Çand û Huner

Ji bo Şopdarên Heqîqetê

Na na! Ez destûrê nadim/Tarîtiya zilm û xiyanetê/Ez nahêlim li tarîtiyê bihêlin/Tîrêjên ronahiya roja min...

Şafak YEKBÛN

Ez dergûşa mirovahiyê bûm

Li ser xaka Mezopotamyayê

Ez qêrîna Îştar û Înana bûm

Li quntara çiyayên Zagrosê

 

Ez evîn û jiyan bûm

Li qiraxên Dicle û Firatê

Ez qêrîna raperînê bûm

Li Agirî û Dêrsimê

 

Ez av û roj bûm

Ji bo ji nû ve vejînê

Ez navê rastiyê bûm

Li dîrok û gerdûnê

 

Ez stran û helbest bûm

Mîna lêgerên heqîqetê

Ez jin û jiyan bûm

Bê nav û nasname hêlabûm

 

Ez raperînvan bûm

Li hember zilm û zordariyê

Ez li nava xwezaya mirovan

Nîşaneya azadiyê bûm

 

Ez bûm qêrîna heqîqetê

Ji nava dîwarên berxwedanê

Heya navenda neheqiyê

 

Erê, dîsa li dergûşa dilê min xistin

Guleya zulm û xiyanetê

Bê reng û bê bêhn hiştin

Çîçekên xwezaya dilê min

 

Erê dîsa dixwazin lêxin

Zincîrên koletiyê li dil û mejiyê min

Na na ez destûrê nadim

Tarîtiya zilm û xiyanetê

Ez nahêlim li tarîtiyê bihêlin

Tîrêjên ronahiya roja min

Ez nahêlim dengê lingê xiyanetê

Were ji ser axa welatê min

Ji ber ez im dengê dilê

Rastî û heqîqetê

 

Erê raste, Zîlan bûm

Li nava meydanên Dêrsimê

Pêtên agirê bedena Sema bûm

Li nava tarîtiya dîwarên zilmê

Şewq vedidam

Nuda û Gulbûhar bûm

Li Botanê baskên azadiyê

Difiriyam li kurahiya jiyanê

Heval Sara bûm

Xwedawenda lêgerîn û berxwedanê

Yek dil û bi hezaran can bûm

Li pey şopa ronahiya Rojê Ya Rêber APO, Rêber APO...