Çand û Huner

Cerattepe, Heskif, Sur...

Lê yê rast, yê ku niştecîhên Cearattepe’yê û însanê xwezaparêz kirin e; xwezaya xwe parastin...

Delîl DILPÊT

               Dewleta Tirk li hember xweza û dîrokê di nav êrişekê de ye. Adeta dixweza cîhê ku destê xwe tê gehêştî, hêza xwe têrê kirî tûne bike, li holê rake. Ji bo qezencek besît û rojane tûnekirina dîrokekî bi hezaran sala, xwezayekî ku nebe jiyan nabe, bi rehetî dikare li holê rake. Bi hatina AKP yê desthilatdariyê ew tûnekirinana bi lez bûn e. AKP bi zîhniyeta bazirganiyê nêzîkî welêt, xweza û dîrokê dibe. Lewra ji bo qezenca basît xwe li hilweşandina welêt ranagre. Ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyê jî xweza xirabkirin bi lezgînî ketiye dewreyê. Bendavên ku tên çêkirin bi serî xwe xirabkirina xwezeyê ne. Bi dehan mînaka ku mirov dikare bide hene. Herî dawî di bendava Ilisuyê de komkirina avê û bi vê rê di bin bendavê de hiştina Heskif’ê; êrişê li ser Sur û avahiyên dîrokî, li Cerattepe yê bajarê Artvîn’ê, bi derxistina madenê xirabkirina xwezayê di vê mijarê de xelekên dawi ne.

               Şîrketê nêzîk Erdoxan ji bo ku li Cerattepe’yê madenê derbixe îcaze li hukumetê girtiye. Lê belê rêbazê ku maden pê bêderxistin, cîhê ku maden lê bê derxistin bi temamî xirab dike. Di dinê de bi vê rêbazê derxistina maden, hema bêje nemaye, derî çend dewletên wekî dewleta Tirk a ji xwezayê re dijminahiyê dikin. Tevî ku ew yek tê zanîn jî, hukumeta AKP ji bo ku rantê bi şîrketê bi xwe ve girêdayî bide xwertin, îcazeya madên derxistinê dayê.

               Gelê Cerattepe’yê û kesên xwezaparêz li hember vê rantxwuriyê bertek nîşandan, nehiştin ku maşînê şîrketê têkevin cîhê kar û gav bi wan şûn ve dan avitin. Ew helwesta gel di cih de bû. Divê li hember xirabkirina xweza û cîhên dîrokî mirov bertek nîşan bide, berxwe bide. Ji ber ku tu qezencê dem kurt ne cîhê asarekî dîrokî ku hafizayê mirovahiyê tê de veşartiye dikare bigre, ne jî cîhê xirabkirinê yek bost xwezayê. Xweze, dîrok, mirov, her tişt di bin vê pergala rantxur de bîne amurê qezenca rojana. Bes bira hindek qezenc ji wan re were, bira ewna di dema jiyana xwe de di nav heyîna zêde de bijîn, ewqas. Di encam de dîrok tune dibe, xweza xirab dibe, bajar tên hilweşandin, civak tên belavkirin, însan tên qetilkirin û hwd. ji bo wan ne xemme.

Hukumeta AKP bi fermana paşa Erdoxan êrişî gelê Cerattepe’yê, kesên ku dixwestin xwezayê biparêzin kirin. Qederk însan birîndar kirin, di derbarê kesên ku bertek nîşandan, nehiştin ku maşînê kar tikevin cîhê kar doz dan destpêkirin. Tevê vê yekê jî, hukumeta AKP li hember berxwedaniya gelê Cerattepe’yê gav şûn ve avit. Lê belê daxuyaniyê paşa diyardike ku, wê ji vê xirabkirina xwezayê dest bernedin. Paşayê Tirka, dîktatora teze Erdoxan li hember gelê Cerattepe’yê jî xwe ranegirt, wekî herkesî gef li wana jî xwer. Berxwedaniyê gelê Cerattepe’yê, yê dixwestin cîh û warê xwe biparêzin, nehêlen ku xweza bê xirankirin, bi berxwedaniya Gazî yê ve kir yek. Li Gaziyê jî vê hukumeta hov xwestibû ku xwezayê xirab bike, însanê xwezaparêz jî destûr nedabûn êrişê hukumetê yê li ser xwezayê. Erdoxan ew berxwedana li hember xwe wekî darbeyekî nirxandibû û wê jî ew eciz kiribû. Bi çeteyên polîsa êrişî berxwedanvanan kiribû û di encam de nêzî 10 însan hatibûn qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûbîn. Yanî maneya gef xwerina paşa; çawa em di ser Gazî yê de çûn, me însan qetil kirin, em ê li vê derê jî heman tiştî bikin û rê li şîrketê rantxwur re vekin e.

