BI PKK'Ê RE KOLETÎ BI DAWÎ BU, AZADÎ BI SER KET

                                                                                                                                                                     Duran Kalkan

Meşa me ya Rêbertî digihêje nîv sed salê. Ev pêvajo di dîroka Kurdistanê de ya herî bedew, bi wate, xwedî îrade û têkoşer e. Bi wesîleya salvegereke nû ya damezrandinê, dost, dijmin her kes ji her demê bêhtir rastiya PKK'ê nîqaş dikin, ya rast hewl didin ku bi rengekî hevgirtî û rast fêhm bikin.

Beriya her tiştî bi PKK'ê re koletî bi dawî bû, azadî bi ser ket. Derew û şaşitî ji holê rabû, rastî û rasteqînî serwer bû. Kesayet û civaka Kurd her cûre paşverûtî hilweşand û gihîşt asta jiyaneke azad û xwedî îrade. Li Kurdistanê di bin zordariya qirkerî-mêtingerî-faşîzmê de pêşî li tunebûna neteweyî hate girtin, li ser xeta Apoyî dîroka jiyan û jinûve hebûna azad a gelê Kurd hate destpêkirin. Li Kurdistanê vejîneke azad û jinûve avabûna rasteqînî dest pê kir.

Bi coşeke mezin em di cejneke nû ya partiyê de ne. Gelekî girîng e ku li ser rastiya Rêbertî û Partiyê bi xurtî kûr bibin, hewl bidin ku vê rastiyê bi rengekî hevgirtî û rast fêhm bikin, bi awayekî rast nêzî salên bê yên partiyê û têkoşînê bibin û wan salan bi rengekî rast bijîn. Beriya her tiştî şert e ku em rastiya PKK'ê ku partiyeke Rêbertî û Şehîdan e bi xurtî fêhm bikin.

Li ser vê bingehê di cejneke nû ya partiyê de bêguman em ê di nav coş û kelecaneke mezin de bin, em ê rastiya xwe ya partiyê di ruh, hestên xwe de bi xurtî hîs bikin. Di heman demê de em ê rastiya xwe ya partiyê, rastiya Rêbertî û Şehîdan hîn bi xurtî têbigihêjin. Di vir de em ê girîngiya dîrokî ya PKK'ê bi kûrahî fêhm bikin, taybetmendiyê wê yên pêşengiyê têbigihêjin. Mîna her carê em ê salvegera 44'an a damezrandina partiya xwe li ser xeta Rêbertî û Şehîdan bikin pêvajoyeke pêngavî ya jinûve partîbûnê.

Bi têgihiştina ku em ê her wezîfeyê li ser vê bingehê bi ser bixînin û pêngava 'dem dema azadiyê' ye tenê bi vê yekê bigihînin serketinê, em ê li ser xeta Rêbertî û şehîdan ji bo partîbûneke rast û têker, hêza xwe ya rêbaz û îradeyê xurtir bikin.

Meşa me ya Rêbertî ya nîv sedsalê, weke ku di mînakên meşên pêxemberî de hate dîtin, li dijî zor û zehmetiyên herî giran ên dîrokê, meşeke dîrokî ye ku têdikoşe û pêşketinên herî bi wate diafirîne. Eşkere ye ku her saleke dîroka 43 salan a PKK'ê salên welê ne ku li dijî dijminê qirker-faşîst têkoşîneke bêeman hatiye meşandin, zor û zehmetî ji holê hatine rakirin û di encamê de jî li ser bingeha azadî û hebûna Kurdan destketiyên mezin ên di asta dîrokî de girîng hatine afirandin.

Belê, her saleke PKK'ê bû saleke mezin a têkoşînê. Hêzên mêtinger-qirker ên pirsgirêka Kurd afirandin, her tim bi rengekî hovane êriş birin ser partiya me ya ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dmeşîne, Rêbertî, kadro, gerîla, rêxistinên jin û ciwanan û welatparêzên wê.

Weke tevgera PKK'ê em bûn hedefa êrişên rêxistinî, plankirî, herêmî û global ên ji bo tunekirin û tasfiyekirinê. Hêza ku ev êriş bi rê ve bir jî faşîzma AKP-MHP'ê ye. Dîktatoriyeke bi vî rengî ya faşîst jî hewl da ku PDK weke parçeyek ji êrişên xwe yên plankirî bi kar bîne.

Bi kurtasî sala derbasbûyî sîstema modernîteya kapîtalîst a global ku pirsgirêka Kurd afirand, statukoperestiya netewe-dewlet a faşîst a Rojhilata Navîn, nokerî û xiyaneta Kurd bi rengekî hevpar û plankirî êrişî me kirin.

Baş e hêzên ku ev êrişa plankirî bi rê ve birin û yên tevlî vê êrişê bûn, armanca wan ji êrişê çi bû? Eşkere ye ku dixwazin Rêber Apo û rastiya PKK'ê bêbandor bikin, Barzanî û hevkariya Kurd hîn bêhtir lawaz bikin û bi temamî bixin bin kontrola xwe, li ser vê bingehê jî hêza azadîparêz û demokratîkkirinê ya Kurdistanê ya li ser herêmê û cîhanê ji holê rakin, sîstema xwe ya berjewendiyên global û herêmî, sîstema modernîteya kapîtalîst û paşverûtiyê li ser piyan bihêle.

