Di hemû qadên jiyanê de, di qada civakî, siyasî, aborî, dîplomatîk û çandî de bi yekdestdariyeke...
Jiyan ROJHILAT
Qirkirina çandî, bi zîhnî, mirov xistina rewşa ji xwebûnê jêgerîn, devjêberdanê ye. Ev, di heman demê de, rênîşaneya pirsgirêka hebûnê ye jî. Yên ku hebûna wan neyê qebûlkirin, dîtin û tine bên hesibandin, bêguman azadiya wan jî nikare bibe. Ji ber vê yekê ye ku mijûliya di nav hev de meşandina pirsgirêka hebûn û azadiyê ya Kurdan ji bo Kurdan bûye bingeh. Li hemberî berdêlên giran ên xwebûn û têkoşîna jiyana azad, di civaka Kurd de cîh girtin, hêzên modernîteya kapîtalîst û desthilatdariyên di rewşa sîxûrên wan ên li Rojhilata Navîn de ne, di helwestên înkarî yên derbarê hebûna Kurd de sistbûnek derxistiye holê. Li hemberî vê fersend ji bo avahiyên dewletparêz ên neteweyî yên Kurd tê dayîn. Di rastiyê de ev rewş, bi safseteya (gotinên vala û bêbinî) ‘Kurdên lîberal’ derxistine pêş. Ev jî armanc dike ku bendeke din deyne ber têkoşîn û lêgerînên jiyana azad û berxwedana wan. A rastî, ya ku tê jiyankirin û tê xwestin bidin jiyankirin; ji bo hîn bi kûrahî û bi ziravî meşandina qirkirina çandî derfetên nû dide.
Polîtîkaya qirkirina çandî ya gerdûnî, di serdema modernîteya kapîtalîst de bûye xwedî nasname. Di ti demeke dîrokê de mirov nebûye şahid ku bi qasî serdema modernîteya kapîtalîst qirkirina fizîkî û çandî hatiye pêkanîn. Kara herî zêde, endustriyalîzm û dewletparêziya neteweyî bi awayê hegomonîk di sazîkirina qirkirina çandî de derbas dibe. Modernîteya kapîtalîst, tenê li ser esasên perçiqandina binyatgerî û watedariya gelan xwe dike hêza dinyayê. Ji bo vê jî, li her deverê dinyayê bi hemû hêza xwe destekirina desthilatdariyên sîxûr û hevkar ên girêdayî xwe, sazî û xebatan datîne pêşiya xwe. Di vê mijarê de, di nav hegemonyaya xwe de rê nade valahiyeke herî biçûk jî. Yên ku weke valahiyên sîstemê tên zenkirin jî, yê xwe dispêre sîstema xerakirin û çêkirinê, di bin venêrîna nihêrtina ji jor ve, derfet dayîna helandin û dan helandinê ye. Dîsa bi heman rengî, di nav hêzên li ber xwe didin de jî her cure xebat û fînansmanên xwe birêxistinkirinê jî dabîn dike. Çanda emperyal, li ser çandên civakî yên ku xweserî û cudahiyên gelan temsîl dikin, bi rê û rêbazên herî zirav, di serî de jî di qada wêje, huner û çapemeniyê de hewl dide ku serwer bike. Hemû ecibandin, pêşbirk û festîval, xelat, piştgirî û referansên navneteweyî girtine bin yekdestdariya xwe. Di vî warî de yekdestdariyeke erjeng û tirsnak hatiye sazkirin.
Di hemû qadên jiyanê de, di qada civakî, siyasî, aborî, dîplomatîk û çandî de bi yekdestdariyeke di asta gerdûnî de, gel ji bo bêçare bimînin, bibin pêvek û dûvika sîstemê, entegre bibin, xerîb bibin tên teşwîqkirin. Di vî warî de sîstem, bi vegotineke demagojîk û bi têkoşîneke psîkolojîk ji bo bibe navnîşana rêya hemû ecibandin, bêrîkirin (hesret), hêvî, xeyal û halên mirovî hewl dide.
