Çand û Huner

Dafikên Li Hember Çand-Huner û Estetîka Apogerî

Rêbazên îdeolojîk, zayendperestî, mîlliyetperestî, olperestî û zanîstperestî yên...

 

Şiyar Amed

Werger: Ekîn Serhad

 

 Tevgerên Dij-Çandî

Kulliyata ku di der barê çand û hunerê de hene; ji nîqaşên siyasî ne kemtir e.Li beranberê vê di pîvanên ecibandinê de zelalî û hevparî destxistin zêde gengaz nebûye. Ev yek hinek jî ji ber xwezaya çand û hunerê ye:  Sînor û qalibên teng nas nakin!

Pênaseya çandeka ku pîvanên wê yên ecibandinê wisa bi hêsanî naguhere, biteqez û qalibên wê yên teng hene pênaseya mîllîyetperestiyê ye û di hundirê xwe de li hemberî guhertinê turûşiyê, serweriyê, zayendperestiyê, û çandên din piçûk dîtinê dihewîne. Dema ku pênaseya çandê di nava xwe de hemî nirxên maddî manevî yên mirovahiyê hewand, gerdûniyeke di xwe de bihewine bidest dixe.

Her çandê ku di xwe de gerdûniyê nahebine dê ji serweriyê re bibe bingeh. Di serda ji nezikatiyên xwecîhî û girtî yên ku bi çandên din re pêkve jiyinê tenê dadixin asta ‘‘xwesbiniyê’’ di dema xweye herî girtî de ji mahkumê lawaz mayînekê ne ku biyek fîskeya liberalizmê hilweşin û biçin. Ji ber ku danûsitendin û tekiliyên xwe ji çanda mirovahiyê ya hevpar û biçandên gelên din qetandine teng, lawaz û bêhezin. Ji wê wêdatir ji mîlliyetperestiyê re li gel pêşkêşkirina bingehekî têra xwe vekirî bi pergalên serweriyê re dibin yekpare. Şaşitiyên bi vî rengî ji ber dafikên ku liberalizmê honandiye rû didin.

Rêbazên îdeolojîk, zayendperestî, mîlliyetperestî, olperestî û zanîstperestî yên liberalizmê li hemberî çanda gerdûni ya mirovahiyê tevgerên dıj-çandî yên herî sereke ne.

Hemî tevgerên ku nikarîbûne ji îdeolojiya sermayedariyê ya ku çandê dadixe asta bêçandê û jıyanê jî tîne asta ku neye jiyîn bibihurin, bi awayeki objektîf ji sermayedariyê re xizmet kirine. Lewre sîstemeke wisa ye ku rêbaza bi xwe ve girêdana dijberê xwe jî ditiye; bêyî pêkanîna alternatifa wê rexnekirina sermayedariyê jî ji rêya lawazbûna wê na, rêya hêzbûna wê vekiriye.

Ji serdema“Depresyon” û “Şîzofreniye” derbasî serdama beşeniyê (moral)

Nietzsche li hemberî pergala ku qestê jiyanê dike mirina xweda, Adorno jî mirina mirovan ilan dikir. Di wateyeki de ya ku pêkdihat mirina wîcdan û hişê ku bêçare mabû, bû.  Adorno bi gotina “jiyana şaş rast nayê jiyîn” bêçaretiya xwe ya li hemberî nakokiyên mezin bicewherekî xurt vegotibû.

Şair Nilgün Marmarayê jî dema ku intihar kiribû, di nîşeya xwe ya ku ji pişt xwe hîştibû de “mirov ji kudera jiyanê de vegere kar e!” nivisandibû. Hin kesî rexne kir, hin kesî xweziya xwe li wê hanî lê di rastiye de çarenûsa wê û Adorno yek bû: bêçaretî!

Li hemberî jiyanê beçare mayîn dibû tirajediya hevpar a hemî entellektuel û hunermendên ku “ ji şerbeta sermayedariye vexwariye”.Kesên ku qirna 20an wekî   “serdema depresyonê” pênase dikirin neheq nebûn; yen ku qirna 21an jî mina serdema “şizofreni” iddia dikirin jî neheq nebûn lê belê yê ku hem depresyon û hem jî şizofrenî afirandiye ji ber ku sermayedarî bi xwe ye, mirov herdu dused salên dawî bike malê sermayedariyê dê bibe neheqiyeke mezin. Wê demê mesele çî ye? Ew herdu şerên ku di asta cihanî de hatibû jiyîn wekî hincetên ku ji destpêkê tê hişê mirov dixuyên lê ji ber ku di bingeh de sedemên kurtir hebûn ku vana teşe dane roja me ya îro jî.  

