Lê, di sîstema me de hêz hemû di destê gel de ye. Gel bi xwe nîqaş dike -hin kes li se...
Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah OCALAN
Di rêxistinkirina civakê de yekeya herî esasî li gorî sîstema konfederalîzma demokratîk komîn e. Di sîstema me de divê her kes birêxistî be. Li ku derê mirov hebin, divê li wê derê rêxistinên wan jî hebin. Komîn ev tişt e.
Komîn binesaziya sîstemê ava dike. her çiqas di fêmkirina giştî de wek rêxistineke aboriyê tê destgirtin jî, mebesta me ne tenê aborî ye. Em meclîsê gund û kolanan re dibêjin komîn. Ango, di sîstema me de ew kesên ku emrê wan 16 salî û jortir e hemû bi awayekî xwezayî endamê komînê ne. Demokrasiya rasterast ancax dikare bi vî şeklî pêk bê. Em bêjin li gundekî yên emrê wan li ser 16 salî, sê sed kes bin, ew kes hemû endamê wê komînê ne. Pirsgirêkên gund ew bi xwe nîqaş dikin, biryarên xwe dîsa bi xwe digirin û ji bo ew biryarên ku hatine girtin pêk bînin jî di nava xwe de wek rêveber hin kesan dîsa bi xwe diyar dikin. Lê ev rêveber ne li ser wan in, memûrên wan in. Memûrê komînê ne. Memûr ew kesên ku tiştên ku ji wan re tê gotin dike ye, va ye amîrê memûr gel bi xwe ye, ango komîn e. Komînê çi biryar girtibe ew rêveber mecbûr e li gorî wan biryaran tevbigere. Memûr bi dilê xwe û kêyfiyeta xwe nikare tevbigere. Komîn wexta lê nihêrî, ew memûr ne li gorî berjewendî û biryarên komînê tevnagere, dîrekt dikare ji peywîrê bigire. Wekî di demokrasiya temsîlî de tê dîtin, li benda çar-penc salan namîne. Di demokrasiya temsîlî ango demokrasiya dewletî de tu hinek kesan wek nûnerên xwe hildibêjêrî, lê tu nikarî dîrekt mudaxale li karê wî/wê bikî, ji bo tu bikaribî wî/wê biguherî divê tu benda hilbijartineke din bimînî. Di vê sîstemê de ew kesê ku tê hilbijartin jixwe diçe dikeve nava çerxa dewletê gundê xwe jî, gelê xwe jî, welatê xwe jî ji bîr dike û dewlet ji wî çi dixwaze li gorî wê tevdigere. Di heman demê de mafê dokunulmazlıkê jî bi kar tîne û tenê ji bo xwe dijî…
Lê, di sîstema me de hêz hemû di destê gel de ye. Gel bi xwe nîqaş dike -hin kes li ser navê gel, pirsgirêk û jiyana gel nîqaş nakin- gel biryara digire û ji bo ev biryar pêk bên jî gel bi xwe rêveberiyê xwe derdixe û dîsa gel bi xwe wan ji peywîrê jî digire.
Sîstema konfederalîzma demokratîk sîstemeke meclîsan e. Mînak Komara Tirkiyê sîstemeke xwe dispêre yek meclîsê. DYE xwe dispêre du meclîsên bingehîn. Dîsa di eyaletan de jî meclîsên eyaletan hene. Bi kurtasî sîstemên dewletî bi giştî ji çend meclîsan pêk tên, û demokrasiya wan jî demokrasiya temsîlî ye. Ji bo vê yekê jî mekanîzmayên ku gel bi her awayî bikaribe xwe tê de îfade bike, biryara bigire… nîne. Meclîs ew cîh e ku lê nîqaş tê kirin, biryar tên girtin. Di zîhniyeta dewletî de cîhê ku lê nîqaş dibin û biryar tên girtin tenê cîhek e, an jî çend cîh in. Lê konfederalîzma demokratîk sîstemeke meclîsan e. Ev sîstem ji bêhejmar meclîsan pêk tê. Gel li ku be, li wê derê divê meclîs hebe, divê gel bi xwe nîqaşên xwe bike, biryarên xwe bi xwe bigire û di heman demê de jî bi xwe pêk bîne. Ji bo wê jî li ku gel hebe, divê li wê derê meclîs hebe. Bi vî awayî konfederalîzma demokratîk dibe sîstemeke meclîsan.
