Parastina Cewherî û Têkiliya Wê Ya Bi Felsefe û Îdeolojiyê Re

Mirov, bi qabîliyeta xwe ya fikirandinê, ji ber ku xwedî hêza bikaranîn an jî sekinandina potansiyela heyî...

Azad AFŞÎN

Têkoşîna mirov a li jiyîn û berdewamkirina jiyana xwe du bûyerên wisan in ku ji hev venaqetin û hevdu dimercînin. Weke hebûn mirov çiqas ji xwezayê re xerîb bibe jî girêdanên xwe yên bi xwezayê re nikare tu carî biqetîne. Ji ber ku mirov berhemeke xwezayê ye û mîna her hebûnê di dawiyê de digihîje xwezayê û bi wê re dibe yek. Wekî her madeyê di xwezayê de, mirov jî mîna encameke derfetên jiyanê yên ku xweza ji bo mirov çêdike, heye. Ger mirovahî zêde dibe û bêyî ku bandoreke çêkirî ya ji hundir û derve ve hebe jiyana xwe demeke dirêj bikaribe berdewam bike, ev ji ber guncawî û besbûna mercên xwezayê ye. Mirov, qasî ku xwezayê fêm dike û wê derdixe zanebûnê, dikare ji derfetên jiyanê yên ku xweza dide zêdetir feyde bigire û demeke dirêjtir bijî. Ji ber ku xweza, tevî hemû tevliheviya xwe, bi behre û qabiliyeta fikirandinê ya ku pêşkêşî (dide) mirov dike, bingeha bipêşxistina jiyanê û dahûrandina qanûnên xwezayî pêşkêş dike. Xweza, weke hebûnekî/ê her ku ji bo mirov bijî derfet pêşkêş dike, mafê jiyankirina mirov heye.

Mafê jiyanê, mafê mirov ê herî bingehîn û pîroz e. Felsefeya parastina rewa jî li ser mafê jiyanê yê pîroz ê mirov şekil (teşe) digire. Ji ber vê yekê, têkoşîna ku wê li hember her cure êrîş û gefxwarinên (tehdîtên) bi armanca jiholêrakirin û astengirina jiyana mirov bê dayîn jî têkoşîneke pîroz e. Bûyer û diyaroka (olgu) parastina rewa, veguhere  şerekî parastina cewherî yê bi amûrên leşkerî tê dayîn, xwe dispêre merca ku ji bo jiyanê tu vebijark (hilbijêrk-alternatîf) nemaye. Di encamê de; şerê parastina cewherî ne weke vebijark, mîna pêwîstiyekê derdikeve holê.

Ger hema çi kes û civak, ji bo jiyana xwe berdewam bikin, ji bo bibin xwedî amûrên zor û şîdetê (tundiyê), vana bikar bînin û bigihên hêzeke leşkerî zor li ser wan hatibe kirin, ev, weke pêwîstiyek encama hebûna êrîşeke ku mafê jiyanê yê pîroz ê mirov tehdît dike ye. Ger em jiyana mirov, li gel jiyaneke biyolojîk, bi awayê jiyana ku xwe ji aliyên civakî, çandî, siyasî, fikrî û hestiyarî yên mirov dikin mirov, xwe pêk tîne û îfade dike bi kurtasî pênase bikin; ji bo mirovê ku xwe îfadekirina wî/ê hatiye astengkirin, mercên şerê parastina rewa çêbûne. Ji ber vê yekê, bi armanca xwe bi awayekî herî bi bandor û bi hêz biparêze xwe bi amûrên leşkerî bipêçe (bixemilîne), rêxistinbûnên leşkerî çêke, ji bo êrîşa pê re rû bi rû maye bêbandor bike taktîk û rêbazên cur be cur bi kar bîne, ev weke mafekî rewa derdikeve holê. Ev şer, sînorkirin û jiholêrakirina xetereyên ku jiyana mirov û jiyaneke mirovane tehdît dikin bi sînor dibe an jî ji holê radibe.

