DIVÊ 15’Ê TEBAXÊ BÊ DOMDARKIRIN

Her çiqasî 15’ê Tebaxê baş bê temsîlkirin, her ciwanek û jinek wê ewqasî bibe Egîd, Kemal, Mezlûm û Xeyrî.

Ji xwe radyo û amûrên ragihandinê qedexe bûn û ne didan. Bi berxwedana girtiyan televîzyon hatibû dayîna hûcreyan. Me nûçe temaşe dikir nûçeya ‘Li Dihê ya Şemzînanê komek terorîst an jî ji aliyê cihêkaran ve çalakiyek hatiye kirin’ hate ragihandin. Ne şaş bim 2-3 rojan piştî çalakiyê bû. Heman rojê agahî nedabûn. Em ketibûn nava wê yekê ku bizanin çi bûye. Ev nûçe ya li ser televîzyonê hate dayîn ji bo hinekan û taybet ji bo gelê Kurd ên li Tirkiye bangek cuda bû. Tê wateya dawîbûna bêdengiyê, çirandina tarîtiyê, hilweşandina faşîzmê, ketina kolanan û serîrakirin bû. Hinekan jî weke bûyerek ji rêzê girtibûn ku pêk hat û dawî bûye girtin dest. Ev çalakî ji bo gel rê li ber kêfxweşiyeke mezin vekir.

Her çendî doprêç hinek dawî jî bûbe, lê bi bêdengî û tirsê çalakiya 15’ê Tebaxê dibihîsin. Ev yek ji bo yên bûyerên siyasî dişopînin, yên xwedî xeyal û hêvî, ji bo mirovên xwedî îdîayên dîrokî û civakî û dîsa ji bo rêxistinan ne agahiyek ji rêzê ye. Ji hundir ve kêfxweşiyek pir mezin hebû. Gotina min a ewilê ew bû ku; ‘Me ev roj jî êdî dît, em bimirin jî çavê me vekirî namîne’.

Hestekî welê bikêf em girtibû, pir kêfxweş bûn. Kêfxweşiyek welê bê terîf bû! Ne mîna ku biçî cihê cejnê hev pîroz bikin, ne mîna qîr bikî û govendê bigerînî. Hê bi kûrtir û hê bi dîrokî bû kêfxweşiya me. Hesabxwestina ji faşîzmê aramiyek welê ye ku mirov bêje; ‘oh’ bû. Her hevrê cuda ev hîs dikir. Weke gotina; ‘Kulmek li devê faşîzmê dayîn bû.’ Ev yek rojekê pêk hat. Li benda vê rojê bûn. Ev ji vî zimanî fam dikin. Divê bersivek wiha bihata dayîn. Ji ber ku ev yek ji derveyî vê nayên rê, ne merhamet û ne jî edaletê dizanin.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata anî ziman ku piştî çalakiya Pêngava 15’ê Tebaxê li girtîgehan rê li ber nîqaş û lêgerînan vekir. Ayata diyar kir ku di serê her kesê de pirsên kê ev kir? Çawa ev hate kirin? Ji aliyê kê ve hate kirin? û pirsên din hebûn. Ji ber ku televîzyonan tenê wek ‘terorîst’ dihate pênasekirin. Ayata wiha domand: “Bi demê re lêhûrbûn û nîqaş zêdetir bûn. Daxuyaniyê dewletê yên weke ‘3-4 talanker in, 72 saetan temenê wan heye’ dida. Dîsa bi îdîa û mezin daxivîn. Bi demê re famkirin ku ev ne serhildaneke klasîk e, şerê gerîla ye. Me jî texmîn dikir ku şerekî şoreşgerî ye, şerekî gerîla-gel ê mîna Vîetnamê ye. Ji xwe di van mercan de ne mimkûn bû ku tiştek din were kirin.Ji xwe koma yekem koma propagandaya bi çek bûn. Ji xwe rewşa bicihbûnê ya bê çek nebû. Hinceta gotina koma propaganda ya bi çek jî hebû. Navê gerîlayên avêtin ser Dihê ya Şemzînanê jî ev nav bû. Koma Propaganda ya bi Çek a 14’ê Tîrmehê, Koma Propaganda ya bi Çek a 21’ê Adarê bû. Ev çalakiyan lidar dixin

Berxwedan piranî wê ji derve bê kirin. Dozên PKK’ê û dadgeh ji vê dîrokê û şûnde encam bû. Cezayê darvekirinê dan gelek hevrêyan. Heta vê demê ji çepên Tirkiye û girtiyên edlî 50 mirov hatin darvekirin. Lê darvekirinên herî mezin ji bo PKK’ê derketin. Lê tu PKK’yî bidarve nekirin. Ev jî raste rast encamên 15’ê Tebaxê avakirî ve girêdayî ne. Şerê gerîla yê li Kurdistanê dom kir, gerîla ew têk bir, nekarî tesfiye bike. Nekarî li Tirkiyeyê darvekirina girtiyan bidin ber çavên xwe.

