Akademi

Sîstema Jiyara Demokratîk

 

Jiyara demokratîk çi ye? Serokatî dibêje ‘hem sîstematîka fikrî ye, hem kombûna fikran...

 

 

Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan

Cudahiya me û yên dîtir di çarçoveya jiyara demokratîk de derdikeve pêş. Em cara yekemîn behsa têgîna jiyara demokratîk nakin. Lê, em cara yekemîn bi vî şeklî bi kar tînin. Di parêznameya DMME’de jî gelek caran Serokatî behsa ‘çaxa jiyara demokratîk’ dike. Çaxa jiyara demokratîk û sîstema jiyara demokratîk wek hev nîn e. Li gorî ya di parêznameya DMME’yê de derbas dibe; Dem dema demokrasiyê ye, êdî gel ji dewletê nerazî ne, her du şerên cîhanê tiştên cuda derxistine holê. Û xwestekên azadiyê, wekheviyê hene. Ti dewlet êdî nikare wek berê civakê bi rê ve bibe û dewlet li ser vî esasî mecbûr dimînin di xwe de guhertin û veguhertinan çêbikin. Û ev guhertin jî di çarçoveya demokrasiyê de çêdibin. Ji bo vê yekê jî dema em tê de dijîn dema demokrasiyê ye. Dema mafên mirovan e. Derbarê van xalan de divê pêşketin çêbibin. Em bala xwe bidinê, em behsa sîstemekê nakin, em behsa demekê dikin. Lê, ya di van parêznameyên dawî de derbas dibe jiyara demokratîk ne demek e, sîstemek e. Sîstemeke alternatîf e, ekoleke alternatîf e. Çawa mekteba Annales ekolek be û derbarê her tiştî de nêzikatiyên wê hebin, dibistana me ya zanistên civakî jî heye. Dibistana me, ekola me ya zanistên civakî, ango jiyara(şaristanî) demokratîk e. Ekola sîstema jiyara demokratîk e. Serokatî di paraznameyê de dibêje ‘ya xwezaya civakî li ser esasê exlaq û polîtîkayê datîne, em ji vê sîstemê re dikarin bibêjin dibistana sîstema jiyara demokratîk’.

Her kesî tiştek kiriye navenda têgihîştina xwe. Mesela lîberalîzmê takekes kiriye her tişt. Marksîzmê çîn kiriye her tişt. Desthilatdaran dewlet kiriye her tişt. Hin kesan desthilatdarî kiriye her tişt. Hin kesan gotiye civak bixwe di nava herc û mercê de ye, kaosê dijî û ji bo rizgariyê ber bi dewletbûnê ve çûye. Em bala xwe bidinê, hemû derketina xwe li ser tiştekî digrin û wî tiştî ji xwe re dikin yekeya esasî. Û li ser wî esasî sîstema xwe datînin. Jiyara demokratîk li ser esasê exlaq û polîtîkayê xwe rêkûpêk dike. Yekeya jiyara demokratîk a esasî exlaq û polîtîka ye. Dibêje, di cewher de exlaqî û polîtîk e. Mirovên rastî wisa ne. Cewhera mirovan bi vî şeklî hatiye hûnandin. Mirov nikare wî cewherî înkar bike. Ev cewher dikare demekê pir xurt bê jiyankirin, demekê şûndetir wekî di sîstema hiyerarşîk û dewletparêz de jî tê dîtin hinekî dikare lewaz bibe, yan jî di dema kapîtalîzmê de dema xwe ya herî lewaz dijî, lê tine nabe. Tu dema exlaq û polîtîkayê tine bikî, tu wê demê hebûnê tine dikî. Civak û mirov bêexlaq û bêpolîtîka nikare bijî. Û li ser wî esasî jî jiyara demokratîk ji bo me dibistanek e, ji bo me ekolek e. Niha em hewl didin ku naveroka wê dagirin. Ev têgihîştin girîng e. Dema em behsa sîstema jiyara demokratîk dikin, em behsa dîroka civaka xwezayî heya roja me ya îro dikin. Em behsa demekê, serdemekê, çaxekê nakin, em behsa dîroka mirovahiyê bi giştî dikin.

