Che berî her tiştî, lehengekî gelan e, ku ew bi tevgerên xwe yên efsanevî ji peyvên wek...
Akademî TEVÇAND
Che navê jiyaneke rûmetdar û bi coş a ku bi serborî û bîranînên bişeng û diljan ve, rengbûyî ye. Tevahiya temenê Che bi serpêhatî û jiyînên rengîn û dewlemend ve têr û tijî ye. Taybetmendiyên lêgerînî û lêpirsinî ku di giyana wî de veşartî ne, rengên xwe dane van pêşeroja Che diyar kirine.
Wî di salên xwe yên şer de ev taybetmendiyên xwe hem pêş ve birin û hem jî realîze kirin. Hîn beriya wê, ji salên xwe yên li Arjantînê dest pê kir, her tim li rastî, mafdarî û wekheviyê geriya û li dûv wan çû. Di hemû welatên ku çûyî de, merc û pêwendiyên komeleyatî, çavdêrî û pirsyar kirin. Zext û mijokdariya çînên serdest û sazûmanên sîtemkar, êş û belengaziyên girseyên kedkar, bi hemû hêlên wan ve nas kirin. Lêgerîn û lêpirsîn, di her cûre têkildarbûnên wî yên bi mirovan re, ji bo wî rêçezanî kirin.
Che berî her tiştî, lehengekî gelan e, ku ew bi tevgerên xwe yên efsanevî ji peyvên wekî; “komunîst û şoreşgerê profesyonel” re, nîrxê ku berê temsîl dikirin, dîsa kesiband û fedakariya ku wî ji bo şoreşê kir îlham da nifşekê. Her wiha wekî Lenîn, Domrowskî, Trostkî, Frîn kel wateya herî rasteqîn da enternasyonalîzmê.
Lê, Che her wiha ramangerekî Marksîst bû ku, tevkariya wî ya li ser bîrdoziya şerê şoreşgerî û lêgerîna wî ya ji bo mirovê nû; li Kubayê, Emerîkaya Latînî û ji milê tevahî ciwanên şoreşger ên cîhanê ve bi coş û heyecaneke mezin dihat xwendin û şopandin. Sedema vê, ne ku Che ji her alî ve şoreşgerekî çarçar e, an jî bê kemasî ye, lê hewldana wî ji bo elimandinê, ji aliyê dewlemendbûna azmûnên wî yên pratîkî û di cewher de destgirtin û lêkolînkirina sosyalîzmê, sedema vê ya bingehîn e.
Ji bo vê jî, Che ne serpêhatiyeke romantîk e, ew çalakiyeke bi kîtekît kemîliye û çemek e ku ber bi armanceke mîsogerî ve diherike.
Bênavberî, domdarî û aktueliya şoreşê, di raman û giyana Che de cihekî girîng digre. Di mercên dinyaya kapîtalîst de, her bihosteke erdê dinyayê ji bo wî qada şer, her kêlîkeke jiyanê jî, dema şer bû. Her cûre peywendî, lihevnekirin û rastêqînên civakî, ji bo wî mijarên têkoşînê bûn. Di hemû daxuyanî û nîrxandinên wî yên polîtîk de, hêmana ku derdikeve pêş, domdarî û aktueliya şoreşê ye.
