RENGÊ SERDÊMÊ MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK

 

Modernîteya demokratîk bi hêmana xwe ya civaka exlaqî û polîtîk li ser...

Hem wek têgîn hem jî di herikandina dîrokê de ji ber sedama cihê ku digre û rengê xwe yê dide jiyana civakê dîsa ji bo fêmkirina dema borî, niha û dema pêş modernîte xwediyê girîngiyek mezin e. Di vê watê de du moderniteyên sereke yên ku mohra xwe bi awayekî bi bandor jiyana mirovahiyê dane ango modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst bi hêmanen wan ve naskirin, ji bo rast fêmkirina jiyana mirovahiyê pir girînge.

       Modernîte, wek têgîn tê payîn ku cara despêkê li Romayê hatiye bikaranîn. Ev têgîn ji bo taybetmendî, çanda giştî û ya rêûresmê, feraset, bawerî, zanist, şêwaza jiyanê û hwd nirxên manewî û maddî yên di demek diyar de hatiye jiyan kirin tê bikaranîn. Bi kurtasî ger ji bo serdemek ku tê de ev nirxên navbohurî hatine jiyankirin modernîte were gotin wê ev pênase di cih de be. Di serdema ku jê re modernîte tê gotin de ji ser rêûresma û şêwaza jiyanê çi zêdetir bi bandor be, ew rengê xwe dide wê modernîteyê ango modernîte dibe şêwaza pênasekirina wê.

       Dema dîroka mirovahiyê li gor vê were nirxandin, bi xetên stûr mirov dikare modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst wek du modernîteyên sereke ku mohra xwe di dîroka mirovahiyê dane bi nav bike. Di derdorê pênçsed salên dawî yê herikandina dîrokê mirovahiyê de ev her du modernîte weke du çemên sereke herikîne. Carna yek ji van li gor ya din hêj bêhtir bi gej herikiye, carna jî ya din. Her çiqas her yek ji van çeman herdem hewldaye bi hêmanên xwe yê xweser biherike jî bandor li ser hevûdu kirine, bi hevre ango zikhev de herikîne. Li gorî dem, dewran û mekana herîkî de lez û bandora van carna zêde bûye û carna jî kêm bûye. Hevûdu bandor kirine, ji hevûdu kêm kirine. Kêmkirina yekî pir caran bûye zêdekirina ya din, lê tu car her duyan jî nikaribûne hevûdu bi awayekî giştî tine bikin. Ev herikandina zikhev de ya bi nakokî, hevrikî û têkoşînên dijhev dagirtî heya roja me ya îro jî berdewam dike û di encamê de, ji van her du ya kîjan bighêje serkeftinê wê asta hêz, amadekarî û xebatên hêmanên wan diyar bike.  

        Ev her du modernîte jî xwe ser sê hêmanên sereke yên dij hev ava dikin û xwe bi amûrên wan gurçûpçê dikin. Modernîteya kapîtalîst xwe ser kapîtalîzm, endustrîyalîzm û dewlet netew; modernîteya demokratîk jî xwe ser civaka exlaqî û polîtîk, eko-endustrî û netewa demokratîk (konfederalîzma demokratîk) ava dike.

       Wek tê zanîn mirovatî ji serê sedî nodûheyşt (%98) ji dîroka xwe ya xwezayî bi awayekî komûnal û demokratîk ya xwe dispêre feraseta çanda jin dayîkê jiyankiriye. Ango di vê dîrokê de ya rengê xwe daye serdemê modernîteya demokratîk e. Weke ji rê derketina vê dîroka civaka xwezayî di van derûdorê pêçsed salên herî dawî de rengê serdemê bûye kapîtalîst ango modernîteya kapîtalîst rengê xwe daye şêwazê jiyana civakî. Di vê pêvajoya demê  de modernîteya kapîtalîst bi sê hêmanên xwe yên sereke hema bêje weke şevreşekî xwe berdeya ser asoyên spîberfî yên nirxên civaka xwezayî.

