JI BO GELÊ ME WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK!

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd ketine meheke nû ya Gulanê. Weke ku tê zanîn Gulan meha Şehîdên Kurdistanê ye. Di sala 2021'ê de em ketine meha 45'an a şehîdan. Di salvegera 44'an a şehadeta şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer de ku meha Gulanê kiriye meha şehîdan, wî bi rêzdar, minetdarî û hezkirineke mezin bi bîr tînin. Rêber Apo ku ji bo gelê Kurd û mirovahiya azad Artêşa Şehîdan a Şoreşger afirand û berxwedana dîrokî ya Îmraliyê bi rêzdarî silav dikin.

Em gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger-demokratîk pîroz dikin, ku artêşeke şehîdan afirandine, malbatên şehîdan û xizmên şehîdan hemûyan silav dikin. Di serî de hevrêyên xwe yên partiyê em bang li gelê xwe yê welatparêz, jin û ciwanan, dostên xwe yên şoreşger û demokratîk dikin ku meha Gulanê şehîdên me yên leheng bi bîr bînin, rast fêhm bikin, li ser xeta Rêbertî û şehîdan ji bo azadiyê hîn bi xurtî şer bikin û hîn bi mezinahî qezenç bikin!

Îro 2'ê Gulanê ye, salvegera 38'an a şehadeta ji damezrînerên partiya me PKK'ê û endamê destpêkê yê Komîteya Navendî û fermandarê nemir ê Berxwedana Hîlwan-Sêweregê hevrê Mehmet Karasûngûr û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Îbrahîm Bîlgîn e ku li Qendîlê şehîd bûn. Hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ku ji bo meha Gulanê bibe meha şehîdan pareke wan a mezin hebû, di salvegera 38'an a şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û hesretê bi bîr tînin. 38 sal in di bin fermandariya fermandarê mezin hevrê Mehmet Karasûngûr de me bi lehengî şer kir, di serî de li Metîna, Zap, Avaşîn, Heftanîn û Xakurkê îro li her devera Kurdistanê em şerê azadiyê dimeşînin. Di salvegera 38'an a şehadeta wan de em mizgîniyê didin fermandarê nemir hevrê Mehmet Karasûngûr ku ala wî ya azadiyê û çeka wî neketine erdê, di destê ewle yê gerîla de hîn bêhtir li ba ye.

Her wiha di salvegera pêncan a şehadeta fermandarên nemir ên Amedê hevrê Azad Sîser û Çekdar Amed in ku 2'ê Gulanê şehîd bûn. Bi vê wesîleyê em fermandarên rêxistinkirina berxwedana xwerêveberiya demokratîk hevrê Azad û Çektar bi hesret, rêzdarî û hezkirineke mezin bi bîr tînin û destnîşan dikin ku gelê me û gerîlayên me di şerê gel ê şoreşgerî de xwedî li bîranînên wan ên nemir derdikevin.

DIVÊ EM TÊKOŞÎNA DENÎZAN BI HEV RE MEZIN BIKIN

Şehîdên 1'ê Gulanê hemûyan, şehîdên 1'ê Gulana 1977'an ên li Taksîmê, şehîdê me yê Beyrûdê yê 1'ê Gulana 1982'an hevrê Abdulkadîr Çûbûkçû, şehîdê me yê Garzanê yê 1'ê Gulana 1985'an Ramazan Kaplan û koma wî, şehîdê me yê Mêrdînê yê 1'ê Gulana 1988'an endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê hevrê M. Emîn Aslan û di şexsê wan de hemû şehîdên me yên meha Gulanê bi rêzdarî, hezikrin û minetdarî bi bîr tînin.

6'ê Gulanê salvegera 49'an a darvekirina ji pêşengên şoreşa demokratîk û gelên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan e.

Ev lehengên mezin pêşengiyê ji şoreşên Kurdistan û Tirkiyeyê yên nîv sedsalê re dikin. Di salvegera 49'an a şehadeta wan de şoreşgerên leheng Denîz, Yûsûf û Huseyîn jî bi rêzdarî û hezkirinê bi bîr tînin; em bang li hêzên demokratîk û şoreşger ên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku li ser şopa van şoreşgerên mezin, têkoşîna şoreşa demokratîk a antîfaşîst bi hev re mezintir bikin, tevgera me ya şoreşa yekbûyî bi hev re mezin bikin û bi ser bixînin!