Her çend di derbarê cîhanê de raboriyeke zanînê ku heta serdema kevnare biçe hebe jî heya şoreşa pîşesaziye tiştên ku di derbarê cîhanê de nedihatin zanîn zor(pir) zêde bûn. Her çend zanîn û ragîhandin bizû pêşdikeve jî rewşa cîhanê ya ku dabeşi çînan bûye û ‘‘nayê jiyin’’ nakokiyên mezin pêk dihanî. Sedema esasî ya alozî û qeyranan ev bû. Li ser nave bihurandina qeyranan tiştên ‘‘piroz’’ hatin hilberandin û herkesî xwe bi van ve girêda. Lê belê bitenê xofên xwe tepisandin. Tista ku xwe pêve girêdabûn di rastiyê de ew baweriya ku ji ber hissiyata di keştiyê de kaptanekî hosta heye afirî bû. Kesên kû dizanîn ev bawerî ne rast e lêgerîna wan hebû lê her ku bi negihaştina encamekî yekpare bidilêşiyeke kûr re rûbirû diman ‘‘depresyonan’’ destbi vexandina întîharan dikir.

Hebûna çûkên ku refbiref noqê deryayê dibin û xwe întîhar dikin têzanîn. Piştî lêgerînên dirêj hat zanîn ku di kûrahîya wê hêla deryayê de giraveke hêlejîna çûkan bûye, heye. Bimirina xwe be jî vegera dayikniştimanîyê tê çi wateyê? Dema ku seziya çukan berê wan dida dayikniştimaniyê belkî nedizanîn dê bimirin. Armanca wan ne întîhar e.Lê dema ku mirov ketin peyê rastiyekê dibe ku di dawiya wê de mirin jî hebe dê bizanebûn bimeşin. Wekî şerkerên heqîqetê yên ku hatin çarmixkirin…

Çûk bi rêka sezîyê, mirov bi rêka aqil fêrbûn ku pêwist e  ‘‘rastî li cîhê ku hatî wendakırin ware gerîn.”  Jîyan li ku hat wendakirin, li ku kete rewşeke ku neyê jiyîn? Pir olan, pir felsefeyan ji bo pirsgirêkên mirovahiyê çareseriyê geriyan, lê tam negihîştin encamekî. Ji ber ku dayikniştimanîya mirovahiyê hêj nehatibû keşifkirin lewma!

Heger kurdistana ku xwediyê karanîna navgîna yekem, bilêvkirina peyvên yekem, cihê jîyara yekem û cotkariya destpêkê mêtingeh nebûya dibe ku mirovahiyê ya ku lê digeriya ji sedsalî pêşda dê bidîta. Lê îro di encama berxwedana pkk de li rojhelatanavîn, li kurdistanê heqîqetên mirovahiyê derdikevin ronahiyê. Ji ber vê yeke, em dikarin serdema xwe wekî serdema heqîqetê an jî serdema beşeriyê (moral) binav bikin. Lê ligel vê, îro ‘artêşeke sîberan’ a ku êrişê hemî nirxên beşerîye dike peyda bûye. Em behsa teoriya “destê nexuya” nakin. Artêşa sîberan îcada sermayedariyê ye, jêderka wê zelal e.Heger gotin di cih de be her çend sîbera canawareke çand-hêr be jî ji ber ku tevî sîbera mirov dibe jê cihê kırin zehmet e.

 

Şerê Sîberê

      Şerê modernîteya sermayedariyê li ser civakê gelemperî bi pênaseyên dijminê der û hundir pêşdikeve.  Li gorî pênaseya ‘’dijminê kominîst’’ a ku mohra xwe li sedsala derbasbûyî xist dı bın navê lı hemberê komînîzmê têkoşîn de din ava civakêkê de ajan hatin cih kirin. Di roja me ya îro de ji ber ku pênaseya dijmin guheriye rêbaza mîtê ku di hundir de dihat cih kirin jî -inplant- (1) hatiye guhertin. Asta taknolojîyê rêbaz zor zêde curbicur kiriye. Ji sînemayê mînakek ware dayin dê baştir bête fehmkirin.

