JI BO GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK!

 Êrîşa Komploya Navnetewî, ku li ser navê sîstema modernîteya kapîtalîst a kûrewî ji aliyê DYA’yê ve di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate destpêkirin, dixwest Rêber Abdullah Ocalan îmha bike û qirkirina Kurd temam bike. Li ser vê êrîşa komploya dîrokî û berxwedana hebûn û azadiya Kurd 22 sal derbas bû.

Bi vê wesîleyê em careke din êrîşa herî paşverû û hov a dîrokê, komploya 9’ê Cotmehê û hemû hêzên komploger lenet dikin. Em Rêber Apo ku 22 sal in li dijî vê komploya dermirovahî ji bo azadî û demokrasiyê berxwedaneke destanî raber dike û her kesên ku di vê berxwedanê de ked dane bi rêzdarî silav dikin. Em di şexsê hevrê M. Halît Oral û Aynûr Artan de ku şehîdên yekem ên berxwedana li dijî Komployê ne, hemû lehengên ku bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” 22 salan li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Di sala 23’yan de em ji bo her kesên ku bi armanca hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan têdikoşin, serkeftinê dixwazin.

Wekî tê zanîn Komploya Navnetewî ku ji aliyê rêveberiya wê demê ya DYA’yê ve di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû destpêkirin, piştî bîst salan ji hêla Rêveberiya niha ya DYA’yê ve jî di berbarê sê hevalên me yên ku di Rêveberiya PKK’ê de cihê xwe digirin de derxistina biryara girtinê tê wateya nûkirina komployê.Dîsa di salvgera 21’emîn a komployê de, 9’ê Cotmeha 2019’an de ji bo dagirkirina GrêSpî û Serêkaniyê piştgrî dayîna Dewleta TC’yê tê heman wateyê. Bi vî awayî riya dagirkirina hin bajarên girîng ên Rojavayê Kurdistanê hate vekirin, bi sed hezaran Kurd ji cih û warên xwe bûn, dîsa sedan Kurd hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin birîndarkirin.Bêguman li pişt van pêkanînên qirker-faşîst ên dewleta Tirk de dewleta DYA’yê heye. Bi vê wesîleyê êrîşên dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê ku 2019’an de hate destpêkirin lenet dikin, şehîdên qehreman ên berxwedanê bi rêz û mînetdarî silav dikin, bawer dikin ku gelê me yê Rojava wê di sala duyemîn de  li dijî dagirkeriyê bi hêztir berxwe bide, dagirkeriya heyî bişkîne. Di vê riyê de serkeftinê dixwazin. 

Pir baş tê zanînkomploya 9’ê Cotmeha 1998’an li ser esasê îmhakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tasfiyekirina PKK’ê û girêdayî vê jî ji bo qirkirina Kurd bigihîne encamê hate destpêkirin. Yanê, li dijî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, li dijî azadiya gelê Kurd e, li dijî demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e.  Li dijî van hemûyan dibe êrîşeke komploger. Ji ber vê jî zihniyet û siyaseteke wisa ye ku parçe dike, pev dide şikandin, faşîst e, mêtinger û qirker e. Êrîşeke herî zalimane û herî neheq e ku di pozîsyona sûcê mirovahiyê de ye. Berdewamkirina komployê dewamkirina qirkirina Kurd e, ew jî dibe bingehê parçebûn û despotîzma li Rojhilata Navîn. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê sih sal in dewam dike çavkaniya xwe ji li vir digire. Wê çaxê lazim e destûra berdewamiya komployê û pirsgirêka Kurd neyê dayîn.

Tê zanîn, Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li ser navê sîstema sermayeya kûrewî ji aliyê rêveberiya wê demê ya DYA’yê ve hatiye plankirin û pratîzekirin. 22 sal in jî hêza esasî ya li pişt sîstema êşkence û tecrîda Îmraliyê DYA û Konseya Ewropayê ye. Di roja me ye îro de jî hêzên esasî yên sîstema Îmraliyê li ser piyan digirin ev hêz in ku êdî bûye şermezeke mezin. Lewma jî ev hêz qirkirina Kurdan birêve dibin û li dijî azadiya gelê Kurd disekinin. Li ser vî bingehî li dijî azadiya Kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn in. Şirîk û hevkarên hemû pêkanînên faşîst, êrîş û qetlîamên qirker û mêtînger ên dewleta Tirk in ku li ser gelê Kurd dimeşîne. Zirarên pir mezin gihandine gelê Kurd û têkoşîna azadiyê. Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê li ser piyan digirin û li dijî rêveberiya partiya me êrîşa îmhayê ya bi xelata 12 milyon dolarî dimeşînin. Wisa jî hewl didin komploya behskirî bidomînin. Ji bo van hêzan banga me ew e ku dev ji zihniyet û siyaseta qirkirina Kurd berdin ku sûcekî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê lazim e dev ji domandina komployê, dîsa li dijî Rêber Apo û PKK’ê dev ji dijminiyekê wiha berdin. Lazim e karibin bibin xwedî hêz û helwesteke ku li gel Rêber Apo û PKK’ê, dijberiya xwe ya fikir û siyasetê bi rêbazên têkoşîna demokratîk bimeşînin.