Di şemaya me ya konfederalîzma demokratîk de binî de komîn ango meclîsa gund û kolanan heye. Lê tu meclîs bi serê xwe nîne. Bila meclîsa gundekî biryarên xwe bigire û tu eleqeya wî gundî bila bi gundên dîtir re nebe, bila qet eleqeyeya wî bi bajar re nebe, bila qet eleqeyeya wî bi herêmê nebe, bila qet eleqeyeya wî bi parçeya Kurdistanê re nebe, bila qet eleqeyeya wî bi Rojhilata Navîn re nebe, bi giştî jî bi cîhanê û gerdûnê nebe… ev tişt nabe û dijî cewherê mirovbûnê ye. Ji bo wê yekê jî Eger ku di rastiyê de her tişt bi hevdu re girêdayî ye, divê konfederalîzma demokratîk jî beşên civakê hemûyan li ser rihê civakîbunê bi hevdu re girêbide. Di vê noqteyê de tişta girîng ew e ku, ev meclîsên bêhejmar wê çawa bi hevdu re bên girêdan. Ango wê çawa pirsgirêka yekî bibe pirsgirêka yên dîtir, an jî dewlemendiya yekî wê çawa bibe dewlemendiya yê dîtir. Eger tekilî nebe, wê pirsgirêkên neyên çareserkirin. Mînak di nava gundekî de avek diherike, ew gund bêje ez naxwazim vê avê bi gundên dîtir re parve bikim, wê demê tiştekî civakî dernakeve. Ji bo pirsgirêkek bibe ya her kesî û dewlemendî jî bibin yên her kesî divê hevdu temamkirin hebe, ji bo wê jî têkilî pêwîst e.
Her gund meclîsa xwe ava dike û nûnerên xwe dişîne meclîsa jorîn. Ev meclîsa jorîn jî, eger hebe meclîsa qesebeyan e, eger tune be dişînin meclîsa bajarokan. Meclîsên kolanan jî nûnerên xwe diyar dikin û wan dişînin meclîsên taxan, tax jî nûnerên diyar dikin û dişînin meclîsa bajarok. Li ser vî esasî meclîsên bajarokan ji rêxistinbûna gund û kolanan ve pêk tê. Û di heman demê de di van meclîsan de nûnerên saziyên civakî û endamên demokrat yên meclîsa şaredariyê jî cîhê xwe digirin. Mînak bi vî awayî meclîsa bajarokê Gever’ê hate avakirin. Divê heman tişt di nava bajarokên din ên Colemêrgê jî wê pêk bên. Encamê de wek meclîsa jorîn jî Meclîsa Colemêrgê bê damezrandin. Ew jî dîsa ji nûnerên ku ji bajarokan hatine, nûnerên ku xwe dispêrin rêxistinbûna bajêr bixwe û ji nûnerên saziyên civakî pêk tê. Ev meclîsa bajêr, hemû nîqaş, biryar û kiryarên pêwîst dimeşîne û pirsgirêkên bajêr bi wî awayî hewl dide çareser bike. Bixwe nîqaşan dike, bixwe biryaran digire û bixwe jî pêk tîne. Lê, dinya hemû ne Colemêrg e, divê îcar jî tekiliyê wê bi bajarên dîtir re hebin. Bajarên din jî bi heman şêweyî xwe bi rêxistin dikin û hemû bajarên herêmê nûnerên xwe dişînin meclîsa herêmê. Mînak dişînin meclîsa herêma Botanê. Bi vî awayî meclîsa Botanê dibe meclîsa meclîsên bajaran. Meclîsa eyalet an jî herêmê, ji hemû pirsgirêkên wê herêmê berpirsiyar e. Piştre li gorî nufusa parçeyê û li gorî rêxistinbûna parçeyê qasî ku têrê dike ji nûnerên gel îcar jî meclîsa gel a parçeyê tê avakirin. Heman tişt divê parçeyên dîtir jî bê avakirin. Em vê meclîsê re dibêjin meclîsa gel. Ji hemû jiyana parçeyekî berpirsiyar e.
