Komara Tirkiyê, Qirkirina Çandî Didomîne

Hûnermend dibêjin, divê mirov tiştekê bike. Divê hemû Kurd cil û bergên xwe...

Dilzar DÎLOK

Komara Tirkiyê, Kurdên bê reng, hejar û bêdeng dixwaze. Kurdên mirî dixwaze. Kurd, li hemberî van hemû êrîşên çandî hê jî cil û bergên xwe yên çandî û herêmî li xwe dikin. Hinek cil û bergên taybet bi erdnigariya Kurdistanê, gerîla jî li xwe dikin. Her çend Kurd rastî qirkirina çandî hatibin jî bi saya têkoşîna azadiyê Kurdan cil û bergên xwe yên netewî dubare li xwe kirin. Gelê Kurd dît ku cil û bergên netewî nemada paşverûtiyê nîn in, berovajiyê vê yekê bi gerîla dît ku nîşaneya berxwedan û rûmetê ne. Wer jî fêr bû û pejirand.

Îro cil û bergên me weke çekan têne nirxandin, têne qedexekirin û dikin heceta girtin û binçavkirinê. AKP’ya ku dilê xwe dibijîne salên bebikiyê yên komariyê, li ser şoreşa kumê dixwaze şoreşekî nû bike. Dijminatiya dewleta Tirk di mijara dijminatiya şal û şapik de şênber bû û dest bi şoreşa pantolan kirin. Ev bebiktiya ku di dema pîriya komarê de dikin, êdî faşîzm jî derbas kiriye.

Dema ku mirov nehêle zarokek jî cilên bi dilê xwe li xwe bike, hema rûdinê û digirî û bi israr dixwaze cilên bi dilê xwe li xwe bike. Lê belê dijminatiya AKP’ê ya li hemberî Kurdan, desthilatbûnê weke êrîşî Kurdan kirinê dibîne. Ango desthilatiyê wiha dinirxîne. Dijminatiya li hemberî Kurdan, rêbazek bûye ku di dîroka komara Tirkiyê de hikûmetan ji xwe re esas girtine û îro jî AKP vê yekê dike. Polîtîkaya înkar û tinekirinê, polîtîkaya dewletê ya bingehîn e û wer difikirin ku kîjan hikûmet vê yekê baş pêkbîne, ew ê zêdetir bikare li ser piyan bimîne. Yek û yekû cilên Kurdan, kefiyên wan, rengên wan, şal û tîliliyên wan têne qedexekirin. Beriya ku ev rejîma faşîst xeyalan jî qedexe bike, divê mirov xwe ji van qedexeyan rizgar bike.

Divê mirov çi bike?

Hûnermend dibêjin, divê mirov tiştekê bike. Divê hemû Kurd cil û bergên xwe yên herêmî û çandî li xwe bikin. Divê gelê me li kolanan bi şal û şepikên xwe, bi xwezayîbûna xwe vê rejîma faşîst protesto bike. Hem divê bi armanca protestokirina pêkanînên rejîma faşîst û hem jî bi armanca xwebûnê li xwe bikin. Ne tenê di pîrozbahiyên Newroz’ê û li hinek festîvalan de li xwe bikin, divê di her qadekî jiyanê de şal û şepik û kiras û fîstanên xwe li xwe bikin. Divê bi vî awayî zagonên rejîma faşîst bêne pûçkirin. Xisleta bingehîn a dewleta Tirk ew e ku çareseriyê nîqaş dike û hewl dide bihelîne, eger nebe serkût dike, eger nekare înkar bike, vê carê jî tine dike. Ev hikûmeta ku ji aliyekê ve serî li lîstokên Osmaniyan dide, ji aliyê din ve jî tevkujiyên zarokan didomîne û bi tecawûzkirina zarokan re dixwaze nifşên nû tine bike û her dem qirkirina çandî jî bidomîne. Polîs û reqîbên (gardiyan) hikûmetekî tecawûzkar jî ji ber sîstema xwe ya heyî tecawûzkar in. Niha hikûmetek heye, televîzyona Kurdî vedike, lê nahêle bi Kurdî stran bêne gotin. Ango hikûmetekî ev qas bê insicam e. Li hemberî van hemû pêkanînên dewletê yên înkarker û tineker, divê mirov bi zimanê hebûnê baxive. Yek ji van jî li xwe kirina cil û bergên netewî û li xwe pêçana kefiyeya netewî ye. Şêwazê cil li xwe kirinê jî dişibe ziman. Reng, zimanê beden in. Şêwe, zimanê bedenê mirov e.

Em nikarin tenê di festîvalan de Kurdî baxivin. Eger wisa be, divê hemû Kurd di her qadekî jiyanê de cil û bergên xwe yên netewî û herêmî li xwe bikin û wan hemû şêweyên cil û bergên modernîteyê ku di bin navê modayê de têne pêşkêşkirin jî weke amûrên helandinê bibînin û li hemberî wan têbikoşin.

Divê ciwan jî cil û bergên çandî û netewî weke tenê cilên kal û pîran nebînin. Divê hemû Kurd, hem ên ku li Kurdistana Bakur dijîn û hem jî yên li metropolên Tirkiyê xwedî li dîrok, çand û zimanê xwe derbikevin, li gorî vê yekê bipeyivin, li gorî vê yekê bifikirin û heta xwarin û vexwarina xwe jî li gorî vê yekê rêkûpêk bikin. Divê vê yekê ji xwe re weke şertê bingehîn bihesibînin. Li hemberî wê nexweşiya ku kofî û şelwaran weke paşverûtî dibîne, divê her ciwanekî Kurd di kesayeta xwe de vê têkoşînê bimeşîne.

Kurdîtî, bi qasî ku diyardeyekî siyasî ye, ew qas jî diyardeyekî çandî ye. Di vê çarçoveyê de nûnertiyekî rast a nasnameyê kirin, şertê bingehîn ê hebûnê ye. Divê hemû Kurdistanî cil û bergên xwe yên herêmî û netewî li xwe bikin û van zagonên faşîst ên komara Tirkiyê protesto û şermezar bikin. Cil û berg ji xirabkariyên modernîteya kapîtalîst ên ku di bin navê modayê de pêktîne rizgarkirin jî, di serî de erka bingehîn a ciwanan e.

Bêyî ku mirov bikeve nava şaşitiyekî weke şêwegiriyê, divê mirov bizane ku li gorî çanda xwe, ango bi çanda xwe jiyan kirin azadî ye. Li hemberî hemû awayî kirêtiyên modernîteya kapîtalîst divê gelê Kurd bi aktûelkirina serdema modernîteya demokratîk re girîngiya cil û bergan bi van çalakiyên xwe ji her kesê re ragihîne. Ez bangawaziyê li her kesê, bi taybet jî li ciwanan dikim ku cil û bergên gerîla yên ku weke sûc û tewanbariyê têne pênasekirin ango şal û şepikan, li xwe bikin. Divê komara Tirkiyê jibîr neke ku ew ciwanên ku cilên gerîla, şal û şepikên bav û kalên xwe ku nikarin li barêjan li xwe bikin, wê li çiyayan heman cil û bergan li xwe bikin.