JI BO GELÊ ME WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK!

Du şoreşgerên mezin yên têkoşîna azadiya Kurdistanê Îrfan Guler (Adil Urfa) û Saît Uçlu (Ferat Pîr) yên ku her roja wê bi qehremantiyên mezin re derbas dibe, di çarçoveya nivîsandina romana şoreşê de derbasê Rojavayê Kurdistanê bûbûn û li wir ji ber nexweşiyê şehîd bûn. Ji ber van şehadetan malbatên hêja yên her du hevalan û gelê me yê welatparêz em pir xemgîn in. Di şexsê malbatên me yên hêja yên Guler û Uçlu de serê hemû gelê me yê welatparêz sax be. Em ji ber keda ku her du hevalên şoreşger ên mezin bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku di her kêliya jiyana me ya têkoşînê de bîranîna wan bijîn û têkoşîna wan a azadiyê bigihînin zaferê.

Cihê heval Îrfan û Seîd ku du şoreşgerên mezin bûn, nayê dagirtin. Her du hevalan jî hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd û mirovatiyê feda kirin. Di vê oxirê de hê ji pêvajoya komê û şûnde di nav têkoşîna azadiya gelê Kurd de şopên mezin hiştin.

Heval Îrfan yek ji kadroyên milîtan ên destpêkê bû ku di salên ku tevgera Apoyî li Kurdistanê dest bi xwerêxistinkirinê kiribû, ji Sêwregê tevlî têkoşînê dibe. Heval Îrfan piştî damezirandina partiya me erkê Sekreteryaya yekemîn a Komîteya PKK’ê ya li Sêweregê digire ser milê xwe û bi serketî pêk tîne.  Di têkoşîna li hemberî axayên hevkar û çeteyên çekdar de di refên herî pêş de cih girtiye. Erkên rêveberiyê yên vê qadê girtibû ser milê xwe, heya sala 1980’an bi serkeftî pêk anî. Piştre di encama destgîrkirinê ku di nava heman salê de li Hîlvanê çêbûn, ji aliyê Partiya me ve erkê berpirsiyartiya qada Hîlvanê spartin heval Îrfan.

Dema li ser erkên xwe yên şorşegerî bû dîl hate girtin û kete girtîgehê. Di girtîgehê de li hemberî her cure zilm û êşkenceyên giran ên pêvajoya wehşeta 12’ê Îlonê berxwedaniyeke mezin raber dike û di tevahiya salên dîlîtiya xwe de ji aliyekî ve hemû berpirsiyartî û erkên xwe yên şoreşgerî bi serkeftî bi cih anî û ji aliyê din ve jî hem ji bo xwe hem ji bo hevalên xwe girtîgeh veguherand dibistanekê û di partîbûyînê de kûraniyeke mezin pêş xist. Piştî sala 2000’î ku ji girtîgehê derket, demekê li qada siyasî û civakî xebitî û dûre derbasî çiyayan bû.

Hevalê me Saît jî ku temenê xwe fedayî têkoşîna azadiya Kurd kir. Pirtûkxaneyek zindî ya şoreşa azadiyê, arşîva zindî ya partiya me bû û hevalekî me yê wisa bû ku danehev û ezmûnên 43 salî ya têkoşîna azadiyê jiyabû. Heval Saît hê ji dema sala 1977’an li Dîlokê dixwend ji Tevgera Azadiyê hez kiriye û piştre dema li Îzmîrê diçû dibistana bilind tevlî Partiya me bûye. Bi komek ji hevalan re yekemîn Komîteya PKK’ê ya li Îzmîrê dadimezrîne û bi fermî dest bi xebatan kiriye. Heya pêvajoya 12’ê Îlonê li metropolan xebatan bi rê ve dibe û piştî darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê ji bo erkên xwe yên şorşegerî bi cih bîne ji aliyê Partiya me ve wek berpirsekê Hîlwanê tê erkdarkirin. Dema li ser erkên xwe yên şoreşgerî bû ji aliyê rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê dîl tê girtin û li girtîgeha ku 20 salan tê de girtî ma, wek hevalên xwe yên din li hemberî her cure êşkenceyê bûye xwediyê helwesta şoreşgerî û li ber xwe daye.

