Çand û Huner

Gerilla û Hunermendî

Di destpêka dîroka şaristaniya navendî heya roja îro jî, li ku derê dibin bira bibin hunermend...

 

Îbrahîm ERKENEK

Ew peyv belku ji bo pir kesan bê mane be. Ji gor pir kesan karê gerîlla cûda ye, karê hunermendan cûdaye û karê hunerê jî bi destê humermendan pêk tê. Çawa ku karê şer bi destê gerîlla pêk tê. Lê belê ew yek nayê maneya ku gerîllayên ku li hember dagirkeriyê şer dikin, nikarin karê hunerê bikin.Gerîllayên ku li hember dagirkeriyê şer dikin heman demê de dikarin kar û xebatên hunerê jî bikin û dikin jî. Him jî bi hemû kûrahiya deruniya xwe...

Bê gûman her kar bi destê kesên ku li wî karî re serê xwe diêşînin, li ser difikirin, pê re mijûl dibin û xwe diwestînin baştir dikare bê meşandin. Li heddad baştir kesê karibe ku hesin lide; li terzî baştir kesê ku karibe cil û berg bidûre; li necar baştir kesê karibe derî û bace çêbike û hwd. nîn e. Ew rastiye, lê belê karê huner û hunermend û hostayên ku hesin lêdidin, cil û berg didûrin, derî û bace çêdikin û hwd. li hev û dû pir cûdane. Heddad, terzî û necar ji bo ku karibin pê debara xwe bikin li hesin didin, cil û berg didûrin, derî û bace çêdikin. Bê gûman di karê heddad, terzî û necar de hostatiyek heye. Lê belê ew hostatî ji bo pirsgirêka gel çareserkirin, hest û xwasteka gel anîn ziman nîn in. Ew hostatiyana ji bo karê rojane baştir bê meşandin in, ewqas. Lewra divê ew yekana bi karê huner û hunermendiyê ve neyên tevlîhevkirin. Yên ku em dibijên jî di vê maneyê de nîn e. Lewra em dixwazin di serî de vê yekê diyarbikin.

Karê hunermendan ya esasî kirina karê hunerê ye. Bi hestên xwe yên gelerî, pirsgirêkê gel diyarkirin û ji wan re riyê çareseriyê nîşandayîn e. Dilê wan ji bo gel davêje, aql û fikra wan her tim ji bo gel dixebite, gel di nav dil, kar û xebatê xwe de didin jiyandin. Bi kurtasî, gel di nava dilê xwe de dihevînin û bi xwe ji, bi kar û xebatê xwe di nava dilê gel de tên hevandin, tên parastin û lê xwadî tê derketin. Wekî ku Rêber APO ji bo têkîliyê xwe û gel digot; “Min di destpêkê de gel di dilê xwe de hevand, ruh dayê û mezin kir, îro jî ez di nava dilê gel de cih digrim” e.

Rêber APO vê gotina girîng û bi mane ji bo ku xwe wekî hunermendikî afirîner digre dest dibêje. Ji bo ku huner bi afirandiniyê ve girêdayiye û Rêber APO jî xuluqkar an go afirînerê gel e vê rastiye bi lêv dike. Bi rastî jî tekîliyê Rêber APO û gel li ser vê esasê hatiye danîn, hatiye meşandin û hîna jî têne meşandin. Heman gotin ji bo tekîliyê hunermend û gel, ji bo tekîliyê gel û gerîlla jî derbasdar e. Bê gûman dema ku em vê yekê bi lêv dikin, em behsa hunermendan dikin, ne kesên ku li gel dûr, gel çi dijî û çi dixwaze ne agahdar, hest û ramanê wan çine nizane û tenê ji bo popûlerbûyîn û berjewendiyê xwe dijîn nakin e. Divê ewana wekî hunermend jî neyin nirxandin, nasandin û pênasekirin. Ewana encax wekî hostayê heddad, terzî, necar û hwd. dikarin bên pênasekirin, nasandin û nirxandin.