Weke di qanûna tek û bertek a di xwezayê de, ger ji diyarokên ku hevdu dimercînin diyaroka ku bandor dike biguhere û veguhere, diyaroka ku bertek (refleks) nîşan dide jî wê biguhere û veguhere. Ev guherîn, bi çendayitî û wesfayetiya bandora ku diguhere û vediguhere re paralel (rastênhev) bi pêş dikeve. Ev paraleltî, li gor merca hêzên defdan û kişandinê yên di xwezayê de bi hevseng hene, ango bi hêzeke ku wê hem girêdana tam, hem jî serxwebûna tam hevseng bike, hevdu li beramber hev notralîze (bêalî) bike re bê bidestxistin (pêkanîn). 

Mirov, bi qabîliyeta xwe ya fikirandinê, ji ber ku xwedî hêza bikaranîn an jî sekinandina potansiyela heyî ye, mecbûr e dînamîkên xwe li gor rêgezên diyalektîkî derbasî tevgerê bike. Di vî warî de, di diyalektîka civakî de jî îzaha bertekekê, dikare bi bandoreke pêre rû bi rû hatiye mayîn bê kirin. Piştî bandorên ji holê rabûne, çawa ku wate û ravekirina zanistî ya bertekên naqedin tune ne, ev tê wê maneyê ku ev ji armanca xwe derbas bûne. Diyarokên tek û bertekê ji ber ku du diyarokên hevdu dimercînin in, ger ji bo şerê parastina rewa bide sedemên (mercên ku bandor dikin) civakekê tune bin bikaranîna amûrên zor û şîdetê bertekeke wateya wê ya mirovî tune ye û dijxwezayî û mirovahî ye. Ango terorîzm e. Şerekî ku gihîştibe armanca xwe, xetere û tehdîta heyî bêbandor kiribe ger nesekinîbe û berdewam bike, ji armanca xwe bihuriye û ji rewabûnê derketiye. 

Di şert û mercên serdema me de şerê parastina cewherî xwedî pênc merheleyên bingehîn e ku ev ji rêgezên diyalektîkî serbixwe nikare bê destgirtin:

  • Di şert û mercên ku ji bo mafê jiyanê yê bingehîn ê civakê, bi xebatên siyasî, çandî, civakî, aborî, hiqûqî û leşkerî xespkirin û ji holê rakirinê de; ji bo navendên êrîşa bi tevahî bêbandor bike xebatên civakî, siyasî, çandî, aborî, hiqûqî û leşkerî kirin;
  • Di merceke ku amûrên zor û şîdetê, bi rêya hêzên leşkerî yên birêxistinkirî, bi rêya rêbaz û taktîkên cur be cur, bi armanca tunekirinê bên bikaranîn de; amûrên parastina cewherî, bi rêya hêza parastina rewa ya leşkerî bikaranîn, hêza leşkerî ya bi armanca tunekirinê bêbandor kirin, tunekirin, ji bo vê serî li rêbaz û taktîkên cur be cur dayîn û parastina çalak kirin;
  • Di merceke ku posîzyona êrîşê hatiye şikandin, armanca tunekirinê nîn e û veguheriye rewşeke armanca parastinê de; ji bo maf û mafên jiyanê yên bingehîn ên civakê bên bidestxistin, hêza parastina leşkerî, heta merceke ku wê xeteriyên nû bi pêş nekevin di rewşeke parastina pasîf de girtin, bi sûdwergirtina ji hemû qadên jiyanê, mercên siyaseta demokratîk avakirin,
  • Di mercên ku pêwîstiyên civakê yên siyasî, civakî, çand, aborî û hiqûqî li ser bingehên exlaqî bi sazî dibe û ji aliyê hemû hêzên civakî ve digire bin ewlehiyê de dawî li reşwa şerê çekdarî ya parastina rewa anîn.