Ji bo saniyeke fîlma sînemayê 24 kare pêwîst dike. Di teknîka sînemayê de rêbaza “peyama subliminal” (peyama bin hiş) a ku wekî 25 kare tête binavkirin di endustirîya fîlm û reklaman de zede tête bikaranîn. Bi vî rêbazê xîtabê bin hiş tête kirin, têgihştin û tercîhên mirov tene beralîkirin.  Sermayedarî bi vê rêbazê dikeve her malî û her kesê ku temaşe dike. Ev peyamana wisa ne ku mirov bihişyar û baldarbe jî zûbizû nayên ferqkirin. Heger warin ferqkirin jî êdî wî li ser binhiş bandor kiriye û ew wekî ku giheştibe armanca xwe tê hesibandin. Bi derfetên roja me ya îro gelek ‘mîtên’ peyambarkiri yê wekî vê tê karanîn. Hedefa rastî ew e ku li ser çanda ferd û civakê bandor bike û wî bike wekî bingeha ku semayedarî bi hêsanî her lêstinî li ser bikaribe bilîze.

Ji ku de ware nêrîn bila ware nêrîn têkoşîna serdemê li ser çandê lêhûrbûye. Lewre ajantiya serdemê jî di teşeya ajantiya çandî de pêk tê. Wisa ye ku rêbaza  “li hundir cihkirin” êdî ji diyardeyeke derveyî bihurandiye, biaweyekî rastî û mayînde tê hundurandin. 

Li hemberî ajanên kevneşop têkoşîn kirin ne zehmet bû lê ajantiya çandî, civak bêyî ku jê haydarbin ji ber kû bidestê xwe bipêvajoya “ji nû ve hilberandinê ve” pêşdixe lewre li hemberî wê berxwedanî biqasî ku sîberekî re şerkirinê zehmet e, hele heger ku ev sîber bûye sîbera we bixwe!

Dewsa hespên tûrûvayê -yên dewlet netewan-yên ku kiribûn rojhelatanavîn“artêşên sîberan”ango ajanên çandî yên sermayedariyê girtî ye. Ev jî dagirkeriyeke nû ya îdeolojîk e.Êdî bi giştî ne înkara nasnameya gelan, bawerî û çandan, kişandina nava pergalê di rojevê de ye. Ango kurd dikarin hebin lê bi kîjan kurd, kîjan îdeolojîyê, kîjan xetê, kîjan çandê?

 Ji ber vê yekê dikare ware diyarkirin ku di roja me ya îro de pirsa kîjan estetîkê bûye mijara nîqaşê ya herî girîng.

 

“Şoreşa çandî şoreşa vegera xwebûna cewherî ye!”

Li gori Liberalizmê azadî, bi çanda civakî re pêwendîya xwe hebe an jî tunebe jiyankirina her cure zevk û rengî ye. Bi gotina Modayî “zevk û reng nayên nîqaşkirin”yê ku dixwaze dikare efendîyê xwe hilbijêre û wekî koleyî bijî! Ev gotin wekî ku dijbertiya civakî diderbirîni tê wateya ji rê derketineke îdeolojîk a bi kok an jî xumamîyeke îdeolojîk. Di vî ferasete de lêpirsîn nabe û cêhêwazî afırandin nabe. Mirovê ku exleqa xwe ya azadiyê hebe lêpirsîn û niqaş dike. Di rewşeke berevajî de nikare ji pergalê qut bûnekî bikok pêk bîne û cêhêwazîyekî biafirîne.

