Li her gundekê, li her tax û kolanekê avakirina komûnan, li her navçe...
Egîd NÛMAN
Ev nêzîkî sîh-çil sal in ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li Ewrûpa’ê têkoşîna azadiyê tê meşandin. Ji gelek aliyan ve her çend hê jî hinek astengî hebin jî, têkoşîna azadiyê gihîştiye astekî bilind û ji bo azadî û serfiraziya gelê Kurd û gelên herêmê derfet û mecal ji her demekê zêdetir in. Di vê çarçoveyê de dema ku mirov li pêşketinên heyî û destkeftên gelê Kurd ên heyî dinêre, mirov dibîne, ji bo ku Netewa Demokratîk bi hemû ling û şaxên wê ve bê avakirin, derfet hene.
Weke ku tê zanîn, gelê Kurd bi salên dûr û dirêj e ku rastî tinekirin, talan, qirkirin û tevkujiyan tê. Her wiha li hemberî van hemû pêkanînan jî her tim ala berxwedan û azadiyê jî bilind kiriye. Li hemberî zordariyê gelek caran serê xwe hildane û têkoşiya ne. Ji ber gelê Kurd weke pêşengê pêkanîna demokrasî û azadiya herêmê ye, bi avakirina Netewa Demokratîk re jî dikare careke din bi vê rola xwe ya dîrokî rabe û wê rola xwe ya dergûşbûna ji mirovahiyê re dîsa bidomîne.
Netewa Demokratîk, ne tenê peyvek an jî şêwazekî ji rêzê ye. Dema ku mirov li rîşeyên wê dinêre, dibîne ku Netewa Demokratîk forma herî baş, guncav û bikêr hatî ye ku di serî de civaka Kurd, hemû civakên herêmê di jiyana xwe de pêkbînin. Dîsa di vê mijarê de xalên herî sereke yên ku derdikevin pêşberî me, xalên weke komûn, koperatîf û meclis in ku di avabûna Netewa Demokratîk de hêmanên sereke ne. Niha li Kurdistanê pirsgirêkên weke aborî, çandî, jiyanî, hunerî, demokrasî û azadiyê têne jiyankirin. Bi rastî jî kîjan şêwe û teşe dikare van pirsgirêkan çareser bike û bike ku civak serfiraz bijî. Di vir de jî rola pêkanîn û damezrandina van hêmanan heye. Ji bo ku civakekî demokratîk bê avakirin, ew koletiya ku hatî sepandin ji holê bê rakirin û civakekî pêşketî û li gorî rola wê ya dîrokî bê sazkirin, ev hêmanên ku em behsa wan dikin divê bi awayekî rêkûpêk bêne bikaranîn û xebitandin.
Li her gundekê, li her tax û kolanekê avakirina komûnan, li her navçe û bajarekê avakirina meclis û koperatîfan, bingehê netewbûna demokratîk in ku dikarin di çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê de bi rola sereke rabin. Dibe ku me li jor tenê behsa çend pirsgirêkan kiribe, lê belê ew qas pirsgirêkên civakî hene ku heya mirov bi awayekî xurt û têrker li hemberî wan pirsgirêkan tênekoşe, ne gengaz e ku wer bi hêsanî bêne çareserkirin. Weke mînak û pirsgirêka herî girîng pirsgirêka azadiya jinê ye. Bi rastî jî her kesek (ango her zilamek, xortek) di vê mijarê de çi qas lê hûrdibe û xwe di ber vê pirsgirêkê de berpirsyar dibîne. Yek ji şertên sereke yên Netewa Demokratîk ev e. Her wiha di mijare hevbeş û dabeşkirina aboriya komûnal û demokratîk de em çi qas hewldidin û xwe di ber de berpirsyar dibînin? An jî ka me çi qas Komûn, Meclis, Koperatîf û Komelên din famkirî ne? Li ser bingehê rastiya ku bê komûn, meclis û koperatîf civaka Kurd wê nekaribe demokratîk bibe û bi rola xwe ya dîrokî rabe, divê em xwe di ber pêkanîna van hêmanan de berpirsyar bibînin û ti caran ji vê erka xwe venegerin.