Ev bûyer bi berxwedan û berteka madeya di nav ahenga bandorkirina beramber hev ku dixwaze hebûna xwe berdewam bike re heman weke hev e. Di diyalektîka civakî de şerê parastina cewherî wê di kîjan şîdet û hêzê de bi pêş bikeve, di kîjan kûrahî û berfirehiyê de wê birêxistin bibe, li gor qanûna defdan û kişandinê tê eyarkirin. Çawa ku kes di nav civakê de ye, civak jî di nav  qanûnên xwezayê û qanûnên xwezayê de ye. Li ser civakekê êrîş û şîdeta herî mezin (bandor); wê ji cewhera wê ya madî û manewî, ji nirxên wê yên civakî dûrxistin e. Vê bandorê, em dikarin bi hêzeke kişandinê ya bi bişaftin, helandin û tunekirina civakê re di heman wateyê de bigirin dest, li hember vê bandorê berteka ku wê civak nîşan bide bi hêzeke hevsenger ku wê hêza defdanê derxe holê rave bike û bê bandor bikin. Di bûyera defdan û kişandinê yan jî bandor û bertekê ya bi çendanî (nîcel) û wesfanî (nîtel) hevdu parseng, hevkêşî nekin de, çawa ku xebitîna xwezayî ya made xera dibe, ji şîdet û sînordarkirinan, ji tunebûnan, ji cewherê xwe qutbûn û ji dagirkeriyê xelasî ne mimkun e. Bêyî ku şert li ber çav bên girtin her cure rêxistinbûn, rê û rêbaz, amûr û taktîkên bên bikaranîn, polîtîkayên ku wê bên pêşxistin, ji şerê parastina rewa re xizmetê nakin.

Di civakên roja me de desthilatdar, bi eciqandina mafên jiyanê yê pîroz ê civakên din, bi êrîşkirina ser wan, bi sedemên çêkirî yên curbecur tenê bi rewa dîtina jiyana xwe jiyankirinê, ji xwe re kirine weke felsefe, îdeolojî û siyasetê. Li çar aliyên dinyayê, di bi dehan şerên ku bi bikaranîna rê û rêbazên herî li derveyî mirovahiyê berdewam dikin de jî ev rewş tê fêmkirin.

Felsefe, îdeolojî, siyaset û ola wê çi dibe ew dizane, şerekî ji bo jiyankirin û bicîanîna pêwîstiyên hebûnê yên herî bingehîn, ji bo sûdwergirtina derfetên pêşketî yên serdemê bê kirin rewa ye. Ji bo rastiyeke weke civaka kurd ku ji cewhera xwe hatiye qutkirin, dagirkirin, nirxên wî yên herî mirovahî hatine perçiqandin, dema ku xwestine di qetlîam û tunekirinên bi tevahî re derbas kirine, şer, weke pêwîstiyeke jiyanê ya bingehîn  erka qanûneke xwezayî girtiye ser xwe. Ji bo civaka kurd a ku di merhaleyên cur be cur ên şerê parastina rewa re derbas bûye, merhaleyên ku hê jî divê bên temamkirin, bi nirxandina objektîf a mercan ve girêdayî ye. Birastî jî navendên hêzê yên dinyayê, hêzên Rojhilata Navîn û neteweyên serdest, bi awayekî ji rêgezên diyalektîkî qut, teng û seransere destgirtinê re ketina rewşeke netêr, kêm, bi madî û manewî ji tunebûnê re derfet pêşkêşkirin e. Têkoşîneke çiqas dirêj berdewam bike jî, heta armanceke dawî ya ku wê aştiya navbera mirovan bê bidestxistin, di merhaleyên cur be cur ên vî şerî de cîgirtin (kozik girtin), ewlehiya vê armanca dawî ye.

Felsefeya Apocî, bi çendanî û wesfanî, di mercên hêzê yên bêhevseng û newekhev ê nav civakan de, mirov, fikir û hêza razberkirinê (soyut), bawerî, hêvî û îradeya wê weke dînamîkeke kontrolê ya bingehîn tespît dike; polîtîka, taktîk, rêbaz, şêwaz û tempoya mirov digire navendê û birêxistin dike û derbasî jiyanê dike; viya weke çavkaniya enerjiyeke potansiyel, şert û mercên newekhev û bêhevseng bi nêzikatiyeke diyalektîk vediguherîne hêza berevajî, bingeha pratîk-kirina viya li Kurdistan û dinyayê afirandiye.