Di dîrokçeya mirovahîyê de şoreşa fransizê serobineke bikok îfade dikir. Lê ji gelan zêdetir sermayedariyê ji encamên wê sud wergirt. Encamên şoreşa fransayê yên îdeolojîk û sîyasî yên ku herî zede tên zanîn û gırîng tarza jîyana mirovan guhertin bû. Mînak zimanê cil û bergên wê serdemê gelek tişt vegotiye. Wekî hurguliyekî duxuyên lê guhertına di tarza jiyanê de cil û bergên ku di tarza jiyanê de guhertinê bi awayeke xurt nişan dikin hema hema bûne nasnameyeke nû: “Jinên MERVEİLLEUSE (dê hayran bimînin); zilamên jî İNCROYABLE (bawerkirina wê zehmet e, nûwaze) dê li xwe bikirana…” (2)

  Şoreşa Fransayê jin û mêr bi cil û bergan pênase dikir serok APO bi gotina “zilamê wekî KEMAL PÎR, jinê wekî BERÎTAN“ bibe cihêwazîya xwe dani holê.

Yê ku bîr û baweriya BABEK di roja me ya iro de temsil dıke rêheval Kemal Pir e;Rêheval Beritan jî bi îfadeya serokatî vegera xwebûna cewheri ye.

Reseniya tevgera me ya çandî ew e ku tevgereke têkoşîn û vegera xwebûna cewheri ye. Ji bo me têkoşîn etîk e, vegera xwebûna cewherî jî estetîk e.Rejîma qirkirinê karıbûye jiyaneke koleyî ya ku ya me nîne ji gele me wekî bi hîsiyata ‘’oxweş çi baş dijîm’’ daye ecibandin; kirêtî wekî xweşıkî dabû pejirandin. Tê zanîn ku têkoşîna PKK ê ev rêvaçûyin rawestandiye. Em a niha biêrîşên ku dixwazin etîk, estetîk û nirxên me yên beşeriyê yên ku bi berdêlên mezin hatibû dest xistin tüne kirin û hertiştî vegerîne“ beriya şoreşê” rûbirûne.                                                  

Heger ku hişmendiya etîk-estetik ji deste me ware girtin an jî berovajîkirin di dawîya wê de bi tene jiyaneke k udi sinorê ajoyan de ware jiyîn dê bimîne. Qasî ku jêre jiyan neyê gotin zelal e.

Hunermend Xwezaya Sêyemîn e

 “Civak bêyî etik û estetîk hizirîn, ji hebûna ku bêruh û bêbeşen (beden) ware hizirin ne cudatir e… Exlaqa azadiyê û hişmendiyê etîk e li gorî vî zîhnîyeta xwe honandin e; estetik jî li ser xeta exleqa azadiyê pêhatin, tarz, tempo û ûslup dest xistin e.”

Di ronahiya nirxandinên serok APO de dikare ware diyarkirin ku, etik û estetik ji hev ne qut in. Pênaseya estetîka Apogerî jî ev e.Etîka ku ahenga bi xwezaye re û di navbera tekakes û civakê de esas digre, jêderka hemî hestên bedewî û estetîka apogeriyê ye.

Li gorî Kant  “armanca xweşikiyê, bêarmanç bûyîn e”; Li gorî Schiller  “Huner, nikare bibe navgîna armancên fîzîkî û exlaqî, lewre bi temamî ji zanist û etîkê serbixwe ye. Bi pênaseyên wekî bedewî, azadî ye.”tê têgihiştin ku, modernîzma ku mohra xwe li ronakgeriya Avrupayê xistîye etik û estetikê ji hev cûda dike, lewre etîkê ji civakîbûnê qût dike û dadixe asta heyina tekakesî.

Modernite tarza jiyana serdemekî ye. Ji derketina şaristaniya bidevlet heya roja me ya îro ji ber ku tek tarzeke jiyanê ya serdeman tuneye dikare ware diyarkirin ku modernîte jî herî kêm bi du awayî her hebû. Lê ferasetên ku moderniteyê dikin malê sermayedariyê, wî, wekî nêrîneke nû ya cîhanê ku bingeha xwe ya felsefî ji şoreşa fransayê digre peşkeşkiri ne. Li gorî qada çand û hunerê pêkanîna modernîteyê jî wekî modernîzm hatibû ‘pênasekirin.

Ji têgeha Modernizm derket holê vir ve hemî pîvanên ecibandinê, erê û na yên ku di qada çand –hunerê li gorî wê hatibûn pêşxistin. Ew pîvanên ku di navenda wê de tekakes hebû kete rewşeke wisa berevajî ku ew heya bisantimetreyan pivandina beşenê jinê birçû. 

