Mirovê Xwe Birêxistin Dike Hêza Herî Mezine

 

 

Hûn dixwazin xwe çawa nas bikin, hûn neçarin rastiya pêkanîneke wiha jî fêm bikin...

Arasteya şerê bîrdozî, siyasî leşkerî û di derbarê asta pêkanînê de pêşketinên tên jiyîn gelek berfirehin. Bi taybetî jî ya ku ji bo gel pêdivî pê heye zanîn û ji bo rêxistinê ev tevgerîn her ku biçe dê bandora xwe bidomîne. Êdî ji aliyê şerê taybet ve astenkirina vê negengaze. Jixwe ya ku ji şerê gel jî em dixwazin bê fêmkirin jî ev e. Encax dema ku we xwe gihand rastiya şerê gel, hem pêşketinên gel yên bîrdozî, hem jî siyasî û leşkerî ji gelek aliyan ve xwe gihandina hêz gengaze û ya pêk tê jî ev e.

Lê em vê jî jibîrnakin ku, tevgera netewî bi xwe, hatiye mêtîngerkirin, heta ji wê jî wêdetir, civaka hatiye helandin, ji xwebûyînê hatiye derxistin yan jî rastiya civakî ya ku gelek dijî hem tahlîl kirin, hem jî wê dema ku pêwîst kir bikaribe xwe bide jiyîn weke asteke civakî di derbarê ji nû ve afirandinê de ye. Armanca sereke ev e. Ev hemû xebatên bîrdozî, leşkerî, siyasî,  di tehlîla dawî de gel ewqas gihandine asta nejiyînê; hemû curên parçebûnê, belaveyî, malbat, kabîle, asta çandî, huner û xisûsên weke moral, ji zexteke çînî ya tê zanîn wêdetir, bi bijareyê re rûbirû mayîn, ji xwebûyînê derketin, xeteriya teşbîhî dijiminê xwebûyîn em dizanin ku di asteke herî jor de tê jiyîn.

Şer, yanî hemû çekên têkoşîna me di derbarê astengkirina vê û xistina rêya pêşketinên azad de ye. Me çiqas serxist? Rewşa me ya niha heyî ya pêşengtiyê, weke îfadeya herî kûr a peşveçûnan asta me ya leşkerî, dikari çiqasî vê berevajî bike, çiqas dikare vê serberjêr çûyînê rawestîne, em li kîdera van pêşketinane? Vana her roj tên lêpirsînkirin. Ji xwe îfadeya giştî ya şer jî, hem ji eniya dijmin ve, hem ji eniya me ve di vê wateyê de ye û misoger divê heta dawî em rast fêm bikin. Asoya teng a vê fêm nakin, ya ku em gelek qalê dikin, seranseriya ku em dijîn, rewşa we ya ji xwe tahlîlkirinê dûr nayê fêmkirin. Ne îdea, ne jî di asta pratîkî de, bûyîna xwedî pêngavê em li vir bihêlin, kes nikare xwe ji rewşa astengbûnê jî derxe. Vana xalên girîngin. Bê fêmkirina van hûn nikarin destê xwe bihejînin û bikevin nava vî karî. Ev gelê ku xwedî hêrseke mezin û bi belavbûnê re rû bi rû ye, ger nirxên wan ên civakî nekin armanc di oxira wê rastiya şer û ruhê wê neyê qezenckirin, em devjê berdin pêşxistina wê ya çalakiya şoreşgerî, hûn ê nikaribin xwe ji rewşa çarçûrkirinê û bi van nirxan lîstinê rizgar bikin.

Weke min got, ev mijar me gelek anîn ziman û misogêr em ê fêm bikin. Wekî din xeta vî şerê nayê fêmkirin, nikarin bikevin nav vî şerî bimeşînin, şer bikin. Ji xwe weke ku me ev pir zelal vekirine, di asteke girîng de we jî fêm kir. Dîsa di gelek dewreyan de, bi taybet jî di dewreya beriya vê de, rastiya civakî hinekî din bi kûrahî vegotin û pêdivi bi vê bihîstinê yek ji sedemên wê jî, hinekî din bi kûrahî fêmkrina vê rastiyê ye. Yanî rastiya civakî û ger pêwîst be rastiya aborî hinekî din vegotin, bandorkeriya we ya bîrdozî, siyasî, leşkerî gaveke din pêşve bibin gengaze. Ji vî alî ve jî rastiyeke civakî esase.