Têkiliya Parastina Rewa û Parastina Cewherî   

Mafê herî bingehîn ê ku demokrasî pêşkêşî civakê dike; mafê parastina rewa ye. Parastina rewa  encax di mercên dagirkeriyê de watedar dibe. Şerê parastina rewa yê li hember sîstemeke biyanî ku hebûn û azadiya gelekî digire bin pêkutiyê (çewisandinê) rêya herî bingehîn a sazkirina demokrasiyê ye. Li şûna têkoşîneke rizgariya neteweyî ya ku dewletê dike armanc, şerê parastina rewa ya bi armanca demokrasiyê, ji bo rastiya rojane jî hîn zêdetir guncaw. Çawa ku şerê parastina rewa ji bo gel û civakan di demên ku pêkutî û şîdet heye de dikeve rojevê, parastina cewherî sekneke bingehîn a ji bo her demê derbasdar e. Parastina cewherî; çandeke wisan e ku gel jixwe re biyanîbûne winda dike. Di civakan de çanda parastina cewherî pêşxistin, di asta herî bingehîn de pirsgirêkeke azadî û hebûnî ya civakekê ye.

Gel û civakên ku dixwazin bigihên sîstemeke demokratîk, destpêkê bi pêşxistina çanda parastina cewherî, divê bikaribin cewhera hebûn û azadiya xwe fêm bikin. Bikaribin hêza parastin û xweykirina wê nîşan bidin. Di vî warî de parastina cewherî, di bingeh de karê hişmendî, rêxistinbûn û çalakiyê ye. Hişmendiya xwebûnê, hişmendiya parastina xwe bi xwe. Eviya bi hişmendiya bi kîjan amûr, bi kîjan rê û rêbazan  pêşxistin? Ev hemû pêşketinên bi zanebûn bi xwe re rêxistinbûnekê pêwîst dike. Weke kes, di nav hişmendî û çalakvaniyeke parastina cewherî de bûyîn, weke xwedîbûna nasnameyeke civakî ne bes e. Di vê wateyê de rêxistinbûn, hêza herî bingehîn a gelekî ye. Li hember neheqiyeke li keseke/î din hatiye kirin wekî ku li me hatibe kirin bertek dayîn û helwest nîşandan, bi şikandina dinyaya egoîst a ku kes tê de hatiye asêkirin de bi pêş dikeve. Rêxistinîbûn, civak û keseke/î ku xwedî tu tiştekî nîn in, ji bo azadiya gel di têkoşîna xwe de hêza herî bingehîn e ku xwe bispêrê. Tu hêzek bi qasî hişmendiyeke hatiye rêxistinîkirin ku sîstemên serdest bitirsîne û hilweşîne tune ye. Li ser vê bingehê rêxistinbûneke ku derbasî çalakiyê bûye jî, di têkoşîna li hember neheqiyan de, bi bêdengî sekinandin an jî tenê wî qîrkirin nîn e, ji bo jiholêrakirina vê neheqiyê gaveke ku wê bê avêtin û kevirekî bê avêtin be.

Çalakîbûnên parastina cewherî divê pir teng neyên destgirtin. Li hember hêzên çewisîner û dagirker bi qasî ku wê di rengekî leşkerî de be, li hember kes an jî saziyên ku berjewendî û îradeya gel temsîl nakin, gendeliyê dikin, di qada siyasî de têkoşînê digire nava xwe. Dîsa li hember nêzikahiyên ku ji exlaq û nirxên gel re berevajî ne, fihûş û sektorên weke vê, di qada civakî de têkoşînekê, dîsa em ji têkoşîneke di qada hiqûqî de bigirin heta qada çandî hemû qadên civakî digire nav xwe.

