Çand û Huner

Çanda Netewa Demokratîk

Derketina dîroka çanda modernîteya sermaye­dar berî vê bi400 sal e. Piştî serdema...

Di navdiyarde û têgînan de ya herî zêde wateyên dewlemend jê re hatiye dayîn têgîna çandê ye. Heke em ji vê rastiyê bikevin rê û bigihîjin pênaseyê dibe ku em nêz wateya wê bibin. Ji ber hin têgîn hene ku nasnameyê diyar dikin. Ango ji bo wan tenê yek vegotin û pênase têr nake û nayên fêmkirin.Keşfên ji hêla civaka mirovahiyêve hatine kirin, hemû wetedayîna di cîhanê di aliyê zihnî, fikrî û felsefîde, însan dema xwe naskir heta roja îro tiştên ku avakiriye hemûpênaseya çandê digrin nav xwe. Di vê wateyê de pêvajo û pêş­­ketinên dîrokî, çêbûna dîroka mirovahiyê he­qîqeta çandê ye.Dahatûya çandê heya de­ma civaka xwezayî diçe. Piştî ku însan xwe dît, xwe naskirûkete ferqa hebûna xwe ji wê de­mê pêve êdî çanda civakê pêşket. Yanî çand, di heman demê de pêşket. Dîroka ni­vîs­kî dîroka desthilatdaran e û çandê tenê wek tigîna ku berhema pergala dewlatan e bi­dest digre. Jixwe dewlet jî temenê wê B.Z. 3000 sal heya îroango 5000 salî ye. Rêbertî ji vê pergalê re dibêje‘şaristaniya na­ven­dî’. Şa­ristaniyanavendî ji Sûmeran destpê dike. Di vê pêvajoyê de dîroka nivîskî jî destpê di­ke. Êdî guhertin di şewazê civakbûnê de jî çê­dibe. Bi destpêkirina pergala desthilatdar a zi­lamsalar re ji çandê re pênase û danasîneke nû tê pêşxistin.

Di serdema heyî de dîroknas û lêkolîner li ser çandê, lêkolînên xwe berfireh dikin. Jê re pê­nase û wateyên cuda tê dayîn. Dikare were go­tin tiştên hatine dîtin tenê ji %10 in.Ji ber vê yekê hîna ji %90 dîroka civaka xwezayî ne­hatiye keşfkirin.Di wê demê de çanda ci­va­kî tê afirandin. Mirov dikare bêje dîroka mi­rovahiyê dîroka çanda civaka xwezayî ye. Ji­yan bixwe û şêwazê jiyanê çandê îfade dike. Menewîyat,terzê jiyanê, amûr û aboriya ji­yana însanan hemû beşek ji çandê ne.

Di vir de mirov dikare di derbarê yekemîn for­ma civakî hin pirsên sereke jî bipirse; în­san çawa pêdiviyên jiyana xwe pêk anîn?Di şert û mercên zehmet de çawa karîn jiyana xwe bidomînin û pêş bixin? Di wê demê de der­fetên jiyanê di aliyê erdnîgarî û avûhewa de gelek zehmet bûye.Însan ji bo bikaribin pê­diviyên jiyanê pêk bînin gelek zehmetî kê­şa­ne. Ev ji bo mirovahiyê birastî jî şo­re­şek bû ku bi destên jinê hate afirandin. Ev pêş­ke­tin li ser axa Mezopotamyayê çebû. Di vê wa­teyê de li derdora quntarên çiyayên Zag­ros û Torosan ku wek Hîlala Zêrîn û çanda Tel­xelefê tê pênasekirin,însanbi hemû hu­ne­ra xwe tiştên nû keşfkirin. Însan dema kete fer­qaxwe û fikirî şûnve,li ser esasêntiştên ku wa­te dayê,çanda civakî avakir. Bi taybet çand di aliyê zihnî de bi cîhana însan a ma­ne­wî ve girêdayî ye.Gundên ku li ber avê ha­tin sazkirin, mîmariya yekemînin. Lêkolînêr û zanyar ji vê demê re dibêjin ‘şoraşa gund’. Li Rihayê di Gobeklî tepeyê de arkeolog lê­ko­lîn û kolandinan berdewam dikin, lê li go­rî daneyên ku heya niha diyarbûne şoreşa Ne­olîtîkê B.Z. 11 hezar salan li vê derê ji­ya­ye. Em bala xwe bidinê hedî hedî di derbarê dî­roka mirovatiyê de tiştên nû derdi­ke­vin holê û pir tiştên ku me nedizanî û nexwen­di­bû aşîkar dibin.