Realîteya civakî, rastî heta ku sosyalîte neyê fêmkirin û rastiya me ya civakî, civakîbûna me, cemeeta me, eşîret, kabîle, asta netewî heta ku ji hemû aliyan ve neyê tahlîlkirin ne gengaze ku hûn bikaribin xwe bigihînin formansyoneke bîrdozî, siyasî û leşkerî. Heta hinekî zêde bi aliyê bîrdozî, siyasî dîsa yê çekdarî ve mijûl bûm. Yan jî dema ku ez bi vê re mijûl bûm, diviya bû ku sosyalîte pir zêde li ber çav hatiba girtin. Dibe ku divê mijarê de hinek tengbûn hebin. Eniya civakî ya şer rast fêmkirin, çiqas girîng lêpirsînkirin, pîvana asta pêşeng bi qasî nayê paşxistine, taybetmendiyeke pêşketin yan jî waneyeke devjênegere.  

Sosyalite, feqerata laş ya herî sereke hem ya jêr, hem jî ya jore. Yên ku nizanin bibin civat, ango cemaeteke civakî qet nikarin bibin siyasî û leşkerî. Heta ewqas asta zanîn yan jî weke saziya jor a ku em dinirxînin ev Partî, artêşbûn hinekê jî ji bo ji aliyê civakî ve em bikaribin we bînin gel hev û sosyalîta gavekê pêşde bibine. Pir belav, ya ku her tiştî di nav xwe de dihewîne, em ji ziman bigirin heta hem tevgerînên sosyal nayê fêmkirin, hema bêje asta ku nikare xwe îfade bike, gihandina asta xwe îfadekirinê, heta gihandina asta ku hinekî dikare bijî ma ne girînge? Em jibîrnekin ku, yên civakî nebe heywane. Mirovatiya ku di pêvajoya meymûnan de bû, encax karî bi civakbûnê nasnameya xwe bibîne. Bûyîna grûbeke civakî taybetmendiyek girêdayî mirove.

Vê jibîrnekin ku, hûn ji aliyê cîvakî ve gelek li paşin. Ez pir bi baldarî dipirsim; çima hûn nikarin komîteyeke Partiyê bixebitînin? Heta niha jî pirsgirêka min a herî mezin, di nava komîteyekê de sê-çar kes bi hevbeşî dana xebitandin, dîsa taximek bi morelekî mezin, weke grûbeke di nava ahengekê de dana meşandine. Em nikarin bêjin ku we ev pêk aniye. Çavkaniya xwe ji kî derê digire? Yên ku asta civakbûnê weke tê xwestin fêm nekiriye, ji aliyê dijminê mêtînger ve yên hatine ferzkirin, ferdê ku şibandiye xwe hovtir yên ku xwe negihandine asta klan, kabîleyên deh hezar sal berê, dibe ku ji ber kesayetiya ku ji vê jî wêdetir çavkaniya xwe digire. Rastiya bi êş a ku em dijîn jî ev e. Hûn bi qasî li derveyî bûyîna klan û kabîlê mane, weke kesên ku dijmin hemû derfetên berxwedaniyê ji dest girtiye, ji hemû aliyan ve li ser esasê înkarkirinê, gav bi gav jî weke kesekesekî bi tena serê xwe, ji bo weke xwe lêkirinê hûn di rewşa amûr de ne.

Yên ku dixwazin çalakiya me ya şoreşgerî fêm bikin, berî her tiştî divê vê asta civakbûnê di aqlê xwe de bigire. Çima hûn nayên hezkirin? Çima rêzdarî nîne, çima bi rêkûpêkî kes ji we dernakeve, çima hûn karên xwe hostane nameşînin? Çima ji dervî karên hov, paşverû tiştekî din ji destê we nayê. Bi rastî jî çima di karekî de hem jî di karên bilind ên mîna leşkerî, hûner, siyasî û weke van gelek karan de serkeftineke we ya cidî nabe mijara gotinê? Sedema xwe ev e; jixwe hûn, di bûna yekeya herî biçûk a civakbûnê de ji xwebûnê derketine. Hûn li kîdera rastiya civakî ne, çi îfade dikin? Hûn çi qas ji xwe ne, çiqas ji dijminin? Hûn çiqas dişibin klanên çar pênc hezar sal berê, hûn çiqas civakbûna roja me ya îro dijîn? Ne diyare. Hûn pirsên wisa jî ji xwe nakin û ji xwe ya me dixe zehmetiyan jî ev e. Bifikirin, ev taybetmendî çiqas belavin. We serê xwe girtiye û hûn diçin. Di jiyana we de pergal heye, dîsîplîn heye? Gelo hûn çiqas dixwazin bibin grûbeke civakî? Dixwazin bibin grûbeke çawa? Hûn dikarin bibin taximekî biçûk?