Ev efsaneya dîrokî ku, di ser re sih û şeş sal derbas bûye, lê hîn jî wekî roja destpêkê, coş û zîndîbûna xwe didomîne. Di vê rêwitiya xwe de serî li Perûyê jî da. Li wir, ji ber lêkolîneke wî ya li ser herêman ku berê hatibû çapkirin, hate girtin û ew xistin bendîxaneyê (girtîgeh). Li vir çepgirên Perû’yî nas kirin, piştî ku ji bendîxaneyê derket rêwîtiya xwe domand û li Ekwadorê jî, çend rojan ma. Li vir hevnasîna wî ya bi parêzvan Ricardo Rojo ve, ji bo Che bû qonaxeke girîng, ku jiyana wî biguherîne. Rojo ji Ernesto re gotibû; “Tuyê biçî Wenezuellayê çi bikî? Belê, ew der ji bo qezençkirina pereyan cihekî baş e. Lê, ku tu bi ya min bikî bi min re were em herin Guetemalayê. Li wir şoreşe ke rasteqîn a civakî heye.” Che ji gotinên Rojo pir hîsyar bû û ew gotin bûn sedem ku ew dev ji çûyina Wenezuellayê berde bikeve riya Guetemalayê.Diçe di keysa ewil de tevlî refên şoreşgeran dibe, da ku li eniyê di refên pêş de şer bike. Lê, bi tu awayî ew derfet nedît.
Domanekê (pêvajo), ji bo birêxistina xortên Guatemalayî hewl da. Ji wan re digot “Divê hûn şer bikin, hûn bi tenê bi vî awayî dikarin Guatemalayê bi gihînin azadiyê”. Dianî bîra xortan ku; ev şer ne tenê yê Guatemalayê ye, her wiha yê hemû Emerîkaya Latînî ye. Carekê, xortên ku ji hêla Che ve hatibûn rêxistin, rastî êrîşekê dijwar a dijmin bibûn û xelasî di revê de dîtibûn. Che, wê şevê jiyana hemû rêhevalên xwe xelas kir. Bi xwe jî car bi car tevlî pevçûnên biçûk dibû û ji bo şoreşgeran, ji cihekî bo cihekî din cebirxane dibir. Zêde derbaz ne bû, rayedarên dezgehên fermî ji vê çalakiya Che agahdar bûn û ew ji avahiya balyozxanê der xistin. Dema ku mayina wî ya li Guatamalayê êdî ji bo wî bibû xeterek, bi trênê çû Meksîkayê. Di heman trênê de, pêrgî El Patajo, ku piştre bû hevalê wî yê herî nêzîk hat.
Ernesto, dema ku li Guate malayê bû, li pêrgî gelek Kû bayiyên hevfikir û birayê Fîdel Castro, Raul hat. Bi van re hevaltiyeke nêzîk danî. Ji wan, li ser Kûbayê agahiyên fireh kom kir. Heta, tê gotin ku Nîco Lo pezê ku ji bo şoreşa Kûbayê xebatên wî yên girîng çêbûne, dema ku li Guatemalayê bûye, navê “Che” li wî kiriye. Che ji Guatemalayê derbasî Meksîkayê bû. Wî li wir, Fîdel û hevalên wî hev naskirin û ew wekî Ferman darekî Şoreşgerên Kûbayî hate payedarkirin…
Êdî Che bi navê “Coman dante” tevlî domaneke (pêvajo) nû dibû û vê di jiyana wî de rêça têkoşîneke dewlemend vedikir. Ji bo ku Che ji nêzik ve bê nas kirin pêwîst e tevlîbûna wî ya ji şoreşa Kubayê û her wiha ji şoreşên din re jî baş bê naskirin û têgihiştin. Ji ber ku Che, jiyana xwe di van şoreşa de ava kir an jî xwe di wan şoreşan de dît.
Che di van salên xwe yên Meksîkayê de Fîdel hîn baştir nas kir. Axaftina wan ya pêşîn li ser polîtîkaya navnetewî bû. Di heman şevê de piştî çend saetan Che jî bibû yek ji wan kesen ku dê sefera ku Fîdel bi xwe plan kiribû de, cih bigirtana.
