Akademi

Di Avakirina Xweseriya Demokratîk De Girîngiya Aboriyê -2

Berê ji bo çêkirina xaniyan ti kesî bi pereyan hoste nedigirtin. Di gundekê de hosteyek...

Rêzan ÇIYAYÎ

Divê Welat Bi Tora Koperatîfan Were Hûnandin

Pewîstiyên jiyanê ne tenê xwarin û vexwarin e. Koperatif ji hemû warên jiyanê re pêwîst e. Divê di navbera koperatîfan de jî pêywendî, hevkarî û hevsengî were avakirin. Çar aliyên welat bi tora koperatîfan were hûnandin. Rêber APO dibêje ku “Divê ti kes bê rexistin nemîne. Herî kêm di komûnekê de cîh bigire” Divê hemû warên jiyana aborî û xizmetguzarî jî bi koperatîfan werin hûnandin. Ji bo vê yekê jî divê di navbera koperatif, komûn, meclîs û rêxistinên civaka sivîl de li ser bingehê hevkarî û karên hevbeş pêywendiyekî rasterast hebe.

Îro di cîhanê de qeyran, ango krîza aborî û birçîbûnê ne ji kêmbûna hilberîn an jî tinetiyê ye. Berovajî ji zêdehiya hilberînê ye. Ji ber vê yekê jî divê ti warekî jiyanê nemîne ku têde koperatîf neyên avakirin. Ji bo avakirinê çend xalên sereke pêwîst in. Di zîhniyetê de, di ramanêde xwe zelalkirin pewîst e. “Ez ji bo karê hevbeş amademe an ne amademe?”, divê her yek jime bersiva vê pirsê bê dudilî bide. Em jiyan û karên hevbeş ji nûve kifş nakin. Di dîrok û kevneşopiyên gelê me û bi giştî ya gelên Rojhilata Navîn de ev yek jixwe heye.

Wekî ku dema pêwîstiya cîranê te bi tiştekî çêbe û ew tişt li gel te hebe û tu nediyê û pêwîstiya cîranê xwe dabîn nekî, şermeke mezin e. Hz. Mihemed dibêje ku; “yên ku ciranê wî birçibeû ew bixwe têr razê ne ji umeta min e.” Gelek mirovên zana van tiştan bi berfirehî bilêvkirine. Ne hewce ye ku em li vir dubare bikin. Civakê, şahî an jî şînên hevûdu parve dikirin. Bi taybetî di şînan de heta çil rojan di mala şînê de xwarin nedihat pijandin. Taxên bajar an jî yên gund jî bin, şêniyên cîran bi dorê xwarin çêdikirin û dibirin wir. Her roj malekê pewîstiyên wê derê digirtin ser xwe. Ji ber ku mirovê wan vefat kiriye, di şinê de ne, êşa wan heye; parvekirina êşan û hevkariya xwe bi vî rengî nîşan didan.

Îro di apartmanekê de çend malbat hevûdu nasdikin? Gelekî kêm! Eger em kevneşopiyên xwe bînin bîra xwe, wê demê ka em divê komûn û koperatîfan çawa ava bikin, wê derkeve holê. Ew apartman belaya serê civak û xwezayê ne. Civakbûna me tine dikin. Di wan apartmanan de em xwe heps dikin. Her malbat xwe bixwe zindana xwe çêdike. Berovajî vê yekê di gund de her kes hevûdu nasdike. Kî kurê kê ye, keça kê ye herkes dizane. Ka taybetmendiyên wan çine, baş dizanin. Dema pêwîst be wê çawa alîkariya hevûdu bikin baş dizanin. Ev jî tê wateya ku di kevneşopî û jiyana me ya civakî de her tiştê ku em lê bigerin peyda dibe.

Berê ji bo çêkirina xaniyan ti kesî bi pereyan hoste nedigirtin. Di gundekê de hosteyek heba bes bû. Pêwîstiya kê bi xanî hebûya ciwanên gund hemû li wê xaniyê kom dibûn, ê hoste hostetî dikir, diwar çêdikir, ên din jî kevir dişikandîn, herî çêdikirin û hwd. amade dikirin. Di demeke pir kurt de, bi mesrefekî pir kêm û li gorî dilê gundiyan xaniyê wan amade dibû. Îro jî em dikarin vê yekê ji bo bajarekê jî pêşbixin. Li bajarê Wanê ji bo her taxekê em dikarin koperatîfekî bi vî rengî ava bikin.

Ev tişt wê çawa pêk bê? Berî her tiştî divê di zihniyetê de guhartin çêbibe. Dîsa, tenê di zihniyetê de behs kirin têrê nake, hevûdu ikna kirin pêwiste. Di vê warî de, divêtişta tê fikirandin, bê zikir kirin jî. Dûvre jî derbasî kiryar bibe. Ango ramanê rast, gotina rast û kiryarê rast û baş wê bihevre be.

Ewê çawa çêbibe? Îro bi milyonan gel penabere. Tenê yên li Ewrûpayê dikarin çareya xwe peyda bikin. Lê yên li bajarên Tirkiyê û yên li bajarên Kurdistanê li ser zibaleyan qutîkên gazoz û hwd. kom dikin û dixwazin bi van jiyan bikin, wê çi bikin? Ji bo Kurdistanê ev şermeke gelekî mezin e.

