna nirxên civakî daba. Lê wisa nake. Berovajî vê daneyên di asta civaka komînal a pêşî de ku jin lê serwer de çav dibiriqînin. Di vê pêvajoya ku pêdiviyên civatan zêde tên hilberandin de, çawa ku di nava civatan de hinek çavbirçî û fêlbazên ku bi yên rêzdarbûn bidestxistine re piranî çav diberdin hilberînên zêde, li ser keda hinek din xwe dana jiyîn û ger bi vê rêyê jî li ser civatan otorîteya xwe ser xistibin jî, lê taybet zilam, bi hêza xwe ya fîzîkî ve li ser keda jinê bûye serdest. Wer xwiya dike zilam di destpêka pêşketina civakî de ya veşartiye, derfetên ne diyarin, lê rewşên fîzîkî ne esasin derbasî meriyetê dike, hinek zilaman di bin serweriya xwe de kom dike û dest bi şerek serdestiyê dike. Ji aliyekê ve kole derdikevin holê, bi vê re jî li ser jinan serweriya xwe ya mezin saz dike. Wê demê, divê mirov bipejirîne ku bi zayîna koletiyê re serweriya wî ya li ser jinê têkilhev pêş dikeve.

Ev serdestiya ku zilam li ser jinê saz kiriye, paşê bi şêweyên cur be cur derdikeve holê. Tişta ku zilam di vê mijarê de dike bûna asta hêza otoriteyek mezine. Hêza siyasî ya bidest xistî, tîne asta rêgeza xwedayî ya ku destlênayê dayîn. Êdî şabaniyên xwedayî pir kêmin. Ên heyî jî weke mîrateyên olên xwezayî ne. Şahên xwedayî jî nûnerên otorîteya bê nîqaşin. Mirov di radeyek mezin de dixin kole, jin jî di astek girîng de otorîte û rêzdarbûna xwe ya berê winda dike. Jin jî, di qonaxa destpêka pêşketina mirovahiyê de hêj kesayeta xwe nedîtî rewşek ketina bin serweriyê dijî. Çawa ku gel’ên paşve mayî hêza pêşketina azad ne jiyayîn dikevin bin koletiyek pir giran û dikevin rewşek pir xirab û bê kesayet, ev hîn zêdetir ji bo jinê derbasdar dibe. Jina ku hêj di destpêka pêşketina kesayetî de bi serdestiyek mezin re rûbirû dimîne, xwe winda dike. Ev jî tê wateya windakirina azadiya xwe. Elbet di pêvajoyên pey wê re jî jin pêş ketiye, di her qonaxên girîng ên dîrokê de jin bi şêweyên cur be cur ên weke kesayet, têkoşîn, rol û statûya xwe ve derketiye holê, lê dîsa jî rastiyek heye ku, jin di vir de hatiye windakirin.

Jina hatî windakirin, gelo dê ji vir û şûn de çawa bê pênasekirin? Pênaseya jina ji vir û şûn derdikeve holê, di xebatên weke ol’an, huner, helbest, klam û siyasî de pêş dikevin. Lê di hemûyan de jî yek xislet heye, jin di yek ji wan de jî ne kesayetek bi istîkrar a teşe girtiye. Zêdetir xala xemilandinê li pêşe. Ger mirov hinek din bi teşe bike, jin di xistina civakê de weke fêlbazî, dek û dolap çiqas xal hebin di pêşxistina wan de bi dîmenek pir sexte ve derdikeve holê. Jin êdî di pêşketina mijarên erênî de pir lewaze û beşdarbûna wê sînordare. Divê mirov sedema vê jî di serdestiya ku zilam ava kirî de bigere. Dema zilam serdestiya xwe saz kir û ev gihand statûyek çînayetî, serdestiya wî ya bêsînor li ser jinê meşandî bûye diyardeyek ku hêza wî ya mêtîngerî hîn zêde bibe. Ango ji mêtîngerî û çewsîneriya zêdetir, jin heyberek başe.

