Mînak di dema Sûmeran de, Sûmeriyan dewlet temsîl dikir. Ji bo wê yekê jî wê demê...
Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah OCALAN
Modernîte çi ye?
Modernîte; li hemberî desthilatdarî û îtaetê terzê jiyanê û ramana ku azadî, demokrasî, humanîzmê û mafên mirovan diparêze ye. Her wiha tê wateya ku civak terzê jiyana xwe li gorî şert û mercên nû diguherîne, lê ya berê înkar nake, tenê veguherînê pêk tîne. Modernîzm bi wateyekî giştî xwedî wateyekî felsefîk e jî. Ev têgeh di felsefeye de ji bo rewşengeriyê jî tê bikaranîn. Yanî wekî ramaneke ku li ser bingehê humanîzm, gerdûnîbûn, demokrasiyê bilind dibe û civakê, mirovan wekî navend digire, tê pênasekirin. Ger ku em rastiya, “Mirov bêyî civakîbûnê nikarin bijîn û bi civakîbûnê re dibe mirov” li ber çavan bigirin, modernîte tê wateya “terzê jiyana civakê ya demekê.” Bi gotineke din modernîte terzê jiyanê yê civaka li derveyî dewletê dimîne ye. Ango di aliyê madî, manewî û exlaqî de terzê jiyana civakê ya serdemekê ye. Rêber Apo di vê çarçoveyê de modernîteyê wekî, “çax, serdem” binav dike. Ji bilî aliyê madî, manewî û exlaqî, peyva moda jî li ser ve dike û bi giştî wekî “terzê jiyanê yê civakê” pênase dike.
Modernîte gelêrî û aydî civakê ye
Ger ku em li gorî pênasekirina li jor hatiye kirin nêzîk bibin, têgeha “modernîte”yê heta dawiyê gelerî ye, ango aydê civakê ye. Hinek kes û derdor modernîteyê li derveyî civakê, wekî ku tiştekî ji civakê gelekî pêşdetir e û aydî dewlet, kapîtalîzmê, wekî aydî burjuvaziyê dinirxînin. Bi vî rengî jî tişteke ku di rastiyê de aydî civakê ye, bi destên xwe didin desthilatdariyê û dibêjin, “kerem bike, ev aydî te ye”. Ev derdorên ku dibêjin “em li dijî kapîtalîzmê têdikoşin”, bi vê helwesta xwe xizmeta kapîtalîzmê bixwe dikin. Sedema vê yekê jî ew e ku kapîtalîzm her tiştî wekî aydî xwe nîşan dide û têgihîştina van derdoran jî di vê çarçoveyê de ye. Ango sîstem tam tehlîl nekiriye, paşeroj zêde lêkolîn nekirine û rastiya civakê tam fêm nekirî ne. Jixwe desthilatdarî jî vê yekê bi texsîr li hemberî civakê bikar tîne. Ango tiştek aydî civakê dibe çekek li hemberî wê bixwe.
Baş e, mademkî tiştekî gelêrî ye ji bo dewletan, ji bo şaristaniya navendî çima tê bikaranîn? Modernîteya ku li hemberî modernîteya kapîtalîst e. Baş e, modernîteya kapîtalîst çi ye? Modernîteya kapîtalîst 400-500 salên dawî yê şaristaniya navendî ye. Mantiq ev e, eger ku desthilatdarî heye û her kes nabe ku bibe desthilatdar û wê demê hemberî wî berxwedan heye. Sîstema desthilatdaran hebe, qasî ya wan bi rêkûpêk nebe jî berxwedana civakê heye. Berxwedana nirxên demokratîk û komûnal heye. Mesela kapîtalîzm piştî sedsala 16. pêşket û tê wateya nûnertiya sistema şaristaniya navendî. Baş e, beramberî vê sîstemê piştî sedsala 16. sîstema şaristaniya demokratîk xwe bi çi îfade dike? Xwe bi moderniteya demokratîk îfade dike. Ji ber ku her tim dijberî hevdu ne.
Mînak di dema Sûmeran de, Sûmeriyan dewlet temsîl dikir. Ji bo wê yekê jî wê demê de Sûmeriyan modernîteya sîstema şaristaniya navendî ya wê demê temsîl dikir. Jixwe wê demê hê dewlet li her deverê belav nebibû, di nava behra etnîsîteyê de giravokek bû. Sîstema jiyara (şaristanî) demokratîk zêdetir hakîm bû, tişta zêdetir dihate jiyîn ew bû. Dewletê her ku çû, xwe belav kir û qada jiyara demokratîk teng kir. Wexta hate dema kapîtalîzmê êdî, desthilatdarî kete nava takekes. Ew qas xwe mezin kir, ji bo wê yekê jiyara demokratîk asta xwe ya herî lewaz di dema kapîtalîzmê de dijî. Ji ber ku kapîtalîzmê êrîşeke pir mezin li ber civakîbûnê de bir. Jixwe kapîtalîzm heya ku wî cîhî de exlaq tasfiye neke nikare bikeve wê derê. Ji ber ku kapîtalîzm li ser esasê ferdparêziyê tevdigere, exlaq jî li ser esasê komûnalbûnê tevdigere. Exlaq te dawetî komûnalbûn û civakîbûnê dike, kapîtalîzm te dawetî ferdparêziyê dike. Ji bo wê yekê jî du tiştên dijberî hevdu ne. Kapîtalîzm ji ber heya niha exlaqê cîhekî tune neke, nikare bikeve wê derê êrîşî exlaq dike. Baş e, exlaq çi ye? Dendika jiyara demokratîk e. Ango çiqas çanda desthilatdariyê belav bibe, ew qas jî jiyara demokratîk çewisiye. Bin zextê de hatiye hiştin. Lê dîsa jî ew dûalîbûna dîrokê ji holê nehatiye rakirin. Ji bo wê yekê jî moderniteya kapîtalîst 400-500 salên dawî yê şaristaniya navendî ye, modernîteya demokratîk jî 400-500 salên dawî yê jiyara demokratîk e.