Derketina dîroka çanda modernîteya sermaye­dar berî vê bi400 sal e. Piştî serdema 16. pê ve pergala bi navê modernîteyê derkevê ser dika dîrokê. Ev pergal amûr ûfikrên dest­hi­latdariyê kûrtir kir û bi awayekî hîna ve­şar­tî li ser civaka mirovahiyê şerekî cidî da me­şandin. Di vir de heke mînak bê dayîn; di na­va hezên desthilatdar dedîktatoriya Hît­ler bi nav û deng e. Di wê pêvajoyê de hêzên he­ge­monîk din av şereke dijwar de bûn û li be­ramberî çanda civakî êrîşeke mezin di­me­şan­din. Hîtler jî di axaftineke xwe de di­bê­je:“Demabehsaçandê dikin,ez li çeka xwe di­ge­rim.”

Rêber APO di parêznameyên xwe de, bi tay­bet jî di parêznameya dawî ya bi navê ‘Ça­re­se­riya Pirsgirêka Kurd’ de balê dikşîne ser vê mijarê.Di dibistan û navendên per­wer­de­yan de desthilatdar dîroka xwe li ser bingeha na­verokeke qaşo zanistî didin rûnişkandin. Di van dibistanan devegotina dîrokê bi zih­ni­yeta serdestan tê kirin. Wek mînak di di­bis­tanên Tirkiyê de nîjadperestiyeke kûr tê fêr­kirin.Gelê Tirk wek gelê herî pêşeng û pêş­ketî destnîşan dikin. Jixwe yek ji du­rûş­me­­ yên nîjadperestan jî gotina “Çi bextewere yê/ya ku bêje ez Tirk im’e. Cihû jî dibêjin “Em qewmên li ser rûyê erdê yê hilbijartî ne, he­ta em dikarin bi xwedayê xwe re pê­le­wa­ni­yê (güreş) jî bikin.”Pergalên desthilatdar bi fik­ra nîjadperst, bi taybet bi rê û rêbazên ku bi­kar tînin êrîşî çanda mirovatî û gelan dikin. Bi rêya nîjadperestiyêku yek ji amûrên îdeo­lo­­jîk e, xwe înşa dikin.Ti hêzên hegomonîk he­tanî ku çanda civakaxwezayî têk nebin, ni­ka­rin hebûna xwe berdewam bikin. Ji ber ku di civaka xwezayî de wekhevî, azadî, xweş­bî­nî heye, hemû beşên civakê bi çand,bîr û ba­werî, cil û berg, nasnameya xwe û bi awa­ye­ke azad dijîn. Lê li dera ku wekhevî hebe, li wir desthilatdarî nikare xwe înşa bike. Ku li cihekê ruhê komînal û parvekirin hebe, li wir berhema zêde, yekdestî û sermaye nikare pêş bikeve. Pergala desthilatdar li ku derê xwe ava kir? Bi pêşxistina çînan xwe ava kir. Çîn li ser kîjan bingehê hate avakirin? Li ser bin­geha serdestî û bindestiyê ava bû. Di ser­­des­tî û bindestiyê de kîjan zihniyet he­ye? Be­şek dibe kole, beşek jî dibe serdest.