Naxwe em nikarin berxwedana sala 43'an, her wiha berxwedana van 3-4 salên dawî wek êriş û berxwedanên berê bibînin. Di êrişkariyeke wiha de herî pir rêveberiya PDK'ê tê xebitandin. Rêveberiya Barzanî bi rastî jî rêveberiyeke kêrnehatî ye.  Helwesta xwe ji hevkariyê û îxanetê wêdetir e. Pir nêzî pênaseya 'kerê mayinê' ya Rêber Apo ye. Li gel ku Kerkûk û derdora wan ji dest hatiye standin, seroktiya wî jî ji hêla DYE û TC'ê ve ji dest hatiye standin jî helwesta Mesûd Barzanî helwesta teslîmbûnê û sertewnadinê ye. Ji bo ku ya mayî di dest xwe de bihêle tişta ku jê tê xwestin dike. Tam weke îxbarciyekî xizmetê ji faşîzma AKP-MHP'ê re dike. Xwedêgiravî ku PKK were îmhakirin û tasfiyekirin wê Kurdistan di dest wan de bimîne, hêvî û hesabê wan ev e. Lê ew bixwe jî dizanin ku ne wiha ye .Ketine nav belangazî û qelsiyeke wiha ya bi rengê,'em çi qasî karibin bijîn, derfetên di dest xwe de em çi qasî karibin bi kar bînin, bi kar bînin.''

Naxwe ew jî pê dizanin dema ku PKK nebe, qels bibe ew ê jî nebin. Dizanin ku êriş ne tenê li ser PKK'ê, di serî de li ser Kerkûkê li ser wan e jî. Dixwazein PDK'ê bêhtir bikin noker. Rêveber û generalên TC'ê jî aşkere dikin ku bi vê armancê nêzîkatî li Kurdan dikni. Li ser vê mijarê tiştekî ku nayê zanîn nîn. Li gel vê jî PDK we seriyekî vê êrişkariya faşîst-qirker, dûvelingê wê û çengê wê yê pêşî tevdigere.

Em tevger û gel di sala 43'yan a PKK'ê de tûşî êrişkariyeke wiha giştî, bi plan bûn û li dijî vê me jî berxwedaneke giştî ya şerê şoreşgerî da. Êrîşan di serî de Rêber Apo û PKK kire hedef. Li Imraliyê rewşa tecrîd û êşkenceyê herî giran kirin.

Her wiha êrişa giştî hêzên me yên gerîla kirin hedef. Li çar parçeyên Kurdistanê bi têkilî û tifaqên cuda li dijî gerîlayên me êrişên bi dijminatî anîn asta herî zêde. Êrîşan tevgera me ya jin û ciwanan kire hedef. Zexta gran li ser jin û ciwann kirin, ew qetil kirin û girtin. Hemû gel, karker û kedkar kirin hedef. Siyaseta demokratîk kirin hedef. Di serî de HDP heke partiyên siyaseta demokratîk negirtibin jî bi zexta giran û komkujiyan ji girtinê xirabtir li wan kirine. Li dijî van hemûyan me tevger û gel, hêzên şoreşger-demokratîk hhewl da ku li ser stratejiya şerê şoreşgeriyê gel berxwedana giştî ya azadî û demokrasiyê pêş bixin.

Bêguman li dijî êrişkariya navborî di serî de berxwedana Imraliyê li dijî zext û êşkeceyê li zindanan berxwedaniyeke mezin çêbû. Li dijî êrişên giran ên pergala êşkence û tecrîda li Imraliyê  berxwedana herî mezin a dîrokê ya azadiy3e derkete holê. Berxwedana Imraliyê yek ji serfiraziya herî mezin a dîrokî bi dest xist. Dijminê faşîst-qirker her çi jî kiribe çi qasî zext û êşkence kiribe jî, çi qasî komkujiî kiribe jî nekarî Rêbertiya me û tevgera me ji xeta berxwedanê bi qasî serê derziyê jî dûr bixe. Berxwedana herî domdirêj, herî watedar û xurt a dîroka me di vê pêvajoyê de û li Imraliyê hate jiyîn.  Berxwedana me ya Rêbertî helwest, vîn û çalakîtiya ku her cure zext û komkujiyê, helwdana çewisandin û îmhakirinê pûç bike, nîşan da. Helwesta Rêbertî di vê pêvajoyê de serfirazî bi dest xist û belkî jî sefiraziya herî bimane û mezin bi dest xist.

