EV HEMLEYEKE STRATEJÎK E

Li ku derê dagirkerî hebe, li wê derê mafê lêxistinê heye...

Xalîde Engîzek, li ser pirsa di derbarê Girêvên Birçîbûnê û Rojiyên Mirinê jî ev nirxandinên girîng kirin: “ev hemleyeke stratejîk e, berxwedana zîndanan jî perçeyekî vê stratejiyê ye. Ev hemle ne tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, di heman demê de ji bo hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê ye jî. Hevalên me yê ketine Girêvên Birçîbûnê û Rojiyên Mirinê jî hevalên me yê herî hişyar û hessas in. Wan pêvajo û xetere baş fêm kir û. Tecrîd ne tenê li ser Rêbertî ye. Îmralî wekî sîstemeke model e. Lê gelê Kurdistan, li çiyan û bajaran jî di bin tecrîdê de ye. Em bixwazin li ku derê nefesekî bistînin li wir tecrîd heye. Em di bin pencê faşîzmê de û di bin pencê qirkirina çandî de ne. Ji bo wê jî fêmkirina hemleyê girîng e. Di vê wateyê de em dibêjin hevalên me yê herî hessas û hemle rast xwendî û baş fêm kirî, hevalên me yên di zîndanan de ne. Ji ber ku ew bi aweyekî çîplak bi dijmin û tecrîdê re rûbirû dimînin.”

Sedema ku faşîzma AKP-MHP'ê li hemberî çalakiyên pêş jî dikevin û derveyî çend gavên ji bo xapandinê hatî avêtin, gav navêjin jî Engîzek anî ziman ku ji tirsa xwe gav navêjin û got, “ faşîzm bi vê bawer dike ku çi qas zextan li ser gelan zêde bike, faşîzmê kûr bike, ew qasî dikare civakê zeft bike. Lewre ew jî dizanin ku di warê azadî û demokrasiyê de gavek bê avêtin yê gavên pey wê jî werin û xwestin. Lewre îro krîzeke mezin heye. Him di aliyê aborî him jî di aliyê civakî û siyasî de krîzeke kûr heye. Ger ku pêşiya vê were vekirin yê weke tayê gorê jev verisin, kevir gindir bibe û ciyê xwe bibîne ji vê yekê, ji guhertinên demokratîk ditirsin.”

YA KU Lİ ERDÊ TÊ XİRİKANDİN WİJDANA MİROVAHİYÊ YE

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Engîzek, di derbarê êrîşên hovanê yên li ser dayîkan û berxwedana wan ya birûmet de jî wiha axivî: “Dinya, mirovahiya pêşverû divê vê bibîne; li ciyekî ku faşîzm heye, negengaz e ku çalakiyên demokratîk bêne kirin, faşîzm diperçiqîne, tine dike, dixwaze ji holê rake… Li derve nahêlin civak nefesê bistîne. Mirovên herî biwijdan dayîk in, zarokên wan li berçavên wan dihelin, kezeba wan dişewite, derdikevin çalakiyê. Faşîzm ew qasî beçare ye, ji tirsa nahêle du dayîk, sê dayîk werin ba hev. Ji hêza du dayîkan ditirse. Çima? Ji ber ku îro dudu, sisê ne yê sibê zêde bibin. Li derdora dayîkan panzera û hêzên çewîk dideynin, li wan dixin, li erdê dixirikînin. Ew a ku li erdê dixirikînin, wijdana mirovahiyê ye. Rûyê mirovahiya pêşverû ye ya ku li erdê tê xirikandin.” Engîzek di dirêjahiya nirxandinên xwe de bang li civakê, bitaybet jî li ciwanan kir ku dayîkan bi tenê nehêlin û got, “bila kes ji dewleteke ku nûnertiya xeta DAÎŞ’ê dike aştiyê nexwaze, ya din jî aştî nayê xwestin, tê çêkirin.”

ERDOGAN Û WEZİRÊN XWE Jİ TİRSA GERÎLLA NİKARİN RAZİN

Xalîde Engîzek, di derbarê çalakiyên gerîlla yên li çiyayên Kurdistanê de pêk tên û jin û ciwanên Efrînê yên ku li hemberî dagirkeriyê pêk tên de jî nirxandin kirin. Engîzek, “Li ku derê dagirkerî hebe, li wê derê mafê lêxistinê heye. Hewce nake ku li her derî gerîlla jî hebe. Rihê Egîd, Bêrîtan û Zîlan li her derê heye. Li çiyayên Kurdistanê hêze Kurdistanê ya netewî gerîlla ye, bi navê şehîdên berxwedaniya zîndanê çalakiyan dike. Li Efrînê jî ciwanên Efrînê şer dikin, derban li faşîzmê dixin. Sebebên wan hene, welatê wan hatiye dagirkirin û talan kirin. Ta ji Enqerê hêza xwe radike dibe Efrînê dagir dike, dora wê dîwar dike, dixwaze ji Rojava û Sûriyê perçe çi heqê wan heye? Çalakiyên li hemberî dagirkeriyê rewa ne. Ti kes nikare gel û ciwanên Efrînê sûcdar bike… Li çiyayên Kurdistanê jî gerîlla bi zimanê ku faşîzm fêm dike, bi awayê herî profesyonel bersiva xwe bi çalakiyan dide. Ji tirsa çalakiyên gerîlla, Erdogan û wezîrên wî nikarin razin.”

BÊDENGIYA KILIÇDAROGLU Û CHP’Ê JI BER TIFAQA VEŞARTIYE AN NA?

Li ser bêdengiya li hemberî Girêvên Birçîbûnê yê qaşo mûxalefeta Tirkiyê CHP’ê jî Engîzek nirxandin, rexne û pirsên girîng kirin û got, “Bi me re gûmana ku Erdogan û CHP’ê, Kiliçdaroglu di bin de li hev kiribin heye. Dibê ku Erdogan, gotibe, ‘tu herêma Stenbolê bi rê ve bibe, ez ê Tirkiyê giştî’ ji bo wê jî yekser Erdogan got, ‘heta 4 salan hilbijartin tine ye…’ ger ku li hev nekiribin, bila Kiliçdaroglu rabe, bêje ‘me li hev nekiriye.’ Xûya dike ku Kiliçdaroglu jî lingekî komployê ye. Ne wisa be çima tevlî siyaseta demokratîk nabe? Çima dihêle ku faşîzm li ser lingan bisekine? Bi rastî mûxalefet be, Kiliçdaroglu, li hemû metropolên Tirkiyê bi desteka Kurdan û hêzên demokratîk bi ser ket. Gelan dengên xwe dane demokrasiyê, ne dane CHP’ê, dane dijîtiya faşîzmê... Ger ku CHP’ê, Kiliçdaroglu bi AKP’ê re tifaqeke veşartî nekiribe, li hemberî vê tecrîdê, şehadetan, cenazeyên ji zîndanan derdikevin çima bêdeng e?”

Engîzek di dawiya nirxandinên xwe de careke din Şehîdên Gûlanê bibîr anîn û soza serkeftinê da hemû şehîden