Di serî de AKP û cemaat, gelek derûdor(di nav van de kesên ku ji xwe re dibêjin Kurd û li ser navê Kurdê...

Zerdeşt TOLHILDAN

Nakokî li ser kîjan bingehan derdikevin? Di kîjan astê de têkiliyê heyî weke nakokî xwe didin der? Dibe ku nakokî ji nişka ve derkevin? Nakokiyên derdikevin di nav civakan de hişmendiyek çawa ava dike? Di siyasetekê de derketina nakokiyan rê li ber encamên çawa vedike?

Di vê pêvajoya germ ku piştî hilbijartina her yek tevger sekna xwe lêpirsîn dike, ji bo kurt û kêmasiyên ketinê fêhm bikin û derbas bikin di nav hewildanê de ne. Ev rastî herî zêde ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd û çepgir, demokrat, sosyalîst û azadîxwazên Tirk derbasdar e.

Di kesayetê BDP’ê de gelê Kurd li Kurdistanê bersivek da hemû hêzên ku li ser gelê Kurd qirkirinan didin meşandin. Her çiqas bi dek û dolaban hin cih ji destê BDP hatibin girtin jî, gelê Kurd serkeftina xwe diyar kir. Niha gelek derûdor ji bo vê serkeftinê berovajî bikin nîqaşên gelek çewt û ne di cih de dixin rojevê. Bi taybet yek ji xala ku gelê Kurd tê de xwe zelal kiriye her kêlî dixwazin bê wate bikin. “Xweseriya Demokratîk.”

Di serî de AKP û cemaat, gelek derûdor(di nav van de kesên ku ji xwe re dibêjin Kurd û li ser navê Kurdê azad siyaset dikin jî hene) nîqaşa ‘BDP-Kurd bi van reyan ne xweserî, nikare Kurdên heyî jî di destê xwe de bigre’ pêş dixin. Bêguman ev siyaseta qirêj ji navendekê de tê pêşxistin. Ji aliyê serdestan de ev kirin heya astekê tê fêhm kirin. Ji ber ku di Kurdistanê de ava bûna xweseriya demokratîk ne li gor berjewendiyên hêzên metînger e. Heya ku dikarin dixwazin hêza heremê(him di milê maddî him ji di milê manewî de) bimijin.

Di konjoktura heyî de BDP jî dizane ku pêwîste di gelek milan de xwe biguherîne. Bi halê heyî her di astekê de dimîne. Ji bo wê jî lêgerîn pêş dikevin. Hin îtîfaq çêdibin. Hê baştir wê çawa siyasa demokratîk bê pêşxistin û di nav civakê de çareseriyên mayînde bên ava kirin? Di vê derbarê de lêgerînên pêş dikevin bi hin pêkanîna encam dibe. Weke herî dawî ku bi HDP’ê re îtîfaq ava kirin.

Îtîfaqa ku di hilbijartina de hatibû pêş xistin heya astekê encam girt. Ya rast di encamê têkoşînek dem dirêj de têkoşîna azadiya gelan di vê astê de mayîn lewazî ye. Lê dema em lîstok û hewldanên mêtîngeran didin ber çavan, rixmê her cûre tepisandin, êrîş, kuştin, îşkence, zîndan, qirkirin û hwd. di têkoşîna gelan îro di nav meşek bi rûmet de ye. Her çiqas li gor hin derûdoran HDP di hilbijartina de ‘serkeftin’ bi dest nexistibe jî, di çavê gelên bindest û tevgerên demokrat û azadîxwaz de serkeftinek pir mezin jiyan kir. Kurt û kêmasî hene. Ev jî di demê pêş de bi gel re, hê zêdetir her herem yek bi yek naskirinê, pirsgirêkên civakê hê baştir tehlîl kirin û li ser sekinandinê dixwaze. Plan û projeyên ku HDP dane pêşiya xwe ger bigihîne civakê, gund gund, mal bi mal, kolan kolan di nav civakê de tevbigere wê encam bigre. Wek me got HDP jî di ferqê vê de ye.

Lê ew derûdorên xêr nexwaz ji bo nakokiya di navbera BDP û HDP’ê de derxin her tiştî dikin. Weke ku îtîfaqa HDP û BDP’ê bêyî gel, ji aliyê hin deran de hatiye pêşxistin didin nîşandan. Weke ku gel û BDP wek hev nafikire, ji bo wê jî wê di demek kurt de ev nakokî hê mezintir bibe. Weke ku di nava BDP’ê de hev ne fêhm kirin heye, hevûdu neqebûlkirin heye û hwd.