Lê yê rast, yê ku niştecîhên Cearattepe’yê û însanê xwezaparêz kirin e; xwezaya xwe parastin e. Hukumeta Erdoxan tenê gef nexwar, bi çeteyê xwe êrişê wan kesan jî kir, lê belê bi ser neket. Eger ku gelê Cerattepe’yê bi heman vîna parastina xwezayê berxwebide, hukumeta Erdoxan wê li hember îrada gel tû caran jî bi ser nekeve. Lewra divê divê gelê Cerattepe’yê berxwe bide, xwezayê xwe biparêze.

Divê gelê Kurd jî heman berxwedaniyê pêşbixe. Nehêle ku xwezayê xwe bê xirabkirin, dîroka xwe bê tûnekirin. Li hember êrişê li ser Sur’a Amedê bê deng nemîne. Zanibe ku Sur, ruhê Amedê ye. Amedê kî bê Sur vê ruhê xwe winda bike. Sur hilweşiya şûn ve, yê mayî her çiqas jê re bê gotin Amed jî, wê ew ne Amed be. Wê qerektera xwe, dîroka 9-10 salên tê de veşartî vinda bike. Yê şûn de bimîne wê tenê bînayetê mezin, eserê TOKÎ bin. Ew 3 mehin êrişên ku li Sur’ê tên meşandin bi vê armancê ye. Yanî xirabkirina bajêr û qerekter, kuştina ruhê Amedê û li holê rakirina dîrokê ye. Heman tişt ji bo Heskif’ê jî derbasdar e.

Heskif jî xwediyê dîrokekî 10 hezar sal zêdetir e. Yê bi bendavê li holê rabe ne tenê parçeyek erd û xweza ye, heman demê de dîrok û mîrateya mirovahiyê ye. Bê gûman, ji bo parastinê erd û xwezayê ku di bin bendavê de bimîne bile divê berxwedan bê pêşxistin. Her roja ku derbas dibe em parçeyekî dîrokê û parçeyekî xwezayê vinda dikin e. A niha di bendava Ilisu’yê, di lingê Basa de dest bi girtina avê kirin e. Santîn santîn av bilind dibe û Heskif’ê di binde dimîne. Sibê wê rastî jî pir dereng be. Divê di serî de gelê Kurd, însanê xwezaparêz li hember vê rewşê bi lezgînî têkevin dewreyê. Belkî nikaribin Heskif’ê bifilitînin, lê wê karibin Heskif, Sur, Cerattepe û hwd. yê din bifilitînin, biparêzin.

Divê em zanibin ku tu qezenc nikare bibe berdêlê xirabkirina xwezaye, li holê rakirina parçeyekî dîrokê. Ewna bi heyîna mirovahiyê ve yek in. Lê qezenc, ewa encax dikare di demek kurd de bê karanîn û pişt xwe de jî tiştekî nahêle.

Eger ku bendav û enerjî nebe wê dîsa jî jiyan bibe. Lê eger ku xweza nebe, ne bendav û enerjî, ne jî jiyan dibe.

Av jî, xweza jî, dîrok jî, enerjî jî yê gel bi xwe ne. Dive em li av, li xweza, li dîrok û li enerjiyê xwe xwedî derkevin. Divê em li jiyana xwe xwedî derkevin.

Divê em zanibin ku ew xweza yême nîn e. Wekî ku di pêşgotinekî Efrîkî de tê gotin; “Ew xweza li bav û kalê me ji mera re mîrate menaye, me ew ji zarokê xwe deyn kiriye”. Lewra parastina xwezayê deyn û erka me ye.