Me heta niha PKK weke komîteyeke biçûk jî nekarî bixebitînin. Ez nabêjim ferdparêzî jî ev asteng kir. Xwezî bizanîban ferdparêziyê jî bikin, ew jî nîne. Ji ber ku ferdiyet hinekî jî civakbûnê pêwîst dike. Ferdiyeta civakbûnê nas neke heywanbûne. Bi êş e, lê ev rastiyeke! Ya herî xeter jî bi qirawata cilên serdema nûjen ve xwe veşartine. Ez niha li vir vê bi awayekî pir bi kurtî vedibêjim ku, di bin cilê hemdem de heywaneke ji klanên pênc-deh hezar sal berê xiraptir digere.

Ev daraza min, daraza min a dîrokî ye û ji nîqaşê re vekiriye. Heta ku hûn wate nedin rastiya xwe ya civakî, ji bo me çima, çawa pêwîste, girêdana rastiya civakî bi axê re, siyasetê re rast destnîşan nekin, di vê mijarê de xwe dîsîplîne nekin, ez ê we weke heywan nirxandinê misoger bidomînim û ya rast jî bi vî rengiye.

Em nebin zarok û xwe nexapînin. Ewqas bandor ji me re bese. Ji ber ku tevî van hewldanên me yên mezin, komîteyeke bi tendurist a rêxistinî, komîteya şer, heta bi hevrebûneke hevrêtiyê jî nîne. Dikare ferdiyet bê kirin, rêxistin jî bê belavkirin, lê ev jî hinek şêwazên xwe hene. Niha di destê me de hinek mînak hene. Hûn van rojan lêkolîn dikin. Niha yên ku bi hukmê îdîamê tên darizandin hene, em ê çi bikin? Ev heywaneke? Ger heywan bûya me yê terbiye kiriba, baniya rewşa ku dikare sûd bide. Ji vê ji xirabtir, nayê ti tiştekî, nayên jiyanê, nayê xizmetkirinê.

 

Ferdiyet avahiya kapîtalîzmê ye. Kapîtalîzm jî hinek pîvanên xwe hene. Herî kêm xizmetê ji xwe re bi me bide kirin. Kapîtalîstek çawa çîna karker, tevahiya civakê dixe xizmeta xwe, bila ew jî xizmeta xwe bi me bide kirin. Kapîtalîstekî bi aqil, rêwiyê kapîtalîzmê yê di nav me de bila vê bike. Hûn di kêleka vê re jî naçin.

Weke ku min got rêzdariyeke cemaetên klanên hov heye. Ya me ew jî nîne. Bêguman dikare bi wehşîbûna dijmin ve bê ravekirin. Zilam niha lê dide, em nebêjin kapîtalîzm û derbas nebin. Nêzîkatiyên faşîst ên kapîtalîzmê mirovan har dike. Ji xwe herkes matmayî ye yan jî matmayîbûneke mezin derbas dike. Vaye em vê rave dikin. Ez nabêjim bi zanebûn hûn wisa ne û we tawanbar nakim, dijmin ev kiriye. Şêwaza lêdana dijmin hûn parçe parçe kirine. Çawa ku mirovek di meydanek şer de yan jî di meydana boksê de li ser hev kulman dixwe û dihilkume, ger careke din neyê ser xwe, dibe ku dijmin ji vê xiraptir jî em hejandine. Bi fikirin mirovekî li ser hev kulman bixwe dikare bifikire, dikare xwe kom bike? Dibe ku em hinekî jî rewşeke wiha dijîn. 

