PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA AZADIYÊ YA APOYÎ DEST PÊ KIRIYE

Beriya her tiştî Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê li Reber Apo û hevrêyan hemûyan pîroz dikim. Ji bo sala 38'an a 15'ê Tebaxê hêviyên xwe yên serketinê parve dikim. Di şexsê fermandarê me yê nemir hevrê Egîd de şehîdên me hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her kesên ku li ser bingeha 'Pêngava dem dema azadiyê ye' li dijî êrişên dijmin bi rengekî bêeman li ber xwe didin, silav dikim.

Dem dema gelan e, dema gerîla ye. Dema artêşên bi rêk û pêk, dema hêzên ku xizmetê ji mêtingerî û zextê re dike derbas bûye.

Dîtina serketinê, bidestxistina serfiraziyê welê hêsan nedibû, lê êdî serketin li pêş çavên me ye. Serketin nêzî me ye ku em destê xwe dirêj bikin dikarin xwe bigihînê. Rastiyên ku di 37 salên 15'ê Tebaxê de hatine ispat kirin ev in û li ser vê bingehê em dest bi sala 38'an dikin. Pêşketin û destketiyên heyî hemû bi berxwedan û şerê lehengî yê 37 salan hatin afirandin. Beriya wê, berxwedanên Hîlwan û Sêweregê, her wiha şerê tolhildana şoreşgerî yê ku Rêber Apo li dijî qetilkirina hevrê Hakî Karer da destpêkirin, ev rastî afirandin. Ya ku hate ispatkirin felsefe, xeta polîtîk-îdeolojîk û fikrê Apoyî ye. Serketin bi vê xetê dibe. Serketin ji aliyê gerîlayên bi vê xetê xwe birêxistin dikin û çalakiyan dikin, tê afirandin.

BERDÊLA HER ŞER Û SERKETINÊ HEYE

Gelê Kurd û gerîlayên wê yê leheng li her qadê berdêlan didin. Lê belê ev yek serketin û pêşketinên mezin bi xwe re tîne. Ti ji van berxwedan û berdêlan belasebep nînin. Her berdêleke ku em didin weke berdêla serketinê û pêşketinên mezin e.

Tişta ku Rêber Apo rexne dike û em li ber dikevin ev e: Eger hinekî din baldar bin, hinekî din têgihiştî, rêxistinî û plansaz bin, hîn bêhtir li ser karên leşkerî û siyasî kûrtir bibin, di xeta îdeolojîk-rêxistinî de hîn bêhtir berfireh û bi dîsîplîn bin, berdêlên têne dayin wê ji nîvî jî bên kêmkirin. Şer bêguman bêberdêl nabe, serketin jî bêberdêl û bi hêsanî nabe. Teqez her şer û serketin xwedî berdêl in, lê belê ji bo serketin bi berdêleke kêmtir bê bidestxistin, kêmasiyên me hene. Rexneyên Rêber Apo li vê yekê ye. Rêber Apo teqez nabêje 'hûn çima şer dikin, çima ewqasî wêrekî û fedakariyê dikin'. Vê yekê her tim bi rêzdarî pêşwazî dike, teqdîr dike. Ji xwe ev yek ji aliyê wî ve hatiye afirandin.

Encamên ji aliyê Rêbertî ve hatine afirandin, hemû bi têkoşîna mezin a gerîla derketine holê. Çi ne ev encam: Ji Kurdê bû bû fosîl, vegera li Kurdên azad e. Rêber Apo jî ev yek bi rengekî zelal pênase kiriye. Jin, ciwan, civak bi temamî gihîştiye asta civaka azad. Me şoreşên mezin ên kesayetê, zîhniyetê û wijdanê pêk anîn. Niha jî her kes hêza fikrên Rêber Apo nîqaş dike. Hewl didin fêhm bikin ku ev fikir çawa dikare ewqasî bandorê li kesayet û civakê bike û wan veguherîne.

Her kesî digot 'Kurd qediya, mir'. Dewleta Tirk digot, 'Min Kurd binax kir, beton li ser rijand'. Niha jî ji cihê ku beton li ser Kurdan rijand, civakeke ku beton parçe kir û ji nû ve vejiya, hate avakirin. Mirî ji gorê hate derxistin û vejandin. Civaka Kurd bi şoreşa azadiyê xwe ji nû ve ava kiriye. Niha her kes dide pey Kurdan ku hîn doh ji bo wan digot 'miriye, hatiye veşartin, tune bûye'. Pêwendiya van hemûyan bi berxwedana çekdarî ya çil salî heye. Encamên fikrên Rêber Apo ye. Encamên pratîka gerîla ya bi vî fikrî ye.