Jin û zilam di nava xwezayê de yekbûnê ava dikin. Ev li hember hêzên xwezayî û di pêvajoyên pêşketinên civakî de du kesên ku dixwazin her tiştî bi hevbeş ava bikin. Lewma yeqîn dikim nêrîna ku dibêje nikarin mêtîngerî û çewsîneriyek wisa li ser hev ava bikin, dê nêrînek nezantî be. Ferdê mirovê ku bi giştî ji civaka îlkel nû derketiye, taybet jî hovbûna zilam pêwîstiya gera wijdan ji holê radike. Di vê qonaxa ku zêdetir sehek li pêşin, de qanûna diyarker mirov pir hêsan dikare bêje ku qanuna zorê ye. Yên ku bask û rêxistinbûna wan bihêze serdestiya wan a li ser çi çînayetî dibe çi jî li ser zayendan dibe bêsînore. Vebûna têkîliyên beramberî hev ên wekhevî tenê di roja me de pêş ketiye. Lê di vê qonaxa pêşî de neçare ku zext bêsînor be. Dema mirov zext û mêtîngeriya li ser koleyan dinêre, dibîne ku divê zexta li ser jinê zêdetir be. Bes divê mirov vê jî bi serve bike, bê ku di nava cewaziya çînayetî bê destgirtin, bi gelemperî gotina jin zayendek bindeste jî ne raste. Dema çîna serdest derket holê, tê zanîn ku jinên began û zarokên wan di statûyek pêşdetir de ne. Li hember jinên jêr de ku ji her mafî mehrûmin, li jor jî jinên ku her tiştê wan pir erzan tên pêşwazîkirin hene. Lê belê ger wisa jî be, ji ber statûya serdestî di destê zilam de ye dixwazî bila jin di qesran de be, yan jî di govan de be, zayendek ku her tim tê xistine. Ji ber vê sedemê ye ku em pirsgirêkê tenê weke bûyerek çînayetî nagirin dest.

Çawa ku nêzîkbûna herî rast serdestiya li ser zayendekî bi serdestiya li ser çînekî hatiye sazkirin ve têkilhev girtina deste, bi heman şêweyî divê mirov van bi mantiqek mekanîk ve jî têkilhev neke. Divê mirov bi qasî ku di astek pir dijwar de windakirina zayendekê re çînek di bin mêtîngeriyê de çawa têkilheve bibîne, divê ewqas jî cewaziya wan jî dane holê. Ber bi civaka feodal ve ev cewazî hîn zêdetir zelal dibin. Qonaxa ku jin di olî, siyasî, çandî û her astê de xwe digihîne di vê mijarê de ecêbtire. Her çendî hinek dîmenên çors hebin jî, encamên bindestkirina jinê hîn diyarkere. Dema mirov li dîroka Îslamiyetê dinêre, ev zelaltir diyar dibe. Îslamiyet li dijî çalekiya qabîleyên çolê yên di astek herî pêş de zarokên keç zindî binax dikin derdikeve, ji bo pêşketina mirovahî gavek pêşveçûyî davêje. Şoreşa Hz. Muhemmed lenetkirina zindî binaxkirina zarokên keçe, sînordarkirina mafê zewacên pir jinî –lê hejmara cariyan ne diyare- ye. Dibe ku ev statû îro pir şaş bê dîtin, bes li gorî wan deman pêşveçûnek pir girînge. Elbet ev di şoreşên din de jî wisa ye. Ya rastî di bin zextê de girtin gihaye astek wisa, heta ku otorîteya kesekî –zilam- evqasî bêsînor dibe, weke heyberekî yên di bin serdestiya xwe de –jinê – dikare wisa zindî binax bike xwedî exlaqêkê ye.

Ev rewş çawa derket holê?

Yeqîn dikim ji ber mezinbûna mêtîngerî û zexta bêsînore. Nexwe weke ku windakirina jinê ne tenê gotineke, ji gelek hêmanan ve ye. Jixwe harem ên –odeya pir jinên şahan- di qesran de hatine sazkirin tê zanîn. Heta duh jî haremên qesrên Osmaniyan bi hezaran jinan dihatin dagirtin. Jin di serdema navîn de “tine” ye. Ew tenê heyberek tê revandin û di qesran de tê girtine. Dibe mirov dek û dolabên ku jin di nava qesran de dimeşînin bibîr bixe û pirsa ma qey girîngiya vê tine ye bike. Ji bo vê mînaka diyarker, dek û dolabên ku şahbanoyan di qesrên Bîzans’a de meşandine. Wan di vê mijarê de bi vê jêhatiya xwe ve hêzek mezin bidest xistine. Dîsa Haremên Îslamê jî mînakên wisa ne. Siltanên di qesrên Osmaniyan de dek û dolabên baş kirine. Bes ev hemû jî ji bo xemlek çavgirtinê wêdetir ne titişt bû. Wan ev tenê di saziyên ku pir giran di bin bandora zilam de mane ji bo dek û dolaban bikar aniye. Nexwe ne ji bo kesayet û hêza xwe diyar bike, ev weke sazî pêşxistine. Jinên ku ev jêhatî di qesran de bidest xistine, zêdetir ji bo zarokên xort bikar anine. Bûyerên di qesrên Selçûk’î û Osmanî’yan de ji bo zaroka jinê hêj di temenek biçûk de bibe şah, gelek zewacên sexte dike. Piraniya van zewacan heta mezinbûna zarok didome. Di vir de jî jin rola dayîktiyê dilîze. Ango rola xwe ya dayîktî di qada siyasî de dide der. Xisletek berbiçav a serdema navîn jî, zewacên wisa yên bi dek û dolabên cur be cur hatine meşandin. Gelek bûyerên zewacên wisa hene.