Jiyara demokratîk çi ye? Serokatî dibêje ‘hem sîstematîka fikrî ye, hem kombûna fikran e, hem rêzikên exlaqî ne, hem jî organên polîtîk in. Ji vê sîstematîkê giştî re em dibêjin sîstema jiyara demokratîk.’ Ango sê tiştên wê yên esasî hene:

A yekemîn sîstematîka fikrî ye. Bê fikir tu nikarî civakê înşa bikî. Bê fikir tu nikarî mirovan ava bikî. Bê fikir tu nikarî ti tiştekê bikî. Jixwe tişta mirovan dike mirov jî fikr e. Û fikir çawa be pratîk jî ew e. Ji bo wê yekê jî teoriya şaş, pratîka wî mumkin nîn e ku rast be. Her tevgerên ideolojîk li gorî teoriya xwe pratîkê jî ji kadroyên xwe dixwazin. Ev jî tiştekî xwezayî ye. Ji bo wê yekê jî jiyara demokratîk girîngiyeke mezin dide hêza teorîk. Hêza zîhnî pir girîng girtiye ji bo wê yekê jî sîstematîkeke zîhnî ye.

A duyemîn pîvanên exlaqî ne. Ji ber ku  exlaq civakîbûn bixwe ye. Exlaq tişta ku mirovan dike mirov e. Mesela Serokatî têkiliya exlaq û azadiyê wiha datîne, dibêje ‘exlaq halê azadiyê yê hişk e.’ Car caran di nava civakê de dibêje qey exlaq pêşiya azadiyê digre, ne wisa ye. Dibêje qey exlaq dibe asteng ji bo azadiyê. Halbûkî azadî wexta hinekî hişk bû, wê demê dibe exlaq. Lê, exlaqeke ku dibêje bibe mêre desthilatdar na, exlaqeke ku dibêje bibe pîrek na… Exlaqê ku li ser esasê komûnalbûnê, li ser esasê civakîbûnê tevdigere. Bi kurtasî em behsa exlaqê civaka xwezayî dikin. Çima civaka xwezayî? Ji ber ku  civakeke ne herimî ye, civakeke hê destên xirap lê nehatiye dayîn lewma! Ji ber vê yekê jî pîvanên exlaqê pir girîng in. Ji ber vê yekê ye ku Serokatî dibêje ‘civak bêexlaq nabe, lê bêhiqûq dibe.’ Çima bêhiqûq dibe? Ji ber ku hiqûq a dema dewletê ye. Exlaq beriya dewletê hebû, dema dewletê de jî hebû û heya civak hebe jî wê hebe. Ji ber ku  civakî ye. Civakîbûn jî şert û mercê hebûna mirovan e. Tu nikarî şert û mercên hebûna mirovan ji holê rabikî. Tu nikarî van tiştan nebînî! Kîjan zindî dibe bila bibe eger bi şert û mercên xwe yên hebûnê lîst, wê qira wê were. Ango niha heywanek têjikên xwe xwedî neke, demekî şûndetir cureya wê ajalê dê ji holê rabe. Weke mînak, şert û mercên hebûna pisîkê, xwedîkirina têjikan lê ferz dike. Hemû pêwîst e wisa tevbigerin. Em bifikirin bila pisîk bibêjin ‘em têjikên xwe xwedî nakin’. Wê wextê wê çi bibe? Wê qira wan were. Dişibe vî tiştî.  Bila mirov hemû bêjin ez ê bi serê xwe bim, ez çi bixwazim ez ê bikim, ti berpirsiyartiya min nîn e û hwd. Hêza kê bi kê de biçe, wê mala yê dîtir xera bike û dawiyê de tiştek nemine. Ji ber vê yekê şert û mercên hebûna her zindewarî heye. Şert û mercê hebûna mirov jî civakîbûn e. Civakîbûn jî exlaq e.

A sêyemîn; organên polîtîk in. Organên polîtîk nebin, civak çiqas biexlaq dibe bila bibe, çiqas teoriya wî xweş dibe bila bibe, çiqas têkoşîneke xurt li hemberî sîstema hiyerarşîk û dewletparêz pêş xistibe bila pêş xistibe, eger organên polîtîk nebin ew ê têk biçe. Me ev rastî ji dîroka ronesansê derxistiye. Ronesansê nêzikatiya li hemberî xwezayê, ya li hemberî takekes û ya li hemberî civakê jî guherand. Helwest û xwestekên wê heya dawî komûnal bûn. Lê, ti sîstemeke wan jî nebû. Derketinên heya dawî takekesî bûn, mirov lê dinêre ne bernameyek heye, ne organekî polîtîk heye. Demekî şûndetir dînê dogmatîk têk çû, hemberî dêrê serketin, reform çêkirin. Encamê de ew sîstema ku dixwestin pêş bixin, ji ber ku organên xwe yên polîtîk pêş nexistin, hemû deskeftî herikîn sîstema hiyerarşîk û dewletparêz. Kapîtalîzm derket. Organizasyona polîtîk çi ye? Ji bo me konfederalîzma demokratîk e. Konfederalîzma demokratîk; armanca wê ya esasî ev e, her kes zindî ye, pêwîst e her kes xwedî li jiyana xwe derbikeve.

