NÊRÎNA BI JINÎ JI ZANISTÊ RE

Îro sedema esasî ya alozî û bunalimên ku însanetî jiyan dike, rastiya nasnameya bialoz ya jinê ku sîstea baviksalarî...

LEYLA AGIRÎ

Em di pêvajoyeke zehmet û hejandî(sarsintili) di dîroka însanetiyê de derbas dibin. Pêvajoya alozî kut ê jiyankirin her ku diçe kûrtir dibe. Di ortama pevçûn û aloza nû ku weke şerê cîhana sêyemîn jî tê binavkirin de hêz û împaratorên şaristanî weke taslaka ku xêzkirine jinûve însanetiyê yapilandirma dikin. bi vê re hilberîn, tüketim, siyaset û guherînên sosyal pêşdikeve. Lihemberî dagirkeriya rojeva ku weke pêkhateyên etnik û olî têne dîtin bi perçekirina vana re bingehên nijadiyê nû tê afirandin. Di roja me ya îro de însan bi xwe tînin rewşa amûrê nijadiyê mezin. Ji vê pêşdetir merhaleyeke têkiliyê îqtidar, serdestiya zilam nîne. Rewşa ku “Rewşa Ji Însanetiyê Ketin” tê gotin ev e. weke jinên erdnîgariyeke ku evqasî jiyana însan erzane em din av hewldana pirsgirêkên civakî ku têne jiyankirin derbaskirin û analîzkirin de rê digirin.

Em weke jin hewl didin ku demên xwe pêk bînin, em ji bo hewldan û lêgerîna vê rêxistin bikin û bi nirxên çaxê re bibin yek xwedî armancin. Weke rojane lihemberî sîstem, düzen û ev sîstema ku ji pirsgirêkên civakî re rê vekiriye, em hemû di aliyê xwe de hinek analiz, nirxandin û şîroveyan dikin. cîhan şahîdiya hilweşîna düzen, sîstema serdestiya zilam ya pênc hezar salî dike. Raman û sîstema zilamê serdest dirûxe. Em di demên dawî de baştir çarpiciliga guhertinên ku ev rê daye dibinin. Di rûxîna çaxa zilamtî de hewldide hemûb wehşet, zilimtî, sînsîtî, pervaztî û hoyratbûna xwe yê ku ti nirx naznake jî bilindtir dike. Rastiya rêxistinî ya teröre zilam, komkujiyên jin ku DAÎŞ pêşdixîne dibe trajediyên mezin ya vê çaxa nû ku em hewl didin rûbirû werin. Li ser vê trajediye yek jî trajediyên ku em di qada civakî de jiyan dikin lê zêde dibe.

Îro sedema esasî ya alozî û bunalimên ku însanetî jiyan dike, rastiya nasnameya bialoz ya jinê ku sîstea baviksalarî afirandiye ye. Ev rastiya nasnameya bialoz di civakê de dibe sedema bunalim û hilweşandinên exlakî. Ev agên serdest ku jinê dorpêç kirine weke rojane jinê li ser berjewendiya zilam somurme dike, bi sinca tacîz û tecawiza ku bi jiyan û têkiliyan derketiye ortê dixwazin jinê zêdetir sîndîrme bikin. Dîroka şaristanî bi sinca xwe ya tecawizê re jinê bi qasî madî di wateya manewî de jî bi anîna rewşa hêzeke nijadiyê hebûna xwe pêktîne, xwe digire ewlekariyê jî. Di vê wateyê de dîroka şaristaniyê dîroka gasp, derew û reşahiyê ye. Di bingeha wê de xelasbûna azadiya civakî cih digire. Windakirina jinê rê ji windakirina azadiya civakî re vekiriye. Her tiştên eydê jiyanê di windakirina jinê de veşartî ye. Hêza jinê jî di windakirina wê de veşartî ye. Her çareserkirin, ronakkirin û şîrovekirina vê windakirinê ve kesine ku em dê zêdetir wate bidin xwe û jiyanê. Bêkoktiya ku bi hezaran salin ji me re tê dayatmakirin dê were derbaskirin, hucreya kok wê ji nû ve bigihîje binavkirin û wateya ku heq dike. Ya ku ji me re dimîne div ê rêya ku digihîje î, kokên me di esasê zanistî, vîn û têkoşîna azadiyê de rêyeke bihêz girtine.