Bêguman serwerî ji bo hişmendiya xwe di nav civaka de bide rûniştandin gelek tiştên ne li rê, derew, qirêj, derveyî mirovahiyê, bi polîtîqayên herî qirêj dixe meriyetê. Ev di dîroka pergala dewletger de wek kevneşopiyek hatiye heya roja me ya îro. Di her serdema desthilatdariyê de her çiqas amûr hatibin guhertin jî feraset her yek maye. Îro, di serdema kapîtalîzmê de, li Rojhilata Navîn de ku têkoşînek di navbera hêzên pergala hîyerarşîk-dewletparêz û hêzên modernîteya demokratîk de tê jiyan kirin. Ev têkoşîn dijwar e. Di vê têkoşînê de tişta serkeftin an binkeftinê diyar bike hêza civakê ya exlaqî û polîtîk e.

Niha di Tirkiye ya ku temsîla Modernîte ya kapîtalîst li Rojhilata Navîn de dike ev têkoşîn bi şêwazek kûr tê meşandin. Di serî de Kurdê azad, hemû beşên civakê yên demokrat, azadîxwaz, sosyalîst û dij pergala kapîtalîst di nava hewildana têkoşînek hevpar dana meşandin de ne. Di vê çerçovê de Rêber APO hê ji destpêka derketina tevgera azadiyê û vir ve di nav hewildana yekîtî ava kirinê de ye. Di encam de wek projeya gelan îro HDP li ser dikê têkoşîn dide meşandin. Lê li hember vê hêzên mêtînger û desthilatdar ji bo vê hewildanê berovajî bikin û naveroka wê vala bikin di nav liv û tevgerekê de ne. Ji bo vê jî nakokiyan ava dikin û di nav civaka de belav dikin.

Hê ji destpêka ava kirina HDK’ê de nerazîbûnê hin kes û derûdoran çêdibûn. Îro dengê wan kes û derûdoran bilindtir dibe. Ev bi xwe jî dide diyar kirin ku HDP çiqas di rêkeke rast de ye. Ji ber vê jî derbasbûna BDP’ê ya nav HDP’ê li hesabê wan kes û derûdorên li dijî çareserî û aşîtiyê ne nayê. Berjewendiyê wan dixe tehlûke. Ew qet naxwazin ku tevgerînek hevpar di nav gelan de bê ava kirin.

Ji ber vê sedemê bêyî ku mirov guh bide van nakokiyên ne di cih de, pêwîste her kesê ku dixwaze di vê pêvajoya ‘rizgariya demokratîk avakirina jiyana azad’ de cih bigre bê xem xwe tevlî pêvajoyê bike. Li gor pêwîstiyan pêvajoyê rast fêhm bike û erkên demê bi lez û bez pêk bîne.

Rast fêhm kirina projeya HDP’ê fêhm kirina pêvajoyê ye. Rast nêzîkatî ji HDP’ê re nîşandan, wateya têkoşîna hevpar ya gelan fêhm kirin e. Ev jî wê were wateya ku desthilatdarî tengav bibe. Dema desthilatdar tengav bibin hingî wê têkoşîna gelan jî bi wate bibe. Encamên hê di cih de û serkeftî wê bi dest bikevin.

Di vê derbarê de pêwîste helwesta me zelal be. Weke civaka Kurd ku ev bi dehan sal e di nav têkoşîna azadiyê de ye û gelek berdêlên mezin dane; ew kes û derûdor baş fêhm kirin pêwîst e. Gelê Kurd yê li Bakûrê Kurdistanê ger bi gelên din yê Tirkiyê re bibe yek û têkoşînek hevpar ava bike wê bikaribe serkeftinek rast bi dest bixe. Ji ber pirsgirêka azadiyê; ya hemû gelên bindest e. Di vê wateyê de ji têkoşîna 40 salî ezmûn derxistin û li gor wan ezmûnên bi nirx ketina nav liv û tevgerê, bi xwe re gelên din jî herikandin wê rengê pêvajoyê biguherîne.

Nakokiyên niha nakokiyên ji aliyê desthilatdaran de tên pêşxistin in. Ev nakokî pêwîste yekbûn û hevpariya me hê xurtir bikê. Ew ên ku van nakokiyan derdixin dijminê gelan in. Ew kesên ku naxwazim yekîtî di nav gelan de pêş bikeve ne. Dîsa ew kes û derûdor naxwazim çareseriyek di derbarê pirsgirêkên heyî de pêşbikeve. Ji bo vê jî helwesta me wê diyarker be. Niha pêwîste ku weke gelê Kurd em li derûdora HDP’ê kom bibin. Ev êrîşên qirêj bi yekîtiyek xurt wê bên asteng kirin. Berovajî vê ew tiştê ku serdest dixwazin, wê pêş bikeve.

Li hember pergala heyî, di nav şert û zirûfên pergala kapîtalîst de têkoşîna azadiyê dayîna meşandin hêsan nîne. Lê serkeftinên herî bi rûmet jî di vir de derdikevin. Li gor wê pêwîste her yek ji me li gor berpirsyariyên ku dikevin ser milê me em xwe amade bikin û bikevin nava têkoşînê.