Di vê sîstema meclîsan de organa herî bilind a li ser navê gelê Kurd dikare biryarên pêwîst bigire jî KONGA-GEL e. KONGRA-GEL ji 301 nûneryên ku ji çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt tên, hatiye damezrandin. Li ser navê gelê Kurd organa biryarê ye. Salê carekî kom dibe û hemû pirsgirêkên gelê Kurd nîqaş dike û di derbarê her tiştî de jî biryarên pêwîst digire. Ji bo ew biryar jî pêk bên, rêveberiyekî derdixe…
Em dîqet bikin ji binî ve heya jor li her derê meclîs hene. Û ev meclîs li ser pîvanên civaka exlaqî û polîtîk tên bi hevdu re girêdayî ne. Biryarên KONGRA-GEL ê ji bo hemû meclîsan derbas dibe, ji ber ku meclîsa herî jorîn e û her kesî temsîl dike. dîsa hemû meclîs ji bo biryarên xwe bikaribin pratîze bikin, hin rêveberan derdixin, ew rêveber jî dîsa hemû bi hev re girêdayî ne, ji bo haya hemûyan bi hevdu hebe. Li hemberî desthilatdariyê bikaribin hêza xwe bikin yek û xurt bibin. Ji bo wê jî rêveberên hemû meclîsan hem li gorî biryarên ku meclîsa wan bi xwe girtiyê tevdigerin, hem jî li gorî biryarên Konseya Rêveber a KCK’ê tevdigerin. Ango di nava hemû rêveberan de jî kordînasyonek heye…
Ji ber ku sîstema KCK’ê sîstema rêxistinkirina civakê ye, civak jî pir reng e, rengên di nava civakê de hemû dikarin xwe di nava vê sîstemê de îfade bikin, bi rêxistin bikin. olên cuda, îdeolojiyên cuda, etnîsîteyên cuda bi her awayî dikarin xwe bi rêxistin bikin. kêmnetew dikarin li Kurdistanê hem konfederalîzma xwe bi xwe ava bikin, hem jî xwe KONGRA-GEL’ê de temsîl bikin. tişta herî esasî ev e; divê bi nirxên ku civakê dike civak ve girêdayî bin. Divê demokrat bin û meyla wan li ser esasê azadiyê be. Naxwe yekî faşîst li ser navê îdeolojiyeke cuda nikare xwe di nava vê sîstemê de îfade bike, ji ber ku faşîzm tiştekî cuda ye, civakîbûn, azadî esas girtin, demokrat bûn… tiştên cuda ne. Yekî hewl dide koka nirxên civakê bikole, heta dawiyê ezez e, tenê berjewendiyê xwe esas digire nikare di vê sîstemê de xwe temsîl bike. Tiştên vê sîstemê pêk tînin hene, divê temsîliyet jî di çarçoveya vê de be.
Tam jî di vê noqteyê de divê mirov bibêje, sînorê konfederalîzma demokratîk jî nîn in. Ango ji ber KCK konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê ye, wê wextê yên li Kurdistanê dijîn hemû endamên KCK’ê ne, ev têgihîştin şaş e. Eger li gorî pîvanên KCK’ê nebin, yên ku li Kurdistanê jî dijîn, nikarin bibin endam. Dîsa Kurdên ku ne li Kurdistanê dijîn hene, ev jî eger li ser pîvanên KCK’ê bên û bixwazin dikarin bibin hemwelatên KCK’ê. Ango sîstema KCK’ê bi sînoran re mijûl nabe, ji bo wê jî sînorên wê nîn in.