Bêguman di vê serdemê de berxwedana herî mezin hêzên me yên gerîla nîşan dan. Bi rengekî filî pêşengiya vê berxwedanê kir. Xasma li derdora Berxwedana Şoreşger a Cenga Heftanînê, ji Qadên Parastinê yên Medyayê heta Serhed, Dersim, Mêrdînê, li Rojav û Başûr li dora hêzên azadiyê berxwedaniyeke dîrokî çêbû. Lehengiya li Werxelê, Zendûra, Tepê Sor, lehengiya li Avaşîn, Metîna û Zapê ne dubareya yên berê ye. Hemû nû ne, ango geşedanên nû vedibejin. Ji ber vê faşîzma AKP-MHP'ê her cure sûcê mirovî dike, çekên kimyewî bi kar tîne lê nikare milîmekê jî gerîla bi paş bixin û çetetiya AKP-MHP'ê li Qadên Parastinê yên Medyayê nikarin bi ser bikevin. Hatine ber asta hilweşandinê û çaresernekirinê.

Bi rastî jî berxwedana gerîla ji bo ku êrişa giştî ya bi plan a îmha û tasfiyekirinê pûç bike pêşengiya berxwedanê kir. Di şertên herî giran de li ber xwe dane. Astengiyên herî mezin jê qevastin. Li dijî her cure zexta giran û êrişan lehengiya gerîla ku wan têk bibe derxistin holê.

Her wiha bi pêşengiya partî û gerîlayan tevgerên me yên ciawn û jinan li ber xwe dan. Jinên ku êrişkariya faşîst-qirker a giştî herî pir berê xwe dayî wan, tacîz, tecawiz û komkujî li ser wan giran kirî hemû şertên giran pûç kirin û li dijî êrişkariyeke wiha berxwedaniyeke bi pêşengî kirin.  Jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dan. Ev berxwedana xwe li Tirkiyê, Ewropayê û cîhanê berbelav kirin. Li herêmê û cîhanê bi berxwedaniya xwe bi asta herî mezin gihaştin hev. Ev berxweana wan ji bo ku bigihije ser xeta azdiya jinê ya Apoyî û Şoreşa Azadiya Jinê kêfareteke mezin dan. Ji aliyekî ve bandora îdolojîk, ji aliyekî ve bûne hêza dilkêş a çalakiyê û kirin ku êrişkariya faşîst a AKP-MHP'ê li Kurdistanê têk biçe, di vê de bi roleke pêşeng rabû. Nîşan da ku Şoreşa Azadiya Jinê di pêvajoya pêş me de wê bibe hîmê guherîn û veguherîna civakî, ev bi rengekî zelal danî holê.

Tevgera me ya ciwanan li çar parçe Kurdsitanê û li derveyî welêt bû girseyî,  rih û dînamîzma ciwanî tim zindî hişt û li dijî êrişkariya qirker-faşîst berxwedaniyeke girîng da. Bi tevahî me gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat şerê şoreşgerî yê gel da ber xwe  ku her cure zext û talokeyê bişkîne.

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê sal çûyî bi berxwedana xwe li cîhanê pir berbelav bû. Ji Asyayê heta bi Efrîka, Emrîka û Ewroayê çû, gihaşte hêzên çepgir-sosyalîst, jin û ciwanan, karker û kedkaran. Rastiya me ya Rêbertî hem ji aliyê çalakî û berbelavbûna parastinan ve ango ji hêla hêza fikrî ve û hem jî bi çarçoweya pêngava azadiyê ya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bû, ji hêla mirovahiyêve hate naskirin, ji bo ku azadiya fizîkî têkoşî bû têkoşîneke cîhanî.

Di rewşeke wiha de ku hêzên faşîst-qirker û derdorên noker-xayin hesab dikirin ku PKK'ê qels bikni, îmha û tasfiye bikin û êrişan bibin serî, Tevgera me ya Szadiyê ji 12'ê Îlonê û wê de pêngava berxwedanê ya , ''Bes e ji tercîdê, dagirkeriyê û faşîzmê re! Dema Azadiyê ye'' da destpêkirin. Pêngavê şikandina hemû hêviya êrişkariya faşîst-qiker, hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê, parçekirina pergala êşkence û tecrîdê, azadkirina fizîkî ya Rêber Apo da ber xwe, bû pêngaveke wiha ya mezin a berxwedanê.

Vê pêngavê hêza PKK'ê, têkneçûna wê careke dî danî holê. Bi rengekî zelal nîşan da ku ti êriş nikare PKK'ê hilweşîne, paş ve bixiîne, ji berxweadnê dûr bixe.

Tevgera me ya azadiyê bi rengekî ku pêngava 'dema azadiyê' li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê li dijî hişmendî û siyaseta faşîst-qirker herî karîger têkoşînê geş bike dieve sala 44'an a parti û têkoşînê.

Ne tenê gelê Kurd, ciwan û jinan û partiyê û gerîla, hema hema hemû çewisandiyan, mirovahiyê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li dora azadiya fizîkî ya êber Apo seferber dikin, em wiha dikevin sala nû ya partiyê. Rewşeke wiha bi rastî jî cara pêşî dibe. Bi rengekî pir aşkere xuya dike ku sala 44'an li dijî êrişkariya faşîst-qirker wê bibe saleke berxwedanê ya xurt, biplan  û hem jî bie saleke wiha ku berxwedana 'dma azadiyê' faşîzma AKP-MHP'ê hilweşîne.