Di serdema navîn de zewac, misoger ji bo serweriya siyasî ya zilam xurt bibe hatiye bikaranîn. Zilam jî weke amûra bihêzkirina zext û mêtîngeriya çînî li zewacê nêriye. Divê mirov di avakirina malbatan de vê bibîne. Malbat, di nava dijwariya zext û mêtîngeriyê de ava bûye. Pêvajoya ji malbata dayîksalarî derbasî malbata baviksalarî dibe, xala ku berçav tê girtin hilberîna zêde û zilam gihandina desthilatiyek berfirehtire. Ango malbat, bi rêgezên pîroz, ol’î yan jî evînî nehatiye sazkirin, misoger di nava sînorên hatî destnîşankirin de teşe girtiye. Ne ku ji ber fermana xweda ye û ne jî pêwîstiyek rêgeza evînê ya berze, malbat weke hatiye diyarkirin, misoger di çarçoveyek berjew endiyên serdestiya zilam ên çors û hovane de pêş ketiye.

Jin destpêkê dikariya hejmarek zêde zilaman re bijî, lê niha zilam bi hejmarek zêde jin re dijîn. Ev jî pir vekiriye ku rastiyek bi pêvajoyên pêşketina civakî ve girêdayî ye. Weke tê dîtin, malbat ji destpêkê ve ne pêwendiyek bi rêgezên pîroz ve gihayî ye ku dest lê neyê dayîn. Dikare weke mijarek ku li gorî rewşa di nava pêşketinên çînayetî de hatiye diyarkirin bê nirxandin. Dema di destpêka vê de diyarkera vê jin bûye, paşê bûye zilam. Ecêba herî girîng a di serdema navîn de jî, di şerên xanedanî yan jî împaratorî de gelek caran ji vê saziyê sûd hatiye wergirtin. Xanedan tên pevgihandin, dema şahbûn tê mezinkirin hevpeyman jî li ser bingeha dayîn û sitandina jinê tên sazkirin. Hevpeymanên li ser bingeha dayîn û sitandina keçan hatine sazkirin, ji ber mêtîngerî û hêzdarbûn xurt kiriye, ev bi vê rewşê ve hêj zêdetir tê pêşxistin. Weke tê zanîn şêwaza têkîliya ku îro herî zêde ji aliyê qabîle û eşîretên li Kurdistanê ve esas tê girtin ev e.

Çi di nava serdema koletî çi jî ya feodalî de dibe mirov nikare behsa çalekiyek ji bo jinê bike. Berovajî vê rewşek windakirin, kûrbûna bêteşebûnê û tinebûna hinek serfiraziyên ku di pêşî de heyî jî tê jiyîn. Jina ku ji hêla çîna serdest ve ketiye haremê di nava pêwendiyên her du civakan de jî di nava dîlbûnek hejar de tê girtin, ji kesayeta wê pir tê dûrxistin, terkî karên herî hêsan hatiye kirin, çawa di nava civaka çînayetî de bindest ji sermayê hatibin dûrxistin, jin jî bi heman şêweyî ji sermaye, otorîta siyasî û karbidestiyê hatiye dûrxistin. Elbet ev dûrxistin ji her cure saziyên xebatên civakî pêk hatiye. Jina ku di nava qesr û malê de zêdetir hatiye girtin, piranî bi karên ne karbidest ve hatiye girêdan, pîvana qîmeta wê jî bi zarokên welidandî û mezinkirî ve diyar bûye. Çiqas kariye di nava malê de weke xemleke baş be û baş xwarinê çêke, karên wisa ve mijûl bibe, hingê behsa hebûna wê tê kirin. Cîhanek mezin a siyasî, sermaye û serdestiya li ser nirxan bi temamî rengê zilam teşe digire. Jin jî, bi destwerdana zilam a bi zanebûn ve di nava pêşketinên têkilhev ên xweber de zêdetir ji van tê dûrxistin. Her ku ji destê wan tê ber bi sînorên jêrîn ên civakê ve tê dehfdan. Bi dehfdanek bêsînor ve bi qasî dikarin ji zanistî, siyaset, hilberîn û heta xebatên ol’î tê dûrxistin. Windakirina jinê yan jî lewazbûna wê ya di nava pêşketina civakî de, dûrkirina wê ya ji mafan, wisa teşe girtiye. Elbet zagonek vê nîne. Zagona vê rehma zilam an jî qanûnên mêtîngeriyê ye. Bi heman şêweyî di nava zagonên civaka çînayetî yên pey wê de jî tine ye. Tişta pêş dikeve sînor, mêtîngeriya zêdetirîn, otorîteya zêdetirîn, heta dema hewce kir ji bo vê bê ku ti sedem bên destnîşankirin dawî li jiyana mirovan anîn û fêrkirina karê herî zehmete. Mirov bê ku hevjîn û xizman berçav bigirin li ser bingeha girêdana vî armancî giştî dikevin nava statûyekê. Bi rastî jî divê dîroka vê pir baş bê lêkolînkirin.