       Di modernîteya kapîtalîst de kapîtalîzm, bi her cûre amûrê desthilatdarî, kara herî zêdê û amûrên dij mirovahiyê xwe birêxistin dike û xwe berdide tevahî çaviyên jiyana civakê. Kapîtalîzm, ji bo xwe bighîne aramanca xwe ya dij civakê hetta qirkirina civakê her cûre rê û rêbazî ji xwe re rewa dibîne û ji xerckirina nirxên civakê yên herî pîçûk jî xwe dûr nade. Ji bo vê jî serî de, du sitûnên sereke yên jiyana civakê ango jin û ciwanan ji xwe re dike hedef. Kapîtalîzma ku bi aqlê analîtîk radibe çargaviya, li ser navê kirdebûyînê civakê ji xwe re weke bireser digre dest û serî de li ser jin û ciwanan, li ser tevahî hêmanên civakê pêkanîna her cûre operasyonê ji xwe re rewa dibîne. Di şênbertiya jin û ciwanan de hewldide civakê heya çaviya wê ya herî piçûk jî ji xwe re bike meta ango amûrê kirîn û firotinê. Dîsa modernîteya kapîtalîst de bi endustriyalîzmê xwe dispêre kara herî zêde xerabûyîna hevsengiya ekolojîyê pêk tê, yekdestdariya aborî pêş dikeve û nehevsengiya di navbera xweza û civakê derdikeve holê û kûr dibe. Disa di vê modernîteyê de bi dewlet netewê jî desthilatdarî, bi awayekî herî xwurt ser civakê sazibûyîna xwe avadike û hewhilde bi awayekî tevahî civakê hilde bin dagirkeriya xwe.  Bi kurtasî modernîteya kapîtalîst hewhil dide civaka mirovatiyê bi her alî ve dîl bigre û ji xwe re bike mêtîngehek bîrdozî, aborî û desthiladariyê. Di vê modernîteya ku di cewherê xwe de dij civak e, gotin di cih de be jiyan ji mirov û mirovahiyê re tê herimandin. Her cûre têkilya desthilatdariyê ya ser xweza û civakê pêk tê, hejmara nifûsa mirovatiyê ya her ku diçe zêde dibe, gundên dibin bajar, bajarên her ku diçe dibe wek cinawirek ku şêniyên xwe dadiqurtîne, dîsa nexweşiyên her ku diçin di bedena xweza û beden û derûniya mirov de weke pençeşêrê belav dibin, jiyana mirovahiyê ku her diçe ji cewherê xwe re xerîb û dûr tê xistin hetta jiyana ku ji xwebûyîna xwe re dibe dijmin, dîsa di kesayeta mirov de her cûre kuştin û tunekirina maneviyata mirovahiyê û hwd mînakên çend encamên piçûk û rêzê de yên modernîteya kapîtalîst in.

       Li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk serê sedî nodûheyşt (%98) di dîroka mirovatiyê de- ya ku xwe dispêre nirxên civaka xwezayî a palpişta wê çanda jin dayîk e- mohra xwe li serdemê daye. Ji despêka dîroka mirovahiyê heya pênçsed salên dawî, demek pir dirêj modernîteya demokratîk mohra xwe li terzê jiyana mirovahiyê daye. Di moderniteya demokratîk de hêmanên civakê bi awayekî wekhevîtiya xwezayî, komunal û demokratîk jiyan dikin. Di vê modernîteyê de civak, jiyana xwe bi xwe birêxistin dike û dîsa xwe bi xwe bi awayekî demokratîk birêvedibe. Di modernîteya demokratîk de tevahî pêkhatiyên civakê li ser bingeha hebûna xwe bi xwe avasaziyên xwe yên zîhnî, çandî, netewî hwd avadike û wisa jiyan dike.