Che hatina xwe ye Mek sîkayê wiha dinirxîne; “Ez bi awayekî têkçûyî wekî yek ji hevparê janên Guatemalayi yan, ji vî welatî vedigeriyam; Ez di wê hêviyê de bûm ku her çiqas ev welat di bin tirs û xovê de perçiqîbû jî, min dê ji bo wê, pêşerojeke nû biafiranda û se ba vê jî li riyekê digeriyam”. Lê hevalên ku, vê amade bikin hatibûn Meksîkayê. Li Meksîkayê diviyabû her kes li gorî rêbazên karên veşartî bixebitiyan û li hemberî Batîsta têbikoşiyan. Ji ber ku dijminê wan î li vê derê, bi şêwazên cihê û bi hevbeşî kar dikirin û her wiha bertîl, dek û fenên ji bo berjewendiyên kesa yî, di pêwendiyên wan de rolekî girîng dileyist. Piştî ku van as tengan li dûv xwe hiştin, diviya bû ku ew bigihîştina armanceke mezin; ji Meksîkayê veqetin… û piştre gêhiştina Kubayê…
Fîdel Castroyê ku ji aliyê komeke biçûk a ji dostên wî pêkhatî destek digirt, hemû hêz û xebatkariya xwe ji bo birêxis tina şervanên ku dê biçûna Kubayê veqetandibû. Ji tunebûna wextê, dersên taktîkên leşkerî hema hema qet nedidan. Lê ji general Alberto Bayo pir tişt hîn bibûn. Che di derbarê wan rojan de wiha digot; “Tişta ku min di dersa pêşîn de tê derxist, gengazbûna serkeftinê bû. Wexta ku ez bi ramana hêja dîtina mirana li qeraxeke biyanî, ji bo dozeke ewqas pîroz û bi hes kirina maceraperestiyeke romantik ve tevlî fermandarê artêşa berxwedana ku ez pê hatibûm girêdan bûm”.
Bi vî awayî çend heyv bo rîn. Her ku diçû nîşanvaniya wan pêş diket. Êdî hinek ji wan bibûn nîşanvanên têkûz (mükemmel). Wan li Meksîkayê ji xwe re çewlikek (çiftlik) dîtibû û bi mebesta ku di Adara 1956’an de tevbigerin, di bin rêvebiriya Alberto Bayo de amadeyiyên xwe yên dawîn kiribûn. Di wan rojan de polîsên Meksî kayê ku ji Batîsta pere distendin dixwestin Fîdel, Che û hevalê wan bigrin. Di demeke kin de piraniya hevalên wan ên şer hatin girtin. Çewlika wan a ku li nêzîkî bajarê Meksîkayê bû, ket destê polîsan û hemû hatine girtin.
Vê yeka hanê, pêkanîna beşa dawî ya qonaxa pêşîn a şer, paşde xistibû. Hinek ji wan, 57 roj di girtîgehê de man. Ji bo ku ew ji girtîgehê derkevin, wexte kî hêja û gelek pere hatin xerc kirin.
Roj diborîn û ew bi nehînî (gizli) dixebitîn. Ji bo wan xebateke hîn tundtir dest pê kiribû. Keştiyek, bi lez û bez amade kirin. Hemû livdarî, destnîşana şoreşeke nû dikir. Lewma jî, axaf tinên Fîdel yê ku di çapemeniya fermî de bibûn mijara pêkenînê, ber bi rastbûnê ve diçûn: “Di sala 1956’an de emê an azad bin, an jî şehîd!”
Yekîtiya wan a şer ku di bin rêvebiriya Fîdel de bû, ber bi Kûbayê ve diçû. Keştî bi her cure alav û mirovan ve dagirtî, bêyî ku lempeyên wê vêketîbe, ji bendera (liman) Tukspanê ber bi kurahiya deryayê ve bi rê ket. Piştî rêwîtiyeke bi zehmet di 2’yê Berfanbarê de ber destê sibehê, pê li axa Kûbayê kirin.
Keştiyeke parastina qeraxan ew dîtibûn û hatina wan ragihandibû. Di ser de jî, bi xêrhatina wan a destpêkê, bi bomber dûmana balafiran çêbibû. Ji milekê din ve jî, arteşa Batîsta ketîbû dûv wan. Ew bi geştîyeke xirab, di heft rojan de, piştî ku Kendava Meksîkayê û Deryaya Karayîp li du xwe hiştin, gihiş tin Kûbayê.