Ji ber ku nekarî tevgera gerîla têk bibe û dîsa wê kapasîteya PKK’ê û Rêbertiya wê zêdetir bê famkirin. Ne tevgerek welê ye ku geş bibe û têk biçe ye. Derket holê ku ne tevgerek welê ye bi operasyon, gef û îmhakirina çend koman, ji ya xwe vegere, ji bo wê nekarîn bi dar ve bikin.

Bi hiqûqên taybet darvekirin hatin rawestandin. Li şûna darvekirinê 40 sal ceza hatin dayîn. 20 sal ên girtî bûn hatin berdan. Bi vî rengî bi fermî tu PKK’î nehatin bidarvekirin. Ev jî encamek pir girîng bû. Ev jî baweriyek mezin da girtî û malbatên girtiyan û girseya girêdayî wê. Rê li ber bawerî bûn û pêşî vekirina baweriya xwe ya siberojê derket holê. Derket holê ku 15’ê Tebaxê gihişte hêzeke şoreşgerî ku qet neyê têkbirin. Ji ber ku berî niha hemû berxwedan û xebatên Kurdan çend meh bûn.

Berxwedan tim hebû, gerîla navber nada berxwedanê. Li girtîgehan jî berxwedan hebû. Berxwedan bû domdarî, vê tevgerê berxwedan qebûl kir, hem jî terzê milîtan ê fedayî Kemal Pîr, Mezlûm Doganan pêşengîtiya PKK’yî vekir. Fedekarî û xwebeşî di nava PKK’ê de asta berxwedanê diyar kir.

Di nava gel de jî hesta welatparêzî wiha pêş ket. Bi hezaran gund hatin hilweşandin, lê hemû nebûn cerdevan, xiyanet nekirin. Beşek çûn Ewropa, beşek jî li metrepolên mezin di nava zoriyan de jiyan, xwedî li têkoşîn û berxwedanê derket. Ji hev qût nebûn. Îro li çar parçeyan berxwedan hêvî dide gel.

Berxwedan li zindanan êdî belavî derve dibû. 15’ê Tebaxê rewaş derve û gihandina berxwedanê ya çiyan bû. Çepera berxwedanê hate guherîn. Yên ji derve ev berxwedan dewir girt. Gerîla ev hilda ser milê xwe. Mîmar, rêxistinkar û yê ruh da vê terz û ramanê Rêbertî, terzê jiyanê û pîvanên hevrêtiyê bû. 15’ê Tebaxê li Kurdistanê deriyek nû vekir. Rêyek nû vekir, bû despêka dîrokek nû. Guleya yekem a Kurdan li tirsa xwe da, bêdengî çirand, tarîtî çirand û ew bêdengî dawî anî. Tirsa xwe şikand û derket holê. Eger ku Kurdan destkeftî bi dest xistiye, bi şopandina vê rêyê ye. Bi dayîna berdêlan, bidestxistin û heta bi mirin, êşkence kişandinê ev tarîtî û înkar hilweşiya û gihştin roja îro.

Niha Tirkiye bi xwe 15’ê Tebaxê yan jî şerê gerîla dibêje. Hûlûsî Akar got: ‘40 sal in zirarê didin me. Ji me pir xwîn rijiya.’ Rêber Apo û PKK bi dehan car agirbest îlan kir, nexşerê amade kir. Tim ji bo çareseriyê pêngav amade kir. Di nava sînorên Tirkiyeyê de formula hiqûqa xweseriya demokratîk pêşkêş kir. Hiqûqa sêalî ya hemû Tirkiye erê kir ku hem Tirkiye û hem Yekîtiya Ewropa (YE) û Amed bi hiqûqeke sê alî di nava sînorên Tirkiyeyê de çareseriya xwe pêşkêş kir. Heta dawî pêşiya demokrasiyê vekir.

Lê ew ne amade ne ku Kurdan nas bikin û bi Kurdan re bijîn. PKK ewqas projeyên çareseriyê weşand û daxuyanî da. Erdogan ê qaşo hevdîtin bi rê ve dibir. Lê tek projeyek pêşkêş nekir. Ne gotin, Kurd dikarin bi zimanê dayikê bên perwerdekirin. Bila li hemû hevdîtinan binêrin, ti pêşniyarên wan ên çareseriyê nîne. Dema waha be ti çareserî pêk nayê. Niha jî dixwazin çareseriyê tine bikin. Ev jî dîrokîbûna 15’ê Tebaxê derxist holê.

