WELATÊN EWROPAYÊ JI KOMKUJIYÊ BERPIRSYAR IN

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat, di salvegera 9'emîn de Komkujiya Parîsê nirxand.

"Ji damezrînerên tevgera me ya azadiyê ya Kurdistanê û tevgera me ya azadiya jinê hevrê Sakîne Cansiz û hevrêyên pê re şehîd bûn Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvegera 9'emîn a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Êrişkaran jî bi hêrseke mezin şermezar dikin.

Komkujiya Parîsê jî siyaseta durû ya Ewropayê ya di pirsgirêka Kurd de nîşan dide. Yekser bi fermana Erdogan bi berpirsyariya Hakan Fîdan û bi hevkariya îstîxbarata Fransayê hate kirin. Dewleta Fransayê zane ku komkujî ji aliyê kê ve hatiye kirin, lewma pêvajoyeke nixumandina komkujiyê da destpêkirin.

Êrişa li ser hevrê Sara-Sakîne Cansiz, ku yek ji kadroyên pêşeng ên tevgera me bû, bersiva bi komkujiyê ya li têkoşîna azadiya jinê bû ku Rêberê me bi hesasiyeteke mezin ava kir. Mesaja esasî bi vî rengî dan Rêberê me. Li ser Rêber Apo zext û tundiyeke mezin hate meşandin. Êrişa li dijî hevala Sakîne û hevalên pê re, dihate wateya êrişa li dijî Rêberê me. Ne zehmet e ku mesaja siyasî ya vê kuştinê bê fêhmkirin. Lê belê mîna her carê dewletên Ewropayê ji nedîtî ve hat û pirsgirêka Kurd kir qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî. Polîtîkayeke durû meşand ku tenê bi rêya rapora mafên mirovan noteke kêm da Tirkiyeyê. Ev polîtîkaya durû dike ku komkujî dewam bike, siyaseteke komkujer a nemerdane ye ku li ser kuştina Kurdan tê meşandin. Ya ku komkujî kir, organîze kir her çend dewleta Tirk a faşîst jî be, her wiha tevî ku ji ber dijminatiya li Kurdan jî be, ya ku vê dijminatiyê xwedî dike û dike ku dewleta Tirk bi rengekî eşkere terorê li dijî Kurdan bimeşîne, ev rastiya siyasî ya navneteweyî ye.

Lê belê dewleta Fransayê bi rawestandina hiqûqa xwe, helwesteke siyasî nîşan da ku bêyî ku biryareke fermî bide dem di ser re derbas kir. Çûyîna bi ser komkujiyê li aliyekî, polîsên Fransayê bi xwe re nedît ku li cihê komkujiyê dane û belgeyan kom bike.

Bêdengî tê wateya hevkariya bi komkujiyê re. Gel û jinên Kurd wê mafên xwe heta dawiyê biparêzin. Li dijî dewleta Tirk a ku ji bilî komkujî, tunekirin û înkarê tiştekî din nake, bêguman mafê herî însanî û rewa ye ku têkoşîna çekdarî jî di nav de bi her awayî li dijî zordarî û terora dewleta Tirk têkoşîn bê meşandin.

Yekîtiya Ewropayê bi derewan berpirsyariya kuştina Olof Palme xiste stuyê tevgera me û tevgera me xiste nav alîsteya terorê. Bi vî rengî bi salane li dijî gelê Kurd sûc tê kirin. Sala 2021'ê ji aliyê dewleta Swêdê ve hate eşkerekirin Olof Palme ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Ewqas sal di ser re derbas bûn lê rastî çima veşartin? Yên ku derfetke biçûk jî nadin Kurdan ku têkoşîna demokratîk û siyasetê bimeşînin, yên ku mafê jiyanê nadin Kurdan, vaye mîna di qetilkirina Sakîne Cansiz de li her derê zext û tundiyê li Kurdan ferz dikin.

Yên ku vê xweparastina me weke terorê nîşan didin, xwedî siyaseteke nemerdane ne. Kurd hene û wê bi rengekî azad bijîn. Rêberê me ji ber ku vê rastiyê timî temsîl dike, timî komploya navneteweyî li dij hate kirin. Îro li Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiyê bi rengekî şênber çekên kîmyewî tê bikaranîn. Di serî de Fransa û Elmanya, dewletên Ewropayê ji bo hîn bêhtir nebin hevparê vî sûcî divê li rastiyê mikur bên û di nêzîkatiya xwe ya li pirsgirêka Kurd de guhertineke bingehîn bikin. Dema vê yekê hatiye. Dîlgirtina Rêberê me li tecrîda Îmraliyê li dijî hiqûqê ye, li dijî mirovahiyê ye. Sîstema Îmraliyê di bin berpiryariya CPT de ye. Divê Koneya Ewropayê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Me nehişt ku dijmin di çarçoveya 'Plana têkbirinê' de qadên gerîla dagir bike, nehişt ku planên tunekirina tevgera me pêk bîne. Ev polîtîkayên qirkirinê di asteke girîng de hatin pûçkirin. Bêguman ev şer bi berdêlên gelekî giran hate meşandin. Me bi serketina Garê ya bi fermandariya şehîd Şoreş Beytuşebap dest bi têkoşîna salê kir. Vê yekê dijmin ser û bin kir û ne tenê ji aliyê leşkerî ve encamek serketî bi dest xist. Ji aliyê siyasî, dîplomatîk û civakî ve encamên xwe hebûn. Dijmin hem ji bo bandora serketina Garê têk bibe, hem jî encamê ji plana xwe werbigire 23'ê Nîsanê dest bi operasyonên berfireh kir û li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke bêeman hate nîşandan. Dijmin bi hemû hêza xwe bi rengekî hovane êriş dike. Li ser bingeha plana xwe ya temamkirina dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê û tasfiyekirina tevgera me û gerîla, dest bi êrişeke topyekûn kir û li dijî vê berxwedaneke xurt tê meşandin. Li dijî êrişên bi çekên kîmyewî û êrişên hovane, gerîla bi lehengî wezîfeya xwe bi cih anî. Li çar parçeyên Kurdistanê gel, jinan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, li dijî rastiya xiyanetê ya PDK'ê têkoşîn meşand, lê têrker nîne.

YJA Starê di nava salê de bi dehan çalakî kir, her wiha di asta pêşengiyê de tevlî pêngavên leşkerî hemûyan bû. Li gel êrişên dijmin ên bi her cûreyê teknîkê gerîla şerê xwe bênavber meşand. Li dijî komkujiyên hovane yên bi êrişên kîmyewî têkoşîna me dewam dike. Lê belê ev divê li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bê xurtkirin. Ev şer ji her demê cudatir e û çarenûsê diyar dike. Serketina di vî şerî û têkoşîna topyekûn de wê dawî li rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bîne. Bi taybetî li dijî xiyaneta PDK'ê û êrişên dagirker ên AKP-MHP a faşîst, sala 2022'an wê bibe saleke ji têkoşîneke bi bandor."