Tu kes nikare yekî/a din pasîf bike û derbarê jiyana wê/î de biryaran bigre. Li kuderê mirov hebin pêwîst e ew li wê derê bikaribin derbarê jiyana xwe de biaxivin û bikaribin biryarên xwe bigrin û  wan biryarên xwe bixwe pêk bînin. Eger ku di xwezayê de objetî nîn e, her tişt kirde sûbje ye, wisa be di civaka heyî de her tişt kirde ye, na! Di civaka hiyerarşîk û dewletparêz de tenê dewlet kirde ye. Yê kar dike ew e û yê di bin zilma wî de dinale jî civak û xweza bi giştî ye. Eger ku tu ji kevir re jî dibêjî zindî, tu ji parçeyên atomê re jî dibêjî zindî, tu dibêjî pêwîst e ew li ser esasê cewherê xwe tevbigere, lê mirov di roja me ya îro de li ser esasê cewherê xwe digere? Xwediyê jiyana xwe ye, na! Çi ji mirovan re hate pêşkêşkirin mirov jî wê dijîn.

Lêkolîn hatine kirin, tê gotin ku, mirovahî her ku diçe mêjiyê xwe kêmtir bikar tîne. Ji ber çi? Ji ber ku her tişt jê re hazir tê. Ji bo jiyana xwe bidest bixîne, ne hewce ye bifikire.  Hin kes dewsa wî difikirin. Wê çi bixwe, çi li xwe bike, ji çi bawer bike, ji çi hez bike, ji çi nefretê bike… Ev tişt hemû bi şeklekî pir hostayî û sîstematîk li hin deveran, bi destê hin kesan tê hazirkirin û pêşkêşkirin. Bi amûrên endustriyalîzmê pêşkêşî civakê dike, li ser wî esasî jî ew hêza zanistê jî dike dest, xwe û civakê ji cewherê civakê dûr dixe. Ango ne hewce ye ku tu mêjiyê xwe bikar bînî. Jixwe hin kes ji bo te, lê dijî te kar difikirin û kar dikin. Tu kes di roja me ya îro de xwediyê xwe nîn e. Dewlet xwediyê her kesî ye. Civak pîreka dewletê ye. Dixwazî ev dewlet bila ya Siwêdê be, çi jî ya Rojhilata Navîn be. Yên ku herî zêde xwe demokrat dibînîn jî wisa ne. Di navbera dewlet û gel de têkiliya heyî, têkiliya mêrtî û pîrektiyê ye. Dewlet dixwaze ji xwe re pîrekan çêbike. Vaye civak çiqas xwe ji dewletbûnê xelas bike, ji pîrekbûnê ber bi jinbûnê ve diçe.

Bi vî rengî wexta mirov girte dest, organîzasyonên siyasî, bi taybet jî konfederalîzma demokratîk çi ye? Her kes bila bibe ya xwe. Bila xwe ji pîrektiyê, bila xwe ji kerîbûnê xelas bike. Eger ku di heqîqeta mirov de û zindewariyê de kirdebûn heye, înîsiyatîf heye, potansiyela wî heye, pêwîst e pratîk jî derbikeve holê. Ango bi kurtasî organîzasyonên siyasî di jiyara demokratîk de pêwîst in. Ji bo wê yekê Serokatî pir kesan dinirxîne, rexne dike, dibêje ew kes sîstemê rexne dikin, lê nizanin wê bi çi amûrî, wê bi çi rê û rêbazî vê civakê rizgar bikin, wê desthilatdariyê rakin, bersiva wan nîn e. Ji bo wê yekê jî wan rexne dike. Û ji ber bersivên rast nikarin bidin jî di nava sîstemê de jî dihelin.