Îro li Kurdistanê jin hêza xwe ya axaftinê bikar bîne, di diyarkirina otorîteya mezin a weke otorîteya siyasî de li gel vê dev jê berde hewldana wê bi şêweyek zanebûn pêş bikeve, ne gengaze ku wêrektiya van jî diyar bike. Her çendî ne di heman giraniyê de be, di rastiyê de li hemû qadên ku ev têkîliyên mêtîngerî lê tên jiyîn derbasdare. Di roja me ya niha de her çendî jin di nava xebatên siyasî de cîh digire, heta dikarin bibin serokwezîr jî, di rastiyê de kirasek ji bowê hatiye dirûtin derbas nake. Mînak serokwezîra Îngilîz Margaret Thatcher bi navê "Demir Leydi" ji zilamên bê esil zêdetir gelo ji polîtîkayek zilamtî xirabtir sepandinê wêdetir çi dike? Ew amûrek dewletê ya ji sedî salan ve hatiye rûniştin û îro emperyalîzm jî dixwaze bi şêweyek herî xeter bikar bîne bi rêbazek dijberî xisletên jinê bikaranînê zêdetir tiştekê nake. Her çendî Şahbanoya Îngilîz weke piştevana jinê bê dîtin jî, rola wê ya bêteşebûna jinê de pir vekiriye. Ziraviya Îngilîz a ku ji ya tê dîtin zêdetir bêhna jinwariyê jê tê, îro zêde tiştekê pêşkêşî jinê nake. Zanebûna di bin nêzîkbûna Îngilîz de bi Thatcher re xwe gihandiye lutkeyê. Li vir şêweya herî pêşketî ya dek û dolabên qesrê xwe gihandiyê û jina ku derketî holê jî ji bilî jina nehîmdar a burjuva wêdetir ne tişteke. Li qesra Amman’ê jî şahbanoyek eslê wê Îngilîz heye. Yeqîn dikim hinekê jî Şah Huseyîn fêrî xweşmêriya Îngilîz kirine. Heta qesrên Ereban bi vî rengî pêşxistina çanda Şah û Şahbanoyan, rastiya ku jina Îngilîz çiqas pêşve çûye dide diyarkirin! Li vir xirabûna jinê tê rapêçan û diyar dibe ku kirasek çiqas sexte hatiye berkirin.

Wê demê, ber bi berbanga şoreşên burjuva ve jin ji bilî bûna dek û dolabên xirab wêdetir pêşve neçûye. Di jêr de tam bûye sermayek kirîn û firotinê, di jor de jî tam Şahbano ye! Jinên ku weke otorîte mînak tên nîşandan, belê ev jinên qesran ên bibin mijarên komediyê ne. Jixwe hewce nake ku di vê mijarê de Ewrûpa mînak bê dayîn. Entrîkayên di qesrên Osmaniyan de mînakên herî nêz û zindî ne. Dema ku em bi serdema me ve tên ya girîng mirov di zanebûna vê rastiyê de be. Dema nêrîn tên kûrkirin, divê bi van pêşketinên dîrokî ve bêne destgirtin.