Di destpêka dîroka şaristaniya navendî heya roja îro jî, li ku derê dibin bira bibin hunermend her timî bi gel ve bûne yek, li dijî berjewendiyê gel tû caran kar nekirine û li kesan re, an go dezgehên desthilatdariyan re nebûne alîkar. Hunermenda her timî bi hunera xwe li hember pergala heyî ya ku li ser gel desthilatdar, li gel gelê xwe cih girtine û pirî caran jî, ji bo ku desthilatdariyê bi dawî bikin li wan re pêşengtî kirine. Tevlî şoreşê bûne, di şoreşê de pêşengtî kirine, tekoşîn kirine, bûne gerîlla û wekî gerîlla şer kirine û ji bo ku şoreş bi serbikeve û gel di bin desthilatdariyê de derbikeve û azad bijî bi huner û çeka xwe tekoşîn meşandin e. Li hest û xwastekên gel xwe qut nekirine, bi hunera xwe bûne berdevkê hest, raman, nirx û xwasteka gel. Lewra ji bi pergalê desthilatdar ve tû caran nebûne yek, her timî bûne muxalîf û xebatên muxalîfî meşandin e. Di vê rê de pir caran jiyana xwe jî ji dest dane. Berdêl çiqas giran dibe bira bibe, rû li karê xwe yên hunerî û tekoşînê ku dimeşînin de venegerandin e, dev jê bernedan e. Çavkaniya afirandineriya wan jî ew e. Lewra jiyana xwe bi ya gel ve kirine yek û ewana wekî hunermendên gel tên nasîn.

Gerîlla jî him hêzekî afirîner e û him jî parçeyekî gel e. Ji bo azadî jiyandina gel têdikoşe. Di nav gel de dertê, di dilê gel de cih digre û di dilê xwe de jî tenê cih dide gel, tenê gel dihevîn e. Bêyî azad jiyankirina gel di fikir û raman, di hest xwasteka gerîlla de tiştekî din jî nîne. Ji bo gerîlla hebe-nebe gel heye. Ew yek jî gerîlla afirîner dike. Bi derfetên herî kêm, di bin şertê herî zor û zehmet de dijî, şer dike û li gel vê yekê, bi peyvê di cih de, hunerê jî pêşdixe. Li ser kîjan parzemînî dibe bira bibe; kîjan gelê bindest xwastiye ku desthilatdariya li ser xwe bişkêne û azad bijî, gerîlla li ser wê parzemînê tevlî tekoşînê bûye û hunera xwe ya şoreşgerî pêşxistiye. Koma mûzîk û koma şanoyan avakirin e; helbest nivisandine û ji wan helbestana re mûzîk çêkirine; ji bo şano senaryo nivîsandine û li ser dikê leyîstine; ji bo kişandina filman senaryo nivîsandine û film kişandine; wêje pêşxistine, şiîr, roman, çîrok nivîsandine; koma govendê avakirine; wêne û pêyker çêkirine û hwd. Bi kurtasî çi beşê hunerê hebin di hemuyan de kar û xebatê hunerê gelerî û şoreşgerî pêşxistin e û çandekî şoreşgerî avakirin e. Li ser xaka Kurdistanê jî gerîllayên ku têdikoşin jî, xwe li pêşxistin û îcrakirina hunerê de ranegirtin e, di her beşê hunerê de afirîneriya xwe pêşkeşî civakê kirin e.

 Di Çiyan De Huner

Rêber APO û tevgera azadixwaz PKK di destpêkê de cîhekî pir girîng da xebata çand û huner ê. Bi zanebûyîna hêz û bandorkirina çand û huner tevgeriya. Di ferkê de bûye; eger ku di çand û huner de şoreş û şoreşgerî neyê pêşxistin, çand û hunerê şoreşgerî neyê avakirin, li hember pergala desthilatdar tekoşîna azadî meşandin û bi serxistin wê zahmet be û mayînde kirina şoreşê jî wê mûmkûn nebe. Lewra di felsefeya PKK’ê de pêşxistina çand û hunera şoreşgerî her tim wekî xebatekî sereke hatiye destgirtin, wekî xebatekî her di pêş de hatiye destgirtin û nirxandin. Tevgera azadiyê bi vê boneyê qadroyê xwe erkdar kiriye, xebatê rêxistina çandî û hunerî meşandiye. Taybet jî, ji piştî cûnteya 12 Îlon’ê bi derketina derî welêt de ew kar hin bi şeklekî cidî hatiye destgirtin û li ser hatiye sekinandin. Erkdarkirina Şehîd Sefkan û Şehîd Mizgîn di vê mijarê de mirov wekî pêngavên bingehîn û esasî dikare binirxîn e. Encamên ku hatî bi destxistin giştî jî li ser vê bingehê bilind bûne.