Rêgeza me ya derketina jina azad, civaka azad jî ji zanist û felsefeya ku bûye îqtîdar veger e. rastiya ku jê re heqîqet tê gotin jî ev e. beyî ku însan, civak, binavkirin û çareserkirina têkiliya civak û ferd qala heqîqetê kirin negengaze. Di hemû dîrokê de jinan xistina bin serdestiyê re zanistiya wan hatiye astengkirin, weke yek alî zilaman zanistkirin xizmetî serdestiyê kiriye, wî xwedî kiriye, bihêzkiriye. Pêşketina eqlê zilamê serdest pêşketina eqlê çînî ye. Di vê sîstema dewletperest-îqtîdarperest de zanistbûna yek alî ya zilam, zêdebûna serdestiya li ser jinê, zêdetir bihêzbûna serdestiya zilam û çînayetiyê cins, dolayisiyla tê wateya bihostayî nijadkirin û bikaranîna jinê. Bi zanist û nêzîkatiya nijadî re jin bi koletiyeke kûr ve rû bi rû dimîne. Di şexsê jinê de heqîqet hatiye ortulenmekirin, maskekirin. Lê beriya hezar salan bi civaka ku li derdora jinê hatiye hunandin ve afirandina hemû nirxên însanetiyê pêşketibû. Ji bo vê heta heqîqeta jinê neyê zanîn kîjan heqîqeta jiyanê dikare were zanîn kî? Lewra heta mîtolojî, ol û felsefe-zanistên ku heqîqeta jinê ortme dikin, vedişêrin û maskedikin neyênb çareserkirin rastî jî nekarin bigihîjin heqîqetê. Pêşketinên mîtolojîk, olî, felsefîk û zanistî berhemên eqlê zilamê serdeste. Lewra heta ev eqil neyê çareserkirin, derbaskirin heqîqetê di aliyê jinê de dîtin, ronakirina heqîqeta jinê û pê ve girêdayî heqîqeta civakî ronakirin nikare were pêşxistin.

Jineolojî weke alana tam jî di vê noqtê de heqîqeta ku di şexsê jinê de hatiye ortulenmekirin, maskekirin dîtin û avakirin derdikeve pêşiya me. Bi destpêkirina nirxandinên Jineolojî re tabî weke herî esasî jî avaniya hebûna jinê emê bigirin dest. Rastî jî jin çi ye, ne çi ye? Heta roja me ya îro jin nehatiye binavkirin. Di pêşketina feraset û zihniyete serdest yê zilam de heta niha di qadên destpêkê mîtolojî, ol, felsefe û zanist de kurguyên bisîstem hatine avakirin, li ser vê esasê sifat, îmge û yargiyên bêhejmar hatiye pêşxistin. Zilam “zilamtiyên” xwe li ser nasname, beden û cinseltiya jinê dipîvin û di encama vê pîvanê de nasnameya “zilamê bihêz” destxistiye. Di algıya zilam û civakê de ya ku jinê dike “jin” zilame. Beriya wê jin însana kêm e. Bi kodlamayên cinsiyetperest ku sîstema serdest dide re dibe ku ji nişka ve pîrozbûna jinê vegere lanetiyê. Li gorî bîrdoziyên olî yên ku “guneh, lanet, tabû, pîroz” in qaşo li gorî dewletên hiqûqê jî dixine nav têgehên “sûç-ceza, baş-xerab”. Têgehên weke paqijî-kirêtî, meraq-tirs, tabu-fetîş, pîroztî-guneh, erdemtî-îffetî pîvanên ku sîstema zilamê serdest vedibêje. Li gorî kurguyê jin “yê ji rê derdixe”, “ya bi namûse”, “ya dûvik dihejîne ye”, “orospû ye, fahîşe ye” li gorî vê jî jin divê ya were “becerîlmesî” an jî “îşê wê were xelaskirin e”. An jî pêwîste “di zikê wê sipa, li pişta wê sopa” kêm neyê hiştin. Ji ber ku ger tu valatî bihêlî, “an wê bireve daholcî an jî zirnacî.” Ji ber vê divê “serê wê zû were girêdan”. Ev têgehana diyariyên kuştinî ya bîrdoziyê serdestiyê zilam a ji jinê re ye. Zilam helwestên xwe, eqlê xwe, hestên xwe jî li ser van kurgulama dike. Li ser vê bingehê ji jinê re nasnameyek dide qezenckirin.