Ekolên ku li hemberî pîvan û quralên teqez yên di hunere de wekî bertek pêşketin jî ji kûrkirina ferdperestîyê cûdatir encamek nedan. “Tuwaleta” cihana ku em behsa wê dikin jî kirine wekî esereke binavûdeng!

Di destpêka sedsala 20an de hunermendê herî girîng ê awropa û amerîkaya bakûr, yê ku wekî anarşîstê tekakes tê binavkirin û ‘’eseren’’ ‘’dij hüner’’ tê hesibandin çêdike Marcel Duchamp e.Navnîşana xwe li ser hilberîneke amede ya mirovan dixe û di cihana hunerê de dibe sedema sansasyonan. Wêneyê pisuara ku ser berbijêr diseni û navê ‘‘kaniyê’’ lê kiribû diket nava eseren herî meşûr ê hunerê.

Qaşo li hemberî qalipgeri û rêzikparêziya feraseta burjuvayê tê, lê di heman deme da pêvajoya pêşketina çanda pop jî dida destpêkirin. Tê îddîakirin ku Dadaizmê piştî sala 1922 bandora xwe wenda kirîye lê tê dîtin ku îro di nava çanda pop û tüketime de ji nû ve tê afirandin û gelek zede jî daxwazbar e. Hem jî ketiye nava rewşeke hêj absurd Hatta daha absürd: Rodî, hinav û hinavên wê wekî berhemên hunerî dikarin warin firotin. Asta ku pop gihaştiyê tam jî dibe asta ku li hemberî Dadaizmê derdikeve! Em nikarin para wê înkar bikin.

Feraseta çand û hunereke ku ji bingeha civakî qut û xîtabê bîr û baweriya wê neke di qadên jiyanê yên wekî ziman, ol xwarin-vexwarin, cilûberg, spor, mîmarî ûhwd. zelal e ku berdêlekê wê yê tunebe. Pişti ku jiyana civakî û tekakesî ji hevdu hat qetandin tu yê an bitemamî zextê bi civakiya fetisîner an jî ferdperesiya digîhê asta dîûhariyê re rûbirû bimînî. Hevsenga optimal a civak û ferd ancax wê deme bikaribe bigihê wateya xwe.

Dîroka hünere dîroka bîrûbaweriya mirovahiyê ye; hunermend ew mirovê ku manewiyata wê herî xurt e.Bitenê şaşiyên jiyanê nayine ziman, li ser sînorên neyiniyan nayê naçe, ereni ye û avaker e. Hişmendiya estetîkê ya pîvanê ecibandinê didarizîne, beriya berhemên hunermend di kûrahiya ruhê wê de dinive. Dema ku wî kevir şeh kir ‘’hespê’’ din ava kevir de dê derkeve der û azad bimîne!

 Hunermend mirovê azad e û ji bedewiya mirovê azad şîk û guman tuneye. Hunermend, ew xwezaya seyemîn a ku dike li ser ahenga di navbera civak û xwezayê de ji nû ve ware avakirin bixwe ye. Hunermend ew e k udi xwe de siberojê avadike. Hêza xwe ji civakê digre û bêhêziya wî jî ji wir tê; ango heger ku di nava sînorên civakê de bimîne dê bibe qurbanê kevneşopiyê. 

Huner bêguman huneriya tekakesî dixwaze. Lê “ferdperezî” ew kurm e ku nava nirxên civakî dikoje. Gelek caran çi dike bixwe jî nizane. Ji bo ew kesên ku ji hişmendiya etîk-estetîkê bêparin û li ser navê hünere kiryarên ku dikin, mirov dikare li ser navê hestan çiqas kirêtiyên ku hene di kilîban de tên pêşkêşkirin mînak bide: Jineke ciwan li ser rê diğere. Zilam dû wê direve, hewl dide pere bipeyve û qaşo heziya xwe dinimîne. Ew jin dizivire biherdu destan û bihemî hêza xwe zilam dehf dide û bigavên lez meşa xwe devam dike lê zilam bigavên israr li peye… Tam sahneyeke tacîzê! Ew ên ku kilîp çêkirine diyare ku taciz-destwerdan çi ye qet nehanîne hişê xwe an jî ev çand gelkî hundirandine lewre çi dikin ne di haja wî de ne.