Nehatina we ya dîsîplînê, nehatina we ya pergalê, em devjê berdin bûna damezrînerên leşkerî, siyasî, ji bûna grûbeke civakî aciziya we, ji bo we bi taybet encax dikare bi darbeyên cur bi cur ên dijmin bên ravekirin. Ev aliyekî kare, yanî ji ber ku dijmin wiha li min dide ez xwe weke we belav nakim. Nagirîm, li xwe nadim. Jixwe egîdî, şerkerî jî di vir de derdikeve pêşberî me. Li beramberî lêdanên wisa hûn dikarin li ber xwe bidin, biparêzin, ger gengaz be hûn dikarin derbasî pêngava dijber bibin? Vaye wê demê hûn şerkerin, gêrîla ne, egîdin. Yê ku vê li ber çav negire, xwe negihîne vê rewşê xwe nezane, herwiha ewqas giran bi ser we de hatina me jî tê fêmkirin. 

Li gorî min di asteke metirsîdar de hûn xwe nezaniyê dijîn. Her roj ji ber vê şêt dibim. Dijmin ji aliyê civakî ve çiqas belav kiriye û em ê çawa asteng bikin? Em vê dersê ji bo vê dibînin, divê ku bê dîtin jî. Ji nîqaşê re vedikim. Me pirsgirêk eşkere danî holê yan jî ji nîqaşê em natirsin. Madem dijmin em xistine rewşeke ji ya heywanan jî xiraptir, madem em jî di mirovbûnê de bi biryarin, dibêjin dev ji mirovên xwe bernadin, wê demê em ê nîqaşên xwe yên bê aman herî kêm em dikarin bi derfetên nîqaşên azad fêm bikin. Ne şerme, dijmin kiriye, hemû tişt aniye serê we.

Dijmine, faşîste, her roj dibêje; “Ez ê xalis muxlîs wan bikim Tirk.” Turkêş rojane diqîre û di demên dawî de di astek zêde de vê pêk tîne û dibêje; “Xalis muxlîs ez ê bikim Tirk, hem jî Tirkê faşist.” Wê çawa me bike Tirkên faşîst? Wê çiqasî bibîne, çiqasî bigire û bihelîne?  Kemalîstan ewqas kir. Turkêş wê bikaribe çiqasî bike? M. Kemal bîst-sî salî lêda, şikand. Ebdûlhemîdê wan heye, Yawûz Sûltan Selîm heye, ji wê jî wêdetir heye, em yên din nahesibînin. Turkêş faşist bû, dixwaze temam bike. Mustefa Kemal şoreşgerek bû, heta hinek bi teretûrên şoreşgerên demokrat ên pêşverû re jî nirxandin. Ewqas lê da. Em baş dizanin ku çiqasî lê da, çiqas bi erdê re kir yek. Ger şoreşger û pêşverûyê wan wisa ne, gelo faşîstên wan dê çawa bin?

Niha rêbazê xebata wan tîmên kujer ên dijwar bînin berçavên xwe, hinek rêbazên ku li beramberî yên direvînin kar tînin wê sibê bi gelemperî bikin. Hûn van mijaran jî sivik digirin dest. Dema faşîzma nû bi 12’ê Îlonê re despê kir û çend serokên wê hene, dewrî hev dikin. Çar Serfermandarên Giştî, pênc-deh heb Serok Wezîr, bi qasî wan jî wezîrên derve û hundir hene. Beriya her tiştî hûn ê dijmin fêm bikin, hûn ê Rêveberiya dijmin fêm bikin. Naşibe Sûltan Ebdûlhemîd. Ebdûlhemîd niyaz baş bû, em bêjin hinekî jî bi rehim bû. Dibe ku Yawûz Sûltan Selîm hinekî din jî ji wî bi rehimtir bû. Ji hinek beg û eşîretên Kurdan re dikarî bû bêje; “ Hûn serbestin, çawa dixwazin dikarin wisa bijîn.” Li gorî serdema M. Kemal qala hinek aliyên wî yên demokrat tê kirin. Lê ji bo me çi bû?

