Li dijî koledariya hezar salan...

Ş. Deştî KEMAL

 

Ji bona azadiyê

Serxwebûnê

Jiyaneke nû û mirovahiyê

Li dijî koledariya hezar salan

Li dijî îxanetê,

Bi bîr û bawerî

Di şeva reş û tarî de

Ew bûn

Çirûskên AGİR

Ref bi ref,

Roj bi roj,

Û

Dilop bi dilop

Wan xwe helandin

Di agirê Tîrmeh’ê de

63 rojan

Kemal, Xeyrî, Akif û Alî

Em bûn rêwiyên rojê

Li ser çiyayên Gabar

Bûn EGÎD

Li Dêrsimê bûn ZÎLAN

Em rêwiyên rojê bûn

Di şevên reş û tarî de