Çîn, li ser bingeha serdestî ğ bindestiyê ava bû, beşek dibe kole, beşek jî dibe serdest

Em nikarin çandê an jî civakbûna Kurdan, nas­n­ame û zimanê Kurdan tenê bi çanda he­rê­mî ve bidin nasandin.Ji ber çanda Kurdan to­vê mirovbûnê avêtiye, xêva (bellek) civakê çê­kiriye. Rêbertî jî bi zimaneke wêjeyî û bi hest­yarî behsa vê rastiya Kurdan dike ûwiha di­bêjê; Yên ku yekem car civak avakirine, lê îro bêcivak mane, yên ku yekem car civak ro­nî kirine, lê îro di tariyê de mane.Yên yekem car hemû pêdeviyên jiyanê afirandine, lê îro jî muhtacê pariyeke nan in.Yên ku yekem car afirînerî pêşxistine, çîrok û helbest go­tine, lê îro wek cahêl pênase dibin, heta wek însan nayêne dîtin. Yên ku hemû nerxên ji­yanê hembêz kirine, ji her kesê re bûne wa­rê jiyanê, lê ew îro bêwarin,bêax û bêziman in. Kurdan çandeke gerdûnî afirandin, lê îro wek gel an jî netew nayêne pejirandin. Ev pa­radokseke mezin e.

Elbet, rewşa gelê Kurd û jinan zêde ji hev ne cu­da ye. Ji ber çi bi serê Kurdan hatiye, jin jî bi heman rewşê re rûbirû maye. Ya ku jiyana ci­vakî destpêkiriyêjin e. Modernîteya sermaye­dar hîna bêtir xirabiyeke mezin li ser ci­va­kan dane çêkirin û herî zêde jî jin xistine. Bi giş­tî jindijiyanê de hatiye xistin. Ji ber ku xu­liqkar û afirînera jiyanê ye, jindijminê se­re­ke ya pergala modernîteyê tê hesab. Tenê he­ke em li medyayê binêrin em ê bibinin ku he­rî zêde jinê wek meta, amûra reklam û sek­sê bikar tînin.

Di stran, fîlm, rêzefîlm û hwd. de herî zêde jintêne bikaranîn.Bi rêya ji­na kole, koletiyê li ser civakê disepînin. Lew­ma jî beriya her tiştî ew jiyana ko­lek­tîf ku di kesayata jinê de pêşketibû,rengû dengê wê, hebûn û çanda wê xwedî cewhereke a­zad bû, pergala dest­hi­­latdar ev hemû li paş xwe hişt û xwest bi vî rengî jinê tine bike.

Bi taybet bi pêşketina pergala netew-dewletê li beramberî Kurdan li her çar parçeyên Kur­dis­­tanê polîtîkayên qirkirina çandî hatiye me­­şandin. Jixwe Rêber APO civaka Kurd wek ‘civaka ku hatiye qirkirin’ dinirxîne.Di cew­­hera pergalê de jixwe qirkirina hercure ci­hêrengiyan heye. Lewma jî li beramberî mez­heb, ol, komên etnîkî, yan jî kom­ne­te­wan qirkirin pêk tînin. Ango biqasî qirkirina fî­zîkî, qirkirina çandî û polîtîkayên asîmî­las­yo­nê Jîtê meşandin. Herî zêde jî gelê Kurd bi în­kar û îmhayê re rûbirû maye. Ji qirkirina fî­zîkî bigrin heta qirkirina çandî her cure êrî­şên tinekirinê pêkanîne.Li gel van dixwazin çan­deke li gor xwe serdest bikin û çanda he­yî înkar dikin.Ew Kurdê ku xwedî vînin, li nas­name û hebûna xwe xwedî derdikevin, bi aza­diya xwe ve girêdayî ne,dixwazin bi asî­mî­lasyonêre bi xwe ve bidin girêdan. Hewl di­din Kurdan bikin koleyê ku herdayîm di xîz­meta wan de bin. Çanda Kurdan pir dew­le­mend û rengîn e, lê dixwazin vê çandê bi­kin ya xwe. Hemû berhem û xweşikiya Kur­dis­tanê malê xwe dihesibînin. Stran, wêje, mû­zîk û hunera Kurd xwedî naverokeke da­gir­tî û dewlemend e. Lê pergal bi qirkirina çan­­dî, asîmîlasyon û şerê taybet dixwazêwan bi­ke ya xwe.Ango di kêleka qirkirina fîzîkî, qir­kirina çandî jî pêş dixe û wiha dixwaze ne­tewekê tinebike. Heya îro, ev polîtîka pir bi rengekî berfereh tên meşandin. Bi destên AKP’ê ango bi rêya Faşîzma Kesk êrîşên ku li ser gelê me pêk tînin hemû beşek ji qir­ki­ri­na çandî ye.