Ji xeynî tiving, rext û gule yên şilbuyî, hemû alavên xwe yên şer winda kiribûn. Di berbanga 5’ê Berfanbarê de bi tenê hin kes ji wan dikaribûn bi me şiyana. Mirovên pir betilî, piştî her meşekê kin, dixwestin bêh na xwe vedin. Ji ber ku di jiyana gerîla de bê ezmûn bûn, ji bo ku tihnîtî û birçîtiya xwe bişkînin li keleka rê, levanên (qamiş) şekirî xwaribûn û qalikên wan jî avêtibûn wê derê. Piştî rêwitiyeke bi zehmet xwe gihandibûn daristaneke biçûk û firk (sığ), ku li keleka zeviyeke levanên şekirî bû. Piraniya wan hema li wê derê di xew re çûn.
Ber bi nîvro ve, firokên bi çûk ên arteşê û yên taybet li der û dora wan diçûn û dihatin. Ev yek nîşaneya rewşeke awerte bû. Pir di ser re derbas nebû ku hêzên dîktatoriyê li vê derê êrîşa yekemîn anîn ser wan û ew di bin gulebaranê de hiştin. Che, ku di vê yekîneya leşkerî de erka bijîşkiyê dikir, vê lêkdana xwe ya yekemîn di rojnama xwe de wiha nivîsandibû; “Min û hevrê Montanê, me pal dabû derekê û ji alîyekî ve nîqaş di kir, ji alîyekî din de jî , xwarina xwe ya ku, ji nanê hişkirî pêk dihat, dixwar. Di vê navberê de me dengê teqîna pêşîn bihîst. Piştî bêdengiyeke qasî sanîye kê, gule wekî baranê bi ser hêza me ya 82 kesî de barî. Çeka min ne ewqas baş bû, lê min ew çek bi taybet xwestibû. Lewra ji ber krîzeke dirêj a tengenefe siye ku min di dema rêwitiyê de girtibû, tendûristiya min gelek nebaş bibû. Seba ku çekeke baş di destê min de bêkêr nemîne, min ew çeka xirab hilgirtibû. Di vê kêlikê de bûyer çawa qewimîbûn, aniha ez nikarim bi başî bi bîr binîm. Êrîş ji nişkeve çêbibû û em di bin gulebaraneke pir mezin de mabûn, di vê navberê de yek ji hevreyan sandiqeke cebirxane danî ber lingê min û ber bi riya ku diçû zeviya lêvanên şekirî ve, reviya. Gelo minê peywirên (erk) xwe yên bijişkî bi cih bianîna, an hewce bû ez wekî leşkerekî şoreşê tevbigeriyama? Cara yekem bû ku ez li ser vê mijarê di nav dudiliyekê de mabûm. Li pêşiya min çenteyeke bi dermana ve dagirtî û sandiqeke cebirxaneyê hebû. Ji ber ku wê pir giran bibuya, min nedikarî ez herduyan bi hev re rahêjîmê. Min sandiqa cebixaneyê hilgirt û ez ketim rê, da ku bigihêm zeviya lêvanên şekirî”.
Di ve lêkdana (çatışma) ye kemîn de Che û hindek hevre yên wî birîndar bibûn û bi gelek zehmetî xwe ji vê êrişê xelas kiribûn. Şerê wan ê pêşin di 5’ê Berfanbara 1956’an de li nêzikî Nikaraguayê bi vî awayî qewımîbû. Şerê wan ê ku artêşa şoreşê tê de kemilî, bi vî awayî dest pê kiribû.