       Modernîteya demokratîk bi hêmana xwe ya civaka exlaqî û polîtîk li ser bingeha nirxên civaka xwezayî ya xwe dispêre çanda jin dayîkê jiyanê birêxistin dike. Di vê civakê de her cûre pêkhatiyên cûda bi xwebûyîna xwe ango li ser resentiya xwe, bi awayekî wekhev jiyan dike. Bi hêmana civaka exlaqî û polîtîk wateya jiyanê dibe pîvana sereke. Her pêkhateya jiyana civakî li gor taybetmendiyên xwe yên resen tevlî jiyana civakî dibe, li gor hêza xwe tevlî hilberînê dibe û li gor pêdiviya xwe jî para xwe digre. Civaka exlaqî û polîtîk li hember feraseta bêexlaqî ya dewletê, polîtîka û azadiyê weke exlaq datîne. Başî û kêfxweşiyê jî wek cewherê exlaqê û exlaqê jî wek halê azadiyê yê herî bi hêz qebûl dike. Bi vê ferasetê tevahî hêmanên civakê tevlî siyaseta demokratîk ya hunerê rêvebirina civaka exlaqî û polîtîk dibin. Di heman demê de modernîteya demokratîk de bi hêmana eko-endustrî aboriya bi ekolojiyê re di nav hevsengiyê de ye tê pêşxistin. Ango endustrî ekolojîk e. Di aboriyê de jî berî her tiştî hêmanên exlaqî û polîtîk esas tên girtin; ezezetî û yekdestdarî nayê qebûlkirin û weke dij civakê tên mehkûmkirin. Aboriya sosyalîst ya xwe dispêre pazara civakî di nav hevsengiya ekolojîk de pêş dikeve û xwe dighîne wateya xwe ya rasteqîn. Di vê modernîteyê de bi hêmana netewa demokratîk jî li hember feraseta dewletê ya hewldide civakê bike kerî û yekreng, feraseta demokratîk û pirrengîtî ya xwe netewa demokratîk de şênber dike, pêşdikeve û bi konfederalîzma demokratîk xwe bi pergal dike. Di vê watê de netewa demokratîk ji yekrengîtiya pirrengiyan pêk tê. Civaka demokratîk esas digre û ferq û cûdahiyê weke dewlemendî qebûl dike. Bi siyaseta demokratîk  di rêvebirina civakê de komun û meclîs dibin hêmanên sereke û civak xwe bi xwe bi vîna xwe ya azad xwe rêve dibe. Rêvebirî ji jor de nayên diyarkirin anjî ji der ve de nayên erkdarkirin. Di ewlekarî û parastinê de feraseta yekdestdariya leşkerî nayê qebûl kirin. Civak xwe bi xwe parastina xwe pêk tîne ango feraseta parastina cewherî bingehe. Di netewa demokratîk de her cûre hegemondarî bi taybetî jî hegemondariya bîrdozî nayê qebûl kirin. Li ser vê feraset û pratîkê civaka exlaqî û polîtîk ya di netewa demokratîk de xwe şênber dike, di milên civakî, çandî, parastin, aborî, huquqî, siyasî, dîplomatîk û ekolojîk de xwe bi xwe rêxistin û çalak  dike. Bi kurtasî ev modernîteya ku nunertiya nirxên mirov, mirovahiyê, civak û civakibûyînê dike hewldide rengê jiyanek azad, wekhev û birumet li serdemê bixe. Di dîroka mirovahiyê de ji nirxên civaka xwezayî bigre klan dîsa heya berxwedanên qebîleyan û çanda pêxembertiyê, ji Zerdûşt bigre heya Manî, Buda, Konfûçyûs û Sokrates, dîsa ji çanda tasavvufê ji Hellacê Mensur heya Suhreverdî, Mewlana, Şems, Mazdek, Babek, Serhildanên Zencan, Karmatiyan heya Şêx Bedredîn, ji zanyarên Rojhilat wek El Kindî, El Razî, El Farabî, Îbnî Sîna, Îbnî Ruşt, Îbnî Xaldun bigre heya ronensan, reformasyon û ronîbûyîna Rojava, dîsa sosyalîstên utopîk heya Komuna Parîsê, Şoreşa Cotmehê, Tevgerên Ciwanan yên 1968 heya tevgerên ekolojiya civakî û tevgerên wek femînîst, anarşîst yên dij pergalê dikarin wek çend mînakên nirx û çandên têkoşer yên moderniteya demokratîk werin destnîşan kirin. Herî dawî jî di roja me ya îro de wek şopdar û pêşengê vê mîrasê, ev nêzî nîv sedsalî ye Rêber Abdullah Ocalan û PKK bi fikir, felsefe, raman, rêxistin û çalakiyan têkoşîn, nunertî û pêşengtiya hemdem ya modernîteya demokratîk bi awayekî serkeftî didin meşandin.

       Wek encama rikberî û têkoşîna dijhev ya pênçsed salê dawî de wê kîjan ji van her du modernîte serbikeve wê asta hêz, amadekarî û xebatên hêmanên wan diyar bike. Lê ji ber ku nûnertiya mîrasa ji serê sedî nodûheyşt (%98) ya dîroka mirovahiyê dike, ger bi awayakî serkeftî erkên exlaqî, polîtîk û entellektuelî pêkwerin, modernîteya demokratîk zêdetir xwedî potansiyela serkeftinê ye.

       Silav û rêzên şoreşgerî