Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû di Medya Haberê de ji Bernameya Taybet re axivî û têkilî mijarên di rojevê de axivî.
Heke îro CHP, Kiliçdaroglu behsa hebûna Kurdan dike, sedema wê ew e ku polîtîkaya şer a AKP-MHP'ê têk diçe, naxwe Kiliçdaroglu devê xwe venedikir. Helbet mixatab meclîs e, divê li meclîsê were çareserkirin. HDP jî muxatab e, siyaseta li Tirkiyê jî mixatab e, hêzen demokrasiyê jî mixatab in. Lê di çareseriya pirsa Kurd de di serî de Rêber Apo mixatab e. Helbet wê li meclîsê çareser bibe lê wê li ser navê Kurdan biaxive, li ser navê Kurd kesê herî girîng Rêber Apo ye.
23 salên bi zor û zehmetî çûn. Ji alî gelê me û ji alî me ve bi têkoşîneke mezin derbas bû. Nexasim Rêber Apo li Imraliyê têkoşîna gel xurt dike, mane dayê û kir ku zêdetir bileze. Heke ne ji berxwedana Rêbertiya me bûya gelê me jî, tevgera me jî bi vê astê wê nikaribûya têbikoşiya. Ji vî alî ve, helwesta Rêber Apo, dahurandina desthilata zilamserwer, danîna xeta azadiya jinê, danîna hişmendiya şoreşa ekolojîk, danîna hemû berxwedanên dîroka Kurdan, kir ku van 23 salan em têkoşîneke mezin bidin.
Komplo bi giştî hate têkbirin. Bi komployê wê Rêbertî bêkêr bikirana, bikirina jirêzê lê Rêbertî zêdetir mezin bû. Wê dilsoziya gel a li Rêbertî qels bikirana lê niha zêdetir dilsozî Rêbertî ne. Ne tenê gelê Kurd, mirovên Rojhilata Navîn û cîhanê jî dilsozî Rêbertî ne. Siberojê hemû jinên cîhanê wê dilsoziya xwe ya bi Rêbertî nîşan bidin. Ji ber ku jin xwedî ûcdan in, bi adalet in, helbet wê zêdetir li Rêbertî xwedî derkevin ku ev çend tişt di ber azadiya wan de kiriye. Van hemûyan li dijî komployê têkoşîneke mezin aniye. Niha em dibêjin dema azadiya Rêbertî ye. Hemû demokrat, rewşenbîr, nivîskarên cîhanê li Rêbertî xwedî derdikevin. Rêbertî bi rastî jî bûye lîderê gelên cîhanê. Ev jî nîşan dide ku komplo hatiye têkbirin.
Serhildana 6-8'ê Cotmehê kiriye ku berxwedana Kobanê serfiraz bibe .Heke li ser sînorê Pirsûsê gel bi mehan li ber xwe nedaya û ev berxwedana bi serhildana 6-8'ê Cotmehê nehate tacîdarkirin berxwedana Kobanê wê bi ser neketa. Weke ku hinek dibêjin a ku berxwedana Kobanê birî serî ne bombebaranên balafirênş er e. Heke gelê Kurd, berxwedana şoreşgeran, desteka wan, ew têlên sînor ranekirina, ne ji wan bûye ku çûne Rojava û şer kirine, ne ji wan bûya ku dema têlên sînor rakirin şehîd bûn, berxwedana Kobanê bi ser nediket.
Ji vî alî ve berxwedana Kobanê berxwedaneke dîrokî ye. Hê roja pêşî me got, çawa ku sala 1940'î dema ku Hîtler Stalîngrad dorpêç kir çawa ku şoreşgerên wir mal bi mal, ode bi ode şer kirin û faşîst şikandin, wê Kobanê jî wiha be. Me got wê serfiraziyeke wiha bibe. Berxwedana Kobanê bû serfiraziyeke dîrokî.
Serhildana 6-8'ê Cotmehê çawa ku bi wê rojê rabû ku berxwedana Kobanê bi ser bikeve, her wiha kesên kuu ji Bakur têl rakirin û çûn li wir şer kirin jî, qedera şerê Kobanê diyar kirin.
Bîrîkirina kesên ku di komkujiya Garê de şehîd bûne, bîrîkirina tevahiya gelên Tirkiyê ye. Heke bîrîkirina wan bi cih were Tirikye wê demokratîk bibe. Tekane reçeteya rizgariya Tirkiyê Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad e. Şehîdên 10'ê Cotmehê ev danîne holê. Profîla wan kesan ku 10'ê Cotmehê ji şer re gotin na, girîng e. Ji her alî Tirkiyê hatibûn û ji her aliyê siyasî bû. Ji ber vê divê mirov li şehîdên 10'ê Cotmehê xwedî derkeve.