Piştî vê lêkdana yekemîn bûn du beş û di bin revebiriya Amedia de gruba ku hatibû damezirandin, Che jî, cihê xwe tê de girtibû. Ji bo ku xwe bigihînin cihekî bi star ber bi daristana gur ve ketin rê. Av û xwarina wan nemabû û bi şevan bû ku bê rawestandin dimeşiyan. Piştî vê meşê vê carê jî dest bi ceribandina hilkişîna zinaran kirin. Ew gihîştin Ojo de Bue yê. Berî ku ew dawî li hil kişîna xwe binîn, roj hilat û ew gihiştin şikefteke ku jê tevahiya hawirdor xweş dixuya. Piştî de mekê hevreyekî bi navê Beritez , hin zilamên çekdar dîtin. Rewş gelek xirab bibû. Ger bi wan bihesiyana tu derfeta wan a xe lasbûnê tunebû. Wê çaxê dê li pêşiya wan tenê riyek bimaya. Ev jî heta dawiyê şerkirin bû.
Wê rojê Che û hevreyên xwe bêyî ku ew tiştekî bixin devê xwe û xwe bilivînin, roj bi hurandin. Bi şev dîsa ketin rê. Lê her ku diçû hevreyan dixwest ku hîn kêmtir bimeşin. Şeva din hevreyan berdewamkirina meşê redkir û bi wî awayî neçar man ku li heremê, li deriyê gundiyekî bixin.
Bi awayekî dostane pêşwazî li wan hat kirin. Bi saetan xwarin xwarin. Hevreyekî wan ji ber nexweşiya deryayê, meşa ku bi rojan dom kiribû, ji ber tînitî û birçîtiyê bê taqet mabû û êdî wisa lê hatibû ku nedikarî rabe ser xwe.
Piştî wê lêkdana destpêkê, ku qet xeber ji Fîdel negirtibûn, ji gundiyan bihîstin ku Fîdel nemiriye û bi Crescencio Perez ve dimîne û ger ku bixwazin dikarin wan bibin herema ku ew lê ne. Lê pêwist bû ku ew çek û ûnîformên xwe li wir bihêlin. Che û hevreyekî, demançeyên xwe yên otomatîk ên star hilgirtin û her heşt tiving û hemû cebirxana xwe di xaniyê gundî de hiştin. Hevreyê wan î ku nexweş bibû jî, ji ber nexweşiya wî, ew jî li wir hiştin û bi şiklê du gruba ji gund derketin.
Piştî ku ew ji gund derdike vin xwediye malê xwe nagre û ji bo veşartina çekan riyekê bibîne, ji hevalekî xwe re qala hati na Comandante Che û Compa neroyan (rêheval) dike. Lê ev hevalê wî, ji bo firotina çekan wî qane dike. Seba firotinê jî, bi hin kesên dîtir re, pêwendî saz dike. Ew kesên din jî, van bu yeran îxbarê artêşê dikin. Piştî çend saetên ku Che û hevreyên xwe ji gund derdikevin, ew cih ji aliyê artêşê ve tê dorpêçkirin û hevreyê wan î nexweş ku li wir mabû dîl dikeve û hemû çek û cebirxaneyên wan dikeve destê artêşê.
Che û hevreyên xwe piştî meşek direj û di encamê lêpirsînê de bi alîkariya hinek welat parêzan ve, xwe gihandin Fîdel û hevreyên xwe yên din. Hêza wan a biçûk ne xwedî ûnîfor man û ne jî xwedî çekan bû. Ji ber vê jî Fîdel bi ser wan de çû. Ew pêvajoya han, ku bandoreke mezin li ser çêkir, Che di rojna me xwe de wiha behs dikir: “Di hemû pêvajoya şer de, ev gotinên Fîdel tu wext ji bira me derneketin, balkişandina wî hin jî di bîra me de ye; “We si zaya (ceza) çewtiya xwe neki şand,
lewra di van mercan de berdêla berdana çekan, mirina we ye. Dema ku hûn bi artêşê re rû bi rû bimana, ji bo xe lasbûna we çekên we dê bibûna hêviya yekîneyê. Berdana çekan bêberpirsiyarî û sizayekê mezin e”