Em dibînin ku Rêberê konfederalîzma demokratîk hîn di zarokatiya xwe de di nava civak...
Mizgîn EGÎT
Tevahî bûyer, kirin û tiştên ku di roja me ya îro de têne jiyankirin û têne kirin, rehê xwe dirêjî dîrokê dibin û çavkaniya van tiştan dîroka kevin bixwe ye.
Di civaka xwezayî de tevahî mirov bi hevre di nava wekheviyê, aramiyê û ahengê de dijîn. Bi awayeke dilpak ji xwezayê sûdwerdigirin û xwe jî beşeke ji xwezayê dibînin. Bi kurtasî, jiyaneke ji berjewendî û desthilatiyê dûr e. Lê em demê fîlma dîrokê temaşe dikin û guhdarî dengê dîrokê dikin, em dibînin ku mîna çemeke avê herikiye û gihaye roja me ya îro. Di nava vê herikîna dîrokê de gelek tiştên baş û nebaş jî hene. Taybet bi demê re pêşketina nebaşiyan, (serdestî û bindestî, li gorî berjewendiyên xwe nêzîkbûn hwd.) ev bûye sedem ku di hizir û xeyalên mirovan de ew jiyana wan a ku di nava ahengekê de di her demê resentiya xwe biparêze û xwe zindî bigre. Heta ji bo xwe gihandina wê jiyana aram çi pêwîst be, heta bedana xwe ya heyî jî bîr û bawerîyek pir mezin û bihêz amade ne ku gorî (fedayî qurban) bikin. Gelek cûre û têşeyê fedayîbûnê hene. Em dibînin ku di dîrokê de jî tê behskirin, ku fedayê filankes ango bêvankes. Bêguman her fedayîbûn jî têgihînekî pêşdikeve û xwe dispêre felsefe û bîrdoziyekê. Lê fedayî û giyana fedayîbûnê ya ku bala me dikişîne û me eleqedar dike, fedayî û giyana fedayîbûna dixwaze civakek wekhev û rastiya mirovahiyê ya ku hatî veşartin, ji nû ve biafrîne.
Em demê dîroka xwe ya nêz temaşe dikin, em dibînin ku bi awayekî eşkere û ber bi çav, Rêber APO ji bo mirovahiyê, gelê Kurd û taybet jî ji bo jin, civakek mîna civaka xwezayî, lê hemdem biafrine û rastiyan bixe stûna civakê, bûye fedayek bê emsal. Ji ber ku Rêber APO hîn di temenê xwe yê biçûk de nakokiya newekheviyê dibîne, hîn di temenê xwe yê zarok de bi bîr û baweriyeke mezin li beramberî kevneşopiya civakê, bi giyanek fedayî derdikeve û nerazibûnên xwe diyar dike. Bi giyanek bê berjewendiyên takekesî, ji bo lêgera rastiyê dikeve nava lêger û têkoşînek bê hempa.
Em dibînin ku Rêberê konfederalîzma demokratîk hîn di zarokatiya xwe de di nava civak û pergalê de bi giyanek pak û dîtinek zelal, gelek nakokiyan dibîne û dijî. Taybet nakokiya newekheviyê, ferq û cûdahiya di navbera zarokên keç û kur de, dîsa nakokiya cudahiya gelan dijî û beramberê van tevan dibe xwedî helwest. Lê em bi awayeke eşkere û zelal dibînin ku, bi demê re ev helwest û nakokî gav bi gav xwe mezin û tevger dikin. Encamên vê tevgerkirinê pênaseya xwe di tevgera azadiyê de ya ku ew jiyan û civaka di hizir û xeyalê mirovan de mayî, bi awayekî hemdem pêkbîne û ji nû ve biafrîne.
Tevgera PKK’ê di pêşengiya Rêber APO de nava pergaleke desthilat û hovane de ya ku tevahî nirxê mirovahiyê û hebûna netewa Kurd rêk dixe û napejirîne de derketiye holê. Ev derketin û gav, gaveke fedayî û giyana fedayîbûnê ye. Ji nakokiya hizir pêşdikeve û digihije û dibe helwest. Ev gihiştin bi demê re dibe bîrdozî û felsefe. Ev felsefe mîna guloka berfê ya ku di destpêkê de di dest de tê çêkirin û demê tê gindirkirin, hingî diçê mezin dibe, ev giyana fedayîbûnê jî bi vî awayî mezin dibe û xwe digihine gel û civakan.
Bêguman her kes, tevger nabin fedayî. Ji ber ku fedayîbûn û rihê fedayîbûnê têgîna herî li jor a ku xwe tahir kiriye. Kesayetê fedayî ya ku rihê fedayîbûnê bi wan re, kesayetên ku xwe derbaskiri ne. Ev kesayetê bi vî awayî, yên fedayî xwe ji berjewendiyên takekesî rizgarkirî ne. Kesayetên fedayî, tevahî hêz, hizir û hestê xwe di bin berjewendiyên aramancê xwe de bi kar tînin. Di her dem û waxtê de li ser aramnca xwe dihizirin û ji bo xwe gihandina aramancên xwe çi pêwîst be, dikin.
