JI BO GELÊ ME WELATPARÊZ Û HÊZEN DEMOKRATÎK!

Di nava salekê de zêdetirê 30 hezar Kurd ji Başûrê Kurdistanê koçberî welatên derve bûne. Ev nîşaneyeke metirsîdare ku wê bandorê li ser çarenûs û pêşeroja neteweya me dike

Yekem, gelê me li Başûrê Kurdistanê bi navê azadî, demokrasî, wekhevî, edalet û welatparêziyê têkoşîneke mezin birêve biriye ku bi Raperîna bi heybet ya sala 1991’an ve gihîştiye lûtkeyê û statuyeke siyasî ji bo vê beşa welat derxistiye holê. Lê piştî salan ji ber nebûna azadî, demokrasî, wekhevî, edalet, azadiya fikir û raman û her wiha derketina hêmanên weke gendelî, bêkarî, rewşa xirab a aborî û di encamê de bê hêvîbûna li hemberî sererastkirinê kir ku pêlekî metirsîdar a koçkirina ciwan, pîr, jin û zarokan destpê bike.

Duyem, dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê bi taybetî dewleta Tirk ji aliyekî ve bi hevkariya hêzên kirêgirtî xaka Başûrê Kurdistanê dagir dikin û komên tundrew ên cîhadî li wir bi cih dikin. Ji aliyê din ve jî bi rêya komên mafya, qaçaxçî û sîxurtiyê ji bo koçberkirina gelê me ji bo derveyî welat rê xweş dikin û bi taybetî di vê mijarê de giraniyê didin ciwanan. Bi vê şêweyê dixwazin bi dagirkerî û bi koçberkirinê re demografyaya Başûrê Kurdistanê biguherînin, ji nasnameya Kurdî paqij bikin û weguherînin herêmekî yê ji bo belavkirina nasyonalîzma faşsîtî ya Tirk û bîrdoziya tundrew ya cîhadî. Ev yek pêleke bi plan û programkirî ye û bi armanca şerê taybet ê ji bo valakirina Kurdistanê û guhertina demografiyaya welatê me ye.

Cihê matmayînê ev e ku Berdevkê PDK’ê Birêz Sefîn Dizeyî li şûna ku wan rastiyane bibîne, ji bo nixumandina tawan û şermezariyên desthilata PDK’ê devdirêjiyê li Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê dike

Bang li gelê me û bi taybetî ciwana dikin ku welatê xwe neterikînin û hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bikar bînin.

Her wiha bang li hêzên neteweyî dikin ku bi têgihîştina vê rastiyê ku ev koçkirine encamê siyaseta wan e, rê û rêbazên pêwîst ji bo parastin û bi hewarçûyîna koçberên Kurd pêk bînin.

Bang li desthilatdarên PDK’ê jî dikin ku vê rewşê baş bixwînin û li şûna ku sûcê biavêjin ser milê wê û vê, xwe berpirsiyarê sereke yê derketina rewşa koçberiya gelê me bizanin û di vê çarçoveyê de gavên pêwîst biavêjin. Pêwîste azadî, asayîş û derfetên kat û jiyana bi rûmet ji bo hemû welatiyan bên dabînkirin û bingehê koçkirin û koçberbûnê ji holê were rakirin.

 

12'ê Mîjdarê 2021

KOMÎTEYA TEKILIYÊN DERVE YA PKK'Ê