Ziman Nasnameya Civakê ye

Çand pêkhateya mirovahiyê giştîne. Qederê pêkhateyên çêkerî, pêkhateyên wateyî giştî bi hev...

 

Delîl DİLPÊT

Dema mirovahî di tekamûlê de wekî nifşekî cûda bû, taybetmendiyên xwe yên cûda jî pêşxistin. Taybetmendiyê esasî yên ku mirov li zindiyê din cûda kirî, civakbûyîn bû. Danûstandin, li hev û din xwadî derketin, parastina xwe bi hev re kirin û hwd. hişt ku têkîliya di navber însanan de cûdabûyîn û civakbûyîn pêşbikeve. Ji bo ku tekîliyê civakbûyinê karibe bên meşandin jî, hevce bi amurekî din hebû. Ew amur jî ziman bû.

Peşketina hemû pêkhateya civakê bi pêşketina zimanê dawerî (sîmgesel) ve girêdayî ye. Eger ku pêşketina zimanê dawerî nebûya, ne wekî civak em û ne jî pêkhateya dîrokî û şariştanî wê bibûna. Lewra dema ku mirov ziman digre dest, di mirovbûyînê de wekî gavê herî girîng binirxîne vê rast be û di cih de be. Rêberê gelê Kurd, şoreşa zimên wekî “Şoreşa herî mezin a ku hîna nehatiye kişifkirin û bi nav kirin” dinirxîne. Sedema wê, bi avakirina civakê ve girêdayî ye. Yanê ziman û fikirandin bi hev re girêdayîne, heman demê de pêşketina civakê jî bi vê ve girêdayî ye. Yê ku nasnameya civakê avadike,taybetmendiyê civakan li hev û dû cûda dike, her civakê bi qerekterekê avadike an go qerekter dide civakê ziman e. Lewra ewqas girîng e. Em dikarin bêjin ku, qederê şoreşa zimên tû şoreşê din li ser xaka ku em dijîn ji civakbûyînê re xizmed nekiriye.

               Hemû dîroknas xaka ku em li ser dijîn, xaka Mezopotamyayê wekî dergûşa mirovahiyê bi nav dikin. Tê gotin ku zimanê dawerî-sîmgesel cara yekê li vê derê pêşketiye û li zimanê Hînd-Ewropa re bîye kuk. Ne tenê ziman, civakbûyîn, hema bêje ji bo şariştaniyê hevce bi çi pêkhateyê hebin, ewana giştî li vê derê, li ser vê axa ku em dijîn, bi destê dê û bavê me, kal û pîrê me  hatine avakirin, hatine afirandin. Ew nirxandina rast e û di cih de ye. Her çiqas arkeologê bi navê S. N. Kramer dîrokê bi Sûmeran dide destpikirin jî, a rast ew e ku, civaka Sûmeran jî, ji neolîtîka Mezopotamya yê jorîn bandor bûye. Eger ku neolîtîka Mezopotamyayê jorîn nebûya, ne civakê Sûmeran, ne zîgurat û rahîbê wan, ne bajarê wan û ne jî şariştaniya navendî û hwd. wê nebûyana. Di erd kolana arkeolojîk de xirabeyên ku derketî ser rûyê axê yê wekî Xirabeyê Nevala Çorî, Xirabeyê Çemê Xalan û herî dawî jî Xirabeyê Xirabreşkê û hwd. vê rastiyê nîşanî me dikin. Li gor asar û belgeyên ku li Xirabeyê Xirabreşkê hatî dîtin, civaka Sûmeran li gel vê civakê, gotin di cih de be, zarokê duh e.

Dîroknas û arkeologê bi navê Gordon Child jî vê yekê sererast dike. Heta di wê astê de ku, li gor nirxandina Gordon Child pêkhate û îcadên ku di dema neolîtîkê de pêk hatî, heya sedsala 16., yanî heyanî şoresa pişesaziyê yê Ewropayê jî nehatine derbaskirin. Wan pêkhateyana giştan çandek avakirine û ew jî bi riyê zimên komî ser hev bûne, bîne hafizeyê mirovahiyê û heya roja îro jî hatin e. Mirov dikare bêje ku, bi şoreşa zimên, “Hîmê hafizayê civakê, yê ku winda nebe hatiye avitin”.