Di asta herî bilind de bi bîr û baweriyeke herî mezin canê xwe jî bêyî ku didiliyê bijîn, didin û feda dikin. Mirovê fedayî û giyana fedayî dijîn, pêvajo bi her awayî dişopînin û dijîn. Ji ber ku pêvajo ji bo kesên fedayî pir girîng e. Ji ber ku ew giyana fedayîbûnê ya ku tê jiyankirin, bi pêvajoyêre dibe yek û guhartineke mezin di pêvajo û dîrokê de dide çêkirin û nûbûnê diafrîne.
Di nava herikîna dîroka PKK’ê de, em dibînin ku di dem û pêvajoyên awarte de bi pêşengiya mirovê awarte û yên fedayî berê çemê dîrokê hatiye guhartin û rûpelek nû hatiye qulibandin. Di tevahî qadên jiyanê de û gelek şêwazê fedayî û giyana fedayîbûnê, çalakî û helwest pêşketi ne. Ev çalakiyên gelan û taybet gelê Kurd di warê erênî de diyarkirine. Ji bo afirandina civakekî nû ya xwezayî, bi giyanek fedayîbûnê cihê ku pêwîst be, agir li bedena xwe xistin e. Dîsa cihê pêwîst hatibe dîtin, bi roj û mehan ketina rojiya mirinê çêbûye. Ji bo guhartina pêvajoyên awarte, xwe ji kendavan avêtine. Dîsa xwe kirine bombe û di dilê neyaran de hêrs û kîna hezar salan teqandî ne. Bi gotin û behskirinê ve xilas nabe. Lê ev mirovên awarte bê pênase yên fedayî, bi bîrdozî û felsefa Rêber APO ya ku nirxên mirovahiyê diparêze û dixwaze ji nû ve zindî bike, bawer kirine û ji bo vê xwe feda kirin e. Em dibînin ku ev rihê fedayîbûnê di hin deman de gihaye lotkeyê. Taybet bîr û baweriya li beramberê felsefe û bîrdoziya roja me ya pîroz, dibe sedem ku ev rih di asta herî jor de bê jiyankirin. Bi awayekî hovane di demê pêkhatina plangeriya (komploya) navnetewî de, ji keça yazde salî an jî duwazde salî heta pîr û kalan bi riheke fedayî û fedayîbûnê, li dora rojê xelekek ji agirê Kawayê Hemdem dorpêç kirin e.
Ev xeleka agir tariya li ser rojê belav kiriye û tarî veguhestiye roniyê. Wekî tê zanîn, em jî di nava pêvajoyek awarte de derbas dibin. Her pêvajoyek xwediyê taybetmedî û erkek cuda ye. Li gorî vê pêvajo şopandin, pêwîstiyê wê zanîn û li gorî bûyîna bersiv pir girîng e.
Bêguman çareserî ji xwe ve pêş nakeve. Taybet afrînerê rastî û azadiyê, bi salan e di girtîgehî de ye. Ev ji bo mirovahiyê û gelê Kurd, pirsgirêkekî sereke ye. Lê dive bê çareserkirin; ev çareserî jî tenê bi rihek fedayî li xwedîderketina afrînerê azadiyê ve gengaz e. Ji ber ku em dibêjin, ew ne kes e, civak e. Ew ne mirovekî tenê ye, kombûna nirxê mirovahiyê û paşeroj, pêşeroja mirovahiyê û gelê Kurd e. Ew felsefe, bîrdozî, jiyana xwezayî û azad e. Li gorî van rastiyan bi riheke fedayî pêvajo şopandin û erkên xwe pêk anîn, ji dest nayê berdan. Gotinek ya pêşiyan heye ku dibêjin “te girt bernede; te berda jî li pey neke ve” ji bo vê bi her awayî pêvajo şopandin û li gorî vê bûyîna xwedî helwestek fedayî erkekî mirovbûnê ye. Mirovbûn jî xwedî derketina li Rêber APO re derbas dibe û bi vê ve gengaz e.
Eger mirov xwe mirov dibîne, dixwaze di warê wijdan û derûnî de rihet be, pêwîst be bêyî ku berjewendiyên takekesî û didiliyê bijî, bi riheke fedayî beşdarî pêvejoyê bibe. Me weke mirov dereng jî hiştiye û pêwîst e em vê derengmayînê zû derbas bikin. Tevahî kirin, hizir û helwestên me ji bo rizgarkirina afrînerî azadî û wekheviyê be. Ji ber ku ew sedama hebûn û jiyana me, weke ya civak, gel û tevger e. Ji bo vê tê xwestin em jî bê navber ji bo rizgariya wî têbikoşin. Heta ku em encam bigrin em jê venegerin. Encam girtin jî bi fedayî û rihê fedayîbûnê re gengaz e. Tu tişt nikare xwe li ber hêza hizir, mêjî û hestên mirovan bigire. Ev kombûna tevahî hêza ne ango bîr û baweriyê ye. Mîna ku Rêberê rastiyê jî dibêje “hêvî ji serkeftinê bi rûmetir e”. Ew hêvî û baweriya me jî heye ku wê hêza gel û tevgara me ya dil mêjî bibe yek. Ev yêkbûn wê kelha desthilatan ji binî ve hilweşîne.