LI TEVAHIYA CÎHANÊ WÊ ÊDÎ SERDEMA GERÎLA DEST PÊ BIKE

Rola ku li Kurdistanê dikare berxwedana çekdarî bê kirin hatiye lîstin û encamên girîng hatine afirandin. Pirs ev e: Gelo gerîla dikare ji vê bêhtir bike? Belê, dikare. Xeta Rêber Apo vê yekê nîşan dide. Eger bê israrkirin, îdîa dewam bike, wêrekî û fedakarî dewam bike, di xeta fedayî ya heyî û berxwedana gerîla de israr hebe, ji pêşketinên leşkerî, siyasî, civakî û îdeolojîk ên heyî qat bi qat zêdetir pêşketin dikarin çêbibin. Rêber Apo got, 'Ev hîn destpêk e, hûn li ya ji niha û pê ve binerin'. Ya heta niha hate kirin dikare weke destpêkê bê dîtin. Weke gavên destpêkê dikarin bên dîtin. Eger ji biryardariyeke bi vî rengî venegere, ev xeta lehengiyê, fedayîtiyê bi kûrahî bê dewamkirin, encamên qat bi qat zêdetir wê derkevin holê. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê bandoreke mezin li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Li tevahiya cîhanê wê êdî serdema gerîla dest pê bike. Wê her kes xwe li ser xeta gerîla biparêze. Ji ber ku artêşan nekarî kesî biparêze, têk çûn. Xwarin, vexwarin, gel şêlandin lê belê encama ku bi xwe re anîn hilweşîn e, bêzariya parastina xwediyê xwe ye. Ev hêz weke encameke jirêderketinê ya dîrokî ne. Encamên derketine holê baştir nîşan didin ku artêş û dewlet jirêderketin e. Rêxistiniyên berevajî mirovahiyê û civakê ne.

Niha serdema ku vê sererast bike dest pê kiriye. Berxwedana gelan bi taybetî jî berxwedana gelê Kurd a li ser bingeha berxwedana gerîla, ew têk biriye. Dibe ku hinek vê bipirse, 'Li Kurdistanê komek gerîla têdikoşe, gelo ne şaş e ku ewqasî bê nepixandin?' Na. Yên ku Kurdistan parçe kirin û belav kirin, yên ku înkar û tunekirin li ser civaka Kurd ferz kirin ne tenê dewletên Tirk, Îran, Sûriye û Iraq bûn. Li pişt van serwerên cîhanê hebûn. Yên ku Kurdistan parçe kirin Îngilistan bû, Fransa bû, Yekîtiya Sowyetan jî ev yek qebûl kiribû. Emerîka jî serkêşiyê ji sîstemeke bi vî rengî ya zextê re dike. Lewma em ne tenê li dijî artêşa Tirk û mêtingerên şênber ên li Kurdistanê re şer dikin, me li dijî hêzên li pişt wan jî şer kir. Hemûyan hevkarî û tifaq kirin û êriş kirin. Herî dawî ev êrişên xwe gihandin asta komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo. Me li dijî êrişên li ser gelê me û tevgera me li ber xwe dan. Li dijî paşverûtiya cîhanê me şer kir. Ji ber vê yekê encamên ku îro derketine holê, cîhanê bi temamî eleqedar dike, bandorê lê dike. Ya ku di nava vî şerî de ji hev dikeve sîstema modernîteya kapîtalîst e, sîstema desthilatdarîperest û dewletperest e.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA AZADIYÊ YA APOYÎ DEST PÊ KIRIYE

Xeta azadiyê ya Apoyî destpêkeke xurt daye kirin. Mîna pêngava şoreşên mezin ên dîrokê. Mîna pêngava Şoreşa Îslamê, Şoreşa Fransayê, Şoreşa Cotmehê ya Sosyalîst niha jî Şoreşa Azadiyê ya Apoyî dest bi pêngavê kiriye. Destpêkeke xurt kiriye û hêza bingehîn a vê şoreşê pênase kiriye. Ew jî gerîla ye. Lewma gerîla di dîrokê de bi rola xwe rabûye, gelek gelan gerîla bi rêxistin kirine û bi rê ve birine. Lê belê ew di asta xwecihî û herêmî de man, demkî bûn. Hatiye ispatkirin ku gerîlayên li Kurdistanê xwecihî yan jî herêmî nîne, demkî nîne, serdemekê îfade dikin û global e.

Divê em analîzên teorîk, felsefe û xeta rizgariyê ya Rêber Apo ya ji bo azadiya jinê baş fêhm bikin û bipejirînin. Eger ev rast bê fêhmkirin û li gorî vê têkoşîn bê meşandin, gerîla wê êdî ji sînorên Kurdistanê derbas bibe, li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bibe û di xeta azadiyê ya jinê de bindestan hemûyan bigihîne rizgariyê.