'Divê mirov daxuyaniya Bîden bi girîngî binirxîne. Heke di van gotinên xwe de jidil bin, divê polîtîkayeke li gorî vê deynin. 9'ê Cotmehê Serêkaniyê û Girê Spî bi lihevkirina Erdogan û Trûmp çêbû. Gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dibêjin dewleta Tirk Sûriyê dagir dike, aramiyêk tê dibe, dibêjin dijminatiyê ne tenê li gelên Sûriyê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn dikin. Naxwe nirxadinên ku Kurdan kirî, niha Bîden dike.
Daxuyaniyên dawî yên Bîden dibêje polîtîkayên wê demê yên DYE'yê şaş in, Kurd rast in. Heke Serokê DYE'yê vê dibêje, naxwa tişta ku hewce ye bike destekê bide têkoşîna Kurdan a dijî dagirkeriyê û dewleta Tirk ji wir were derxistin. Dewleta Tirk li wir dagirker e. Gelê Kurd mexdûr bûye. Naxwe DYE û YE divê li dijî vê bibin xwedî helwest.''
Beriya bi 3 heftiyan bêyî ku nav bidim min behsê kiribû ku Şoreş Mardîn şoreşgerekî çawa ye. Dema ku diçe bi dewleta Tirk re şer bike di kemîna PDK'ê de şehîd dibe. Sala 1996'an tevlî têkoşînê buye, li Dersim, Botan, Zagrosê şer kiriye, li Rojava şer kiriye birîndar dibe, diçe welatekî dûr tedawî dibe, hê tam rehet nebûyî, êrîşên dewleta Tirk dibîne û bi bezê tê, bi gazîtî tevlî şer dibe û dixwaze ku Kurdistanê ji dagirkeriyê xilas bike. Yekî wiha şehîd bûye. Hevalên din hemû jî şervan in. PDK ya ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, ji bo ku zor li dewleta Tirk nebe hevalên din şehîd kirine. Ka mirov vê çawa vebêje? Dibêjin, ''naxwe çi karê PKK'yiyan li vir heye?' Çi karê dewleta Tirk heye, çi îşê MÎT'ê ku dijminê Kurdan e li xaka Kurdistanê heye? TC siberojê wê Tirkmenan bike hincet û Başûr dagir bike. Helwesta wan a dema referandûmê, helwesta wan a Kerkûkê li holê ye.
Têkilî rewşa Xelîfanê, li gel ku şahid in jî ti daxuyanî nehatiye dayin. Ê ku xilas bûyî jî hevalekî ciwan e. Hemû hevalên ciwan divê mînak bigirin. 16 rojan tî, birçî, xwas dimeşe û digihe hevalan. Û şahid e. Dibêje, bêyî ku hişyariyek were dayin, kemîn tê danîn û şehîd dikin. Encex dijmin vê bike, dewleta Tirk vê dike. Niha agahiyeke rast di dest me de heye. Evên ku ji wan re pêşmergeyên roj tê gotin, beriya rûdana Xelîfanê li malbatên xwey ên li Rojava digerin, dibêjin, ''PKK'yî hatine Xelîfanê, niha em bi ser wan de diçin.'' Tê fêhmkirin, kesên li Xelîfanê van hevalan şehîd dikin rasterast girêdayî PDK'ê ne, ne bi ser hikûmetê ve ne. Hêzên taybet ên bi ser PDK'ê ve û ev çeteyên ku ji wan re pêşmergeyên Roj tê gotin. Ev çete ne. Dema ku mirov ji van re pêşmerge bibêje, ev dibe heqaret li pêşmergeyên ku berê têdikoşiyan. Çawa ku Tirkiyê li Sûriyê ciwanên Iraqê kiribe çete, niha PDK jî ev kirine çete. Ev hêza çi ne? Ne hêzeke fermî ne, kî pereyan dide? Hikûmet nade, biryareke wiha ya hikûmetê nîne. Pereyên gel didin van çeteyan ku ji wan re pêşmergeyên roj tê gotin. Piştre diçine Şengalê, ji zarên gelê Êzîdî re, 'ev hêzeke biyan in dibêjin.
Aşkere ye ku ev kirinên PDK'ê bi çi rengî wê tevlî dîrokê bibin lê wê xwe jî biqedînin. Bi gelê Kurd re wê xwe jî biqedînin. Mirov ev qas famkor nabe, hêzeke siyasî ya ev qas famkor ku fêhm nake dewleta Tirk çi yei ,propagandaya dewleteke ku dijminê Kurdan dike. Ji ber Helepçeyê li Başûr yek ji mijara herî hesas çeka kimyewî ye. Bi sedema çeka kimyewî DYE bi ser Sedam de çû. Li dijî ciwanên Kurd, gerîla çeka kimyewî tê bikaranîn lê PDK bêdeng dimîne, ev jî rastiya PDK'ê nîşan dide.
