Dema ku em dibêjin rêbazên qirkirinê yên curbicur, em behsa ‘tinekirin, înkarkirin, bê îrade kirin, parçekirin,...
Egîd NÛMAN
Gelê Kurd di dîroka mirovahiyê de xwedî cih û şûnekî gelek girîng e. Yek ji gelên herî qedîm ê dinyayê ye. Weke Kurdistan, ango weke welatê Kurdan gelek caran rastî êrîş û pelemarên dijmin û dagirkeran hatiye û weke mêtingeh hatiye bikaranîn. Hema di van dused salên dawiyê de ev hemû êrîş û seferên ku li ser xaka Kurdistanê hatine lidarxistin, nîşanî me dide ka hêzên dagirker ên navnetewî çi qas li ser Kurdistanê hûrdibin û dixwazin jê sûd bigirin û xwîna gel bimijin. Di vê çarçoveyê de gelê Kurd jî ti caran bê helwest nemaye û her tim rêka têkoşîn û raperînan ji xwe re weke rêka serfirazî û xweşbextiyê hilbijartî ne. Li ti deverên dinyayê mînanek weke mînaka Kurdan û welatê Kurdan nayê dîtin. Dibe ku heman êrîş û pelemar bi ser gelên din de jî hatibin kirin û qirkirinên curbicur li ser wan jî hatibin pêkanîn. Lê belê gelê Kurd ne tenê ji aliyê fizîkî ve, di heman demê de ji aliyê çandî ve jî rastî qirkirin û tinekirinên bê rehmane hatiye. Li vir pirsgirêk ne tenê parçekirin an jî dabeşkirina axa Kurdan a di navbera hêzên dagirker û statûkoparêz de ye; weke xala herî sereke qirkirina çandî ye û herî zêde jî Kurd rastî vê qirkirinê hatine.
Dema ku em dibêjin rêbazên qirkirinê yên curbicur, em behsa ‘tinekirin, înkarkirin, bê îrade kirin, parçekirin, helandin, bê polîtîka hiştin, bê çand kirin û hwd. dikin. Dema ku em dibêjin gelê Kurd her tim xwedî helwest bûye û rêka raperîn û serhildanê ji xwe re kiriye armanc û weke rêka serfiraziyê dîtiye jî, em behsa şoreşên li Kurdistanê hilhatî ne, raperînên Babanzade, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Berzencî, Ûbeydûlah Nehrî, Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Şerefkendî û hwd. dikin. Ji aliyê hunerî û wêjeyî ve jî gelek kesayetên şoreşger ên weke Melayê Cizirî, Ehmedê Xanî, Mamoste Hejar, Mamoste Qanih, Mamoste Hêmin, Şêrko Bêkes û hwd derketine û di hemû kilam, helbest û bendên xwe de daxwaz û arezûya xwe ya ji bo Kurdistanekî azad û serfiraz anîne ziman û çirîkandî ne. Ji aliyê çand û hunerî ve jî rolekî gelek girîng hatiye lîstin û gelê Kurd bi lorik, stran û wêjeya devkî ve her tim hewldaye ku xwedî li çand û dîroka xwe derbikeve û li hemberî hemû awayî êrîşên çandî li berxwe bide.
Li gel êrîşa çandî ku êrîşa herî hovane ye, êrîşa fîzîkî jî hatiye kirin û gelê Kurd hem weke ferd û hem jî weke erdnigarî jihev hatiye parçekirin û belavkirin. Wer li gelê Kurd sepandî ne ku Kurd nezanin li milê din ê sînor ka Kurd dijîn an na. Siyaseta ‘parçe bike û birêve bibe’ ya ku dagirkerên Kurdistanê ji mamosteyên xwe yên weke Brîtanya û Emrîkayê fêrbibûn, bi awayekî pir tund li ser gelê Kurd hat meşandin û jihev hatin belavkirin. Ango jihevbelavkirina hêz û tewanaya Kurdan weke armanca sereke hat hilbijartin. Li ser vî bingehî jî dagirkerê her parçeyekî Kurdistanê jî li ser Kurdên di nava sînorên xwe siyasetekî înkar û tinekirinê meşand. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê ev siyaset bi awayekî xwînawî hatibû meşandin û ti kesê nediwêriya bibêje ez Kurd im. Her wiha li parçeyên din ên Kurdistanê jî bi şêweyên curbicur ev siyaset dihat meşandin.
Niha weke ku tê zanîn li hemberî Rojava’yê Kurdistanê çeteyên weke DAÎŞ’ê êrîş dibin ser Kurdan û ti caran û ti hêz naxwaze gelê Kurd bibe xwedî îrade xwe bixwe xwe birêve bibe. Di heman demê de êrîşan dibin ser herêmên weke Kerkûk û herêmên din ên Kurdan. Îro, ji her aliyekê ve şert û zirûf yekbûna netewî li ser hêzên Kurd ferz dike ku li hemberî van êrîşên hovane bibin yek, li berxwe bidin û bi awayekî yekbeden û yekceste pêşerojekî azad biafirînin.
Di roja me ya îro de êdî dijmin û dagirkerên gelê Kurd weke berê nikarin vê siyaseta xwe ya qirêj bimeşînin. Ji ber ku hem asta zanebûna gel û hem jî asta têkoşîna azadiyê bilind bûye û rê naden ku dijmin û dagirker weke berê xwîna gelê Kurd bimijin. Li gel vê zanebûnê, mijarekî din heye ku divê weke gelê Kurd li ser rawestin û nehêlin dijmin ji vê yekê sûd bigirin û weke berê teşiya xwe birêsin. Ew jî ew e, divê li hemberî van hemû êrîş û pelemarên dijminan gelê Kurd xwe bike yek beden û ceste, bi hemû hêz û tewanaya xwe li berxwe bide. Şert û zirûfên vê yekê ji her demê zêdetir guncav in û gelê Kurd bi hemû sazî, rêxistin û partiyên xwe ve dikare vê yekê serbixe û pêşerojekî serfiraz amade bike. Rêber APO jî ku bi awayekî pir pespayetî(dilnizm)nêzîkî mijara Yekitiya Netewî dibe, di hemû nêrîn û nirxandinên xwe de bi girîngî li ser vê mijarê radiweste. Di vê serdemê de ku ev qas êrîş li ser gelê Kurd hene, ji bilî yekbûn û xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derketinê wêdetir ti rêkek nîn e ku bihêle gelê Kurd serfiraz bijî. Her keseke Kurd jî divê bi vê zanebûnê tevbigere û ji bo ku gelê Kurd ê li her çar parçeyan jî bibe yek îrade û yek helwest têbikoşe û li ser dika dîrokê bikare bibêje ‘ez jî Kurdekî serbilind im ku min ji bo yekbûn û pêşerojekî azad a gelê xwe têkoşîn kir’. Çawa ku di Îslamiyetê de têgînên ‘ferz û sûnet’ê hene, hinek tişt sûnet û hinek tişt jî ferz in, di mijara Kurdbûn û yekitiya Kurdan de jî yekbûn, xwedî îrade bûyîn û azadbûn jî tiştekî ferz e û divê her kes xwe di ber vê yekê de berpirsyar bibîne.