Heval Saît mîna heval Îrfan bû yek ji hevalên ku girtîgeh wek dibistanekê dinirxand. Bêyî ku raweste xwend, nivîsand û bi pênûsa xwe bû ronîkerê girtîgehên tarî; gelek nivîs, gotar û pirtûk nivîsand. Piştî sala 2001’an ku ji girtîgehê derket dest bi erkên xwe yên şoreşgerî kir û li qada siyasî û civakî erk û berpirsiyariyên ku diket ser milê xwe,  bi serketî bi cih anî. Piştî demekê derbasê çiya bû û ligel heval Îrfan di koma ku nivîsandina romana PKK’ê ya ku partiya me girîngiyek mezin dide wê, cih girt.

Rêber Apo tim xwest ku rengdana têkoşîna destanî ya bi hezaran şehîdan, fedakariyên gelê Kurd û jiyana azad di huner û wêjeyê de were çêkirin. Partiya me pêkanîna vê yekê wek erkê bingehîn ya divê were bicihanîn danî pêşiya xwe. Wa ye heval Îrfan û Saît ev erka pir girîng ya ku Rêber Apo daniye pêşiya me girtin ser milê xwe. Kedek mezin dan, vîn û sebir nîşan dan, serî êşandin û nivîsandin. Di demekî kurt de encamên dîrokî bi dest xistin û ya ti kesê nekarî bike pêkanîn. Jixwe şehadeta wan jî ku di çarçoveya xebatê romana partiyê de ji bo komkirina delîl û belgeyan derbasî Rojava bûbûn, li wir di dema xebateke bi wate û pîroz bi rê ve dibirin de, nexweş ketin

Heval Saît yekemîn pirtûka “Amara” ya ji rêzeromana Partiyê ya bi navê “Di Welatê Rojê De Vejîn” û pirtûka pêncemîn ya ji heman rêzeromanê ya bi navê “Lêgerîna Azadiyê” bi şeklê sê cîldan nivîsand. Heval Îrfan jî pirtûka sêyemîn a ji heman rêzeromanê ya bi navê “Zayîna Ber Bi Azadiyê” bi şeklê sê cîldan nivîsand. Heval Îrfan pirtûka 3 cîld ya bi navê “Yên Çok Nedanîn” a ku berxwedana Rêveberiya Xweser a dîrokî ya Cizîrê qedand, heval Saît jî ji bo berxwedana bi heybet a Kobanê bike roman, dixebitî.

Heval Îrfan û Saît, her du endamên herî berhemdar ên Dibistana Wêjeyê ya Şehîd Şîlan Bakî û milîtanên dilnizm ên partiya me ku bi hezkirina jiyanê tije bûn û bi zanabûneke berpirsiyartiya mezin hemû erkên girtin bi serkeftî pêk anîn, bi wan berhemên mezin ên wêjeyî yên bi ked û hewldaneke mezin ve derxistin holê. Xeta azadiyê ya Rêber Apo û şehîdên me bi hemû aliyê xwe ve pêşkêşî hemû kesimên civakê û ciwanên Kurd kirin û di zanakirina civaka Kurd û herikandina wan ya nava şoreşê de tevkariyekî girîng raber kirin. Bi şehadetên xwe bûn nemir, bi romana sekna bîrdozî ya Partiya me û nirxên şoreşê re, şoreş mayînde kirin.

Em heval Îrfan û Saît ku bi keramet, serketin û girêdaneke mezin heya kêliyên xwe yên dawî xizmeta şoreşê kirin û kedkar, bîrewerî û arşîvên şoreşa azadiya Kurdistanê bûn, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, careke din sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja, ji gelê me yê welatparêz û dostên me re dixwazin.

Em êş û xemgîniya wendakirina bêgav û ji nişka ve ya ev her du çavkaniyên dewlemend ên şoreşa me ya azadiya Kurdistanê dijîn. Em careke din soza ku em ê xemgîniya xwe veguherînin hest û zanebûnê ya ji bo têkoşîna azadiyê û şoreşa me bigihînin serketin û serfiraziyê; her wiha bi xwedîderketina li mîrateya wêjeya şoreşgerî ya ji me re hiştine, berhemên wan ên nîvçe manî temam bikin, li ser bingehê girêdaniya bi bîranîna van şoreşgerên mezin ve em ê teqez şoreşa azadiya Kurdistanê pêk bînin.

 

14'ê Tebaxê 2021

KOMÎTEYA PIŞTEVANIYA BI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE YA PKK'ê