KT, di dema hilweşîna xwe de yan jî dibe ku weke dewleta herî zêde derveyî serdemê maye, niha bi meyla faşîst ya herî zêde rasger û dirizînê ve rasterast bi ser me de tê. Jixwe hemû gund hatine valakirin. Ez ne di wê baweriyê de me ku ew gundî giştibin asta têgîştinê. Tenê ji ber ku bûne sîxûr. Reben nizane sixuriyê jî bike, Kurdek li çiya maye! Despêkê dixwaze wî bihejîne. Ji bo ku bêje dewlet ev e, tirseke mezin berdide dilê wan. Ji xwe birçî dihêle. Mîna kuçikên Pavlov bi dengê zengilekî av bi devê wan dikeve û ji bo sîxûriyê ber bi van ve baz dide. Dixwaze wan bîne vê rewşê.

Ev gund hemû ne PKK’yî ne. Ez ne di wê baweriyê de me ku zêde ji cîhanê jî fêm dikin. Lê pêngava faşizan dixwaze wan daqurtîne, ji bona vê lê dide, birçî dihêle û dixwaze bi dengê çend zengilan ve bi xwe ve bide girêdan. Rewş ev e û pêvajoyeke heywankirina metirsîdîare! Her kes bê çareye û dibêje; “Ev çiye hat serê me.” Ya rastî jî tiştek din jî nabêjin. Rewşeke ji çar hezar sal berê xiraptir heye. Camêr li çiyayê xwe, li gundê xwe hinekî din mirov bû, azad bû, ew jî ji dest diçe. Pêngava faşîst vê dike.

Bêguman yek ji sedemên vê ya esasî jî pêngava me ya şoreşgerî ye. Xeteriya pêngava şoreşgerî dizane. Jixwe wî xwe gihandiye gundiyê li serê çiya, em Kurdê çar hezar sal berê digirin, ber bi civaka herî azad a cîhanê ya pêşverû ve dikişînin. Jixwe kapîtalîzm jî ji vê ditirse. Ez li nirxandinên rojane dinêrim; bi van aliyên xwe ve kapîtalîzm dibêje, “Gelo ev tevgera şoreşger wê mirovan ber bi kuve bibe, mirovê Kurd ber bi kîderê ve bibe, mirovê Rojhilata Navîn ber bi kîderê ve bibe.” Dixwaze paşverûtiya Rojhilata Navîn rake ser piyan. Ew bi xwe gelek baldare. Li gorî gotinên wan dibêjin, sê-pênc sîxûrên xwe şandine û wisa hewl didin fêm bikin. Almanya dibêje; “Zilamê herî xeternake.” Fransa, Emerîka ji hev xiraptirin û dibêjin; “Divê demeke zûtir bê fetisandin.” Ji bo ev xeterî di demên pêş de li wan venegere di Rojhilata Navîn de paşverûtî bilind dikin. Bi hev re tevdîran digirin.

Tevgera şoreşgerî, li beramberî heywantiyeke wiha ya mezin, bi tevgereke mirovî ya mezin bersiv dayîne. Jixwe îro ji bo vê dibêjim; “Îro tevgera PKK’ê tevgereke mirovî ya mezine, li dijberî heywanîkirina emperyalîst û paşverû, talanker, hemû pêkanînên dij mirovî, tevgera xwe parastina mirov û azadkirinê ye” û ev jî raste. 

Ji bo vê çima dijmin me berfirehtir ji civakbûnê derdixe? Jixwe wisa siyasî, leşkerî bûyîn mijara darvekirinê ye. Di rastiya Kurd de siyasî, bîrdozîbûyîn, civakîbûyîn, heta çandîbûyîn mijara darvekirinê ye, mirine. Destûra bingehîn a Tirkan ji xwe hukmê xwe wisa daye. Ez wê nabêjim, ji xwe me gotibû. Ger tu naxwazî serê xwe radestî yê ji bo xwe ber bi darvekirinê ye bikî, yan jî tu naxwazî ji ferman wisa re sûtyê xwe dirêj bikî û bidî jêkirin, me got hûn ê li ber xwe bidin. Rastiya di eniya siyasî, leşkerî û bîrdozî de ev e.

Niha eniya civakî hinekî cuda ye. Çiye eniya civakî? Li serê çiya gunde, kombûnên bajaran ya ser heve. Nikarin ji van hemûyan bi van zagonên tên zanîn ve darve bikin. Yan jî weke ku di zagonan de tê îfadekirin nikarin hukmê darvekirinê lê bibirin, darvekirinek hîn cudatir pêwîst dike. Ev, di zagon û makezagonan de zêde nayê dîtin. Çiye ev? Ji rastiya civakbûnê derxistin û dibe ku darvekirina herî giran jî ev be. Ger tu kesekî îdîam bikî, berteka wî bi wî re, bi malbata wî re sînordar dimîne. Lê dema ku te ji bo belavkirina van avahiyan fermana belavkirinê derxist, dibe ku ew civak di cîhanê de bibe civaka herî bextreş û ev jî em in.

