REJÎMA AKP-MHP'Ê LI BER QEDANDINÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok tevlî bernameya taybet a li Stêrk TV bû û bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn diqewimin nirxand.

Bi taybetî dixwaze têkiliya navbera Rêberê me û gelê me qut bike. Bi vê yekê hewl dide ku gelê me bêhêvî bihêle, tevgera me bêperspektîf bihêle û bike ku nikaribin bersivê bidin pêvajoyê. Êrişên dewleta Tirk a dagirker û têkoşîna li dijî van êrişan bi salan e dewam dike. Lê belê ji sala 2015'an û vir ve êriş li her qadê bênavber dewam dikin.

Rêber Apo 23 sal in tecrîdkirî ye. Ev rewşeke normal nîne, berevajî pêvajoyeke awarte ye. Nerazîbûn û nêzîkatiya me jî divê bi vî rengî awarte be. Rê û rêbazên vê yekê jî pêwendiya xwe bi kûrbûneke xurt heye. Lewma di serî de kadroyên tevgera me û gelê me divê rojane di nava kûrbûn û lêgerînekê de bin. Gel dikare dakeve qadan û rabe serhildanê, yan jî mîna salên 1990'î jiyanê rawestîne. Herikîna jiyanê dikare bê rawestandin. Dikare neçin kar, dakevin qadan û jiyanê li tevahiya Kurdistanê rawestînin.

Ji roja destpêkê ve ya ku bi serê gelê Kurd tê anîn, tiştên normal nîne. Nasnameyek, jiyanek, paşerojek, zimanek tune hatine hesibandin. Mînakeke bi vî rengî li deveke din a cîhanê nîne. Ji ber ku rewş bi vî rengî ye, bersiva bê dayin jî divê di asta herî bilind de be. Yanî divê ev êrişên dijmin neyê qebûlkirin û tol bê hilanîn. Bi vî ruhî rê û rêbaz dikarin bêne peydakirin. Lewma divê gelê me berxwedana 10 mehan a li zindanan û tecrîda li ser Rêber Apo bibîne û li gorî vê yekê gel û ciwan rê û rêbazên xwe diyar bikin. Weke me got, dikare biherike qadan an jî jiyan bê rawestandin. Bêguman bi vî rengî em dikarin bi dijmin gavê paşve bidin avêtin.

Dewleta Tirk sala 1925'an bi Plana Şark Islahat komkujî û qirkirin li gelê Kurd ferz kir. Ev êriş û komkujî heta vê serdemê dewam kir. Hêzên navneteweyî ku berê li pêşberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bêdeng man, îro jî heman siyasetê dimeşînin. Her kes zane ku demên herî êrişkar ên rejîmên faşîst ew dem in ku herî zêde li ber windakirinê ne. Rejîma AKP-MHP'ê jî di rewşeke wiha de ye. Êdî li ber dawiyê ne. Lewma hem li hundir hem jî li derve helwesteke êrişkar nîşan dide. Lê belê dawiya faşîzma AKP-MHP'ê êdî hatiye. Her kes bi vê zane.

Beriya her tiştî Kesên ku li Şengalê li nexweşxaneyeke Şengalê di êrişê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînim. Seîd Hesen yekî hêja bû ku bi malbata xwe, bi eşîra xwe ji dil û can tevlî vê têkoşînê bûbû. Dema ku diçû hevdîtina bi Kazimî re şehîd xistin. Ya yekemîn; eger tiliya hikumeta Iraqê di vê êrişê de tune be, diviyabû têkildarî vê yekê daxuyaniyek bida, peyama şermezarkirinê bida û sersaxî ji civaka Êzidî re bixwasta.

Ya duyemîn; helwesta PDK'ê ye. Ji kêliya ku êriş pêk hat û pê ve rayedarên PDK'ê gotin ku nexweşxane navenda PKK'ê ye. Ya yekemîn; ev yek derew e! Ya duyemîn; we çima ji xwe re kirine kar ku daxuyaniyek wiha bidin? Ev rewş xizmetê ji çi re dike? Ya sêyemîn; dewleta Tirk ne xwediyê xaka Iraqê ye. Çawa dixwaze bi wî rengî bombeyan dibarîne. Ya çaremîn jî komkujî û qirkirin li Êzidiyan bû, berdêlê giran dan, têkoşîneke mezin meşandin. Xaka xwe neterikandin. Bi vî rengî li ber xwe dan. Dewletên Yekîtiya Ewropayê qirkirina xelkê Êzidî nas dike, lê belê li pêşberî êrişên dewleta Tirk bêdeng in ku dewleta Tirk hewl dide ya ku DAÎŞ'ê nîvco hişt, temam bike. Xelkê Êzidî li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da, wê li hemberî van êrişan jî li ber xwe bide. Wê ti carî paş ve gavê neavêje.

Şaşitiyeke gelekî mezin e ku PKK'ê ji her tiştî berpirsyar dibîne. Divê rayedarên PDK'ê dev ji vî zimanê sûcdarkirinê berdin. Pêwîste PDK nekeve xefika dijmin. Ji bo yekîtiya neteweyî divê bi erk û mîsyona xwe rabe. Derfetên vê yekê niha hene. Gelê Kurd jî mîna gelên din ên cîhanê divê bi nasname û statu bi rengekî azad bijî. Em hêvîdar in ku PDK wê li gorî vê yekê tevbigere. Pêwîste li pêşiya gelê Kurd nebe asteng. Jin, ciwan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd nerazîbûneke mezin nîşanî dagirkeriyê dan. PDK li şûna ku bibe asteng divê wan teşwîq bike.

Li Efganistanê demeke dirêj e şer diqewime. Ji Sowyetan heta DYE'yê hemû li gorî berjewendiyên xwe nêzîk bûn. Fatûreya vê yekê jî li xelkê Efganistanê bi taybetî jî li jinan birîn. Ev rewş hîn jî dewam dike. Mixabin xuya ye wê hîn jî dewam bike. Nepêkane ku Talîban neteweyan, olan, mezheban, çandan hemûyan hembêz bike yan jî bi rengekî demokratîk nêzîk bibe. Rêbertî gelek caran diyar kir ku çareserî tenê bi civaka demokratîk dibe.