Parastina cewherî çalakiya kes bixwe ye. Kes, civak an jî gel parastina xwe bixwe kirin, vî karî dewrî kesên din nekirin e. Parastina cewherî, ji bo hemû civakê yek ji amûrên herî bingehîn ê gihîştina sîstem û zîhniyeteke demokratîk e. Divê weke rêxistineke civaka sivîl neyê fêmkirin. Di vê qonaxa ku têkoşîn gihayê de, her çiqas stratejiyeke ji aliyê çareseriyeke aştiyane û demokratîk ve esas bê girtin jî, li hember nêzikatiya hêzên serdest ku dixwazin pirsgirêkê bi tunekirin, înkarî û şîdetê ji holê rakin, parastineke cewherî ya çekdarî ya xwedî dîsîplîneke leşkerî, wê bibe nîşaneya daxwazî û baweriya gel a ji azadî û demokrasiyê re. Li ser vî esasî, parastia cewherî bi gelek aliyên xwe, xwe bispêre exlaq û wîcdana gel (giştî-kamu), bi gelek aliyên xwe jî pêwîst bi rêxistinbûneke xweser heye. Bi qasî di pêvajoyên şer de, di pêvajoyên aştiyê de jî bi armanca parastina nirxên cewyerî yên gel hebûna xwe berdewam dike. Rêber Apo, vê rastiyê di parêznameya xwe ya ‘Parastina Gelekî’ de wiha tîne ziman, di dema nû de têkoşîneke xwe spartiye îrade û hêza cehwerî ya gel bingeha demokrasiyê ye.

“Li derveyî rewşên neasayî (derasayî)  di mercên normal de pirsgirêka parastina cewherî ya gel jî nikare piştguh bê kirin. Di şert û mercên qeyranê de li derveyî ewlehiya giştî, ewlehiya cewherî hîn zêdetir girîng e. Pîvanên ewlehiyê yên klasîk ên dewletê, bi gelek aliyên xwe ve nikare pêwîstiya ewlehiya gel bi cî bîne. Desthilatdariya dewletê ku bikeve destê hêzên olîgarşîk û dîktaparêz, ewlehiya hiqûqî ya bi sînor jî ji holê radike. Dewlet, her wekî tê parselkirin. Gelek çete û mafyayên seriyekî wan bi navendên dewletparêz ve girêdayî derdikevin holê. Li ser gel tam terorek tê meşandin. Sûc bi rêjeyeke mezin zêde dibin. Li şûna rêyên hiqûqî yên maf gerînê hêzên taşeron tên girtin. Hiqûq her wekî dibe meta. Hêzên ewlehiyê yên dewletê bixwe dibin pirsgirêka ewlehiyê. Di gelek welatên di qonaxên qeyranê de, di roja me de, li hember pirsgirêkên ewlehiyê yên wiha, parastina cewherî dibe pêwîstiyeke jênerevîn. Divê hêzên parastina cewherî bên sazkirin.”

Di qonaxa ku têkoşîna me gihayê de, di demokratîk-kirina civak û siyasetê de, ji demokrasiyê re  hestiyarkirina dewletê, li gel têkoşîna gerîla, pêşxistina hêza parastina cewherî ya civakê, li gor pêwîstiyên rojane wê hîn rastîparêz (rast-tir) be. Mîrasa têkoşîna me ya sî salî, di gelê me û bi giştî di civakê de rêxistinbûn û hişmendiyeke diyar bi pêş xistiye. Gelê me fêm kiriye ku azadiya xwe ji keseke/î din hêvî neke, ji bo vê dibê têkoşîn bide, di qadên aborî, siyasî, çandî û her qadê de divê xwe birêxistin bike. Azadiya civakî, bi rêxistinbûn tevgerkirina her kesî tê bidestxistin. Weke mînak, mirov dikare têkoşîna ku gelê Filîstînê daye, weke berxwedana parastina ceweherî bigire dest. An jî li Iraqê rejîma Sedam her çiqas ji aliyê DYE’ê ve di rojekê de hatibe hilweşandin jî, heta îro jî têkoşîna berxwedanvanan li hember hêzên emperyalîst û mudaxeleker berdewam dike. Bi çalakiyên parastina cewherî yên ji aliyên berxwedanvanên gel ve tên meşandin, DYE û hêzên hevgirtî yên ku di mudaxeleyê de hema bibêje qet windahî nedane bi hezaran windahî û zirareke mezin a aborî hatiye dayîn. Ji aliyê rastiya têkoşîna me bixwe ve jî, sedema herî bingehîn ku dijmin heta îro encam negirtiye, têkoşîna me xwe spartiye cewhera berxwedêr a gel. Bipêşxistina hêza parastina cewherî, gel ne tenê dike weke piştek, spartek, wan dike birêvebirê û rasterast beşdarê têkoşînê bixwe. Di vê wateyê de ne tenê xwe dispêre şêwaza têkoşîna gerîla, xwe dispêre bi çalakvaniyên gel danîna holê ya berxwedêriyê. 