Şehîd Mizgîn û Şehîd Sefkan him li bajarê parzemînên Ewropa û him jî çiyan kar û xebatên çand û huner meşandin e. Di tevgerkirina sazî û dezgehên çand û hunerê de pêşengtî kirin e, di avakirina Hunerkomê de di rista xwe ya sereke leyîstin e. Dîsa di avakirin û meşandina karê hunerî ya Koma Berxwedanê de jî rola xwe ya sereke sereke leyîstin e. Di milekî de li ser vê parzemînê berpirsiyatiya xebatên rêxistinî kirin e û di milê din de jî wekî hunermendan derketin ser dikê, bi deng û awazên xwe, bi saz û amorên xwe hunera xwe jî îcra kirin e. Gellek sitran û helbestên nemir afirandine. Tevî ku 30 sal zêdetir dem ji ser re derbas bûbe jî, ew sitran û helbestana hîna jî bi awazê wan hevalên hunermend bi kefxweşî û xwestek tên guhdarkirin. Ew yek kûrahiya xebatê çand û hunerê yên van hevalên gerîlla û hunermend, an go hunermendên gerîlla nîşanî me dide. Dema ew hevalana vegeriyan ser xaka Kurdistanê, erka xwe yên qadrotî û gerîllatî pêkanîn jî, di milekî de karê hunerê meşandin û di milê din de jî wekî gerîlla ketin nava şerê gerîlla û şehîd ketin. Van her dû hevalana, di destekî xwe de amorê mûzîkê, di hekîva li ser milê wan de (yê Şehîd Sefkan de) amorê wênevaniyê û di destê wan yên de jî çek, li ser çiyayê Kurdistanê kar û xebatê şoreşê meşandin. Bi van helvesta xwe Şehîd Sefkan û Şehîd Mizgîn kevneşopiyek afirandin û ji bo gerîllayên hunermend riyek fireh avakirin. Bi dehan hunermendin gerîlla di vê riyê de meşiyan, him gerîllatî û him jî hunermendî kirin û şehîd ketin. Bi dehan hevalên hunermend him xebatê hunerê meşandin û him jî gerîllatî kirin, şer kirin û şehîd ketin. Hozan Serhed, Yekta, Argêş, Sîpan, Delîla, Berçem, Hogir, Hêvî, Daxistan, Rêzan, Sarya, Xelîl, Zerdeşt û hwd. li wan hevalên şehîd hinek in.

Wan hevalana di beşin hunerê yên cûda cûda de kar û xebat meşandin. Hevalê Xelîl bi xebatê sînemayê re mijûl dibû, derhênertî dikir. Heman demê de lîstokvan bi jî. Di şanoyan de rol girtî bû, derketî bû ser dikê û leyîstî bû. Hevalê Xelîl derhênertiya çend fîlman kiri bû. Filma bi navê Berîtan di nav van fîlmana da yek bû û gellekî deng veda bû. Hevalê Xelîl heman demê de hunermendê resimkişandinê jî bû. Hevalê Hêvî, Daxistan, Rêzan, Yekta şanoger bûn, hevala Sarya reqqas bû, dîlan û govend digirt, reqsa moderin pêdixist û pêşkêş dikir. Hevalên din yên ku me bi nav kirî jî kar û xebatên mûzîkê dimeşand in. Bi xebat û pêşengtiya wan şehîdên nemir îro li çiyan kar û xebatên hunerî bi beşên cûda cûda, bi sazî dezgehî tên meşand in. Koma mûzîkê yê bi navê Awazê Çiya, Koma Amara; koma şanogerî bi navê Şanoya Çiya; beşa sînemayê jî bi navê Sînema Çiya xwe bi rêxistin kirine û kar û xebatên xwe yên hunerî di bin banê Akademiya Şehîd Sefkan de dimeşîn in. Dîsa Koma Rojyar, Koma Jin jî wekî komên mûzîkê li ser vê kevneşopiyê dimeşin û li çiyan kar û xebatên xwe yên hunerî pêşdêxin.

Awazê Çiya komek ê mûzîkê ye û hunera mûzîkê dike. wekî kom avabûyînê heya roja îro bi dehan sitran û helbest ava kir û ji wan hin helbest û sitranan re klîb jî çêkir in. Bi dehan tûrne li darxist in, li dehan cih derket in ser dikê. Awazê Çiya di xebatê xwe giştî de wekî kom tevdigere û kar dike. Sitran û helbestê xwe bi xwe dinivîse, aranjeyê wana bi xwe çêdike, qeyd an go tomarkirina wan bi xwe di Stûdyoya Şehîd Zerdeşt de çêdike, klîbê wan sitrana jî bi xwe çêdike û hwd. Li gel vê yekê li hember dewletên dagirker erka xwe ya parastinê jî dike. Gotina me ew e ku, komek hevalên gerîlla di şertên herî zor û zahmet de karê hunerî dikin û heman demê de tevlî şerê azadiya gel û parastina welêt jî dibin.