Heman mînak dikarin warin zêdekirin. Hinek dikarin li ser pêla gulê nivandinê û li ser ewran hişyarbûnê bixwazin lê ne di rastiya cihana me de û ne jî di rastiya welatê me de dema xeyalên wisa tozpembe ye; li hemberî êrişên qirkirinê dema berxwedanê ye. Hinek mînakên ku tenê sloganik, ji cewher û teşeyê bêpar an jî coşê, kêfxweşiyê serkeftinê, bedewiyê datîne alikî û bitene li ser êşên jiyanê lêhûr dibe û vê jî heya arabeske dibe divê biteqez ware rexnekirin. Lê divê pirîm ji ew nêzîkatiya ku dibêje ‘‘kategoriya berxwedanê ev e’’ re jî neyê dayin. Feraseta çandê-hunera ku çavkaniya xwe ji berxwedanê nagre an jî pêre pêwendiya xwe danayine û di serda jî ji cewhera me qut ji derveyî xizmeta lîberalîzmê tu nirxeke wê nabe. Lê cewhera hunerê afirîneri ye. Her ceribandineke cüda, bêyî ku ware lêpirsîn û wê jî wêdatir bipêşinî ev ne ayidê me ye gotin û red kirin jî dê roleke xitimîner bilîze. 

Estetîka Apogerî ya ku ekoleke gerdûnî dest xistiye, di nava sînorên deng de nikare ware hepskirin. Tê gotin ku pîvana bedewiyê di her çandê de cihêwaz e û li gorî civakan tê guhertin. Lê hinek pîvan hene ku di çanda me de ji aliye serok apo ve hatiye zelalkirin. Mînak, jin di dirêjahiya dîrokê de jêderka bedewî û pîvana esasî ye. Lê di serdema me de bikozmetîkê, bicîhanakar, bisînemayê tê xemilandin û pêşkêşkirin. Li hemberî van nêzîkatiyan serok apo bi hunereke heri azad dike bersiv daye û di asta gerdûnî de nasnameya jina herî bedew bi felsefeya jina azad nasnameya jina herî bedew di asta gerdûnî de pênase kiriye û hêza rêxistinbûna wê derxististiye holê. Dibistan û çalekiyeke ku ji vî bedewtir û delaltir tuneye. Di wateyekî de gerdûna ku dixwaze xwe watedar bike, di nasnameya jina azad de giştiye bedewî û delaliyê. Hemî xwandekarên vê dibistana ku herî zede ji ruhê azad re vekiriye hunermendekin. Ango her PKK î di cewhera xwe de hunermend e û di serî de hunera şer-parastin xwe di hemî qadên hunerê de dide der. Ji ber estetîka apogerî ekol-sazîbûnên nû yên çand û hunerê li ser bingeha rêxistina jinê û sipartiyê îradeya wê ava dibin.

Estetîka apogerî sipartiyê exlaq, têkoşanî û şerkeriya heqîqetê ye. Bedewiyeke wekî din nasnake. Serok APO “Şoreş her dem teşeyeke bedew, zimaneke xurt û hawayeke xurt dixwaze. Balkêşî, tempo ûhewayeke şoreşkerekî heye û ji bo ku van hemûyan wateyekî îfade bike pêwist e bi rastiya mezin re pêwendiya wê ware danîn.’’ dibêje Ango terikandina her cure nêzîkatî û fêrbûnên bêteşe, bêawa, ji cewherê bêpar herî destpêkê jî hiş û jiyana ku hatî fêrkirin dibe pêwistiya hişmendiya etîk û estetîkê. Ji bo vê,tarza hizirîn û pîvanên jiyana modernîteya sermayedariyê yên ku di me de ava kiriye heya hemî hurguliyên wî li pêşcevan girtin û derbaskirin fermaneke bênîqaş a vê dibistanê ye.

 

Bihunerê estetîka Apogerî vegotin

Hişmendiya ku ji haydarbûna jiyanê pêk tê, di haveyna apogeriyê de heye. Feraset estetîka ku bi hişmendiya jiyana azad nehatibe sitirîn afirîneriya wê nabe. Ji bo vê jî pêwist e em qîma xwe bitene şîrovekirina estetîka huneran neyinin. Lewre peywirên ku li ber me disenin yek jî birasterast kirina estetîka hunerê ye; estetîk çi ye û çi nîne ew vegotin e.