Pergalên desthilatdar tiştên ku bi navê çandê pêş­kêş dikin, di bingeh de bêçandkirina ci­va­kê ye. Rêbertî jî dibêje:“Li ser civakêtişta ku bi navê çandê ferz dikin, di naverokaxwe de ji çandê hatiye valakirin.” Ciwan,jin û beşên ci­hê yên civakîji rastiya wan a dîrokî,koka wan dûr dixin. Vê jî bi zanebûn dikin. Di qir­kirina fizîkî de ticar gelek bi tevahî tine na­be. Lê belê qirkirina çandî metirsiyeke me­­­­zin e. Dema ku di dibistan û saziyan de po­lîtîkayên helandinê tên pêşxistin, ew gel di wa­teya hizrî, derûnî û çandî de ber bi ti­ne­bû­nê ve diçe.

Rastiya PKK’ê şoraşa çandî ye. Ji ber ji nû ve ci­vaka Kurd li çanda xwe vegerand. Bi bi­lind­kirina têkoşînê jî qirkirina çandî tê vala der­­xistin.

Cihê ku herî zêde ji aliyê çandî ve dew­le­mend e û heta navgîna avabûna çandê ye Roj­­hilata Navîn e. Şerê ku di Kurdistan û Roj­­hilata Navîn de tê meşandin, ne tenê şerê çek­darî ye, esas şerê ku tê meşandin şerê çan­dî ye. Di Rojhilatda Navîn de gelê Kurd xwe­­dî dîrokeke kevnar e, ruxmî ewqas qir­ki­rin û êrîşan jî hebûna xwe berdewam kiriye. Bi îrade û lêgara xwe ya azadiyêre,herdayîm li hemberî sîstemên desthilatdar serî rakiriye. Lê hertim bi qirkirinê re rûbirû maye. Di Roj­hilata Navînda jî tekoşîna ku tê ber­de­wam­kirin, şerê berdewamkirina hebûna xwe ye. Di bingeh de dixwazin yek tîp bidin ava­ki­rin, ev durûşmeya netew-dewletan e. Wek mî­nak dewlata Tirkiyê her tim behsa yek al, yek dewlet, yek netew, yek ziman dike. Ev ‘yek’ hemû rengê jiyanê tine dike. Tenê ji bo xwe berdawam bike û di Rojhilada Navîn de jî bide rûnişkandin. Gelek şerên cur be cur, ne tenê li Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn pêş dikevin û ev qirkirin li ser te­va­hi­ya gelantê meşandin. Dema em bala xwe bi­

Rastiya PKK’ê şoraşa çandî ye. Ji ber ji nû ve ci­vaka Kurd li çanda xwe vegerand. Bi bi­lind­kirina têkoşînê jî qirkirina çandî tê vala der­­xistin

di­nê du alî di nav şereke dijwar de ne. Mo­der­nîteya kapîtalîst dixwaze sîstema xwe ber­dewam bike, xwe xurt bike û pergala mo­der­nîteya demokratîk ji bo xwe wek xeterî di­hesibîne, li ser vê esasêêrîşanpêş dixîne. Li hem­berî şerê modernîteya kapîtalîsttêkoşîna he­yî berxwedana Modernîteya Demokratîk e.

Du çand li beramberî hev di nav têkoşînê de ne. Ev 5000 salebi taybet li ser erdnîgariya Kur­­distanê, bi giştî jî di Rojahilata Navîn de qet şer û pevçûn neqediyane. Kur­dis­ta­nê bû­ye cihê yekem ê civakbûn û çan­dê, mi­ro­va­hi­yê jî kariye li vir heqîqeta xwe nas bike û he­bûn ji vir destpê kiriye. Ev jî li gor dest­hi­lat­daran wek xezîneyekê ku divê dest deyne ser hatiye dîtin. Lê ev mekan zemînê herî xurt ê derketina civakeke demokratîk e.