Jiyara demokratîk ji aliyê kî ve tê temsîl kirin? Yekeya wê ya esasî exlaq û polîtîka ye. Dîroka exlaq û polîtîkayê jî di heman demê de wekî dîrok bixwe ye. Ji bo wê yekê jî civaka klan, civaka xwezayî di asta herî jor de dibin beşên jiyara demokratîk. Emrê mirovan %98 bi her awayî jiyara demokratîk jiyan kiriye. Pir kes dibêjein gelo ev jiyara demokratîk ji ku derket? Gelo tê jiyankirin, an nayê jiyankirin? Demokrasî heye an nîn e, kî demokrat e, kî ne demokrat e? Dîsa pêwîstiya civakê di kîjan demê de bi demokrasiyê dibe?

Em wexta behsa dîroka jiyara demokratîk dikin, di cewher de em behsa dîroka civaka xwezayî dikin. Ji ber ku dîroka exlaq û polîtîkayê ye. Yên li hemberî sîstema hiyerarşîk û dewletparêz têkoşiya ne, ew dikevin bin banê sistema jiyara demokratîk. Dixwazî bila jin be, dixwazî bila etnîsîte bibe, bila çîna jêrîn be û bi kurtasî kî dibe bila bibe yên bi sîstema hiyerarşîk û dewletparêz re nakokî jiyan kir, hemberî wê têkoşiya, li ser esasên nirxên xwe yên demokratîk û komûnal tevgeriya, hewl da ku jiyana xwe ya komûnal biparêze ew di bin banê jiyara demokratîk de tên destgirtin. Ango jiyara demokratîk dijberê jiyara navendî ye.

Bi kurtasî çavkaniya jiyara demokratîk civaka xwezayî ye. Nirxên civaka xwezayî pêwîst e em wek nirxên sîstema jiyara demokratîk bigrin dest. Xwe dispêre şêwazê hebûna civakê. Ango nirxên exlaqî û polîtîk. Û wexta civaka xwezayî wek sîstem têk çû, bi hiyerarşî û dewletbûnê ve sîstemeke alternatîf derket jî wê demê jî ew kesên ku li hemberî sîstema hiyerarşîk û dewletparêz derketin û berxwedan, ew kes giştî dîroka sîstema jiyara demokratîk pêk tînin. Dîroka jiyara demokratîk ji bo wê yekê dîroka bindestan e. Dîroka yên ku nebûne dewlet e. Dîroka yên ku nakokî û pirsgirêk bi dewletê re jiya ne û di heman demê de hemberî dewletê li berxwe dane ye. Kî dikeve bin vî banî, ew di heman demê de ûnsûrekî jiyara demokratîk e. Mîrateya jiyara demokratîk ev e.

Wekî Marksîzmê em xwe bi çîna jêrîn ve sînordar nakin. Em mîrateya xwe tenê wek mîrateya çînekê nagrin dest û di heman demê de tenê xwe bi mîrateya çil salên dawî ve jî sînordar nakin. Mîrateya jiyara demokratîk mîrateya PKK’ê ye. Kê li hemberî sîstema hiyerarşîk û dewletparêz têkoşîn kiribe, ew dibe dîroka me. Em jî berdewamiya wan in. Ji bo wê yekê jî em bi her awayî xwedî li wê mîrateya berê derdikevin. Mînak, em li kevneşopiya pêxembertiyê xwedî derdikevin, em xwedî li têkoşîna jinê derdikevin, em xwedî li kevneşopiya etnîsîteyê derdikevin, em xwedî li berxwedana çînên jêrîn jî derdikevin. Lê, di heman demê de em van ezmûnan hemûyan dinirxînîn, rexne dikin ku em nekevin şaşitiyên wan. Ji bo wê yekê jî jiyara demokratîk, jiyara ku li kêleka şaristaniya navendî dijiya ye. Dîrok heya niha, wekî dîroka şaristaniya navendî hatiye nivîsandin, dîroka desthilatdaran hatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê dîrok cînsiyetparêz e, desthilatdarparêz e, serdest e…hwd. Em jî dîroka dijberê dîroka heyî dinivîsînin. Ji ber ku ew kesên dijbertiya dewletê kirine, zêdetir  li gorî cewherê civakê tevgeriya ne. Ew ên dîtir jirêderketî ne, ew ên dîtir dijminê hebûnê ne.