Em Şehîdên Hewlêrê Jibîr nakin!

Bêguman li seranserê cîhanê şeran hinek rêgez û rêzikên xwe yên taybet hene, hine....

Hewlêr Helebceyî

Di roja 14. 05. 1997’an de dewleta dagirker a Tirk operasyonekî leşkerî ya berfireh li ser sînorê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê encam da. Di wê operasyonê de qada gerîlayên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê ji xwe re kiribûn armanc. Em hemû jî ji çarenûsa wê operasyonê agahdar in ku ka ew operasyon çawa hat şikandin û bê encam hiştin. Lê belê tişta ku em dixwazin di vir de destnîşan bikin ew bûyera kirêt û hovane ye ku di roja 16. 05. 1997’an de weke beşekî ji wê operasyonê li bajarê Hewlêrê qewimî.

18 sal beriya niha çekdarên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistan-Iraq’ê bi biryara serkirdeyên xwe, li kêleka artêşa faşîst a dewleta Tirk li dijî gerîla operasyonek encam dan.  

Li ser bingehê wê peymana di navbera dewleta Tirk û PDK’ê de tenê hêzên gerîla nekiribûn armanc, di heman demê de her tişt ji êrîş û pelamarên xwe re kirin armanc û vê yekê jî peywendiya xwe bi hizra tinekirina tevgera azadîxwaz a PKK’ê re hebû. Di wê serdemê de li Bakurê Kurdistanê bi hezaran Kurdên welatparêz bûne armanca tawan û sûcên kuştiyên wan nediyar ên kontr-gerîlayên ser bi dezgeha şerê taybet a dewleta Tirk. Di wê çarçoveyê de jî gelek rojnamewan û rewşenbîr hatin şehîd kirin û weşanxaneyên wan hatin teqandin.

Di encama heman konseptê de, di roja 16. 05. 1997’an de çekdarên PDK’ê êrîş birin ser derdorên hunermend, rojnamewan, siyasetmedar û jinan; tenê kesên brîndar ên bê dest û ling ên li nexweşxaneyê jî ji wan êrîşan rizgar nebûn. Wê rojê weşanxaneya rojnameya ‘Welat’, Navenda Çanda Mezopotamyayê, nexweşxaneya Heyva Sor a Kurdistanê, nûnertiya yekitiya azad a jinên Kurdistanê, saziya yekîtiya netewî ya demokratîk a Kurdistanê û nûnertiya PKK’ê ya li Hewlêrê bûne armanca wan êrîşên hovane û di encama wan êrîşan de bi dehan kes şehîd û bê serûşûn bûn.

Bêguman li seranserê cîhanê şeran hinek rêgez û rêzikên xwe yên taybet hene, hinek pîvan hatine diyarkirin ku divê hemû hêzên şerker van rêgezan ji xwe re esas bigirin; her wiha binpêkirina wan pîvanan weke tawan û sûcên şeran têne hesibandin. Ew hemû pîvan, ji bo wan şerên navxweyî yên xwekujiyê yên ku di demên bihûrî de rû da ne jî derbasdar in. Li gorî wan pîvan û rêgezan jî ew bûyera ku li Hewlêr’ê rû da, weke wateya peyvê, tawan û sûcê şer e. Beriya her tiştî li gorî usula peywendî û dîplomasiyê, nûnertî hatine parastin û divê nekevin ber êrîş û pelamarên leşkerî. Bi heman awayî weşanxaneyên rojnameyan û rojnamewan jî hatine parastin. Rojnameya ‘Welat’ heftenameyekî fermî bû. Heya çend rojên beriya wan êrîş û pelamaran jî rojname hatibû çapkirin û belavkirin. Bi êrîşkirina ser wê weşanxaneya wê heftenameyê re, ji bilî binpêkirina rêzik û rêgezên gerdûnî, bi rêgezên şer ve girêdayî nabe ku kes û komelên medenî bibin armanca êrîşan. Beriya her tiştî rêgez(Herêma Başûrê Kurdistanê) hatin binpêkirin û di encama wan êrîşan de jî gelek rojnamewan bi şêwazekî dirindane hatin şehîd kirin. Gelek hunermend û hunerxwaz ên bê guneh bûne qurbanê zîhniyeta dijî huner û hunerxwazan, gelek saziyên jinan ku tenya guneha wan bilindkirina asta hişyarbûna jinan û karkirina wan bû û di çarçoveya jin, jiyan, azadî de li dijî kevneperestiyê derdiketin, hatin şehîd û bê serûşûn kirin; tenê li hemberî bedenê bê ruh û giyan bêrêzî kirin, nîşaneya wê ye ku ka ew çekdar çi qas tirsonek û bê esl in. Êrîşa ji hemûyan hovanetir ew bûye, ya ku birin ser brîndar û nexweşên li nexweşxaneya Heyva Sor a Kurdistanê. Ew kesên ku di şerên li dijî dagirkerên Kurdistanê de birîndar bibûn, kesên bê dest û ling û çav, hatin qetilkirin. Kîjan zagon, kîjan wijdan, kîjan exlaq dihêle ku qirêjî û gemariyekî wiha bê kirin? Tenê kesên ku para xwe ji mirovatî û mirovbûnê negirtibin, dikarin van karan bikin. Kesên ku di wan weşanxane, nexweşxane û komelan de hatin şehîd kirin, keç û xortên her çar parçeyên Kurdistanê bûn. Ev jî di heman demê de tê wateya ku ew êrîş li dijî netewbûn û ruhê yekîtiya netewî hatine lidarxistin. Li gorî belge û agahiyan, hejmara şehîd û wendahiyan jî heftê kes dibin ku li hinek cihên bajarê Hewlêr’ê hatine veşartin û spartin.