Ez ne bawerim di dîrokê de ewqas rastiyeke civakî bi pîlanên linavbirinê hatibe pêşxistin. Yên ku Hîtler anîye serê Yahûdiyan sînordare. Dîsa ji aliyê nijada spî ve li ser nijadên reş tên pêkanîn jî sînordarin û di encam de îro ev hatiye derbaskirin. Lê ya ku ji aliyê faşîzma Tirk û Kemalîzmê ve tên pêkanîn, hem pir veşartîne, hem jî li ser esasê mirinê disepînin. Di dîrokê de mînaka vê nîne û yekane ye.

Hûn dixwazin xwe çawa nas bikin, hûn neçarin rastiya pêkanîneke wiha jî fêm bikin. Ger ne raste, em nîqaş bikin. Çima hûn nikarin şerekî berfireh bimeşînin? Ji ber ku hûn di naskirina rastiya xwe de gelek tengin, seranserin, dibe ku îdîaya we nîne, dibe ku hûn ditirsin, dibe ku hûn xwe bi çavên dijmin dinirxînin. Ya rast jî ev e. Bi qasî ku hûn dibînin hûn ê bi çavê dijmin bibînin, lê berçavka din, berçavka kabîle-klanên paşketî ye. Ya li pişt mayî jî hûn ê bi vê bibînin. Rastiya ku her du berçavk jî nîşanî we bide rastiyên kujerin, rastiyên nayên jiyînin.

Hûn dibêjin em mirovin; ez ê dubare bêjim, taybetmendiyeke min a taybet heye; ji zarokatiya xwe ve min xwe zilam hesab nekir. Hesabnekirina min rast bû û heta niha jî dewam dike. Li gorî ku pergal fêm dike yan jî weke ku kesên din dixwazin bibînin, yan jî weke ku civaka me ya paşketî hêjayî xwe dibîne zilambûna min bi xwe, ne da xwarin û ev jî taybetmendiyeke min a girînge. Kemasiya we û ya hemû civakê çavkaniya xwe ji kîderê digire? Cilê ku dijmin li bejna we tîne, ruhê ku bi we vedike, bi hemû curên ku şayanî we dîtiye ji we re kiriye mal, bi rewşa xwe ya nehatiye ecibandin ve hûn wisa dizanin ma hûn ê bikaribin bi vî halê xwe ve bijîn. Bûyera xefleta mezin ev e. Ev hemû pêşwext fêmkirina min bi dicîh de bû. Xwe nexistina nava xefleteke wisa, başiya herî başe ku ez ê li xwe bikim. Lê hûn hêjî dikarin ji vê xefletê xwe rizgar bikin? Nakokiya we ya sereke jî di vir de ye.

Tevî ku hûn ne zilamin we xwe zilam hesab kir. Bawerim gelek meylên we yên din jî hene. Ev hîn ji heft saliyê ve bi we dane pejirandin. Şansê min; hem asta malbatê, hemû curên serdestiyê hîn ji despêkê ve li ser min bi asanî ferznekirina wan û yên ku ferzkirin hêza min a lêpirsînê, sedema sereke ya derketin û pêşketina min e. Ez bawerim hîn di temenê gelekî biçûk de dema ku we gava yekem avêt nava civakbûnê, di himêza dayikê de, mîna bebekekî hatin avêt û hûn bi wêjeya; “ Lorî kurê min lorî, wisa xweşik raze, kurê min dê mezin bibe, bibe paşa” ve hatine mezinkirin. Qezenckirina ecibandina dijmin, li gorî pêwîstiya pîvanên klan-kabîle tevgerîn, qet pirs nekirin, pêwîstiya lêpirsînê nedîtin, her ku diçe ev tîrkirin, weke hestî hişkirin, li ser vî esasî ketina nav PKK’ê û bi rêberekî weke me re xwe qiyaskirin; di encamê de, pevçûn û nakokiyên di navbera me û we de ne. Pergal û hovîtî hûn anîne vê astê.