Konfederalîzma demokratîk demokrasiya rasterast ji bo xwe esas digire. Ji binî heya jorê li her derê û her tim nîqaş, biryar û kiryar yê gel e. Lê ji ber di sîstema me de hin organên curbicur hene û sîstema nûneryan jî di nava xwe de dihewîne, hinek dibêjin dişibe sîstema dewletê. Tê gotin jixwe sîstemên dewletê de jî nûner hene, ya me de jî heye, baş e cudahî çi ye?
Rast e, di sîstema dewletê de jî parlamenter tên hilbijartin, lê gelo li gorî berjewendiyên gel tevdigerin, dîsa di wê sîstemê de yê siyasetê dike gelo gel e, yan na. Di sîstema dewletê de ya siyasetê dike, ne gel e, gel tenê çar-pênc salan carekî nûneryên xwe hildibijêre, pişt re êdî, ew parlamenter çi dike bi xwe dike. lê sîstema konfederalîzma demokratîk de ya siyasete dike gel bi xwe ye. Di vê sîstemê de eger biryarên meclîsên jêrîn li gorî berjewendiyên giştî nebe, wê demê ew biryar dikare ji alî meclîsa jorîn ve bê xerabkirin. Mînak KONGRA-GEL li ser navê gelê Kurd giştî biryaran digire, lê dîsa li gorî peymana me Serokatî dikare van biryaran qebûl neke, xerab bike. Ji ber ku ev sîstema ji mêjiyê serokatiyê derketiye. Ev sîstema berhema Serokatî ye û armanceke vê heye. Eger ev sîstema li gorî armancê xwe biryara negire, mînak projeya reforma sosyal di vê kongreyê de bû biryar. Eger mirov li gorî biryara tevbigeriya kesekî nikaribû li hemberî vê biryarê bisekine. Ji ber ku ev proje li kongreyê bû biryar. Kongre jî li ser navê gelê Kurd organa biryardayînê ye. Organa asta herî jor de gel temsîl dike ye. Baş e, gelê Kurd wê di xwe de dînamitê di xwe de biteqîne, wê koka xwe biqelîne. Wexta kongreyê ew biryar girt, mêjiyê wê sîstemê ev biryar qebûl nekir. Mesele, ne ew tişt e ku va ye kongreyê biryar girt, çima ev biryar tên xerakirin. Eger te biryarê şaş girtibin tabikî hinekên jî wan xera bikin. Mînak yê Hîtler hilbijart jî dîsa gel bû. Lê, ew bijarde şaş bû, di encamê de çi derxiste holê diyar bû. Çarçoveya fikra gundekî û ya bajarekî cudatir e. Pirsgirêkên ku gund eleqeder dikin tenê pirsgirêkên wî gundî nîn in di rastiyê de. Pirsgirêkên bajaran zêdetir in û berfirehtir in. Tiştên ku gund wek pirsgirêk naxwiyên, li bajêr dibin pirsgirêk. Mînak ava gundekî ji bo bajêr pêwîst e, belkî qet haya gund ji vî tiştî tune be. Lê wexta meclîsa bajêr ji bo vê pirsgirêkê nîqaş kir û ava gund kete rojevê divê di navbera gund û bajêr de hevdu temamkirinek çêbibe. Eger ku komûnalbûn, civakîbûn esas e û li derveyî dewletê çareserkirina pirsgirêkan esas e, wê demê divê gund jî ava xwe bi bajêr re par ve bike. Di vê noqteyê de meclîsa jorîn ji bo pirsgirêk bê çareserkirin, dikare derbarê gund de biryaran bigire.