Çawa ku têkoşînê tenê bi çiya û gerîla ve bisînor hiştin wê ne rast be, li qadên weke bajêr, metropol û hwd. de girîngiya jiyanî ya tevkeriya ku wê rêxistinbûnên li ser esasên parastina cewherî bên kirin bide çareseriya demokratîk divê bê dîtin. Bi li ber çav girtina rastiya dewleta olîgarşîk a Tirkiyeyê, li ser bingehê parastina rewa, bi şêwazeke li gor rastiya bajêr, divêtiya rêxistinbûniyeke wiha bi aşkereyî tê dîtin. Divê bê zanîn ku ev jî parastina cewherî ya gelê kurd e. Rêxistinbûniya parastina cewherî ya bi gel re hatiye pêşxistin di demên derbasbûyî de her çiqas hatibe meşandin û beşdariya gel pêk hatibe jî, ji bo ev bigihê rêxistinbûneke zêdetir û bi berdewamî be, divê li gor rêzikên xebatên bajêr bê meşandin. Di serî de di nav hêzên me yên gerîla de ji bo kadro bigihê vê astê, bikeve ferqa girîngiya jiyanî ya xebatê, divêtiya vê û pêwîstiya bi kadroyên pêşeng ên ku wê viya pêk bînin bê zanîn.  

Parastina cewherî, xebateke hêza milîsî an jî eniyê nîn e. Weke yek jî piyên (lingên) herî bingehîn ên têkoşîna parastina rewa, çalakvaniya hêza cewherî ya gel e. Ev, ji çalakvaniyên bêîteatiya sivîl bigire heta serhildanan, ji çalakvaniyên herî hêsan heta yên herî tevlihev diçe çalakvaniyên leşkerî digire nav xwe. Ji çalakiya agirpêxistinê, molotofkirin, sabotaj û heta çalakiyên çekdarî di qadeke berfireh de çalakiyên gel in. Xwe dispêre hêza xwecihî û sivîl. Parastina cewherî xebateke kadro nîn e. Xwedî avabûneke gelek nerm, pir-reng, bikaribe her beşî di nav xwe de bigire ye. Ji ber ku mafê parastina xwe bi xwe ne tenê aydî hinekan a her kesî ye. Qadeke wisan e ku rola pêşengiyê ya jin û ciwanan e lê hemû beşên civakî jê berpirsiyar in.

Dema rêxistinbûna parastina cewherî bê pêşxistin armanc tenê hin deran xerakirin an jî kuştin an lêdana hin kesan nîn e. Yek ji rolên wan ên herî girîng jî jiholêrakirina astengiyên li ber pêvajoya avakirina demokratîk e. Ji bo jiholêrakirina jirêderketina civakî ya ji ber polîtîkayên şaş û niheq ên ku dewlet dimeşîne û pêvajoya şerê ku bi salan e berdewam dike, beriya her tiştî bi şêwazekî bi zanebûn sazî û amûrên ku jirêderketina civakî bi pêş dixe hedefgirtin girîng e. Çetekarî, sîxurkirin, sektora fihûşê, bazirganiya mirovan, bazirganiya tiştên tevizîner, tiryak û hwd. ên heta roja me berdewam kirine û sazî û dezgehên rê li ber jirêderxistina nirxên manewî vekirine hedef digire. Armanca wê ya bingehîn wê bibe pêşîlêgirtina texrîbatên nirxên manewî yên ku di encama van pêkanînên dewletê de birîndar bûne.