Hêzên hegemonîk, li ser meylên azadiyê yên gelan di asta gerdûnî de bi qedexekirinên hiqûqî, bi piştgiriya teknolojiyên bilind û xurt ên leşkerî terorîzmê pêk tînin. Di vê dinyayê de yên ku ji bo hegemonyaya gerdûnî terorîzma gerdûnî pêk tînin, tenê hêzên modernîteya kapîtalîst in. Tê zanîn ku ev hêz, di warê çandî de dipelixin û derbas dibin, hemû çavkaniyên ku her cure dînamîkên çandî yên aydî gel ji hundir ve bi rizandinê tine bikin, dixin dewreyê. Rizandin, yek ji rêbazên bêrehmane ya modernîteya kapîtalîst e. Bêrehm e, ji ber ku hêrsa kara zêde di nav xwe de meylên faşîst dihewîne. Li hemberî têkoşînên jiyana azad a gelan çawa ku serê mirovekî bi birekê birîn, kujerî û canîtî be, bi çekên giran ên teknolojîk tinekirina mirovan, wisa pêwîst dike ku sîstem di rewşeke dîn û har, aqilavêtî de be. Rewşa dînîtiyê, aqilavêtinê, halê serkeftinê na, çi bike jî bi ser neketinê, şemitîna axa di bin pêyên wan de û li ber xwe nedana xwe bi xwe xwarina wan e. Hemû nexweşî, xerabûnên psîko-sosyal û çandî ku di serdema modernîteya kapîtalîst de derdikevin, belavbûna tiştê ku di sîstemê bixwe de tê jiyankirin e. Sehneyên dînbûn, aqilavêtinê yên di sînemayên dinyayê de, yek ji xuyangên, rengvedana neçar mayînên dinyaya senarîstan e. Em dikarin fîlmên polîsiye jî di vê çarçoveyê de bigirin dest. Her tiştên aydî sîstemê, yê herî rexnegir jî tê de, çarenûsparêzî, qederparêziya ‘di encamê de rewş û halê dinyayê ev e’ dide hînkirin. Vaye aliyê herî xeternak ê qirkirina çandî; di sazîbûnên di vê qadê de sîstem xwe destê yekem ê zana, yê herî baş dizane, yê herî rast û pîvan datîne dibîne û ev ji aliyê mirovan ve tê qebûlkirin. Halê bi zîhnî ji xwebûnê qutbûn, windabûn ev e. Ev, halê herî xetere û bi êş e. Tişta ku sîstem şaş dibîne, şaş e. Yê ku sîstem paşmayî û hov dibîne jî wisa ye. Hemû qada hunerê û nivîsê ya edebiyatê di nav vê gerînekê de diperpite û pê êş didin kişandin. Amadekirina tezekî şoreşger; tê maneya rû bi rû mayîna daxuyaniyên fermî yên bi sedan mirovên bi navê zanyar, ên di kirasê hunermend û nivîskaran de. Ji ber ku fermiyeta dewletparêz, meqama erêkirin û diyarkirina heqîqetê ne. Rewabûna yên ji bilî wî tine ye. Modernîteya kapîtalîst êdî tenê sîxûrên îstîxbarî xwedî nake. Di warê civakî, siyasî, çandî, aborî, hunerî, zanistî û hwd. de di her qadê de sîxûrên xwe amade dike. Jixwe beşek jê jî pêwîstî bi mehane, destheq girtinê jî namîne, bi zîhnî, belavkirin û parastina modernîteya kapîtalîst dikin ku ev, rastiyeke din e. Di vê mijarê de portreyên herî reben û belengaz, kesayetên di bin banê gelên bindest de ne û hêza wan a berxwedanê nemaye ku tişta ew dikin tenê xwe xweşkirin, xweşekî kirin e. Di dinyaya modernîteya kapîtalîst de tu çiqas bixwazî tu dikarî muxalefetê bikî. Lê tenê bi şertekî; di nav jiyana şaş de bimînî û rastiyan rexne bikî… Ji ber ku tu, ji bo sîstemê endamekî/e thînk-thankê yî. Hem jî bê destheq. Vaye paşxaneya tişta ku modernîteya kapîtalîst jê re dibêje lîberalîzm û weke azadî lanse dike, derdixe navê ev e. Bi mînakdayîna ji van tîpan sîstem propagandaya azadîxwazî û demokratiya xwe nake, viya bi beleşî bi wan dide kirin. Vaye xefik û dafika li hemberî berxwedanê ya fêl û fena lîberalîzmê…