Roman hilberîneke estetîka “modernê”ye lê romana estetikê tuneye. Romana paşverûyê û pêşverûyê, romana ronakbiriyê, şoreşê û şer hatiye nivisandin lê romana estetîkê nehatiyê nivisandin. Sînema ji bo dagirtina vê valahiyê dikare bibe endam. Lê bele bersiveke sînemayeke çawa hêj têrûtije nehatiye dayin. Piştî Ş. Xelîl DAX pêwist e mîrateya wî bibersiv û piratîkên rast ware pêşxistin.

Zelal e ku di gelek qadên hunerê de her çend em kûr û têkûz nebûne jî, hewildanek heye. Lê hinek mijarên jiyanî yên mîna avayîsaziyê de jî hema hema qet hewildana me nebûye, an jî pir lawaz e.Pirsa avasazita avadaniya paradşgmaya me –nemaze yên ku ji qada hunere re pêwendîdarin –çi ye an nehatiye pirsin an j^. Heger hatibe pirsin jî bersiveke wê ya kiryarî nebû ye. Pîvanên wêji aliye kê ve ûçawa tê diyarkirin jî nayê zanîn. Awahîsazî hatî kuştin. Di vî watê de hişmendiya me ya ekolojik û rêxistinbûyîna me ya piratik hêj yekparebûneke hevgirtî pêknehani ye.

Di baskên qadên hunere yên din de ev pirskirik mijareke sereke ya nîqaşê ye. Heger ku em mînakekî bidin, dema ku di roja me ya îro de hinek qadên nû yên hünere dibe mijar, nîqaş dijwartir dibe û ji qanî kirinê dûr dimîne. Dê li gorî kîjan pîvanê ecibandinê nêzîk bibin? Dê şaşî û rastiya wê kê diyar bike? Zelal e ku ruhê hunera azad û kevneşopî hem jî îdealên şoreşger di nava pevçûnê de ne. Xebatên hünere yên ku dê li ser estetîka apogerî dê ware kirin dikare ji hemî mijarên nakok re bibe bersiv.

Li gorî pêdiviyên modernîteya demokratik çawa ku pêwist e em tarza jiyana xwe ji nû ve ava bikin bi texez folklor(kevneşopî) li ku li hemberî azadiyê radiweste li wir pêwist e ku em hawirekê ‘‘ hewayeke fireh, qasî ku têra perûbask çirpandin û firînê bike “ pêkbinin.

 “Çawa ku ji rewşa gele ku ‘‘di neolitîkê de bist bûye’’ derketin ji bo me pêwist e lê li ser navê nûbûnê ji cewhera xwe qut nebûyîn jî wekî rê û rêzanekî (doğrultu) giştî dikare ware pejirandin. Pêwistî û rastiya vî nêzîkatiyê dikare bidûvûdirêj ware îspat kirin. Beranberê vê nêzîkatiyên dogmatik û zede xwe-navendî jî dê pêşî ji kor buna huneran re veke.

Li gorî rêgeza netewa demokratik ‘‘her kesê civakîbuna xwe bijî lê pêwist e ku di heman deme de jî gerdûnîbe!’’ Nûtî bivênevê ye lê dema ku redûksiyonist (îndîrgeme) bû mijar pirsen ku dê çawabe bersiva xwe nabînin û rêvaçûneke hinekî xofbar tê dîtin; wisa dixuyê ku dem û bersivên bi vî rengî dê hinekî jî li gorî pêşkeş kirina hûnera hunermend û bi asta pejirandina civakê ve teşe bigire. Helbet ji ber ku ev wisa ye hertişt nikare dem û pratîkê re ware hîştin; xebatên teoriyê jî dê di vê mijarê de biteqez kêrhatîbe û dê derfet pêşketinan.  kuramsal çalışmalar da mutlaka ön açıcı olacak, kanat çırpmaya olanak sağlayacaktır.

1-Renata Salecl (Li ser metirsiyê)

       2- Paul Connerton (Civak çawa bîrtînin)