Bêguman 18 sal bi ser wê bûyerê de derbas bûne, lê belê heya niha jî ji aliyê PDK’ê ve bi awayekî fermî û ne fermî behsa çarenûsa bê serûşûnan nehatiye kirin. Heya niha jî dayîk, xûşk û birayên wan li benda wan in ku vegerin. Di heman demê de rê nadin ku bikarin gorên wan bêne çêkirin û goristanekî şayîste û layîqê wan bê avakirin. Ji ber vê yekê serkirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistan-Iraq’ê heya niha jî daneyên wan tawanan aşkera nekiri ne û tim hewldidin ku vê bûyerê veşêrin û ser bigirin. Xwe li gotin û rexneyekî tenê jî ranagirin ku di vê mijarê de bêne kirin û gotin. Bîranîna wan qurbaniyan tenê jî ji xwe re weke tehdîd û hereşeyekê dibînin û êrîşan dibin ser wan.

Par li ser vî bingehî li ber deriyê parlemena herêma Kurdistanê çalakiyekî nerazîbûnê ji aliyê gelek komele, rêxistin û kesên rewşenbîr û rojnamewan ve hat lidarxistin; piştî çend rojan, ango di roja 19. 05. 2014’an de dîsa çekdarên PDK’ê bi ser weşanxaneyan, kovaran, ajansên nûçeyan, rêxistina jinan û ciwanan girtin û di vê çarçoveyê de jî ji bilî desteserkirina hinek kelûpel û tiştan, weke çawa bê biryara dadgehê êrîş kirin ser weşanxaneya wê kovarê, ajans û rêxistinên jin û ciwanan ku hemû jî fermî bûn, bi heman awayî jî ew hemû weşanxane hatin girtin.

Bi salên dûr û dirêj li Kurdistanê şerên navxweyî rû didan. Di encama wan şeran de gelek bûyerên diltezîn û bi êş hatin jiyankirin. Hinek ji wan tawan û sûcên şer in û pêwîst e mirov bi awayekî taybet li ser wan bûyeran raweste û li gorî wan encaman jî helwest bêne raberkirin.

Lê belê tişta ku li Başûrê Kurdistanê hat meşandin, li şûna ku rastî bêne aşkerakirin û bi heqîqetê re rû bi rû bin, ev bûyer hatin veşartin. Ji ber vê yekê jî beriya hemû sazî û dezgeyan, divê parlementoya herêma Başûrê Kurdistanê wan dosyeyan bigre dest û weke pêngava yekem komîsyonekî taybet a derxistin û aşkerakirina rastiyan ava bike û bi vî awayî jî heqîqet weke berçav bibe. Di vê çarçoveyê de jî tawan û tawanbar bêne destnîşankirin û li şûna xelatkirin û mezinkirina wan bi cezayekî adilane bêne darizandin. Bi vî awayî jî wê çarenûsa kesên ku bê serûşûn bûne aşkera bibe û ger qet nebe jî êdî xizm û kesên qurbaniyan di bendewariyê de namînin û dikarin serdana gorên zarokên xwe bikin.

Di salyada 18’emîn a qurbaniyên wê bûyerê de em careke din serê xwe bi awayekî rêzdarî li beramberî şehîdan dadixin û di xebat û têkoşîna xwe de em ê bîranînên wan bilind bikin û bijînin.