Wê demê, divê em plansaziya vegera li gundan bi rêkûpêk bipêşbixîn. Divê ji bo her gundekê plansazî hebe. Gund hatiye şewitandin, xirab kirin, kevir li ser kevir nemaye. Em ê gundê nû li ku derê ava bikin? Bêguman cihê ku ji bo çandiniyê guncav, cihe ku nêzikî avê ye û ji bo niştecih bûnê pêkan e, li wan cihan gundî bihevre di demsalekê de, ango ji biharê heta payîzê, di şeş mehan de wê gunde xwe ava bikin. Ji bo vê yekê plansazî pêwîst e. Alîkari û pêşengî pêwîst e. Hemû şaredariyên di destê welatparêzan de, wê vê weke erkeke welatparêzî bizanin û pêk bînin.

Li bajaran dibe ku xaniyên kaçax hatibin çêkirin. Tapû, ango ruxsata wî tine ye. Şûna kuew werin hilweşandin, divê her şaredar ciheke ku bi bajar û bi xwezayê re di nav hevsengiyê de ji bo çêkirina taxan guncav destnîşan bikin. Li wê derê bi avakirina koperatîfan ûhevkarîmirovên ku dixwazin li wê derê niştecih bin werin birêxistinkirin û taxên bi tendirust bêne avakirin.

Xala sêyemîn wê ev kiryar çawa be? Dijmin di nav Kurdan de ferdperestiyeke mezin pêşxistiye. Hesûdiyek mezin hatiye pêşxistin, bira naxwaze birayê wî ji wî peşketîtir be, rewşa wî xweştir be. Dibêje bila her tişt ji min re be. Ev jî diziyê pêşdixe, desteseriyê pêşdixe, kedxwari û dagirkeriyê pêşdixe. Ji bo dagirkeriya derve jî zemineke guncav çêdike. Ji bo vê yekê divê em lixwe vegerin. Divê em li cewherê xwe vegerin. Tevgera Apoyî tevgera vegera cewhera xweye. Li ser koka xwe mezin bûne. Em wekî gelê Kurdistanî divê li ser koka xwe mezin bibin. Li Kurdistanê bi tenê Kurd najîn, gelên din jî li Kurdistanê dijîn. Li Kurdistanê gelên weke Ereb, Tirkmen, Suryanî, Azerî, Asûrî, Ermenî û hwd. bi hezaran sal in bihev re dijîn. Kurdistan mozaîka gelan e. Tişta ku em dibêjin ne ji bo Kurdan tenê ye. Ji bo hemû gelan e. Ji bo hemû nasnameyan pewîst e. Îro gundên Êzîdiyan ji aliyê Suniyan ve hatine desteserkirin. Emê karibin bi rêbazên exlaqî û polîtîk milkên ku hatine desteserkirin li xwediyan vegerînin? Ya herî guncav û pêkan e komîsyonên me yên li hev hatinê ne. Li gel milkê wan radestê wan bikin, di heman demê de divê alîkarî jî were kirin ku gundên xwe ji nû ve avabikin. Jiyanek zindî û bi berhem ava bikin ku Kurdistan jî bi wan re zindî bibe.

Hemû tişt ji bo Kurd, Asûrî-Suryanî-Keldanî; ji bo Ermenî, Ereb, Tirkmen, Fars, Ezeri û hwd. hemû tişt ji bo Elewî, Êzîdî, Fileh, Sunî, hemû ziman, zarava û hwd. re… Werin em Kurdistanê bikin baxçeya gelan. Baxçeyeke rengîn. Hemû ol, bawerî, mezheb, teriqet, ziman, zarava, nasnameyên etniki û hwd. bila azad, di nav cudatiyê de bi rengê xwe wekhev bijîn. Bi dengê xwe, bi rengê xwe û bi rêveberiya xwe ya cewherî bijîn.

Ev tiştên hatin gotin hemû jî wê di milê aboriyê de bi rengê koperatîfan pêk were. Wê demê, divê kes nebêje “nêrînên gelek başin, lê belê ji bo Kurdistanê zû ye, dibe ku 50 an jî 100 salên din em bigihin vê astê.” Nêrînên bi vî rengî şaşin. Di dîroka me ya nezîk de gelek mînakên vê yekê hene. Weke mînak, şaredariya Hilwanê di sala 1979’an de bi hilbijartina herêmî kete destê welatparêzan. Meclîsa şaredariyê çawa çêkiribûn? Dayîka ‘Durê’ 65 salîbû. Yek peyv bi Tirkî nizanibû. Xwendin û nivîsandina wê tine bû. Belge bi tiliya xwe imza dikir. Di meclîsa şaredariyê de cih digirt. Ji her taxê mîrov di meclîsê de hebûn. Ji bo pêşxistina Hilwanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel wê meclîsê biryar dida.

Ev jî tê wateya ku em dereng mane, ne zû ye. Di dîroka me de ev yek heye. Em li dîroka xwe bikolîn emê gelek tiştên baştir bibînîn. Ji bo em karibin vê derengmayina xwe telafî bikin, bi lez û bez, bi plansazî, bi biryardarî û bi evînekî mezin berê xwe bidin avakirina aboriya komûnal a ekolojîk. Avakirina vê pergalê jî bi hûnandina tora koperatîfan pêkan e. Bi parastina xwezayê, parastina mirov û bi pêşxistina civakbûna xwe jiyanek di nav hevsengiyekê de hevbeş, jiyanek di nav cudatiya xwe de wekhev, azad û bidil pêk bînin.