Rêbertî dema ku Netewa Demokratîk dinir­xî­ne, balê dikişîne ser vê xalê ku em nekevin xe­letiyê. Desthilatdar felsefe û dîrokê jî wek ku berhema çînekê ye bidest digrin. Dîrokê wek dîroka çînan dinirxin û wiha nîşan didin ku çînekê ew dewrî çîneke din kiriye. Wer îde­a dikin ku bi dewletbûnê re civak û çand pêş­ketiye. Zanist û felsefeye jî bi destpê­ki­ri­na hiyerarşiya Sûmeran ve girê didin. Ew, ko­mên çandî ku li gor mentiqa wan ne­bûne hê­zeke siyasîpiştçav dikin. Hebûna wan qe­bûl nakin, wek komên qebîleyên hov di­bî­nin. Destpêkirina dîrokê bi şaristaniyê ve didin girêdan. Lê ev nerast e. Dîroka mirova­hi­yê ji %90 pêvajoya civaka xwezayî ye. Niha de­ma em Netewa Demokratîk digrin dest, divê neyê jibîrkirin ku çanda civaka xwezayî he­bûn, nasname û cewhera mirovahiyê pêk tî­ne. Pêvajoyên şaristaniyê ku ji Sûmeran dest pê kir û bi împaratoriyên Babîl, Asûrî, Pers, Sasanî, Grek, Roma, Osmanî û hêzên he­ge­monîk wek Ingilîs û Emerîka berdewam di­kin; çanda civaka xwezayî qirkirine.

Rêbertî di parêznameyên xwe de dide di­yar­ki­rin ku “Ti carî kok wenda nabe.” Çawa per­gala desthilatdarxwe bi nav û dirûvên cu­da dewam kiriye, çanda civaka xwezayî ku ye­kem forma jiyana civakî bi awayê klanan e, wenda nebûye. Ev çand heya roja me ya îro xwe aniye. Bi çavdêriyeke xurt mirov di­ka­re şerê civaka xwezayî bi pergala dest­hi­lat­dar re û şopa wê bibîne. Di çîrokên ku da­yî­kên me vedibêjin de jî ev berxwedanî bi zi­maneke wêjeyî û destanwarî tê gotin.

Wek din şer û pevçûn di navbera hêzên dest­hi­latdar de jî diqewime ku îro jî bi navê ol û ba­weriyan şerê desthilatdariya siyasîheye. Rux­mî ku di navbera gelan bixwe de ticar şer û lihevnekirin çênebûye, lê belê hertim dest­hilatdaran xwestine aliyeke serdest û yên ma­yî jî bikin bindest, ji bo vê jî hin nakokî çê­kirine. Ev îdeolojiya desthilatdar qirkirina çandî û fikirî pêş dixîne.Ji ber vê aliyekê sor di­kin, didin pêş ku hêza civakê bi vê rêyê biş­kênin. Wek mînak; ji gelê Tirk re di­bê­jin“Tu gelê herî pêşketî yî.Kurd ne gel, ne în­sane, cahêle, feqîre, nezane, paşketî, zeyîf û hove, lewma tu dikarî li ser wî desthi­lat­da­ri­ya  xwe avabikî.” Bi vê zihniyetê di di­bis­ta­­nên fermî de zarokan perwerde dikin. Li Tir­kiyêkesayetên faşîst diafirînin ku bi hes­tên şovenîst û mentiqa netew-dewletê tev­di­ge­rin.