Gerîla vejîneke nû dike, pêngaveke nû ya 15'ê Tebaxê dide destpêkirin. Beriya 37 salan tenê xwecihî bû, tenê ji bo Kurdistanê bû, tenê ji bo Bakurê Kurdistanê bû. Lê belê niha ji Kurdistanê jî wêdetir bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Hebûna vê tevgera gerîla û berxwedana wê misoger bûye.

Dem ew dem e ku li ser xeta xweparastinê rêya rêxistinî, têkoşîn û azadiyê ji bo tevahiya cîhanê ye. Em neçar in ku berpirsyarî û wezîfeyên berfireh ên vê serdemê bi kûrahî fêhm bikin. Xwe li gorî vê perwerde bikin, asoyê xwe fireh bikin û li ser vê bingehê xwe bi hêza rêbaz û taktîkê bi rêxistin bikin, berê xwe bidin çalakiya ku xeta Apoyî her tim bi ser bixîne. Eger kûrahiyeke bi vî rengî bê bidestxistin, gerîla wê ji bo bindestan hemûyan weke hêviyeke nû, weke hebûna azad, rêxistinî û têkoşînê, weke rêbaz û pergala serketinê bi pêş bikeve. Lewma bendewariya yên ku li benda fesihkirina gerîla ne, pûç e. Berevajî vê yekê, serdema ji rola gerîla wê ji niha û pê ve bê dîtin.

Pêşdîtinên Rêber Apo encama kûrbûn, hestên mezin e ku heta niha qet şaş nebûye û çil sal in rêya rast nîşan daye. Beriya çil salî dema ku PKK'ê rahişt çekê û dest bi hilanîna tola hevrê Hakî Karer kir, li Kurdistanê dema ku dest bi bikaranîna hin çekên biçûk kir, gelek kes wê demê li ber rabû bû. Gelek kes li ber fikir, pêşdîtin û pratîka Rêber Apo rabûn. Yên ku li ber rabûn ne tenê hêzên mêtinger ên faşîst bûn. Ji wan bêhtir, gelekan êrişî fikrên Rêber Apo û PKK'ê dikirin. Netewperestên kevneperest, hin hêzên bûrjûvaya biçûk ên li nava sîstema qirker mezin bûn gelek tişt gotin, gelek tişt kirin.

Baş e, dîrokê kî piştrast kir? Jiyanê çi ispat kir ku ya rastî ew e? Piştî çil salî rastî vaye li holê ne. Yên ku bi wî rengî nêzî PKK'ê bûn, halê wan li holê ye. Pêşdîtinên beriya çil salî yên Rêber Apo, serketinên ku li Kurdistanê afirand û bandora li ser Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê li pêş çavan e. Niha her kesî berê xwe daye Îmraliyê, guh dide Îmraliyê. Li bendê ne ku gotineke nû ji Rêber Apo bibihîzin û li gorî wê tevbigerin. Ji ber ku êdî her kesî qebûl kiriye ku Rêber Apo rastiyê temsîl dike. Pêşdîtina paşerojê dike. Pêşdîtinên hinekî din sê rojan jî îdare nake û tune dibe. Lê belê ya ku pêk tê, bi cih tê pêşdîtinên Rêber Apo ne.

Yên herî xweşbîn jî hêvî jê nedikir. Yên ku li Kurdistanê komkujî li wan hate kirin ewqasî hatibûn tirsandin ku hêvî ji pêşdîtinên Rêber Apo nedikirin. Ji Rêber Apo re digotin, 'Li dijî dewletê divê mirov bibe dewlet, li dijî artêşê artêş divê. Hûn kî ne, hûn komek ji xwendekaran e. Hûn dibêjin 'em ê şer bikin, em ê Kurdistanê ava bikin'. Rêber Apo jî got, 'Gerîla wê vî karî çareser bike, têkoşîna azadiyê ya civakê wê vî karî çareser bike'. Got, 'Ne bi hêza çekê yan jî hêza pere, lê bi hêza aqlê mirovan, bi wêrekî û fedakariyê pergala zilmê wê ji holê bê rakirin'. Bi rastî jî ya ku pergala zilmê ji hev xist, parçe kir û ew têk bir, xeta azadiyê ya peşdîtinên Rêber Apo bû. Artêşên ji milyonan leşkerî, yên xwedî wê hêzên e ku bi teqandina atomê dikarin cîhanê tune bikin, li pey hev têk çûn. Ya ku li ser piya ma gerîla ye ku xwe dispêre hêza mirov, îradeya mirov, hişmediya mirov, wêrekî û fedakariyê ku Rêber Apo destnîşan kir.