Li dijî vê divê demokratên Kurd, hunermend, rewşenbir xwedî helwes bin. Bi bêdengiyê, nerînê nabe. Heke îro demokrat, hunermend, rewşenbîrên Kurd li tiştên ku PDK li PKK'ê dike temaşevan bin, siberojê PDK wê eynî tiştan li hêzeke dî bike. Ji vî alî ve em bang dikin ku her kes bi berpirsyarî rabe. PDK divê hesabê şehîdên Xelîfanê bide.
Ev sûcê şer e. Dema ku mijar PKK û Kurd bin ev çek serbest in? Divê NY, YE, dewletên ku bikaranîna çekên kimyewî qedexe kirine daxuyanî bidin .Ev alçaxî ye. Dewleta Tirk ne tenê dijî Kurdan, siberojê dijî hine djî jî wê vê bi kar bîne.
Li dijî vê divê raya giştî ya Kurd rabe ser piyan. Belê gerîla şer dike lê li dijî jehrê, çeka kimyewî wê çawa şer bike? Bombeya atomê avêtin Japonya, çi bû? Japon mecbûr man ku teslîm bibin. Dewleta Tirk dixwaze eynî tiştî li ser gerîla bike, bi çeka kimyewî dixwaze gerîla tine bike. Jixwe ew îradeya leşkerê Tirk nîne ku li dijî gerîla şer bike. Nikarin werin pêşberî gerîla şer bikin. Ji aliyekî ve bi balafiran ji dûr ve bombe dikin. Ji aliyekî ve jî çeka kimyewî bi kar tînin. Li dijî lehengên Kurd nikarin şer bikin, direvin. Bi eynî çekan werin pêşberî hev leşkerên Tirk nikarin rojekê bisekinin, wê birevin. Ji ber ku gerîlayên me bi fedaîtî şer dikin. Ev 6 meh in bênavber li dijî artêşa Tirk şer dikin. Dewleta Tirk ji bo ku li bara gerîla bêgav maye çeka kimyewî bi kar tîne. Jixwe yên ku têk çûne, encam nastînin çeka kimyewî bi kar tînin.''
Gelê me yê Ewropa divê qiyametê rake, divê ciwan qiyametê rakin. Heke di vê demê de wê ji bo gerîla nebin destek kengî bibin destek? Li dijî vî sûcî tevahiya gelê Kurd divê xwedî helwest be. Çawa ku li Helepçe helwest hatibe nîşandan, niha jî li dijî çeka kimyewî ku li ser gerîla tê bikaranîn jî divê helwest were nîşandan.
Heke îro CHP, Kiliçdaroglu behsa hebûna Kurdan dike, sedema wê ew e ku polîtîkaya şer a AKP-MHP'ê têk diçe, naxwe Kiliçdaroglu devê xwe venedikir. Helbet mixatab meclîs e, divê li meclîsê were çareserkirin. HDP jî muxatab e, siyaseta li Tirkiyê jî mixatab e, hêzen demokrasiyê jî mixatab in. Lê di çareseriya pirsa Kurd de di serî de Rêber Apo mixatab e. Helbet wê li meclîsê çareser bibe lê wê li ser navê Kurdan biaxive, li ser navê Kurd kesê herî girîng Rêber Apo ye.
Helbet rola her kesî bellî ye. HDP jî bi vê dizane. Di çareserkirina pirsa Kurd de, ku yek ji pirsa herî girîng a Tirkiyê ye, Rêber Apo rol nelîze çareser nabe. HDP jî bi vê dizane, CHP jî, AKP jî. AKP pê nizane ku aktorê sereke Rêber Apo ye? Di hilbijartina xwecih de zor li wan bû, bi bezê xwe avêtin ber lingê Rêber Apo. Ev rastî li ber çavan e. Berê bi Imraliyê re hevditin nehatin kirin? Li ser navê dewletê çûn, hevdîtin kirine.
Ji ber vê ne rast e k mixatbûna Rêber Apo were nîqaşkirin. Pirs wê çawa were çareserkirin, bi kîjan parametreyan were çareserkirin, projeya çareseriyê wê çi be, divê ev were nîqaşkirin. Ya girîng divê pirs were çareserkirin. Nîqaşa bila ev kes be, filan kes be averêkirin e. Pêvajoya dîrokî diyar kiriye bê ka mixatab kiye, têkoşîna gelê Kurd diyar kiriye.
14'ê Cotmehê 2021