Heman gotin û nirxandin ji bo Şanoya Çiya jî derbasdar e, bes tenê hunerê ku dimeşîn in cûdaye ewqas. Şanoya Çiya jî heya roja îro bi dehan senaryoya şanoyê nivîsand û ew senaryona leyîst in. Bê gûman dikê ka Şanoya Çiya yê westar (sabît) nîn e û di wê dikê de qulîsê wan jî tûneye û wir kustûmê wan yên zêde jî nîn in. Hevce bi vê jî nabîn in. Şanoya Çiya bi felsefeya; “Her der ji bo şano dik e, herkes temaşevan e û heman demê de lîstokvanên di nav leyîstokê da ne” tevdigere. Bi vê felsefeyê şanoyê avadikin, dileyîzin û pêşkêş dikin. Bi ruhekî amator, lê belê bi şeklekî profesyonelî nêzîkî şano û şanogeriyê dibin. Bi vê nezîkatiya xwe ya şano heya na bi dehan tûrne li darxist in û li dehan cîhên cûda derket in ser dike û hunera xwe pêşkêş kir in.

Bêyî ku em dubare bêjin û dirêjkin; heman tişt ji bo xebatên hunerî yên din jî derbasdar in. Felsefe, nezîkatî, armanc yek e: Armanc, bi kar û xebatên hunerî gehiştina gel, hest û xwasteka gel di hunerê xwe de pêşkêşkirin, riya çareserkirina pirsgirêkan nîşandayîn e. Şan bi şan, mil bi mil bi gel re tev tekoşîna azadiyê meşandin e. Bi hunera xwe tevlî vî karî pîroz bûyîn e.

“Hunermendê Gel Şervanê Gel in, Şervanê Gel Hunermendê Gel in”

Di konferansa Tevgera Çand û Huner a Demokratîk (Tev-Çand) de ew gotina wekî şiyarekî hat bi karanîn. Bi rastî jî felsefeya Tev-Çand’ê li ser vê esasê ye. Hunermendên ku ne li raxê-rûyê gel bin, ji bo azadiya gel şer nekin, eger karê hunerê bikin bile, ne hunermendê gel in. Hunermendê gel, yên ku ji bo azadiya gel têdikoşin, şer dikin in. Lewra şervanê gel jî wekî hunermendê gel in. Vê nixandin û yekê hişt ku hunermend û şervan di bin banê felsefeyekê de bibin yek; Hunermendê gel şervanê gel bin û şervanê gel jî hunermendê gel bin.  

Di rastiya gerîlla de, di hunerê ku li çiya tê kirin de ew gotin bi rastiya xwe ve dibe yek, bi beden dibe. Mînaka vê, gerîllayên ku li qadên çiya karê hunerê dimeşînin e. Hînek gerîllayên ku li çiya karê hunerê kirin û dikin, di jiyana xwe ya civakî de jî kar û xebatê hunerê meşandin e. Lê belê li gor rastiya hunermendiyê tevgeriyan e, li jiyana gel mêzekirin e, desthilatdariya ku li ser gel tê meşandin dîtin e û li hember vê yekê jî helwesta xwe yên hunermendane nîşan dan e. Ji bo tekoşîna azadiyê bi ser bikeve û gel di bin destê dagirkeriyê û desthilatdariyê derbikeve û ji bo ku bikaribin hunera xwe bê astengî û baştir pêşbixin hatine seri çiyan, tevlî refên gerîlla bûne.

Lê belê piranî hunermendin ku li çiya di nav refên gerîlla de cih girtin e û karê hunerê dimeşîn in, di destpêkê de ji bo ku şerê azadiyê bidin meşandin tevlî nav refên gerîlla bûn e. Wekî gerîlla di nav şerê reva yê parastinê de cih girtin e. Encax qabîliyeta wan yên hunerî û girîngiya hunerê ew hevalana kişandiye nav kar û xebatên hunerî û li çiyan karê hunerî meşandin e û dimeşîn in. Tevî vê yekê jî tû caran xwe li derî karê parastinê nedîn e û nabîn in jî. Hetta kar û erka xwe parastinê wekî kar û erka xwe yên esasî jî digrin dest. Di ferq û zanebûyînê de ne ku, eger erka xwe parastinê baş pêk neyê, wê karê hunerî jî baş pêk neyê.

Lewra di detekî çek, di destê din de amorê karên hunerê û di heqîvê wan de jî li gel fîşegan amorên hunerî hene û kêm nabin. Lewra gerîlla û huner li hev û dû qut nabin û nikare bine qut kirin