Çand pêkhateya mirovahiyê giştîne. Qederê pêkhateyên çêkerî, pêkhateyên wateyî giştî bi hev re çandê avadikin. Lê belê çand dema di asta teng de tê destgirtin, bi zimên ve dibe yek. Lewra mirov dikare bêje, ziman bi serê xwe dikare wekî çand bê nirxandin an go amorê çandê yê herî sereke ziman e. Di jiyana civakan de hebûn an go nebûna zimên ne mijara niqaşê ye. Ji bo ku yê civakê ava dike, heyî dike ziman e, lewra nabe mijara niqaşê. Amorê çandê ya esasî jî dîsa ziman e. Lewra heyîna zimên, heyîna çandê û civakê ye; tûnebûyîna zimên jî, tûnebûyîna çandê û civakê ye. Ew yek ewqas vekirî û zelal e.

Peyva zimên peyvêkî ku bi çandê ve girêdayî ye. Ziman bi xwe destkeftiyê civakê yê fikarî û ehlaqî ye, derketina holê yê zîhnî, hestî û pêkhateyî ye. Lewra dewlemendiya zimên, heman demê de tê maneya dewlemendiya jiyan û civakê bi xwe. Rêberê gelê Kurd di parasnameya xwe de li ser vê mijarê pir bi kûrahî û berfirehî disekine û dibêje; “Civakekê ku zimanê dayîkê çiqas pêşxistibe, nexwe asta jiyanê jî ewqas pêşdixiye. Dîsa zimanê xwe çiqas vinda kiriye û çiqas rû bi rû serweriya zimanê dagirkeriyê de mabe, ewqas jî hatiye dagirkirin, pişaftin û qirkirin. Civaka ku vê rastiyê bijîn wê di milî zîhniyet, ehlaq û xwaşikbûyînê de nebin xwadî jiyane kî bi wate; wê wekî civakekî nexweş heya tefiyane bijîn û wê bibin mehkûmî jiyanekî trajîk.”

Divê li zimanê dayîkê xwadî derketin karekî hêsan û di rêzê de neyê destgirtin. Ew nirxandinê Rêberê gelê Kurd a ku me li jo rê dabû diyarkirin vê yekê pir bi şeklekî vekirî nîşanî me dide. Ew nirxandina him rewşa ziman û gelê Kurd û him jî helwesta dewleta Tirk a li dijî zimanê Kurdî raberî me dike. Dewleta Tirk ji bo ku gelê Kurd yek peyva Kurdî bi kar nîne, nenivîse û neaxive çi ji dest hat ew kir û dike. Tenê li hember karanîna zimanê Kurdî helwest nîşan neda, heman demê de li hember karanîna tîpên ku di nivîse zimanê Kurdî de tên karanîn jî helwest nîşan de. Di dîroka mirovahiyê de mînakekî din yê wekî vê helwesta dewleta Tirk nîn e û nabe jî.

Dive gelê Kurd zanibe, yên ku axaftin, nivîsandin, ferbûn, perwerdeya bi zimanê dayîn bi çûk û hêsan dibînin, dixwazin bira dewletbin, dixwaze bira sazî, dezgeh û rêxistinbin, dixwaze bira kesbin, ewna li dijî heyîna gelê Kurd in. Ewna naxwazin ku gelê Kurd jî wekî her gelî bi nasnameyê xwe, bi taybetmendiyê xwe bijî. Ewna dixwazin ku gelê Kurd wekî madeyê di dest dagirkeriyê de her bimîne, her bê karanîn û wekî nirxandinê Rêberê gelê Kurd a ku me li jorê dabû diyarkirin, dixwazin ku gelê Kurd bibe xwadiyê jiyanekî tirajîk. Ew yek ewqas vekiriye ku, ji şîroveyê re hevce bile nîn e.

Gelê Kurd bi zimanê xwe qerekter û nasnameya xwe qezenc kiriye. Tevî hemû qedexe û êrişên tûnekirinê jî, gelê Kurd li ziman û nasnameya xwe xwadî derket û heya roja îro jî anî û gilêzê devê wan di devê wan de ma. Lewra dive kes li benda helandina gelê Kurd nemîne; gelê Kurd wê bi ziman û nasnameya xwe her bijî.