Di mijara meclisan de jî, di mijara komûn û koperatîfan de jî her tişt ji dewletê tê hêvîkirin. Her weke ku her tişt ji dewletê hatiye hêvîkirin û dewlet dikare ji me re her tiştî bîne, tevdigerin û wer dihizirin ku wê ev pirsgirêk bi vî awayî çareser bibin. Ji ber wê ye ku di mijara axaftin û perwerdehiya zimanê dayîkê de jî daxwaz ji dewletê têne kirin. Her wiha di mijara aboriyê de jî li benda dewletê dimînin ku dewlet bê hinek gavan bavêje. Niha di vir de nakokiyekî bingehîn derdikeve holê ku tê gotin dewlet dijî azadî, demokrasî û serfiraziyê ye. Lê belê di van mijaran de weke dewlet dikare bibe alîkar an jî dikare ava bike difikirin û li benda vê yekê dimînin. Jixwe dewlet naxwaze civakek bi vîna xwe bijî û sîstema xwe ya Konfederal ve sîstema dewletê ya mêtinger û zordar ji holê rabike. Jixwe yê ku ev sîstem li ser civakan sepandiye dewlet bixwe ye û wê ti caran jî bi rizaya dilê xwe vê yekê nepejirîne.
Weke mînakekî din, pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê dayîkê heye û ev demeke dirêj e ku li ser vê mijarê guftugoyên berfireh têne meşandin. Lê dîsa di vê mijarê de jî ji dewletê bendewariyek heye. Niha li vir pirsgirêk tenê pirsgirêka zagonî nîn e. Weke ferd û civak ka ez bixwe vê yekê pêktînim an na, mijara nîqaşan e. Weke ku Rêber APO got, “hûn dikarin destpêkê dibistanên bi zimanê dayîkê bixwe vebikin”, divê ne tenê di mijara ziman de di gelek mijarên din de em bixwe avabikin û bimeşînin. Destpêkê ez ê bixwe bi zimanê baxivim, li derdora xwe belav bikim, bi sazî bikim, rêbixim û bimeşînim… Destpêkê ez ê hewlbidim aboriya xwe komûnal bikim, li derdora xwe belav bikim, bi sazî bikim, rêbixim û bimeşînim… Destpêkê ez ê ji bo koperatîfan bixebitim, li her deverê belav bikim, bi sazî bikim, rêbixim û bimeşînim…
Ev sîstem sîstema civakê bixwe ye ku civak vê sîstemê dimeşîne, xwedî lê derdikeve, rêdixe, diparêze, pêşdixe û birêve dibe. Ev hêmanên ku em behsa wan dikin, naşibin saziyên dewletî û weke wan jî naxebitin. Bi temamî di çarçoveya demokrasî û vîna gel de dimeşin û bi serkirdehiya civakê bixwe ve têne birêvebirin. Heya ku destpêkê ev hêman bi awayekî rêkûpêk neyên pêkanîn, ne em dikarin behsa demokratîkbûnê bikin û ne jî em dikarin sîstema Konfederalîzma Demokratîk bi awayekî baş damezrînin. Dema ku behsa netewa demokratîk tê kirin, di serî de li van hêmanên wê tê temaşekirin û li gorî xebitîn û meşandina van hêmanan asta demokratîkbûnê tê diyarkirin. Her weke ku di cewherê gerdûn û xwezayê de heye, her civak, her civat, her ferd û baweriyek jî dikare di çarçoveya netewa demokratîk de bijî û xwe îfade bike. Niha ji bo ku em xwe bigihînin wê asta ku tê xwestin, divê her kesek ji aliyê xwe ve têbikoşe û sazî û dezgehên vê yekê bi awayekî rêkûpêk ava bike