Bi wesîleya meha Şehîdan em welatparê zû şoreşgerên mezin Şîrîn Elemhûlî û çar hevalên wê ku 9'ê Gulana 2010'an li Îranê hatin darvekirin, di salvegea 11'an a şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Her wiha ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê, hunermend, gerîla, fermandara nemir a Garzanê hevrê Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) ku 11'ê Gulana 1992'an li Tetwanê şehîd bû, di salvegera 29'an a şehadeta wê de bi hurmeteke kûr, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em serbilindin ku mizgîniya wê yekê didin ku ala wê ya azadiyê di destê jinên Kurd de hîn bêhtir li ba ye û li çar aliyên cîhanê belav bûye.

GERÎLA LI SER XETA RÊBERTÎ ŞER DIKE

Eşkere ye ku em bi pêngava 'Dema azadiyê' ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala 45'an e Meha Şehîdan pêşwazî dikin. Gerîlayên me yên leheng li Metîna, Zap û Avaşînê li dijî dijminê faşîst-qirker di nava berxwedaneke pêngavî de ne ku her roj derbên giran li dijmin dixin. Em gel û gerîla li ser xeta Rêbertî û li ser şopa şehîdên me yên leheng şer dikin. Fermandarê gel û gerîlayên me yên leheng Artêşa me ya Şehîdan e. Di bin fermandariya fermandarên me yên nemir Karasûngûr û Mizgîn de şer dikin. Em serbilind in, ji ber ku ji xeta Rêbertî û ji şopa şehîdên xwe yên leheng dûr neketine.

Diyar e ku 44 sal in vê xetê tevgera û gelê me xurt kiriye û pêşketinên mezin afirandiye. Bêguman di sala 45'an de jî wê meşa me li ser vê bingehê be û em ê serketinên mezintir bi dest bixin. Dijminê faşîst-qirker çi dike bila bike li pêşberî berxwedana şoreşgerî ya gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk ên bi pêşengiya gerîla, nikaribe ji têkçûnê xilas bibe û ji çûyîna ser sergoyê dîrokê rizgar bibe. Ji Zap û Zagrosê wê dest pê bike û dagirkeriya faşîst-qirker ji ser tevahiya Kurdistanê bê avêtin. Şerê Zap-Zagrosê bingeha şeran e. Eşkere ye ku girê ji vir vebe, dagirkerî wê ji vir bişikê û azadiya mayinde ji vir dest pê bike.

Ciwanên Kurdistanê yên bûne fedayî wê biherikin nava refên berxwedanê yên li hemû eniyan, bi qasî li çiyê wê li deşt û bajaran jî seferber bibin ku derbên kuştinê li dijminê faşîst-qirker bixin; jinên Kurd ên leheng wê li hemû yeniyan pêşengiyê ji berxwedana antî faşîst re bikin, wê vî şerê bingehîn bi ser bixînin. Gerîlayên me û gelê me, di meha şehîdan de wê bi ruh, hişmendî û îradeya şehîdên me yê leheng li ber xwe bidin, faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û dagirkeriyê bi dawî bikin, teqez qezenç bikin.

Gel û gerîla di vê mehê de em ê hîn bêhtir nêzî şehîdên xwe yên leheng bin, wan hîn bi xurtî fêhm bikin û bi rengekî rast û serketî pêk bînin. Ji bo vê jî bi her awayî em ê çalakiyan bikin û têbikoşin. Em ê ji şehîdên xwe hîn bibin, mîna şehîdên xwe bijîn û mîna şehîdên xwe şer bikin, teqez bi ser bikevin. Li ser vê bingehê ji şehîdê xwe yê destpêkê yê mezin hevrê Hakî Karer heta hevrê Sînan Dersim, heta şehîdên berxwedana Metîna Zagrosê em şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, diyar dikin ku bi pêşengiya Rêber Apo em ê Kurdistana Azad û jiyana azad ku hesreta wan e, teqez biafirînin!

Bijî tekoşîna me azadî li pêşengtîya fêrmandarê Şehhîda!

Şehit Namirin!

Bijî Rêber APO!

 

2'yê Gûlanê 2021

Komîteya Rêveber a PKK'