Netewa Demokratîk li hemberî zihniyata dest­hilatdar a ku qirkirina çandî pêşdixîne, çand û hebûna civakî diparêze. Di serî de jî zi­manê her netew û kêmneteweyê qebûl dike, cih dide bawerî û her cure ramanê. Her gel bi ziman û çanda xwe hebûna xwe di­pa­rê­ze. Gele Kurd bi hezar salan bi hemû ne­tew û baweriyên cuda re bi awayeke dostanî, bi­ratî jiyaye. Taybetmendiya esasî ya çanda Ne­tewa Demokratîk jî wiha ye. Her gel bi he­bûn, nasname, ziman, ol û cihêrengiya xwe di pergalekewekhevî de bijîn.Di vir de li dewsa şer û pevçûnan aramî û wekhevî he­ye. Di vê pergalê de tinekirin tine ye.

Her giya li ser koka xwe hêşîn dibe. Pergala mo­dernîteya kapîtalîst temenê wê di Roj­hi­la­ta Navîn de 200 sal e.Çanda Rojhilata Navîn bi hezar salî ye. Lewma jî di navbera van her du çandan de şerê ku diqewime, bêguman şe­rê çandan e. Çandekji derve tê ferzkirin, lê di­yar e ku bi ti awayî nikare li ser vê axê xwe berdewam bike. Însanên li Rojhilata Na­­vîn heke vegerin cewhera xwe, wê bi­ka­ri­bin çanda modernîteyê têk bibin. Ji bo vê jî wek ku Rêbertî destnîşan dike pêwîst e hemû çan­da modernîteyê were vereşandin. Ji bo ke­sayet bigihîje cewher û heqîqeta xwe, pê­wîst e xwe ji pergala modernîteyê qut bike.

Bê­guman di Netewa Demokratîk de rola jinê pir girînge. Rêbertî ji bo xwe mijarekê diyar di­ke: “Eger ez li derve bûma, ji Qortara çi­ya­yên Cûdî û Cîlo heya ber peravên gola Wanê û tevahî Herêmên Kurdistanê, min ê bi he­qî­qe­ta gel ji nû ve dest bi kar bikiribûya.”Ev ji bo me erk e. Di rastiya civaka demokratîk de ro­lekî çawa dikeve ser milên jinê bi vî gotinê di­yar dibe. Li ser vê bingehê jî di serî de pê­wîst dike em zihniyet û çanda xwe nûjen bi­kin. Sazî û rêxistinên xwe saz bikin. Em ve­ge­rin nirxên pîroz ên civaka xwezayî. Jin jî bi reng û hebûna xwe pêşengtiyê bike.

Rê­ber APO rastiya çand, huner, heqîqet, nas­na­me û hebûna me fêrî me kiriye. Rêbertî di ke­­sayeta xwe de dîrokeke nûafirandiye û di ke­sayeta xwe de ronesans pêk aniye.Îro em bi hebûn û çanda xwe hesiyane. Lewma jî aza­­diya Rêber APO, yekemîn erk û ber­pirs­i­ya­­riya me ye. Her hunermend,rewşenbîr û he­­mû beşên hunerî, divê li ser esasê vê he­qî­qe­tê nirxên civakî pêş bixin. Li be­ram­be­rî çan­da modernîteyê ya populer ku ji nir­xên ci­vakê qut e, civakê mehkûmê ajoyan û le­waz dike têkoşîneke xurt bidin meşandin. Çand û hunera civakî li ser bingeha heqîqeta ci­­vakê pêş bixin. Jixwe erk û wezîfeya hu­ner­mendan ew e ku xwedî li nirxên civaka xwe derbikevin. Îro şerê he­qî­qe­tê bi rêya hu­ne­rê tê meşandin. Hemû ke­sa­ye­tên ku bi hu­ne­rê re elaqedar dibin, pêwîst e li derdora Rê­bertî xeleka çand û hunera Ne­tewa De­mok­ratîk pêk bînin, he­bû­na xwe û nas­na­me­yê xwe xwedî bikin. 

Divê ji bîr neçe, heya ku em heqîqeta xwe ya ku hatiye berovajîkirin dernexin holê, dîroka xwe nezanibin, dîroka ku nehatiye nivîsadin per­deyali ser wê neavêjin û têkoşîna fikrî û îde­olojîk nedin meşadin, emê nikanibin di ro­­ja îro de hebûna xwe biparêzin.Ev jî yek ji er­ka qada çand û hunerê ye.