Di vê sîstemê de yên ku siyasetê dikin, tenê ne endam û beşdarwan in. Di cewher de ji ber ku meclîs hêza herî esasî ye û meclîs li her derê ne, ya siyasetê dike gel bi xwe ye. Belkî her tim meclîsê jorîn di nava civînê de nîn in, lê komîn her tim dicive, kar û barê xwe dike, ji bo wê jî ya her tim siyasetê dike komîn bixwe ye.
Tê gotin ev sîstem dişibe sîstema dewletê. Ji ber çi wisa dibêjin, Ji ber ku her ku diçe ber bi meclîsên jorîn ve diçe. Baş e ka alternatîf pêşbixe, tê civakê çawa bi rêkûpêk bikî. Tê çawa civakê bi hevdu re girêbidî, tê çawa gundekî bi bajêr ve girêbidî, tê bajarokan çawa bi bajaran ve girêbidî, tê bi giştî ew civaka li derveyî dewletê çawa bi rêxistin bikî û bi hevdu re girêbidî. Ne mimkûn e. Yek jî her tim eynî şêwaz her tim eynî encamê dernaxe. Mînak, Serokatî di parêznameya xwe ya bi navê ‚Parastina Gelekî‘ de dibêje, ya girîng fonksiyonelbûn e. Em modela partiya Lenînîst di derbarê demokratîzenebûna wê de rexne dikin. Lê em dîqet bikin Serokatî wexta PKK ji nû ve damezrand, dîsa modela partiya Lenînîst esas girt. Ango ne qeder e her tim eynî model eynî encamê derxe. Mînak tu niha rêveber î. Tu dikarî vê rêvebertiyê bi şeklekî axatiyê jî bikî, dikarî bi şeklekî mutevazî û demokratîk jî pêk bînî. Herdu jî şêwazê rêveberiyê ne, lê yek xizmetê esas digire, yek jî desthilatdarî û îqtîdarparêziyê esas digire. Dîsa di dema civaka xwezayî de jî rêveberî hebû, lê di nava civakê de bû û otorîteyeke xwezayî esas bû. Rêveberî li ser civakê nebû. Mesele ne ew e ku rêveberiyê hebe an na, mesele ew e ku rêveberiyê çawa be. Mînak bajarên bi deh mîlyonan pêk tên hene, hûn ê wî bajarî çawa rêvebibin.
Yek jî di sîstema me de demokrasiya rasterast esas e. Ev tê maneya, mafê axaftin, nîqaşkirin û biryar girtinê ya gel e. Hemû meclîs her roj pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Dîsa wexta nûneryek çû meclîseke jorîn we li gorî nîqaş û biryarên ku meclîsa lê hatiye tevbigere. Ti nûner nikare bi serê xwe tevbigere, divê meclîsa xwe temsîl bike. Gel mêjiyê nûner diyar dike, axaftinên nûneryan gel diyar dike. mînak serokê konseya rêveber a KCK’ê jî, konseya rêveber jî nikare bi serê xwe tevbigere. Çi bixwazin nikarin têkin polîtîka. Divê ev rêveberî li gorî berjewendiyên vê sîstemê giştî û li gorî biryarên kongreyê tevbigerin. Konsey ne hêza biryar derxistinê ye, hêza îcrayê ye. Ango li gorî biryar û nîqaşên ku di kongreyê de hatine pêşxistin mecbûr in tevbigerin. Li KONGRA-GEL polîtîka tên diyarkirin, konsey jî van polîtîkayan pêk tîne. Em dîqet bikin a bihêz kongre bi xwe ye. Her kes ji alî kongreya gel ve tê sînordar kirin. Yên ku çarçoveyê diyar dikin hene. Ev di hemû meclîsan de heye. Yên ku rêveberiya komînê jî sînordar dike kê ye, dîsa gel bi xwe ye. Lewma, ev sîstem demokrasiyeke rasterast e.