Gelo şoreşên burjuva di vê mijarê de çi pêşve birine? Ji ber ku her şoreşa civakî eslê mirov gavek din pêşve dibe, li gorî feodalîzmê kapîtalîzm, li gorî malbata feodalî jî malbata burjuva pêşketîtire. Lewra li gorî jina di civaka feodal de jina burjuva pêşketîtire. Girêdayî vê rêgeza giştî di wexta berbanga kapîtalîzmê de temaya hatî bikaranîn jî jine. Burjuvajî hewl dide jina ku dixwaze di teorî û pratîkê de bi teşe bike, jin dibe mijara wêneyan, eserên hunerî û jiyana rojane. Di destê wî zilamê ku ji şêwaza têkîliyên feodalî têr bûyî de, ji cil û ber, por, heta şêwaza axaftina wê jinek nû tê avakirin. Elbet tişta di vir de rol dilîze ne tenê bêzarî ye. Ji ber ku têkîliyên malbat û xanedanên feodalî li hember pêşketina burjuva astegiyê çêdikin. Lewra burjuvazî jî, neçare ku li dijî têkîliyên feodalî yên pêşiya pêşketina civaka nû de şerekê bide destpêkirin. Destpêkê de ev şer bi rastî jî di qada wêje û hunerê de pir xurt tê meşandin. Bi gelemperî ev şer bi teoriyên mafên mirovan û wekheviya di navbera kesan de hat meşandin, xalek vê jî veguherî maf û wekheviya jinê. Bes ne wekheviyek jinê ya giştî bû, azadiya malbata burjuva ya zêde destûra jiyana wê tine bû. Lewma divê çewtiyên di vê xalê de hatine kirin neyên paşguhkirin. Di berbanga civaka burjuva ya pêngavên xurt ên wêje û hunerê de mijara herî diyarker jine. Tîpa ku di van romanan de tê diyarkirin, hinekê jî tîpa ku li ser vîna xwe serwere û weke ku di asta pêkanîna daxwazên xwe de ye. Li ber çavan jin, ji heyberek hêsan zêdetir bûye hebûnek ku vîna wê heye, dikare li gor daxwazên xwe malbat saz bike û nêz bibe. Civaka Rojavayî (Ewrûpa) hinekê jî li ser van hatiye damezirandin. Lê divê mirov bal bidiyê, tevlîbûna jinê ya ji vê pêvajoyê re, nekariye ji tevlîbûnek helbestvanî derbas bike. Misoger serdestiya zilam dide jiyîn, di bin statûya ku bi dewsa wî hatiye diyarkirin ve tevlîbûnek li gorî romantîzma zilam guncav çêdibe. Di nava şoreşên burjuva de xebatên jinê yên berfireh nayên dîtin. Her çendî di van pêvajoyan de hinek tîpên jin derketibin holê jî, tenê remz bûn. Tevlîbûna jinê ya ji şoreşên burjuva re, di çarçoveya xeta ku zilam di civaka nû de ji bo jinê dayî diyarkirin çêbûye.

Mijarek ku hêjî di gelemperiya cîhanê de tê nîqaşkirin yek jê mafê jinê ye. Ev mijar pir hûrûkûr li Tirkiyê jî tê nîqaşkirin. Lê di rastiyê de jî têkîliyên girêdayî vînên yek alî hene. Di civaka burjuva de yê ku “bi navê jinê” ala têkoşînê hildayî zilame. Sedema vê jî, ji ber ku li pêş malbata eslî ya ku dixwaze nêz bibê têkîlî û kevneşopiyên feodalî dibin astengî ne. Jixwe li Tirkiyê jî Kemalîzmê bi navê hemû jinan al hildaye û behsa mafê hemûyan kiriye. Elbet di kapîtalîzmê de jin hinekê pêşve çûye û rêzdarî bidest xistiye. Bes bi qasî mirov bêje qet tine ye di nava xebatên civakî û siyasî de kême. Ew ne bi serê xwe ye, ancex dikare bi zilamê xwe re hebe. Jixwe jina ku tenê dikare bi zilamê xwe re hebe jî çiqas xwedî vîne divê bê nîqaşkirin. Di nava civakên herî pêşketî de jî hêjî xwe dispêre saziyekê yan jî serdestiya zilam, an jî ancex dikare di bin serdestiyê de bimeşe. Sedema vê jî hêj hêza wê ya jiyanê tine ye. Ev di civaka me de bi şêweyek hêj girantir tê jiyîn. Di civaka me de derketina jinê ya derve hêjî bi destûrê dibe. Heta ku serdestiya zilam nebe, nikare beşdarî ti xebatî bibe, plan û pêşnûmeyan pêş bixe, ji ber ku pir ecêbe.