BILA ASOYÊ ME FIREH, ARMANCA ME MEZIN BE

Divê em bi afosyekî fireh û armancên mezin li serdema ji niha û pê ve ya têkoşînê binerin. Pîvanên me divê xurt bin, em gelekî bi dîsîplîn bin. Xeta lehengiyê ya ku Egîdan, Bêrîtanan, Zîlanan dane destpêkirin divê em niha bigihînin asta herî bilind. Lehengiya Hakiyan, Mazlûman, Kemalan kûrtir bikin, tûjtir bikin. Eger em bi vî rengî bikin, li ser vê bingehê rastiya Rêbertî, ruh, hest, fikir, felsefe, xeta îdeolojî, polîtîk, rêbaza têkoşînê ya Rêbertî rast fêhm bikin, baş bipejirînin, li gorî wê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin, sala nû ya têkoşînê wê teqez bibe serdema têkoşînê ya diyarker.

Encmaên têkoşîna çil salî nîşan dane ku em dikarin vê bi ser bixînin. Em ê têkoşîneke bi vî rengî ji her demê bêhtir bi îdîa, rêxistinbûyî û têgihiştî bimeşînin û bi ser bixînin. Biryardariya me ya ji bo serketinê ji her demê bêhtir e.

Bêguman divê em bi sivikî nêzî wezîfeyên li pêşiya xwe nebin. Yên ku zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakirine ew milîtan in ku bi derfetên herî kêm di bin êirşên herî giran de xwe li ser xeta Apoyî perwerde û bi rêxistin kirine. Nîşanî me dane ku hebûn û jiyana azad pêkan e. Lewma zor û zehmetiyên neyî ne ew zehmetî ne ku nikaribin ji holê bên rakirin. Tenê em xeta Apoyî rast fêhm bikin, rast bipejirînin û li ser vê bingehê xwe perwerde û bi rêxistin bikin, bixin meriyetê. Eger em xwe li ser vê bingehê ji bo berxwedanê seferber bikin, tiştekî ku em bi ser nexînin nîne. Em di nava têkoşîneke nû de ye ku ji ya berê gelekî wêdetir e. Rêber Apo got, 'Yê ku armanca xwe mezin be, hewldana xwe jî mezin e'. Wê demê bila asoyê me fireh be, armanca me mezin be ku em jî bi mezinahî hewl bidin, hîn bêhtir afirîner bin, bi rê û rêbazên dewlemend bibin hostayên stratejî û taktîkê. Dema ku me xwe gihand vê yekê hingî armancên mezin wê pêk werin.

Şenseke mezin e ku li ser pêşketineke wiha tevlî têkoşînê bibe. Ya ku ev encam derxiste holê rastiya me ya Rêbertî ye, şehîdên me ne. Divê em şehîdên xwe timî bi hurmet bi bîr bînin.

Rêber Apo got, 'me ji sifirê dest pê kir'. Rêber Apo niha Kurdistan kiriye hêza pêşeng a cîhanê. Ji vê wêdetir ji Rêber Apo çi dikare bê xwestin! Wezîfeya xwe bi ser xistiye. Niha divê xwedî li vê wezîfeya bi ser hatiye xistin were derketin û bê pêşvebirin. Wezîfeya ciwanên Kurdistanê ev e, ciwantiya Apoyî bi vî rengî dibe. Em keç û xortên Kurd ên li derveyî vê rastiyê nas nakin. Vê ciwantiyê bi Rêber Apo re gav avêt, xwe nas kir, bû xwedî îdîa û îradeyeke nû. Îro veguherî gel û tevgera azadiyê. Berpirsyariya ciwanên Kurd e ku vê fêhm bike û pêwîstiyên wê bi cih bîne. Dersên dîroka me ya şerê çil salî ji bo fêhmkirina rastiyê têrkre e. Her kesên van dersan fêhm bike wê bibe hêzeke mezin a têkoşînê.

Xwediyê encamên derketine holê gel e. Rêber Apo got, 'PKK qada têkoşîna azadiyê ye'. Kî tevlî bibe, kî rast fêhm bike, kî xwedî lê derkeve, kî têbikoşe xwediyê wê ew e. Divê her kes bi vê zanibe, li gorî vê tevlî pratîkê bibe û her tim xwe perwerde bike. Nêzî ya şênberiyê bibe, bi baldar û rêxistinbûyî tevbigere û xwedî dîsîplîn be. Li ser vê bingehê divê her tim xwedî îdîa, armanc û hewldanên mezin be. Bi rêbaz û tempoya Apoyî her tim qezenç bike. Em di pêvajoyeke şoreşê de ne. Divê her kes demê baş binirxîne, xwe zû perwerde û amade bike, tevlî vê pêngava mezin bibe û tevkariyê li şoreşa pîroz bike.

 

10'ê Tebaxê 2021

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBERÎ A PKK DURAN KALKAN