Lê sîstemên dewletî de yên siyasetê dikin ne gel e, nûner in. Ew nûner jî jixwe diçin dikevin nava çerxa dewletê û li gorî berjewendiyên desthilatdaran tevdigerin. Gel her tiştî nikare nîqaş bike û biryaran bigire. Hin kes li ser navê gel her tiştî diyar dikin. Ango gel tê diyarkirin.
Têgihîştineke şaş heye, ew jî ev e, jêr û jor her tim wek hiyerarşî tê destgirtin. Ji bo wê jî dibêjin sîstema me jî hiyerarşîk e. Rêveberî jî wek hiyerarşiyê tê destgirtin. Em dîqet bikin Serokatî got, ‘dewlet rêvenabe, idare dike; lê civak rêve dibe.’ Peywa rêveberiyê heta dawiyê peyveke gelêrî ye û divê rêveberî hebe jî. Di civaka xwezayî de jî jin-dayîkê rêvebertî dikir, lê şêwazê rêvebertiya wê, ne desthilatdar bû, ne hiyerarşîk bû, rêvebertiyeke xwe disiparte otorîteya demokratîk. Lê di hiyerarşiyê de şêwazê desthilatdariyê de xwe ferzkirin heye, xwe kirina çavkaniya her tiştî heye, wekî qadirî-mûtleq tevgerîn heye, dixwaze çi bike ew ê dike, û berpirsiyartiyên wî zêde nîn in…ev silsileya heta asta xweda-qralan tê. Hinek dibin xweda-qral hinek jî dibin kole. Rast e, di sîstema me de jêr-jor heye. Mînak meclîseke jorê, li ser meclîsa jêrê dikare biryarekî bigire, an jî biryareke jêrê girtiye qebûl neke. Lê ya rastî endamê meclîsên jorê hemû ji meclîsên jêrê çûne, ji bo wê jî meclîsên jorê di heman demê de meclîsên jêrê jî temsîl dikin. Ango ji jêrê qut nîn in. Lê tarzê rêvebertiya me xwe dispêre otorîteya demokratîk. Sîstem sîstemeke dişibe pîramîdê. Di pîramîdê de jêr Ango, gel pir berfireh e. Lê ev gel ne ew gelê ku tenê tê rêveberin, heya dawiyê bi rêxistinkirî ye, bi xwe hêz e. Saziyên gel ên bêhejmar hene. Organên polîtîk ên ku gel bikaribê tê de polîtîkayê bike hene. Lê sîstemên dewletî tam jî berovajî vê ne. Ango pîramîdên serserikî ne. Desthilatdarî her milî ve pir berfireh e, gel jî qet ne tiştek e. Ango di wê sîstemê de gel nîne. Gel tenê dikare di wê sîstemê de nûneran ji bo dewletan hilbijêre. Jixwe ji bo wê yekê jî Serokatîi ji bo demokrasiya wan got ‘lîstoka demokrasiyê.’ Ji ber ku sîstem bi vê di cewher de gel dixapîne.
Mînak gel bi her awayî li derveyî rojevê tê hîştin, pişt re jî dibêjin me ji bo destûreke bingehîn amade kir, ka werin erê bikin. bi dek û dolaban, bi derewan, bi lîstokan hişê gel fetih dikin û erêya pêwîst ji gel digirin. Di cewher de bi demokrasiya temsîlî gel koka xwe dikole, ji ber ku tu eleqeya gel bi amadekirina wan qanûnan, wan biryaran nîne. Em dîqet bikin di nava sîstemên dewletî de rêxistinên gel ên bi xwe nîn in, komîn nîn in. Lê dewlet her tişt e û ji bo desthilatdarî bidome her tiştê dewletê heye. Dewletê civaka jorîn heya dawiyê mezin kiriye, civaka jêrîn jî biçûktir kiriye û hewl dide ku qira wê bibe. Lê di ya me de tersî wê rast e. Ya herî jorê (kongra gel) xwe dispêre, gelekî heya dawiyê birêxistî, jêr a herî birêxistî.