Dewleta TC ku gardiyanê pêvajoya komployê ye, îro di pêvajoya domandina sîstema êşkence û tecrîda Îmraliyê de mîna tetîkêşekî lê anîne. Piştî Komploya Navnetewî û şûn de, hemû rêveberênTC ji aliyê hêzên komploger ve bi armanca serxistina komployê hatine erkdarkirin. Rastiya rêveberiya AKP’ê ya bi serokatiya Tayîp Erdogan jî ev e. Jixwe dema ku nikarîbû bi tena serê xwe komplo bimeşandana,  ya ku MHP jî da balê ev hêz bûn. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, ku dewama rêveberiya Îtîhad-Teraqî û rejîma darbeya 12’ê Îlonê ye, ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û desthilatdariyê bi van hêzên komploger re bûne yek û Tirkiye ajotine nav felaketekê. Bi zihniyet û siyaseta dijminahiya Kurd, jin û gel, bi teror, qetlîam û şerê faşîst ê li hundir û derveyî welat, ketiye nav hilweşandin û rûxandineke tam. Di serî de Kurd û jin, ji bo rizgariya gelên Tirkiyeyê û selameta mirovahiyê, hilweşandina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê mecbûrî bûye.

Bêguman, pêvajoya 22 salan a têkoşîna li dijî komployê, ji bo dîroka têkoşîna me ya azadiyê û berxwedana gel bûye pêvajoyeke zor û watedar. Ev berxwedana destanî û dîrokî ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê,  bi bedelekî zêdetirî bîst hezar şehîdî, êş û zorahiyan hat meşandin, bi qasî bedelên hatine dayîn rê li ber pêşketin û destkeftiyên mezin jî vekirine. Pir eşkere ye, li dijî komployê ku di van 22 salan de, kêlî bi kêlî dixwest me tine bike, bi berxwedanê derbên giran lê hatine xistin û plansaziya komployê hatiye parçekirinû têkbirin. Helbet rêbertiya demê ji her wextê zêdetir ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin. Wekî çawa di bin sîstema êşkence û tecrîda Îmraliyê de rêbertiya berxwedana pratîkî kiriye, her wiha bi Paraznameyan jî rê vekiriye ku Tevgera me ya Azadiyê xwe nû bike, rêya rizgariya gelê Kurd û hemû bindestan nîşan daye. Bi guhertina paradîgmayê re, partiya me PKK êdî ne partiyeke desthilatdar û dewletparêz e. Veguheriye partiyeke ekolojîk, azadîxwaziya jinê û civakparêziya demokratîk. Bi projeya çareseriya xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ya li ser esasê ferdê azad û komûna demokratîk, rêya çareseriya hemû pirsgirêkên civakî derxistiye ortê û wisa jî xwe aniye pozîsyona rêberê hemû bindestan û xwe gerdûnî kiriye. Di nav 22 salên têkoşîna mezin de, di serî de bandora şoreşa azadiya jinê û şoreşa azadiya Rojava ya li dijî DAÎŞ’ê, Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê li hemû cîhanê belav bûye. Veguheriye tevgereke ku piştgiriyê ji hemû jin, ciwan û kedkarên cîhanê digire.

Niha wekî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bi hemleya berxwedanê ya “Bes e Ji Tecrîd, Dagirkerî, Faşîzmê re! Dem Dema Azadiyê Ye!” em dikevin  sala 23’yemîn a têkoşîna li dijî komployê. Pêkanînên me yên 22 salan, eşkere nîşan dide ku em ê di sala 23’yan de li ser bingehê hemleya berxwedan û azadiyê çi bikin. Hemleya di 12’ê Îlonê de hat îlankirin, di serî de jin û ciwan, ji aliyê hemû gelê me û mirovahiya demokratîk ve hatiye pejirandin. Hêzên qehreman ên gerîla derbên giran li dijminên faşîst-qirker didin ûji hemleya me ya azadiyê re pêşengtiyê dikin. Li her derê bi armanca hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên demokratîk tên lidarxistin. Eşkere ye, hemleya azadiyê ya ji aliyê Tevgera me hatiye pêşxistin, ji her tiştî zêdetir hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ku sembola komploya navnetewî ye daye ber xwe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiriye armanc. Esas li dijî komployê dibe hemleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li ser vî bingehî roja 10’ê Cotmehê, di asta kûrewî de wekî “Roja Ji Rêber Apo re Azadî” hatiye îlankirin.

Pir zelal e, em bi hedefa bi temamî têkbirina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikevin nav têkoşîna sala 23’yemîn a li dijî komployê. Bi pêşxistina çalakiyên azadiyê yên li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê jî nîşan didin ku em ê hedefa xwe serbixin. Li ser vî bingehî em careke din di serî de jin û ciwan bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî hemleya me ya “Dem Dema Azadiyê Ye” bibin, di salvegera 22’yemîn de Komploya 9’ê Cotmehê xurtir protesto, şermezar bikin, di 10’ê Cotmehê de li her qadê xurtî tevlî çalakiyên “Roja Ji Rêber Apo re Azadî” bibin û azadiyê teqez bi dest bixin!

 

Ji bo têkbirina komployê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biçin ser kar!

Bimire Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê!

Bijî Têkoşîna me ya Azadî û Demokrasiyê!

Bijî Rêber Apo!

 

3’yê Cotmeha 2020

KOMÎTEYA RÊVEBIR A PKK’ê