Serokatî dibêje cevher de peyva ‘modernîteya kapîtalîst ne rast e.’ Ji ber ku kapîtalîzm bixwe civak nîn e. Me got civakîbûnê û exlaq tune dike. Kapîtalîzm tarzekî desthilatdariyê ye. Ji ber ku kapîtalîzm bi amûrên cûrbecûr ser tarzê jiyana civakê bibandor dibe, ji bo bê fêmkirin, em behsa modernîteya kapîtalîst dikin. Lê wexta em behsa modernîteya kapîtalîst dikin jî em ê bizanibin ku modernîte tiştekî desthilatdarî nîn e. Tiştekî gelêrî ye. Ji ber ku desthilatdaran de civakîbûn nîn e. Desthilatdar dijminê civakîbûnê ne, civakê parçe dikin, xwe dikin hêza serdest a li ser civakê. Lê, tarzê jiyana civakê çibe, modernîteya wê demê jî ev e. Bi wî şeklî modernîte jî di dîrokê de ne yek e. Serokatî dibêje, çanda dewletbûnê de kîjan dewlet çanda dewletbûnê de hakîm be, ew modernîteya şaristaniya navendî ya wê demê temsîl dike. Mesela demekî modernîteya Sûmerî esas bû ji bo şaristaniya navendî. Wexta Sûmeriyan de her tişt li gorî Sûmeran çêdibû, mîtolojiya dewletê, saziyên dewletê hemûyan xwe dispartin Sûmerê. Yên dîtir hemû zarokên Sûmerê ne. Çanda dewletbûnê de ya diyarker, heya demekî Sûmerî bûn. Demekî şûndetir îcar jî Roma bûye modernîteya şaristaniya navendî. Roja me ya îro de zêdetir mirov dikare bibêje New York e. An jî giştî Rojava (Ewrûpa) ye. Em bala xwe bidinê, di çanda desthilatdariyê de Rojhilata Navîn nikare modernîteyê temsîl bike. Ango naveroka modernîteya şaristaniya navendî dewletên despotîk ên Rojhilata Navîn nikarin dagirin. Baş e, hemberî vê modernîteya kapîtalîst tarzê jiyana modernîteya demokratîk çawa ye?
Ji ber ku sîstema jiyara demokratîk zêde bi şeklekî sîstematîk nehatiye dest girtin, nehatiye nivîsandin û agahiyên me jî kêm in, mirov zêde pir berbiçav nikare destnîşan bike. Şîrove zêdetir derdikevin pêş. Lê, mirov dikare hin derketinên ku dema xwe ji bo civakê roleke baş lîstiye û bibandor bû ne, destnîşan bike. Mînak Zerdeşt, Manî di dema xwe de ji bo civakên bindest diyarker in. Dîsa derketina Xirîstiyaniyê heya demekî ser navê bindestan pir bibandor e. Ew jî hewl dide tarzê jiyana civakê diyar bike. Ev mînak û yên dîtir jî dibin modernîteya demokratîk. Ango bi kurtasî çawa şaristanî wekî yek digirtin dest, lê du ne; modernîte jî du heb in. Modernîte jî wekî yek be tê dest girtin. Niha mirov yekî Rojavayî (Ewrûpî) bipirse, wê bibêje modernîte yek e, ew jî modernîteya kapîtalîst e. Modernîte du girtin nîn e, ji ber çi wisa ye? Ji ber ku ew bi giştî dema şaristaniya navendî de bi taybet jî dema kapîtalîzmê de li derveyî dewletê tiştekî nabînin, her tiştî di çarçoveya dewletê de digrin dest lewma. Dewlet her tişt e, sîstema kapîtalîst her tişt e, li derveyî wan tiştek nîn e... Lê, em çi dibêjin? Em dibêjin dewlet ji avakirina xwe heya roja me ya îro tiştekî cuda ye, civak tiştekî cuda ye. Ev ji bo civakên bidewlet jî wisa ye, ji bo civakên bi her awayî bêdewlet jî wisa ye. Mînak, dewleta KT’yê cuda ye, gelê Tirkiyê cuda ye. Tarzê jiyana gelê Tirkiyê cuda ye, tarzê jiyana dewletê cuda ye. Mînak, dema çalakiya karkerên Tekel’ê, dewletê got: ‘ev çalakfer esnafan aciz dikin û pêwîst e çadirên wan rabin.’ Esnafan digot, ‘ tiştekî wisa nîn e, em memnun in ji wan, eger em kêrî wan bên em ê kêfxweş bibin.’ Ev helwestên cuda tarzê jiyana desthilatdaran û gel pir vekirî dide xuyakirin. Ji ber vê jî dewlet nabe ku bibe ya gelan. Dewlet a hin kesan e. Dewlet a desthilatdaran e.