Eger ku em nexwazin di nava tarîtiyê de bimînin divê berxwedan û têkoşîna ruhê 15’ê Tebaxê û 14’ê Tîrmehê bidomînin. Serxwebûn û demokratîkbûna Kurdistanê tenê bi gerîla nabe. Gerîla hêzeke pêşeng e, hêza rêvekirinê ye. Dema siyaset xitimî, gel bê nefes hate hiştin gerîla wê dijmin têk bibe.1

Îro her kes li ser Kurdan îtifaqê dike. Ji DAÎŞ’ê bigire heta PDK’ê, ji Bexda bigire heta rêveberiya Beşar Esad û her kes li dijî Kurdan îtifaqan dike. Rejîma Baas, Tirkiye û Sûriye di mijara Kurdan de ji sedî sed li hev dikin. Ji bo vê çiqasî em 15’ê Tebaxê temsîl bikin, wî rûhî yan jî dîrokê, pêwstî û zoriyên wê derxînin zanabûnê, wê her ciwan û jina Kurd wê bibe Egîd, Kemal, Mezlûm û Xeyrî.

15’ê Tebaxê di roja îro de dîrokîbûn, rojevî û zindîbûna xwe diparêze. Çawa ku wê demê dihate xwestin tarîtiyê biçirînin û dawî li tirsa Kurdan bê anîn, çawa ku dixwazin amadekariyê dijmin bê valadarxistin, niha jî bi heman rengî divê înkar, îmha, tasfiye û jenosîda Kurdan bê rawestandin. Projeya Tirkiye ya li ser Kurdan jenosîde. Ji derveyî vê ti îzahatek din nîne. Ziman, çand û hebûna wê qedexe ye, dixwaze ji dîrokê bibin. Divê em jenosîdê dawî bikin. Divê hemû şervan, pêşeng ûgerîlaên gelê Kurd, hemû partiyên çar parçeyên Kurdistanê, hemû gelên li cîhanê, derdorên demokrat û yên li dijî faşîzm-qirkirinê guh bidin deng û berxwedana gelê Kurd.

Divê dawî li vê bêdengiyê bê anîn. Deng dayîna 15’ê Tebaxê û wate kirin, divê hemû ciwan, jinên Kurdistanê, lêgerînvanên azadiyê, welatparêzên heqîqî, ji bawermendan heta Elewî, Êzidî her kes divê xwedî li berxwedan 15’ê Tebaxê derkevin. Yan jî wê karesata qirkirina Kurdistanê neyê sekinandin.

Dewleta Tirk pir dijwar êrîşî Kurdan dike. F-16 tim di tevgerê de ne. Cîhan bêdeng e, agahiya wan jê nabe. Tu dewlet wê li Rojhilata Navîn bi Tirkan re wê wiha şer neke. Îran şer nake. Iraq ji xwe nikare şer bike, Sûriye ji xwe di bin dagirkeriya TC’ê de ye. Yewnanistan hê jî 40 sal in nikare Qibrisê ji destê wan derxîne. Çûn herî dawî li Ermeniyan dan. Rûsya şer nade ber çavan, ji ber endamê NATO’yê ye. Yên şer dide ber çavan, Rojhilata Navîn diparêzin tenê Kurd mane. Kurd bi çekên ferdî û vîna dil bi ruhekî fedayî şer dike. Berê xwe bide PDK’ê, PDK nikare xwe di nava 24 saetan de bigire, ev yek ne mimkûn e. Ji bo wê divê her kes ruhê bi 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê derketî û pêşketin û ruhê şer ê di PKK’ê de derketî rast bixwîne û heqê wê radest bike.

Tirkiye tevî hemû îdîayên xwe yên dibêje; ‘ez ê tine bikim’ zirarê bi temamî dide hemû Kurdan lê encam nagire. Hemû muxalefetê dixwaze teslîm bigire, dibêje; ‘li dijî terorê bibin yek’. Qirika Emerîka û NATO’yê girtiye û dibêje; ‘Li dijî terorê bi tenê şer nabe.’ Divê desteka navneteweyî hebe. Dibêje; ‘Mîna ku li dijî DAÎŞ, bibin yek û PKK paqij bikin’, destekê ji navneteweyî dixwaze. Tevî vê destekê jî hemû balafir û teknîkê ji wir digirn. Eger ku Emerîka û Ewropa PKK weke terorîst îlan nekiriba, Tirkiye ne dikarî vî şerî bike. Dibêje; ‘Ev têrê nake, divê zêdetir destkê bikin’. Ji aliyekê ve diperçiqînim, li peywan im, li aliyê din ji hundir-derve de dewletê pêşkêş dike. Amade ye ku hemû dawîzan bide. Kurd bibin yek wê hemû denge bên guherîn.

 

14'ê Tebaxê 2021

ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ A PKK MUZAFFER AYATA