Îro di civaka burjuva de jin, dervî hilberîna cidî û pêwendiyên siyasî weke amûrek reklamê di pir karan de cîh digire. Di nava xebatên moda, pêwendiyên lîstokan û fantaziyan de serwera vê qadê teqez jine. Burjuvaziyê cîhanek jinê ya berfireh saz kiriye û her kes jî li gorî vê hatiye amadekirin. Mijara ku ev cîhan çiqas a jinê ye di rastiyê de qet ne diyare. Ya rastî jin bi şêweyek pir ecêb tê bikaranîn. Statûyek nû ji jinê re hatiye dayîn. Ev xal di çanda Holywood a Emerîka de di lutkeya herî jorîn de tê jiyîn. Li Emerîka û bi gelemperî Rojava bi şêweyek herî xirabker dijî û di şêwazek herî xeternak de tê bikaranîn.

Bêguman, pêşveçûnek jixweber ji civaka feodal ber bi civaka burjuva de saz kirî heye. Lê ev, pêşketinek girêdayî şêweya civaka burjuva ya hegemonya zilame. Di van pêşketinên ku di çarçoveya şertên ku malbata burjuva li dijî malbata feodal hatine diyarkirin de, jinê asta heyberbûnê pir kêm derbas kiriye. Proleterya di dawiya sedsala 19. de li şûna çînek jixweber ji boxwe bûye çînek, lê mixabin ji bo jinê ev pêşketin nehatiye jiyîn. Dema gihiştina qonaxa Kapîtalîst-emperyalîzmê de guhertina ku jinê jiyan kiriye jî pir ecêbe.

Ji ber ku em di binyata civakbûna ku di bin mêtîngeriyek giran de zêde bê şêwe, parçebûyî, feodal û heta ji wê jî wêdetir mîrateyên civakî hebûna xwe didomînin de di bin zext û mêtîngeriyek giran a kapîtalîstbûnê de dijîn, dibe ku em van mijaran zêde girîng nebînin an jî fêm nekin. Lê divê ev baş bê zanîn, di civakên pêşketî yên kapîtalîzmê de rola ku îro jin dilîze pir xetere. Derdorên emperyal jî li dora vê mijarê di çand û polîtîkayê de bûyerek nû pêş dixin.

Jin ji sedî salan ve mehkumê tarîtî û dîlbûnê kirine, tenê di qesran de nehatiye dîlgirtin û ji çalekgeriyên civakî nehatiye dûrxistin, di heman demê de ji hêla ruhî ve jî di tarîtiyê de hatiye hiştin û hebûnek hatiye windakirine. Îdeolog, derdorên hunerkar û polîtîkvanên roja me yên kapîtalîzmê, vê baş dizanin. Ev vê carê jî jina ku ji sedî salan ve di bin serdestiya zilam de ji civakê hatiye dûrxistin berovajî dikin, bê esil derdixin pêş, ji wê jî wêdetir bi şêweya ku xizmeta çerxa mêtîngeriya emperyalîzmê bike, nexasim ji bo veşartina têkoşîna çînayetî sûd ji jinê werdigire. Di serdema azadiyên burjuva de ew nirxa biçûk a ji jinê re hatiye dayîn çil qetî zêdetir berdêla wê jê tê girtin, jina ku dixwaze hinekê vîna xwe jî diyar bike li dijî sosyalîzmê dikişînin nava lîstokek mezin. Îro li Ewrûpa jin di nava lîstokên muzîk, wêne, çand û polîtîkayê de heta gelek lîstokên din de di her tiştî de bi şêweyek pir zirav tê bikaranîn. Jina ku ji sedî salan ve xwe veşartiye, êdî li wir jina herî vekirî û tazî tê veguhertin. Ev vebûn ne tenê ji hêla fîzîkî ve ye. Xerîze û ruhê ku pêşî hatiye dîlgirtin tê vekirin û li meydanan pêşkêş dikin. Em baş nizanin tevgera femînîst van rewşan tevan çawa dinirxîne. Lê yeqîn dikim derdorên Rojavayî Ewrûpa jî di ferqa vê de ne. Vê nêzîkbûnê malbata biçûk parçe kiriye, bêwatebûna malbatê derxistiye holê. Ev malbata ku di guman û dudiliyê de fetisî bi temamî belavbûnê re rûbirû ye.