Îro dema em dadikevin bingeha bîrdozî, siyasî, sosyal, zanistî, pirsgirêk û aloziya çandî ku tê jiyankirin, bi destpêkirina dîroka sereke re daketina kokên pirsgirêkan, bersivgerîna pirsa “di şexsê jinê de civak çawa, li ku dere winda kir”, çûyîna destpêka pirsgirêkên azadiya civakî di aliyê encam girtinê de wê pir girîng bibe. Di bingeha rexneyên ku ji bo qada Zanistên Sosyal ya roja me ya îro de, kisirtiya di ronakirina kokên pirsgirêkên azad ya civakê, ji nederbaskirina qalibên ferasete şaristaniyê navendî ya modernîteya kapîtalîst e. Bedelên wî yên giran jî, ruxmî ku hêza xwe ya avakirina qada feraset-exlaq û polîtîka civakî di dîrokê de peşkeş kiriye, îro “rastiya jin” a ku ji van hatiye qutkirin odeme dike. Hê jî rastiya jina ku şaxa wê ya ku di tarîtiya dîrokê de hatiye hiştin bi hemû aliyan ve li benda bi awayekî şênber ronakirinê ye. Di bingeha pirsgirêk û aloziya kûr ku modernîteya kapîtalîst di rojame ya îro de jiyan dike em dikarin bibinin ku “pirsgirêkên azadiya civakan” radize û ev jî şaxeke dîrokî dihewîne. Dema em dadikevin bingeha pirsgirêka azadiya civakê jî, wê were dîtin ku pirsgirêka azadiya jin di roleke sereke de ye û ji vir destpêkirinê re dikare bigihîje hemû pirsgirêk û çareseriyên azadiyê.

Cinsiyetperestiya ku bi gaspa nirxên sîstema dayîktiya jinê ya zilamê qûrnaz û bihêz destpêkiriye, bi pêkhate û hilberîna sermayeye re bi cudakirina serdest-bindest re dest bi teşegirtinê bûye. Kapîtalîzma dîrokî ji bi hilberîna sermayeya bêsînor komarkirina sermayeye teşwîq dike, bi çeken cinsiyetperestî, olîtî, miliyetperestî û zanistperestî re çawa civakê ji civakbûnê derxistiye, cinsiyetperestî jî “aqilperestî” dijaqiltî pêkanî. Eqlê zilamê ku bêheqîqetbûnê weke heqîqetê dide nişandan hemû agên îqtîdarê jî li ser vê esasê hunandiye.

 

 

Jin di hemû dîroka însanetiyê de rûxmî hemû cûre koletî, nijadiya ku jê re tê dayatmakirin, li hemberî hemû avaniyên dagirker hewl daye hêz û vîna xwe ya “EZ JÎ HEME” biafirîne. Di nav têkoşîna afirandina heqîqeta xwe, heqîqeta jiyanê de bûye. Lê di aliyê jinan de her gavên k udi têkoşîna azadiyê de hatiye avêtin ji aliyê pergalê ve hatiye bêwatekirin, bi rastiya wî ya tunekirinê re rû  bir û maye. Pergala serdest ku hundirê vê têkoşînê vala dike xwestiye bike perçeyeke xwe. Ev mijar jî serkeftinên diyar bidest xistiye. Weke jin di her gaveke azadiyê ku tê avêtin de bi pergalê re rûbirû hatinê cudatir hibijartinek tune. Di pêşxistina vê de bi temamî heqîqeta sîstema serdest çareserkirin girînge. Ger heta niha koletiya jinê bikûranî nehatibe destgirtin û nehatibe çareserkirin, sedema vê ya herî girîng hewldana pergala ku evqasî jinê û heqîqeta jiyanê bikirêtî çarpıtma dike û tune dike ye. Tu pêkhateya civakî taybet jî dema mijar dibe jin bi tena sere xwe nikare baş di bin cudakirinên sunî de were lêkolînkirin. Hemû avaniyên civakê di nav bitûniyeke dîrokî de, nexweşiya beşkirina perçeyên zêde yê pozîtîvîzmê derbaskirinê re lêkolînkirin wê di afirandina nêrîna jina azad û alternatif de girînge. Di vê aliyê de pergala serdestiya zilam ku bitûnî tê dahurandin di heman demî de rastiya nasnameya kevneşopî ya jinên ku hatiye dahurandin e.

Divê li ser dîroka şaristanî ku jinê bênasname, bêvîn û tune dike were sekinandin.